Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10

Ma Çi ji Min re Dibe Asteng ku Ez Bin Av Bibim?

Ma Çi ji Min re Dibe Asteng ku Ez Bin Av Bibim?

“Filîpos û memûrê serayê daketin nav avê, û Filîpos ew bin av kir” (KAR. 8:38, WDN).

KILAM 52 Xwe Tesmîlî Xwedê Kirin

PÊŞGOTIN *

1. Adem û Hewayê çi winda kir, û netîce bû çi?

GEREK kî standardên qencî û xerabiyê deyne? Gava Adem û Hewayê ji mêweya dara zanîna qencî û xerabiyê xwar, wan nîşan kir ku ew standardên Yehowa qebûl nakin. Wan dixwest xwe bi xwe qerarê bidin ku çi qenc e û çi xerab e (1. Mû. 3:22). Seba vê, wan hem dostaniya Yehowa hem jî jiyana bêdawî winda kirin, û wan guneh û mirin derbasî zarokên xwe kirin (Rom. 5:12). Belê, qerara Adem û Hewayê bûye sebeba kul û derdan.

Piştî ku memûrê Etyopyayî Îsa Mesîh qebûl kir, wî zû dixwest bin av bibe (Li paragrafên 2 û 3yan binêre)

2-3. (a) Gava memûrê Etyopyayî mizgîn bihîst, wî çi kir? (b) Keremên binavbûnê çi ne, û emê li ser kîjan pirsan bipeyivin?

2 Memûrê Etyopyayî ne mîna Adem û Hewayê bû. Gava Filîpos ji wî re behsa Îsa Mesîh kir, wî mizgîn qebûl kir. Memûrê serayê seba kirinên Yehowa û Îsa ew qas şikurdar bû ku ew hema li demê bin av bû (Kar. 8:34-38). Gava em ji Xwedê re weqf dibin û bin av dibin, em nîşan dikin ku em seba kirinên Yehowa û Îsa şikurdar in. Wekî din, em nîşan dikin ku em xwe dispêrin Yehowa û standardên wî qebûl dikin.

3 Bifikire ku em nîmetên çi qas mezin distînin gava em ji Yehowa re xizmet dikin! Mesela, em dikarin hemû tiştên ku Adem û Hewayê winda kiribûn, ji nû ve bistînin û heta bi hetayê bijîn. Eger em baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin, Yehowa wê sûcên me efû bike, û em dikarin bibin xwediyê wijdanekî pak (Met. 20:28; Kar. 10:43). Wekî din, Yehowa wê me wek ferdên malbata xwe qebûl bike û me xelat bike (Yûh. 10:14-16; Rom. 8:20, 21). Lê madem ku feydeyên binavbûnê ew qas mezin in, hinek çima bin av nabin, û ew çawa dikarin li dijî astengan serkeftî bibin?

HIN KES ÇIMA BIN AV NABIN?

Hin astengên berî binavbûnê

Kêmasiya xwebawerbûnê (Li paragrafên 4 û 5an binêre) *

4-5. Avery û Hannah rastî kîjan astengan hatibûn?

4 Kêmasiya xwebawerbûnê. Dê û bavê Avery Şahidên Yehowa ne. Bavê wî hem bavekî baş hem jî kalê civatê ye. Dîsa jî, Avery xwe paş digirt û bin av nedibû. Çima? Ew wisa dibêje: “Ez difikirîm ku ezê nikaribim wek bavê xwe bibim.” Wekî din, ew ditirsiya ku ewê nikaribe serî bi mesûliyetên nû re derxîne. Avery dibêje: “Ez ditirsiyam ku ewê bixwazin ku ez li ber civatê dua bikim, gotaran pêşkêş bikim an rêberiya komeke xizmetê bikim.”

5 Hannah, keçikeke 18 salî, bi xwe qet bawer nedibû. Dê û bavê wê Şahidên Yehowa ne, lê Hannah ditirsiya ku ewê nikaribe wek wan li gor qanûnên Yehowa bijî. Çima? Hannah’yê xwe pir kêm didît. Bi ser de, wê xwe car caran birîndar dikir. Ew wisa dibêje: “Min ne ji dê û bavê xwe re ne jî ji kesekî din re digot ku min çi dikir. Ez difikirîm ku Yehowa wê min qebûl neke, çimkî min zerar dida xwe.”

Bandora hevalan (Li paragrafa 6an binêre) *

6. Vanessa çima bin av nedibû?

6 Bandora hevalan. Xwişkeke 22 salî ya bi navê Vanessa wisa dibêje: “Hevaleke min hebû. Me nêzikî 10 salan hevaltî kiribû.” Çi heyf e ku hevala Vanessayê riya wê digirt ku ew bin av bibe. Seba vê, dilê wê pir diêşiya. Vanessa wisa dibêje: “Ez ditirsiyam ku eger ez hevala xwe berdim, ezê nikaribim ji xwe re hevaleke nû bibînim.”

Tirsa şaşîkirinê (Li paragrafa 7an binêre) *

7. Makayla ji çi ditirsiya, û çima?

7 Tirsa şaşîkirinê. Gava Makayla 5 salî bû, birayê wê ji civatê hat derxistin. Her ku Makayla mezin dibû, wê didît ku dê û bavê wê ji kirinên birayê wê çi qas xemgîn bûn. Makayla wisa dibêje: “Ez ditirsiyam ku eger ez bin av bibim û seba şaşiyekê ji civatê bêm derxistin, dilêşa dê û bavê min wê hê jî mezintir bibûya.”

Tirsa muxalefetê (Li paragrafa 8an binêre) *

8. Miles ji çi ditirsiya?

8 Tirsa muxalefetê. Bavê Miles û dêmariya wî Şahidên Yehowa ne, lê diya wî Şahidê Yehowa nîne. Miles wisa dibêje: “Ez 18 sal ba diya xwe mam, û ez ditirsiyam ku ji wê re bibêjim ku ez dixwazim bin av bibim. Min dîtibû ku ew çi qas hêrs ket gava bavê min bû Şahidê Yehowa, û tirsa min ev bû ku ewê ji min jî bixeyide.”

TU ÇAWA DIKARÎ LI DIJÎ ASTENGAN SERKEFTÎ BIBÎ?

9. Gava tu sebir û hezkirina Yehowa dibînî, tuyê bixwazî çi bikî?

9 Ji ber ku Adem û Hewayê bi temamiya dilê xwe ji Yehowa hez nedikir, wan guh neda wî. Dîsa jî, Yehowa îzin da ku êw zarokan bînin dinyayê û wan li gor standardên xwe mezin bikin. Pir wext derbas nebû ku wan netîceyên xerab ên bêîtaetiya xwe dîtin. Kurê wanî mezin birayê xwe kuşt, û bi zeman re zordarî û xwehezî li tevahiya dinyayê belav bûn (1. Mû. 4:8; 6:11-13). Lê belê Yehowa ji bo kesên ku guhdariya wî dikin, riya xelasbûnê vekiriye (Yûh. 6:38-40, 57, 58). Her ku tu hîn bibî ku sebir û hezkirina Yehowa çi qas mezin in, tuyê zêdetir ji wî hez bikî. Tuyê bixwazî riya Adem û Hewayê red bikî û ji Yehowa re weqf bibî.

Tu çawa dikarî li dijî van astengan serkeftî bibî?

(Li paragrafên 9 û 10an binêre) *

10. Gotinên Zebûr 19:7 çawa dikarin alî te bikin ku tu ji Yehowa re xizmet bikî?

10 Yehowa zêdetir nas bike. Her ku tu Yehowa nas bikî, tuyê bawer bibî ku tu dikarî ji wî re xizmet bikî. Avery wisa dibêje: “Xwebaweriya min zêde bû gava ez li ser soza Xwedê kûr fikirîm, ya ku li Zebûr 19:7 derbas dibe.” (Bixwîne.) Gava Avery dît ku Yehowa soza xwe çawa anî cih, hezkirina Yehowa di dilê wî de zêde bû. Hezkirin hem alî me dike ku em bi xwe bawer bibin hem jî bala me dikişîne ser Yehowa û daxwaza wî. Hannah wisa dibêje: “Bi saya xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz, min fehm kir ku gava ez xwe diêşînim, ez dilê Yehowa jî diêşînim” (1. Ptr. 5:7). Loma Hannah’yê qerar da ku guhdariya Xwedê bike (Aqûb 1:22). Netîce bû çi? Ew wisa dibêje: “Gava min fehm kir ku guhdayîna Yehowa çi qas bifeyde ye, hezkirina wî di dilê min de zêde bû. Ez êdî bawer im ku eger ez hewceyî alîkariyê bibim, Yehowa wê her tim rêberiya min bike.” Hannah ji Yehowa re weqf bû û hat bin av kirin û êdî zerarê nade xwe.

(Li paragrafa 11an binêre) *

11. Vanessayê çi kir ji bo ku ji xwe re hevalên baş bibîne, û em dikarin ji serpêhatiya wê çi dersê bistînin?

11 Hevalên xwe bi aqilmendî hilbijêre. Vanessayê bi zeman re fehm kir ku hevala wê riya wê digirt ku ew ji Yehowa re xizmet bike. Loma wê dev ji vê hevaltiyê berda. Wekî din, Vanessayê xîret kir ku li civatê hevalên nû bibîne. Wê ji serpêhatiya Nûh pir teşwîq stend. Vanessa wisa dibêje: “Li derdora Nûh û malbata wî, piraniya mirovan ji Yehowa hez nedikir, loma wan bi hev re hevaltî dikir.” Piştî binavbûnê, Vanessa bû pêşeng. Ew dibêje ku bi saya vê xizmetê, wê ne tenê li civata xwe, lê li civatên din jî hevalên baş dîtine. Eger tu li xizmeta Yehowa bi xîret bixebitî, tuyê jî karibî ji xwe re hevalên baş bibînî (Met. 24:14).

(Li paragrafên 12 û 15an binêre) *

12. Di dilê Adem û Hewayê de çi cure tirs tune bû, û netîce bû çi?

12 Tirsa bifeyde û tirsa xerab. Tirs, carinan tiştekî bifeyde ye. Mesela, wê baş be ku em bitirsin ku em dilê Yehowa biêşînin (Zeb. 111:10). Eger tirsa Xwedê di dilê Adem û Hewayê de hebûya, wanê li hemberî Yehowa serî hilnedaya. Piştî ku wan serî hilda, çavên wan vebûn, yanî wan bi zelalî fehm kir ku ew êdî gunehkar in. Guneh û mirin wê derbasî zarokên wan jî bibûna. Gava ew ketin halê gunehkar, wan şerm kir ji ber ku ew tazî ne, û wan bedena xwe niximand (1. Mû. 3:7, 21).

13-14. (a) Li gor 1. Petrûs 3:21, çima ne lazim e ku em ji mirinê bi zêdeyî bitirsin? (b) Çi sebeb hene ku em ji Yehowa hez bikin?

13 Lazim e ku em bitirsin ku em dilê Yehowa biêşînin, lê ne lazim e ku em ji mirinê bi zêdeyî bitirsin. Yehowa rê vekiriye ku em jiyana bêdawî bistînin. Eger em ji gunehên xwe ji dil tobe bikin û baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin, Yehowa wê sûcê me efû bike. Weqf û binavbûna me nîşan dide ku em bi vê yekê bawer dikin (1. Petrûs 3:21 bixwîne).

14 Em ji Yehowa çima hez dikin? Gelek sebeb hene! Mesela, Xwedê roj bi roj hewcedariyên me têr dike. Wekî din, wî rê vekiriye ku em wî û mexsedên wî nas bikin (Yûh. 8:31, 32). Yehowa bi destê civatê rêberî û piştgiriya me dike. Ew alî me dike ku em serî bi tengahiyên rojane re derxînin, û ew hêviya jiyana bêdawî dide me (Zeb. 68:19; Pey. 21:3, 4). Gava em tînin bîra xwe ku Yehowa hezkirina xwe çawa nîşanî me daye, hezkirina wî di dilê me de mezintir dibe. Eger em ji Yehowa hez bikin, emê ji tirsên xerab bifilitin. Li şûna vê, emê bitirsin ku em dilê wî biêşînin, çimkî em ji wî pir hez dikin.

15. Makayla ji tirsa şaşîkirinê çawa filitî?

15 Gava Makaylayê fehm kir ku Yehowa çi qas efûker e, ew ji tirsa şaşîkirinê filitî. Ew wisa dibêje: “Em gişt biqisûr in û şaşiyan dikin, lê min fehm kir ku Yehowa ji me hez dike û me bi saya fîdyeyê efû dike.” Hezkirina Yehowa di dilê Makaylayê de ew qas mezin bû ku ew ji Yehowa re weqf bû û hat bin av kirin.

(Li paragrafa 16an binêre) *

16. Miles ji tirsa muxalefetê çawa filitî?

16 Miles, ê ku ditirsiya ku diya wî wê nehêle ku ew bin av bibe, ji nazirê herêmî alîkarî xwest. Miles wisa dibêje: “Diya vî birayî jî ne Şahidê Yehowa bû. Wî fikir da min ku ez çawa dikarim ji diya xwe re bibêjim ku ez ne bi zora bavê xwe, lê bi qerara xwe dixwazim bin av bibim.” Çi heyf e ku diya Miles ne razî bû. Di netîceyê de, Miles mecbûr ma ku ji malê here, lê wî dîsa jî dev ji qerara xwe berneda. Miles wisa dibêje: “Tiştên ku Yehowa di oxira min de kirine dilê min girtin. Gava ez li ser fîdyeya Îsa kûr difikirîm, min fehm kir ku Yehowa ji min çi qas hez dike. Loma min dixwest ji Yehowa re weqf bibim û bin av bibim.”

DEV JI QERARA XWE BERNEDE

Em dikarin şikurdariya xwe ji Xwedê re nîşan bidin (Li paragrafa 17an binêre)

17. Çi fersend li ber me heye?

17 Gava Adem û Hewayê mêweya qedexekirî xwar, wan nîşan kir ku ew Yehowa red dikin û qîmetê nadin tiştên ku wî dane wan. Em gişt dikarin nîşan bidin ku em ne wek wan in. Gava em bin av dibin, em nîşanî Yehowa didin ku em serweriya wî qebûl dikin. Em îsbat dikin ku em ji wî hez dikin û baweriya xwe bi wî tînin.

18. Tu çawa dikarî di riya rastiyê de serfiraz bibî?

18 Piştî binavbûnê, gerek tu her roj ne li gor fikrên xwe, lê li gor standardên Yehowa bijî. Bi milyonan xizmetkarên Xwedê wisa dijîn. Eger tu jî dixwazî wek wan bibî, gerek tu bi dewamî Kitêba Pîroz lêkolîn bikî, herî civînan û mizgîna Xwedê bi xîret belav bikî (Îbr. 10:24, 25). Gava tu qeraran didî, guh bide şîretên Kitêba Pîroz û teşkilata Xwedê (Îşa. 30:21). Eger tu wisa bikî, tuyê di her tiştî de serfiraz bibî (Mtl. 16:3, 20).

19. Gerek tu çi ji bîr nekî, û çima?

19 Gava tu fehm dikî ku rêberiya Yehowa çi qas bifeyde ye, tuyê ji wî û ji qanûnên wî zêdetir hez bikî. Îcar dafikên Îblîs wê nikaribin te bixapînin ku tu ji Yehowa dûr bikevî. Bîne ber çavê xwe ku hezar sal bi şûn de, tuyê çi qas dilşad bibî ku tu hatî bin av kirin!

KILAM 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

^ par. 5 Ev meqale nîşan dide ku qerara binavbûnê çima qerareke pir muhîm e. Wekî din, ev meqale wê alî wan kesan bike, ên ku bi eslê xwe dixwazin bên bin av kirin, lê seba hin astengan ev gav hê neavêtiye.

^ par. 56 RESIM: Kêmasiya xwebawerbûnê: Xortek ditirse ku ewê nikaribe cewabên xweş bide.

^ par. 58 RESIM: Bandora hevalan: Xwişkeke ciwan seba hevaleke nebaş şerm dike gava ew xwişk û birayan dibîne.

^ par. 60 RESIM: Tirsa şaşîkirinê: Gava birayê wê ji civatê tê derxistin û ji malê diçe, keçikeke ciwan ditirse ku ew jî rojekê şaşiyekê bike.

^ par. 62 RESIM: Tirsa muxalefetê: Ciwanek ditirse ku li ber diya xwe, ya ku ne Şahidê Yehowa ye, dua bike.

^ par. 65 RESIM: Kêmasiya xwebawerbûnê: Xortek zêdetir lêkolîn dike.

^ par. 67 RESIM: Bandora hevalan: Xwişkeke ciwan bi zeman re, ew serbilind dibe ku ew Şahidê Yehowa ye.

^ par. 69 RESIM: Tirsa şaşîkirinê: Keçikeke ciwan dostaniya xwe bi Yehowa re xurttir dike û tê bin av kirin.

^ par. 71 RESIM: Tirsa muxalefetê: Ciwanek bi mêrxasî ji diya xwe re, ya ku ne Şahidê Yehowa ye, behsa baweriya xwe dike.