Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

Guh Bidine Dengê Yehowa

Guh Bidine Dengê Yehowa

“Ev e Kurê minî delal . . . Guhdariya wî bikin” (MET. 17:5).

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar be

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Çawa Yehowa tevî meriva xeber dide? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

YEHOWA hiz dike mera xeber de. Berê ewî bi saya pêxembera, milyaketa û Kurê xwe Îsa Mesîh, fikirên xwe merivara eyan dikir (Ams. 3:7; Galt. 3:19; Eyan. 1:1). Lê îro ew bi saya Xebera xwe, dêmek bi Kitêba Pîroz tevî me xeber dide. Ewî Xebera xwe da me, seva em derheqa fikir û nihêrandina wî pêbihesin, û usa jî qirara wî fem kin.

2 Lê çaxê Îsa ser erdê bû, Yehowa sê cara ji ezmana xeber da. Were em şêwir kin, ku hingê Yehowa çi got, em ji giliyên wî çi hîn dibin û çi karê distînin.

“TU YÎ KURÊ MINÎ DELAL”

3. Li gora Marqos 1:9-11, Yehowa çi got çaxê Îsa hate nixumandinê, û ew gilî kîjan tiştên ferz didine kifşê?

3 Cara pêşin çaxê Yehowa ji ezmana xeber da, kitêba Marqos 1:9-11-da nivîsar e. (Bixûne.) Ewî got: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me”. Bidine hesabê xwe, dilê Îsa ça şa bû çaxê dengê Bavê xwe bihîst, ku hizkirin û îtbarî hindava wîda da kifşê. Giliyên Yehowa sê tiştên ferz derheqa Îsa eyan dikin. Ya pêşin, Îsa Kurê wî ye. Ya duda, Yehowa Kurê xwe hiz dike. Û ya sisiya, Ew Kurê xwe qebûl dike. Were em wan sê tiştên ferz hûr bi hûr şêwir kin.

4. Paşî nixumandinê Îsa çi cûreyî bû Kurê Xwedê?

4 “Tu yî Kurê min”. Bi wan giliya, Yehowa da kifşê, wekî Kurê wîyî delal Îsa, kete heleqetiya teze tevî Wî. Çaxê Îsa ser ezmana bû, ew Kurê Xwedêyî ruhanî bû. Lê paşî nixumandinê, ew pê ruhê pîroz hate kifşkirinê. Hingê Xwedê da kifşê, wekî Îsa çawa Kurê wîyî bijartî, wê vegere li ezmana, seva bibe Padşa û Serekkahîn, kîjan ku Xwedê kifşkiribû (Lûqa 1:31-33; Îbrn. 1:8, 9; 2:17). Belê, femdarî ye ku çira Bavê wî paşî nixumandina wî jêra got: “Tu yî Kurê min” (Lûqa 3:22).

Em geş dibin çaxê payê me didin û dil didine me (Binihêre abzasa 5) *

5. Em ça dikarin hizkirin û dildayînêda çev bidine Yehowa?

5 “Tu yî Kurê minî delal”. Yehowa bi wan giliya hizkirin û qebûlkirina xwe da kifşê, û vê yekêda mera mesele hîşt. Em jî gerekê timê dil bidine meriva (Yûhn. 5:20). Em eşq û şa dibin çaxê kesek ji wan, bona kîjana em xem dikin, mera hizkirinê dide kifşê û bona kirên meyî qenc payê me dide. Usa jî xûşk-birên meyî civatê, û neferên me hewcê hizkirin û dildayînê ne. Çaxê em payê wan didin, em baweriya wan qewî dikin û alî wan dikin bi aminî Yehowara xizmet kin. Dê-bav îlahî gerekê dil bidine zarên xwe. Çaxê dê-bav payê zarên xwe didin û hizkirina xwe didine kifşê, ewana alî zarên xwe dikin, wekî geş bin û qewî bin.

6. Çira em gerekê Îsa Mesîhda dudilî nebin?

6 “Ez ji te razî me”. Ew gilî didine kifşê, wekî Yehowa Îsada dudilî nîbû, ku ew wê bi aminî qirara Bavê xwe bîne sêrî. Hergê Yehowa Kurê xweda dudilî nîne, em jî gerekê îtbariya xwe Îsa bînin, ku wê hemû sozên Yehowa bîne sêrî (2 Korn. 1:20). Çaxê em derheqa mesela Îsa difikirin, em hê zêde dixwazin ji wî hîn bin û çev bidine wî. Yehowa xizmetkarên xweda jî bawer e, ku ewana wê berdewam kin ji Kurê wî hîn bin (1 Pet. 2:21).

“GUHDARIYA WÎ BIKIN”

7. Li gora Metta 17:1-5, kîjan derecêda Yehowa dîsa ji ezmana xeber da, û ewî çi got?

7 Bixûne Metta 17:1-5. Cara duda Yehowa ji ezmana xeber da, çaxê Îsa li ber çevê şagirta hate “guhastinê”. Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna tevî xwe bire ser çiyakî bilind. Çaxê ewana wêderê bûn, şagirta xewn-xeyaleke ecêb dîtin. Rûyê Îsa biriqî û kincê wî çîl-qerqaş bûn. Du kes ku mîna Mûsa û Êlyas bûn, destpêkirin tevî Îsa xeber din derheqa mirin û rabûna wî ji miriya. Rast e çevên wan sê şandiya ku wêderê bûn “ji xewê giran bibûn”, yeke gava ewana hişyar bûn, wana ew xewn-xeyala mexsûs dîtin (Lûqa 9:29-32). Paşê, ewrekî ser wan kire sî, û wana dengek ji ewr bihîst, ew dengê Xwedê bû! Çawa ku Yehowa paşî nixumandina Îsa, hizkirin û qebûlkirina xwe Kurê xwera da kifşê, ewî vê demê jî ew yek da kifşê ku got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me”. Lê paşê Yehowa usa jî got: “Guhdariya wî bikin”.

8. Xewn-xeyal ça ser Îsa û şagirtên wî hukum bû?

8 Ewê xewn-xeyalê eyan kir rûmet û qewata Îsaye axiriyê, ça Padşa Padşatiya Xwedêda. Bêşik, ewê yekê dil da wî û şidand, çimkî cefê giran û mirina bi çerçirandinê pêşiya wî bû. Ewê xewn-xeyalê usa jî baweriya şagirta hê qewî kir û ewana şidandin bona cêribandin û şixulên axiriyê, ku pêşiya wan bû. Weke 30 sal şûnda, Petrûsê şandî dîsa besa vê xewn-xeyalê kir û da kifşê, wekî ew hela hê rind bîra wîda ye (2 Pet. 1:16-18).

9. Îsa kîjan şîreta ferz da şagirtên xwe?

9 “Guhdariya wî bikin”. Yehowa eşkere da kifşê, wekî ew dixwaze ku em guh bidine giliyên Kurê wî û gura wî bikin. Lê Îsa çi digot çaxê ser erdê bû? Ewî gelek tiştên ferz digot, ku rastî jî hêja bûn guh bidinê. Mesele, ewî bi hizkirin şagirtên xwe hîn kir, wekî çawa mizgîniyê bela kin, û gelek car dianî bîra wan, wekî hişyar bimînin (Met. 24:42; 28:19, 20). Ewî usa jî ewana şîret kirin, wekî bicedînin ku derê tengra bikevine hindur, û dil da wan wekî sist nebin (Lûqa 13:24). Îsa da kifşê ku gelek ferz e şagirtên wî hev hiz bikin, yektiyêda bimînin, û temiyên wî bînin sêrî (Yûhn. 15:10, 12, 13). Ew şîret bona şagirtên Îsa rastî jî kêrhatî bû, û heta îro gelek ferz e.

10-11. Em ça dikarin nîşan kin, wekî guh didine Îsa?

10 Îsa got: “Her kesê ku ji aliyê rastiyê ye, guh dide dengê min” (Yûhn. 18:37). Emê nîşan kin, wekî guh didine dengê wî, hergê berdewam kin “li hev sebir kin û li hev bibaxşînin” (Kols. 3:13; Lûqa 17:3, 4). Xêncî vê yekê, em guh didine dengê wî, çaxê bi xîret mizgîniyê bela dikin wextê baş û wextê çetinda jî (2 Tîmt. 4:2).

11 Îsa got: “Pezêd min dengê min dibihên” (Yûhn. 10:27). Şagirtên Îsa ne tenê guh didine Îsa, lê usa jî giliyên wî tînin sêrî. Ewana “xemêd vê dinyayêva” girêdayî nînin (Lûqa 21:34). Dewsê, emirê wanda temiyên Îsa ciyê gelek ferz digirin, hela hê jî gava wanra zef çetin e. Gelek xûşk-birên me tengasiyên giran dikişînin, besa xeberê zêrandina dijmina, kesîbiyê, û teşqelên tebiyetê. Ewana Yehowara amin dimînin, firqî tune bikevine çi çetinaya jî. Bona wan Îsa sozên usa dide: “Ewê ku temiyêd min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku min hiz dike. Û ewê ku min hiz dike, ewê ji aliyê Bavê minda bê hizkirinê” (Yûhn. 14:21).

Xizmetiya me alî me dike guh bidine Îsa (Binihêre abzasa 12) *

12. Dîsa çi cûreyî em dikarin nîşan kin, wekî guh didine Îsa?

12 Çaxê em hevkariyê tevî birên cabdar dikin, hingê jî em nîşan dikin, wekî guh didine Îsa (Îbrn. 13:7, 17). Teşkîleta Xwedê wan salên paşwextiyêda gelek guhastina dike. Mesele, hacetên û mêtodên teze xizmetiyêda têne xebitandinê, civata xizmetiyê îda bi cûrê teze tê derbazkirinê, û avakirin, tezekirin û xweykirina Odên Civata, hatine guhastinê. Em gelek razî ne bona wan rêberiyên ku em wededa distînin. Em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê me kerem ke, hergê em pey rêberiya teşkîleta wî diçin.

13. Em çi karê distînin gava guh didine Îsa?

13 Em karê distînin çaxê guh didin hemû tiştên ku Îsa me hîn dike. Îsa soz da şagirtên xwe, wekî hînkirinên wî wê dilê wan rihet kin û geş kin. Ewî got: “Hûnê xwera rihetiyê bibînin. Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Met. 11:28-30). Xebera Xwedê, kîderêda usa jî derheqa emirê Îsa û xizmetiya wî tê gilîkirinê, me dilgeş dike, ruhanîda qewî dike û bîlan dike (Zeb. 19:7; 23:3). Îsa got: “Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28).

EZÊ NAVÊ XWE BILIND KIM

14-15. a) Li gora Yûhenna 12:27, 28, kengê cara sisiya Yehowa ji ezmana xeber da? b) Çira giliyên Yehowa dil dane Îsa û wî qewî kirin?

14 Bixûne Yûhenna 12:27, 28. Cara sisiya çaxê Yehowa ji ezmana xeber da, kitêba Yûhennada nivîsar e. Îsa çend roj pêşiya mirina xwe, Orşelîmêda bû seva Cejina Derbazbûnê derbaz ke. Ewî got: “Agir dilê min ketiye”. Paşê ewî dua kir û got: “Bavo, navê xwe bilind ke”. Hingê Îsa bihîst ça Bavê wî ji ezmana caba duayê wî da, got: “Min bilind kir û ezê dîsa bilind kim”.

15 Îsa gelek berxwe diket, çimkî cabdariya mezin ser stûyê wî bû, ew gerekê Yehowara amin bima. Îsa zanibû, wekî ew gerekê cefê giran bikişîne û bêremtî bê kuştinê (Met. 26:38). Lê ya lape ferz bona Îsa ew bû, ku navê Bavê wî bê rûmetkirinê. Îsa kifiriyêda neheq dikirin û ew zef berxwe diket, çimkî nedixwest wekî mirina wî navê Xwedê bêhurmet ke. Lê bidine hesabê xwe, giliyên Yehowa çiqas dilê Îsa rihet kirin! Îsa îda dikaribû dudilî nîbûya, wekî navê Yehowa wê bê bilindkirinê. Giliyên Bavê wî gelek dil dane wî û ew qewî kirin bona wan tengasiya ku pêşiya wî bûn. Rast e dibeke tenê Îsa hingê giliyê Bavê xwe fem kir, lê Yehowa usa kir, wekî giliyê Wî bona me hemûya bêne nivîsarê û xweykirinê (Yûhn. 12:29, 30).

Yehowa wê navê xwe bilind ke û cimeta xwe xilaz ke (Binihêre abzasa 16) *

16. Çira cara em berxwe dikevin bona navê Xwedê?

16 Em jî mîna Îsa dibeke berxwe dikevin, wekî navê Yehowa neyê bêhurmetkirinê. Diqewime me neheq dikin û buxdana davêjine me. Yan jî dibeke dilê me nerihet e, çimkî em derheqa xwe tiştên qelp dibihên, ku dijminên me bela dikin. Hingê dikare fikirên usa bêne hişê me, wekî ew derewî navê Yehowa û teşkîleta wî xirab dikin. Lê derecên usada giliyên Yehowa rastî jî berdilîke mezin didine me. Em gerekê zef berxwe nekevin bona vê yekê. Usa jî em gerekê dudilî nebin, ku “edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlî. 4:6, 7). Navê Yehowa wê timê hurmet-rûmet be. Yehowa bi saya Padşatiya xwe, wê hemû ziyana ku Şeytan û dinya wî xizmetkarên Wîra tînin, kuta ke (Zeb. 94:22, 23; Îşa. 65:17).

GUH BIDINE DENGÊ YEHOWA Û KEREMA BISTÎNIN

17. Anegorî Îşaya 30:21, ça Yehowa îro tevî me xeber dide?

17 Yehowa heta îro tevî me xeber dide. (Bixûne Îşaya 30:21.) Rast e ew ji ezmana mera xeber nade, lê ewî Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz daye me, bi saya kîjanî ew rêberiyê dide me. Xêncî vê yekê, ruhê Yehowa rêberiyê “wekîlxercê amin” dike, seva xwarina ruhanî bide xizmetkarên Wî (Lûqa 12:42). Îro em bêhesab xwarina ruhanî distînin, dêmek edebyetên neşirkirî û yên onlayn, usa jî vîdêo û aûdîyo!

18. Çawa giliyên Yehowa baweriya we qewî dikin û mêrxasiyê didine we?

18 Were em tu car bîr nekin giliyên Yehowa, ku ewî Kurê xwera got! Bira ew giliyên Xwedê ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, baweriya me qewî kin vê yekêda, ku hemû tişt bin kontrola wîda ne, û ew wê hemû ziyan ku Şeytan û dinya wîye xirab anîn, kokêva bide hildanê. Were em xwera qirar kin, ku timê rind guh bidine dengê Yehowa. Hergê em usa bikin, emê qewî bimînin wan çetinayada ku îro hene û yên ku wê rastî me bên. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Wera sebir lazim e ku hûn emirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê wî” (Îbrn. 10:36).

KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”

^ abz. 5 Çaxê Îsa ser erdê bû, Yehowa ji ezmana sê cara xeber da. Carekê ewî temî da şagirtên Mesîh, ku guh bidine Kurê wî. Îro Yehowa mera xeber dide bi saya Xebera xwe, kîjanîda hînkirinên Îsa hene, û usa jî bi saya teşkîleta xwe. Wê gotarêda wê bê şêwirkirinê, ku em çi karê distînin çaxê guhdariya Yehowa û Îsa dikin.

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Rûspî dîna xwe dide berdestiyê civatê, yê ku alîkariyê dide temizkirina Oda Civata û cabdariya xwe bona edebyeta tîne sêrî. Rûspî bi dil û can payê wî dide.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêr Sîêrra-Lêonêda teglîfkirina ser civatê didine nêçîrvanekî.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Welatekîda kîderê şixulê me qedexekirî ye, Şedên Yehowa dizîkava malda top bûne. Wana kincê herrojî xwe kiriye, seva nekevine çeva.