Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11

Guh Bide Dengê Yehowa

Guh Bide Dengê Yehowa

“Ev e Kurê min. ... Guhdariya wî bikin” (MET. 17:5).

KILAM 89 Guh Bide û Guhdar be

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Yehowa çawa bi mirovan re xeber dide? (b) Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?

YEHOWA her tim bi xizmetkarên xwe re xeber dide. Di demên berê de, wî fikrên xwe bi destê pêxember, melek û Îsa Mesîh digihandin xizmetkarên xwe (Amos 3:7; Gal. 3:19; Pey. 1:1). Îro, Xwedê bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Bi saya Kitêba Pîroz, em dikarin fikir û nêrînên wî fehm bikin.

2 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, Yehowa sê caran ji ezmanan xeber da. Bila em bibînin ku Yehowa çi gotibû, em dikarin ji gotinên wî çi hîn bibin û em çawa dikarin ji gotinên wî feyde bistînin.

“TU YÎ KURÊ MIN Ê DELAL”

3. Li gor Marqos 1:9-11, Yehowa çi got gava Îsa bin av bû, û gotinên wî çi nîşan dikin?

3 Marqos 1:9-11 bixwîne. Kitêba Marqos behsa cara pêşîn dike ku Yehowa ji ezmanan xeber da. Wî got: “Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.” Îsa bê guman pir şa bû gava Bavê wî got ku ew ji wî çi qas hez dike. Gotinên Yehowa di heqê Îsa de sê nuqteyên muhîm nîşan didin: A yekê, Îsa Kurê wî ye. A diduyan, Yehowa ji Kurê xwe hez dike. A sisêyan jî, Yehowa ji Kurê xwe razî ye. Bila em yek bi yek li van nuqteyan binêrin.

4. Maneya gotinên Xwedê çi ye?

4 “Tu yî Kurê min.” Bi van gotinan, Yehowa dixwest çi bigota? Gava Îsa li ezmanan bû, ew ruh bû, û ew yek ji kurên Xwedê bû. Piştî ku Îsa hat dinyayê û hat bin av kirin, ew bi ruhê pîroz hat mesh kirin. Bi gotinên xwe, Xwedê eyan kir ku rojekê, Kurê wî wê vegere ezmanan û bibe Padîşah û Serokkahîn (Lûqa 1:31-33; Îbr. 1:8, 9; 2:17). Ji ber vê yekê, Xwedê wisa got gava Îsa hat bin av kirin: “Tu yî Kurê min” (Lûqa 3:22).

Gava yekî pesnê me dide û me teşwîq dike, em pir şa dibin (Li paragrafa 5an binêre) *

5. Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re bikin nimûne?

5 “Tu yî ... ê delal.” Ev gotinên Yehowa reyî me didin ku gerek em jî hevdû teşwîq bikin (Yûh. 5:20). Em gelek şa dibin gava hevalekî me pesnê me dide û hezkirina xwe eyan dike. Xwişk û birayên me û merivên me jî hewceyî hezkirin û teşwîqa me ne. Gava em pesnê kesên din didin, em baweriya wan xurttir dikin û alî wan dikin ku ew bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin. Bîlhesa muhîm e ku dê û bav zarokên xwe teşwîq bikin. Ji bo zarokan pir muhîm e ku dê û bav ji dil pesnê wan bidin û hezkirina xwe ji wan re eyan bikin.

6. Em çima dikarin bi Îsa bawer bin?

6 “Dilê min bi te xweş e.” Bi van gotinan, Yehowa nîşan da ku ew bawer e ku Îsa wê daxwaza wî bi dilsozî pêk bîne. Madem ku Yehowa bi Kurê xwe ew qas bawer e, em jî dikarin bi temamî bawer bin ku Îsa wê hemû sozên Yehowa bîne cih (2. Kor. 1:20). Gava em bala xwe didin emsala Îsa, xwesteka me zêde dibe ku em ji wî hîn bibin û wî ji xwe re bikin nimûne. Yehowa bawer e ku xizmetkarên wî wê pey Kurê wî herin (1. Ptr. 2:21).

“GUHDARIYA WÎ BIKIN!”

7. Li gor Metta 17:1-5, Yehowa kengê ji ezmanan xeber da, û wî çi got?

7 Metta 17:1-5 bixwîne. Gava rûyê Îsa “hat guhertin”, Yehowa cara diduyan ji ezmanan xeber da. Îsa tevî Petrûs, Aqûb û Yûhenna hilkişiyabû çiyayekî bilind. Li wê derê, wan dîtiniyeke ecêb dît. Rûyê Îsa “wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn”. Du kesên ku Mûsa û Êlyas temsîl dikir bi Îsa re di heqê mirin û rabûna wî de dipeyivîn. Sê şandî her çi qas “ketibûn xewa giran” jî, ew hişyar bûn gava wan ev dîtiniya ecêb dît (Lûqa 9:29-32). Paşê, ewrekî ronahîdar ew niximandin û wan dengê Xwedê bihîst. Wek li wexta binavbûna Îsa, Yehowa bi van gotinan eyan kir ku ew ji Îsa razî ye û ji wî hez dike: “Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.” Bi ser de, Yehowa wisa got: “Guhdariya wî bikin!”

8. Vê dîtiniyê çawa li ser Îsa û şagirtên wî tesîr kir?

8 Li vê dîtiniyê, rûmet û qudreta Îsa, ya ku wiyê bistenda gava ewê bibûya Padîşahê Padîşahiya Xwedê, ji berê de hat xuyanî kirin. Vê yekê bê guman cesaret da Îsa Mesîh ku ew karibe li hemberî êş û mirinê sebir bike. Wekî din, vê dîtiniyê baweriya şagirtên Îsa xurttir dikir ku ew ji bo ceribandinan û ji bo îşê mezin, ê ku gerek wan bikira, hazir bibin. Weke 30 sal bi şûn de, Petrûsê şandî behsa vê dîtiniyê kir, a ku hê li ber çavê wî bû (2. Ptr. 1:16-18).

9. Îsa çi şîret da şagirtan?

9 “Guhdariya wî bikin!” Yehowa dixwaze ku em guh bidin gotinên Kurê wî û emrên wî bînin cih. Gava Îsa li dinyayê dijiya, wî gelek tiştên muhîm gotin. Mesela, wî bi dilovanî hînî şagirtên xwe dikir ku gerek ew mizgînê çawa belav bikin, û wî gelek caran ji wan re got ku bila ew hişyar bimînin (Met. 24:42; 28:19, 20). Wekî din, wî got ku gerek ew xîreta xwe winda nekin (Lûqa 13:24). Îsa nîşan da ku gerek şagirtên wî ji hev hez bikin, di yekîtiyê de bimînin û emrên wî bînin cih (Yûh. 15:10, 12, 13). Belê, şîretên Îsa li wê demê muhîm bûn û îro jî pir muhîm in.

10-11. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em guh didin Îsa?

10 Îsa got: “Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min” (Yûh. 18:37). Gava em hevdû efû dikin, ev yek nîşan dide ku em guh didin Îsa (Kol. 3:13; Lûqa 17:3, 4). Wekî din, gava em mizgînê “bi dem û bê dem” bi xîret belav dikin, em nîşan didin ku em guh didin wî (2. Tîm. 4:2).

11 Îsa wisa got: “Miyên min dengê min dibihîzin” (Yûh. 10:27). Şagirtên Îsa hem qîmetê didin gotinên Îsa Mesîh hem jî li gor van gotinan dijîn. Ew îzin nadin ku “xemên vê jiyanê” ji wan re bibin asteng (Lûqa 21:34). Çi qas zor be jî, ew emrên Îsa her tim tînin cih. Gelek xwişk û birayên me bi awayekî giran tên ceribandin. Mesela, hin ji wan seba zilm, feqîrî û felaketên tebîatê tengasiyê dikişînin. Dîsa jî, ew li ber Yehowa dilsoz dimînin. Îsa wisa soz dide wan: “Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin” (Yûh. 14:21).

Xizmeta me alî me dike ku em hişyar bimînin (Li paragrafa 12an binêre) *

12. Wekî din, em çawa dikarin nîşan bidin ku em guh didin Îsa?

12 Ji xeynî vê, kesên ku guh didin Îsa gerek bi kalên civatê re hevkariyê bikin (Îbr. 13:7, 17). Li van salan, teşkîlata Xwedê gelek tiştên nû çêkirine. Mesela, em niha li xizmetê hacet û metodên nû bi kar tînin, bernameya hin civînan hatiye guhartin û em Salonên Îbadetê êdî bi metodên nû ava dikin û tamîr dikin. Em seba rêberiya dilovan û aqilmend, a ku em ji teşkîlatê distînin, çi qas dilşad in! Em dikarin bawer bin ku eger em li pey rêberiya teşkîlatê herin, Xwedê wê xîreta me bibereket bike.

13. Wê çima baş be ku em guh bidin Îsa?

13 Eger em guh bidin Îsa, emê pir feyde bibînin. Îsa ji şagirtên xwe re got ku hîndariyên wî wê rihetiyê bidin wan. Wî got: “Hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e” (Met. 11:28-30). Çar qeydên Încîlê û qismên din ên Kitêba Pîroz me teşwîq dikin, me ji aliyê ruhî ve xurttir dikin û hîkmeta me zêde dikin (Zeb. 19:7; 23:3). Îsa wisa got: “Xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!” (Lûqa 11:28).

‘EZÊ NAVÊ XWE BI RÛMET BIKIM’

14-15. (a) Li gor Yûhenna 12:27, 28, Yehowa kengê cara sisêyan ji ezmanan xeber da? (b) Îsa ji gotinên Yehowa çima teselî û qewet stend?

14 Yûhenna 12:27, 28 bixwîne. Kitêba Yûhenna behsa careke din dike, ya ku Yehowa ji ezmanan xeber dabû. Çend roj berî mirina xwe, Îsa ji bo pîrozkirina Cejna Derbasbûnê li Orşelîmê bû. Wî got: “Dilê min ketiye tengiyê.” Paşê, wî wisa dua kir: “Bavo, navê xwe bi rûmet bike.” Xwedê ji ezmanan wisa cewab da: “Min ew bi rûmet kir û ezê dîsa wî bi rûmet bikim.”

15 Li ber Îsa mesûliyeteke pir giran hebû ku ew dilsoz bimîne. Ji ber vê yekê, dilê Îsa pir teng bû. Îsa dizanibû ku mirov wê wî bidin ber qamçiyan û bi awayekî pir zalim bikujin (Met. 26:38). Ji bo Îsa, birûmetkirina navê Xwedê armanca herî girîng bû. Îsa ditirsiya ku mirina wî wê navê Xwedê reş bikira, çimkî ewê bi kufirkirinê bihata sûcdar kirin. Gotinên Yehowa bê guman qewet, cesaret û teselî da Îsa. Dilê wî êdî rihet bû ku navê Yehowa wê bê birûmet kirin. Gava Xwedê dipeyivî, dibe ku tenê Îsa gotinên wî fehm kirin, lê ev gotin ji bo feydeya me li Kitêba Pîroz hatine nivîsandin (Yûh. 12:29, 30).

Yehowa wê navê xwe bi rûmet bike û xizmetkarên xwe bifilitîne (Li paragrafa 16an binêre) *

16. Dibe ku em carinan seba çi aciz bibin?

16 Belkî em jî ditirsin ku navê Yehowa wê bê reş kirin. Wek Îsa, dibe ku em jî rastî neheqiyê bên. An jî dibe ku em seba derewên muxalifan aciz bibin. Em belkî ditirsin ku xeberên derewîn wê navê Yehowa û teşkîlata wî reş bikin. Gava dilê me seba tiştên wisa teng dibe, gotinên Yehowa dikarin teseliyê bidin me. Ne lazim e ku em bi zêdeyî ber xwe bikevin. Em dikarin bawer bin ku “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê [me] û hişê [me] bi Mesîh Îsa biparêze” (Flp. 4:6, 7). Yehowa wê navê xwe her tim birûmet bike. Bi saya Padîşahiya xwe, ewê hemû zerar û ziyanê telafî bike, ya ku Îblîs û dinyaya wî tînin serê me (Zeb. 94:22, 23; Îşa. 65:17).

JI DENGÊ YEHOWA FEYDE BISTÎNE

17. Li gor Îşaya 30:21, Yehowa îro çawa bi me re xeber dide?

17 Îro jî, Yehowa bi me re xeber dide (Îşaya 30:21 bixwîne). Em her çi qas dengê Yehowa rasterast nabihîzin jî, ew bi navgîniya Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Wekî din, ruhê Yehowa rêberiya “xulamê dilsoz” dike ku ew xwarina ruhî bide me (Met. 24:45). Bi rastî jî, xwarina ruhî, ya ku em bi weşanên çapkirî, malzemeya li ser înternetê, qeydên deng û vîdeoyan distînin, çi qas pir e!

18. Gotinên Yehowa baweriya te çawa xurttir dikin û cesaretê didin te?

18 Bila em ji bîr nekin ku Yehowa çi got gava Kurê wî li dinyayê dijiya. Bi saya gotinên Xwedê, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsandin, bila em bawer bin ku her tişt di bin kontrola Yehowa de ye û ku rojekê, ewê hemû xerabiyê telafî bike, ya ku Îblîs û dinyaya wî tînin serê me. Bila em her tim rind guh bidin dengê Yehowa. Eger em wisa bikin, emê her tim karibin serî bi tengahiyan re derxînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ragirtin ji we re lazim e, da ku hûn daxwaza Xwedê bikin û soza ku daye bistînin” (Îbr. 10:36).

KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”

^ par. 5 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, Yehowa sê caran ji ezmanan xeber da. Carekê, Xwedê ji şagirtên Îsa re got ku bila ew guh bidin Îsa Mesîh. Îro Yehowa bi destê Kitêba Pîroz û teşkîlata xwe bi me re xeber dide. Ev meqale nîşan dide ku feydeyên guhdarîkirinê çi ne.

^ par. 52 RESIM: Kalekî civatê pesnê alîkarekî xizmetê dide, yê ku li Salona Îbadetê û li maseya weşanan dixebite.

^ par. 54 RESIM: Li Sierra Leone, Xwişk û birayek dawetiyeya civînê didin masîgirekî.

^ par. 56 RESIM: Li welatekî ku îşê me li wê derê qedexe ye, Şahidên Yehowa li malekê li hev top dibin. Ji bo ku ew bala mirovan nekişînin ser xwe, wan kincên rojane li xwe kirine.