Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10

Çi Rê Min Digire ku Bême Nixumandinê?

Çi Rê Min Digire ku Bême Nixumandinê?

“Her du jî ketine avê û Fîlîpo nemêr nixumand” (KAR. ŞAND. 8:38).

KILAMA 52 Xwe Tesmîlî Xwedê Kirin

VÊ GOTARÊDA *

1. Adem û Hêwayê çi unda kirin, û axiriya vê yekê çi bû?

BI TEXMÎNA we, kê gerekê qanûna dayne ku çi qenc e û çi xirab e? Çaxê Adem û Hêwayê berê dara qencî û xirabî naskirinê xwarin, bi vê yekê wana eşkere da kifşê, wekî îtbariya xwe Yehowa û qanûnên wî naynin. Wana xwest wekî xwexa safî kin çi qenc e û çi xirab e (Destp. 3:22). Lê dîna xwe bidinê, wana çi unda kir. Wana dostiya xwe tevî Yehowa û jîyîna heta-hetayê unda kirin, û usa jî gune û mirin derbazî zarên xwe kirin (Rom. 5:12). Ew bijartina Adem û Hêwayê kul-derd wanra anî.

Çaxê nemêrê Etyopî baweriya xwe Îsa anî, derbêra xwest bê nixumandinê (Binihêre abzasa 2-3)

2-3. a) Merivê Etyopî ça xwe da kifşê, gava Fîlîpo jêra mizgînî şirovekir? b) Em çi kerema distînin çaxê têne nixumandinê, û vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

2 Beramber kin, Adem û Hêwayê ça xwe dane kifşê, lê nemêrê Etyopî xwe ça da kifşê, çaxê Fîlîpo jêra mizgînî şirovekir. Ewî nemêrî kirên Yehowa û Îsa hindava xwe, usa qîmet kir, ku derbêra hate nixumandinê (Kar. Şand. 8:34-38). Çaxê em xwe tesmîlî Xwedê dikin û mîna merivê Etyopî têne nixumandinê, em eşkere eyan dikin, wekî dişêkirînin wan tişta, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirine. Em usa jî nîşan dikin, ku îtbariya xwe Yehowa tînin û bawer dikin, wekî tenê hukumê wî heye qanûna dayne ku çi qenc e û çi xirab e.

3 Bifikirin ku em çi kerema distînin çaxê Yehowara xizmet dikin. Ya pêşin, Xwedê soz dide, wekî emê dinya tezeda hemû tiştên ku Adem û Hêwayê unda kirine, bistînin û usa jî heta-hetayê bijîn. Hin jî, bi saya vê yekê ku em îtbariya xwe Îsa Mesîh tînin, Yehowa gunê me dibaxşîne û îsafa temiz dide me (Met. 20:28; Kar. Şand. 10:43). Em usa jî dibine neferên malbeta Yehowa, dêmek xizmetkarên ku ew qebûl dike, û ew axiriya baş wanra soz dide (Yûhn. 10:14-16; Rom. 8:20, 21). Rast e meriv gelek kerema distîne çaxê dibe xizmetkarê Yehowa, lê yazix hinekên ku derheqa Yehowa pêhesiyane, xwe paş dixin û nayêne nixumandinê. Lê çi çetinayî rê wan digirin, ku bêne nixumandinê? Û ça ewana dikarin ewan çetinaya safî kin, seva evê gavê bavêjin?

ÇETINAYÊN KU RIYA HINE MERIVA DIGIRIN BÊNE NIXUMANDINÊ

Çetinayên ku pêşiya nixumandinê bal hineka hene

Xwedadudilîbûn (Binihêre abzasa 4-5) *

4-5. Avêrî û Hana rastî çi çetinaya hatin?

4 Xwedadudilîbûn. Dê-bavê xortekî bi navê Avêrî, Şedên Yehowa ne. Bavê wî nas dikin ça bavekî gelek baş û rûspîkî cêribandî. Lê yeke Avêrî xwe ji nixumandinê paş dixist. Çira? Ew dibêje: “Ez difikirîm wekî ezê nikaribim bibime mîna bavê xwe”. Avêrî usa jî ditirsiya, ku hergê axiriyêda cabdariya bidine wî, wê nikaribe bîne sêrî. Ew gilî dike: “Ez berxwe diketim, wekî ezê nikaribim civatêda dua bikim, gotara bêjim û civîna xizmetiyê derbaz kim”.

5 Hana ku 18 salî ye, gelek berxwe diket, çimkî xweda dudilî dibû û tirsa wê hebû. Dê-bavê wê ew rastiyêda mezin kirin, lê yeke ew xweda dudilî dibû, ku wê nikaribe li gora prînsîpên Yehowa bijî. Çira? Ewê xwe nimiz û nehêja texmîn dikir. Cara ewê êmosiyalîda xwe usa xirab texmîn dikir, ku hemdê xwe ziyan dida bedena xwe, û paşê ji bo vê yekê xwe hê xirab texmîn dikir. Ew dibêje: “Min derheqa vê yekê tu car kesekîra gilî nedikir, hela hê dê-bavê xwera jî. Min xwera digot, wekî îlahî Yehowa wê tu car nexwaze, ku ez bibime xizmetkara wî, çimkî ez ziyanê didime xwe”.

Hukumê Hevala (Binihêre abzasa 6) *

6. Çi rê Vanêsayê digirt, wekî bê nixumandinê?

6 Hukumê hevala. Vanêsa ku 22 salî ye, dibêje: “Hevaleke mine gelek baş hebû, ku min weke dehe sala lê nas dikir”. Vanêsayê dixwest bê nixumandinê, lê hevala wê piştgiriya wê ne dikir seva ew bê nixumandinê. Bona wê yekê dilê Vanêsayê dêşiya, û ew dibêje: “Ez yeke usa me ku minra çetin e xwera hevala bivînim. Lema ez berxwe diketim, ku hergê ez tevî wê îda hevaltiyê nekim, ezê tu car xwera hevaleke nêzîk nevînim”.

Tirsa Şaşîkirinê (Binihêre abzasa 7) *

7. Makayla ji çi ditirsiya, û çira?

7 Tirs ku şaşiyê bikin. Makayla pênc salî bû çaxê birê wê ji civatê hate derxistinê. Çaxê ew mezin bû, ewê dît, wekî kirên birê wê dê-bavê wêra bûne derdekî mezin. Ew gilî dike: “Ez ditirsiyam, ku hergê ez bême nixumandinê, û paşê gune bikim, ji civatê jî bême derxistinê, ezê dilê dê-bavê xwe hê zef bêşînim”.

Tirsa Miqabilîbûnê (Binihêre abzasa 8) *

8. Maîlz ji çi ditirsiya?

8 Tirs ber miqabilîbûnê. Gedekî cahil navê kîjanî Maîlz e, diya wî ne Şedê Yehowa ye, lê bavê wî û dêmariya wî xizmetkarên Yehowa ne. Ew gilî dike: “Min 18 sala tevî diya xwe dijît, û ez ditirsiyam jêra bêjim, ku ez dixwazim bême nixumandinê. Min zanibû ku ewê ça xwe da kifşê çaxê bavê min bû Şedê Yehowa û ez ditirsiyam ku ew wê rê min bigire”.

TU ÇA DIKARÎ WAN ÇETINAYA DERBAZ KÎ?

9. Çaxê hûn pêbihesin ku Yehowa ça bi hizkirin û sebir e, hûnê hêlan bin çi bikin?

9 Adem û Hêwayê nexwestin Yehowara xizmet kin, çimkî hizkirina xwe hindava wî qewî nekirin. Lê yeke Yehowa îzin da wan, ku dirêj bijîn û zarên wan hebin, û xwexa safî kin çawa zarên xwe xwey kin. Axiriya safîkirina Adem û Hêwayê, dêmek ku xwe serî xwe bin, zûtirekê da kifşê wekî wana neaqilayî kir. Kurê wanî mezin birê xweyî neneheq kuşt, û paşî vê yekê zorbetî û xwehizî nava merivada bela bû (Destp. 4:8; 6:11-13). Lê yeke Yehowa çare kir, wekî hemû zarên Adem û Hêwayê, yên ku bixwazin jêra xizmet kin, xilaz ke (Yûhn. 6:38-40, 57, 58). Çaxê hûn pêbihesin ku Yehowa ça bi sebir û hizkirin e, hizkirina we hindava wî wê mezin be. Hûnê nexwazin mîna Adem û Hêwayê bijartina nerast bikin, lê emirê xwe tesmîlî Yehowa bikin.

Çawa wan çetinaya safî kin

(Binihêre abzasa 9-10) *

10. Çira fikirandina ser Zebûr 19:7 dikare alî we bike Yehowara xizmet kin?

10 Berdewam ke derheqa Yehowa hê zêde pêbihese. Çiqas hê zef hûn derheqa Yehowa pêbihesin, haqas hê zêde hûnê bawer bin, wekî dikarin xizmetiyêda pêşdaçûyî bin. Avêrî, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Çaxê min sozê Xwedê ji Zebûr 19:7 (Bixûne.) dixwend û ser difikirîm, min qewat stand û ez xweda bawer bûm”. Çaxê Avêrî dît ku ew sozê Yehowa ser wî hate sêrî, hizkirina wî hindava Xwedê hê mezin bû. Hizkirin usa jî alî me dike xwe ji wan tişta dûr bigirin, kîjan wî xweş nayên û qewatê dide me, wekî jêra xizmet kin. Hana besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Bi saya xwendin û lêkolînkirina Kitêba Pîroz, min fem kir, ku çaxê min ziyan dida bedena xwe, min dilê Yehowa jî dêşand” (1 Pet. 5:7). Hanayê çi jî ji Xebera Xwedê pêdihesiya, emirê xweda dida xebatê (Aqûb 1:22). Ew dibêje: “Çaxê min gura Yehowa dikir û didît ça ew yek minra karê tîne, min wî hê qayîm hiz kir. Niha ez dudilî nînim, wekî gava minra alîkariya Yehowa lazim be, ew wê ese timê rêberiyê min bike”. Hanayê ev xeyset ku ziyan dida xwe, terikand. Ewê xwe tesmîlî Yehowa kir û hate nixumandinê.

(Binihêre abzasa 11) *

11. Vanêsayê çi kir seva hevalên baş qazanc ke, û em ji vê yekê çi hîn dibin?

11 Bi bîlanî hevala xwera bijbêre. Vanêsa besa kîjanê me jorê kir, axiriyêda fem kir, wekî hevala wê rê wê digire Yehowara xizmet ke. Lema Vanêsayê hevaltiya xwe tevî wê qetand. Xêncî vê yekê, ewê îda nava civatêda hevalên teze digeriya. Vanêsa gilî dike wekî mesela Nuh û malbeta wî alî wê kirin. Ew dibêje: “Merivên dor berê Nuh û malbeta wî Yehowa hiz nedikirin, lê wana hevra hevaltî dikir”. Paşê Vanêsa hate nixumandinê û bû pêşeng. Ew niha dibêje: “Ewê yekê alî min kir, ku min hevalên baş xwera dît ne tenê civata xweda, lê civatên mayînda jî”. Hûn jî dikarin hevalên baş xwera bivînin, hergê timê nav şixulê Yehowada bin (Met. 24:14).

(Binihêre abzasa 12-15) *

12. Çi cûre tirs bal Adem û Hêwayê tune bû, û axiriya vê yekê çi bû?

12 Xwedêxof bin. Çaxê em ditirsin ku dilê Yehowa bêşînin, ew xwedêxofî karê mera tîne (Zeb. 111:10). Hergê Adem û Hêwayê ew cûre tirs nav xweda pêşda bianiyana, ewana wê miqabilî Yehowa derneketana. Lê yazix usa nîbû, wana pişta xwe da Xwedê. Çaxê wana usa kir, çevê wana vebûn û wana bi temamî fem kir, wekî ewana bûne gunekar. Wana tenê dikaribû gune û mirinê derbazî zarên xwe kin. Wana fem kir ku ketine çi halî, çimkî gura Xwedê nekirin. Û wana şerm kir ku tezî ne, lema bedena xwe dadan (Destp. 3:7, 21).

13-14. a) Li gora 1 Petrûs 3:21, çira gerekê em ber tirsa mirinê nelerizin? b) Çi meniyên me hene, ku Yehowa hiz bikin?

13 Belê, em gerekê ji Xwedê bitirsin, wekî dilê wî neêşînin, lê ji tirsa mirinê em gerekê nelerizin. Yehowa rê mera vekiriye, wekî em jîyîna heta-hetayê bistînin. Hergê em gune bikin, lê helal gunê xwe bidine rûyê xwe, Yehowa wê şaşiyên me bibaxşîne. Ew wê me bibaxşîne ser hîmê baweriya me hindava qurbana Kurê wî. Ya pêşin, ku ça em baweriya xwe didine kifşê, ew e, ku em emirê xwe tesmîlî Xwedê dikin û têne nixumandinê. (Bixûne 1 Petrûs 3:21.)

14 Gelek meniyên me hene, ku Yehowa hiz bikin. Xêncî ku ew her roj tiştên baş dide me seva em şa bin, ew usa jî derheqa xwe û qirara xwe rastiyê me hîn dike (Yûhn. 8:31, 32). Ewî civata Mesîhîtî daye me, seva rêberiyê me bike û alîkariyê bide me. Ew usa jî alî me dike, wekî em ber çetinaya teyax kin, û hêviyê dide me ku em bijîn heta-hetayê ser erdê (Zeb. 68:19; Eyan. 21:3, 4). Çaxê em difikirin ku Yehowa ça eyan dike, wekî ew me hiz dike, dilê me bi hizkirinê tijî dibe. Û çaxê em Yehowa hiz dikin, em hîn dibin tirsa rast nav xweda pêşda bînin. Em ditirsin wekî dilê Wî kesî neêşînin, kîjanî em zef hiz dikin, dêmek dilê Yehowa.

15. Makayla ça ev tirs ku wê şaşiya bike, ji dilê xwe derxist?

15 Makayla ku ditirsiya wekî wê şaşiya bike, çaxê fem kir ku Yehowa baxşandinêda gelek rem e, ev tirs ji dilê xwe derxist. Ew gilî dike: “Min fem kir, wekî em gişk gunekar in, lema emê şaşiya bikin. Lê min usa jî fem kir, wekî Yehowa me hiz dike û wê ser hîmê qurbana Îsa bibaxşînine me”. Hizkirina Makaylayê hindava Yehowa, wê hêlan kir, ku xwe tesmîlî Yehowa bike û bê nixumandinê.

(Binihêre abzasa 16) *

16. Çi alî Maîlz kir wekî tirsa miqabilîbûnê ji dilê xwe derxe?

16 Maîlz, kîjan ku ditirsiya wekî diya wî wê rê wî bigire ku ew bê nixumandinê, ji berpirsiyarê mihalê şîret xwest. Maîlz dibêje: “Ewî gilî kir, wekî diya wî jî Şedê Yehowa nîbû. Ewî alî min kir, wekî bifikirim ça bêjime diya xwe, ku ew xwestina min e wekî bême nixumandinê, ne ku bavê min zorê min dike”. Diya Maîlz safîkirina wîra qayîl nîbû, lema axiriyêda Maîlz ji mal çû, lê yeke ewî nêta xwe anî sêrî. Ew dibêje: “Ez pêdihesiyam ku Yehowa çiqas tiştên qenc bona min kiriye, û ewê yekê dilê min girt. Ez derheqa qurbana Îsa kûr difikirîm, û min fem kir wekî Yehowa ça qayîm min hiz dike. Ewê fikirê ez hêlan kirim, wekî min xwe tesmîlî Yehowa kir û hatime nixumandinê”.

TE ÇA SAFÎ KIRIYE USA JÎ BIKE

Em dikarin Xwedêra nîşan kin, wekî qenciyên wî dişêkirînin (Binihêre abzasa 17)

17. Çi mecala me heye?

17 Çaxê Hêwayê Êdênêda berê darê xwar, ewê bi vê yekê Bavê xwe înkar kir. Û gava Adem jî tevî wê bû yek, bi vê yekê ewî da kifşê, wekî ewî neşêkirand ew hemû tiştên qenc, çi ku Yehowa bona wî kiribû. Lê em gişk dikarin îzbat kin, wekî mîna Adem û Hêwayê bêşêkir nînin. Em bona her tiştî, çi ku Yehowa bona me dike, ji wî razî ne. Çaxê em têne nixumandinê, em Yehowara didine kifşê, wekî em bawer dikin ku tenê hukumê wî heye bona me qanûna dayne, ku çi qenc e û çi xirab e. Usa em îzbat dikin, wekî em Bavê xwe hiz dikin û îtbariya xwe wî tînin.

18. Çawa hûn dikarin xizmetiyêda pêşdaçûyî bin?

18 Paşî nixumandinê em gerekê berdewam kin, her roj pê qanûn û prînsîpên Yehowa bijîn, ne ku xwe serî xwe bin. Bi mîlyona xizmetkarên Xwedê usa dijîn. Hûn jî dikarin mîna wan bin, hergê kûr fem bikin Xebera Xwedê, hertim tevî xûşk-bira hevaltiyê bikin, û bi xîret merivara gilî kin çi ku hûn derheqa Bavê xweyî hizkirin pêdihesin (Îbrn. 10:24, 25). Çaxê hûn safîkirina dikin, guh bidine şîreta Yehowa, kîjan ku ew bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe dide we (Îşa. 30:21). Hingê, hûnê her şixulê xweda pêşdaçûyî bin (Metlk. 16:3, 20).

19. Derheqa çi hûn gerekê tu car bîr nekin û çira?

19 Hergê hûn timê bifikirin, ku çawa rêberiya Yehowa wera karê tîne, hizkirina we hindava wî û prînsîpên wî wê hê mezin be. Paşê çi jî Şeytan bike, hûnê xizmetiya xwe Yehowara, nedine sekinandinê. Bidine ber çevê xwe emirê paşî hezar salî. Hûnê fem bikin, wekî safîkirina we ku bêne nixumandinê, emirê weda safîkirineke lape baş bû!

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

^ abz. 5 Emirê weda safîkirina lape ferz ew e, ku bêne nixumandinê yan na. Lê çira ew safîkirin usa ferz e? Vê gotarêda emê caba vê pirsê pêbihesin. Ew gotar wê usa jî alî meriva bike, ku safî kin wan çetinaya, kîjan ku rê wan digirin bêne nixumandinê.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xwedadudilîbûn: Gedekî cahil ditirse civatêda caba xwe bide.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Heval: Qîzik ku Şedê Yehowa ye tevî hevala nebaş e, û şerm dike çaxê xûşka divîne.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Tirsa Şaşîkirinê: Birê qîzikekê ji civatê hate derxistinê û ji mal diçe. Ew qîzik ditirse ku dibeke ew jî şaşiya bike.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Miqabilîbûn: Gede ditirse ber diya xwe dua bike.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xwedadudilîbûn: Gedekî cahil lêkolînkirina xweye şexsî hê baş dike.

^ abz. 67 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Heval: Qîzik hîn dibe firnaq be, ku Şedê Yehowa ye.

^ abz. 69 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Tirsa Şaşîkirinê: Qîzik rastiyê qebûl dike, û tê nixumandinê.

^ abz. 71 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Miqabilîbûn: Gede bi mêrxasî diya xwera derheqa baweriya xwe gilî dike.