Here Naverokê

Here naverokê

Peyva “Amîn” ji bo Yehowa Biqîmet e

Peyva “Amîn” ji bo Yehowa Biqîmet e

YEHOWA qîmetê dide îbadeta me. Gava em bi awayekî biçûk jî pesnê wî didin, ew guh dide me û me dibihîze (Malx. 3:16). Mesela, em peyva “amîn” pir caran dixebitînin. Yehowa çima qîmetê dide vê peyva biçûk? Maneya vê peyvê çi ye, û ev peyv di Kitêba Pîroz de çawa tê xebitandin?

BILA HER KES BIBÊJE “AMÎN!”

Peyva “amîn” tê maneya “bila wisa be”, an jî “bi rastî”. Ev peyv ji peyveke Îbranî tê, ya ku tê maneya “dilsoz”. Peyva “amîn” carinan li mehkemeyê dihat xebitandin. Gava kesekî sond dixwar, gerek wî bigota “amîn”. Bi vê peyvê, mirov eyan dikir ku gotinên wî rast in û ku ew netîceyên gotinên xwe qebûl dike (4. Mû. 5:22). Gava wî li ber her kesî digot “amîn”, ew helbet gerek xwediyê soza xwe bimaya (Nhy. 5:13).

Serpêhatiyeke pir bitesîr a li ser xebitandina peyva “amîn” li beşa 27an a kitêba 5. Mûsa derbas dibe. Piştî ku miletê Îsraêl ket Welatê Sozdayî, ew di nav Çiyayê Ebal û Çiyayê Gerîzîm de sekinîbûn ku guh bidin dubarekirina Qanûnê. Gerek wan hem guh bidaya hem jî bigota ku ew Qanûnê qebûl dikin. Gava netîceyên bêîtaetiyê dihatin xwendin, wan gişt got “Amîn!” (5. Mû. 27:15-26). Bîne ber çavê xwe ku bi hezaran jin, mêr û zarokan çawa bi dengê bilind cewab da! (Yêşû 8:30-35). Bê guman, wan gotinên xwe tu caran ji bîr nekirin. Bi rastî jî, Kitêba Pîroz nîşan dide ku wan sozên xwe anîn cih: “Û Îsraêl, di tûmiya jiyana Yêşû de û li pey Yêşû, heta ku serokên kalepîr ên dijîn û yên ku bi her tiştên ku XUDAN bona Îsraêl çêkiriye dizanin, qûlitiyê ji XUDAN re kirin” (Yêşû 24:31).

Îsa jî digot “amîn” ku rastiya gotinên xwe nîşan bide, lê wî eva bi awayekî din dikir. Wî peyva “amîn” ne bi maneya “wisa be”, lê bi maneya “bi rastî” digot. Mesela, wî carinan wisa dipeyivî: “Bi rastî, bi rastî” (Met. 5:18; Yûh. 1:51). Bi vî awayî, Îsa ji guhdarvanên xwe re nîşan dida ku gotinên wî bi temamî rast in. Ji ber ku otorîteya wî hebû ku hemû sozên Xwedê bîne cih, Îsa ew qas emîn xeber da (2. Kor. 1:20; Pey. 3:14).

HER KESÎ GOT “AMÎN!” Û PESNÊ YEHOWA DA

Wekî din, miletê Îsraêl digot “amîn” gava wan pesnê Yehowa dida an ji wî re dua dikir (Nhy. 8:6; Zeb. 41:13). Piştî ku kesekî dua dikir, kesên din digot “amîn”. Vê yekê nîşan dida ku ew bi hemû gotinên duayê razî ne. Bi vî awayî, civatê bi hev re îbadet dikir. Gava Dawid Padîşah Sindoqa Yehowa anî Orşelîmê, xelk wisa kir. Ji bo pîrozkirina wê rojê, Dawid duayeke jidil pêşkêş kir, ya ku wek kilamekê li 1. Dîrokan 16:8-36 hatiye qeyd kirin. Duaya wî dilê xelkê ew qas girt ku her kesî got “amîn” û pesnê Yehowa da. Bi saya vê bersîva yekbûyî, dilşadiya wan hê jî zêde bû.

Li sedsala yekê, gava şagirtên Îsa pesnê Yehowa dida, wan jî digot “amîn”. Nivîskarên Kitêba Pîroz di nameyên xwe de gelek caran ev peyv bi kar dianî (Rom. 1:25; 16:27; 1. Ptr. 4:11). Li gor kitêba Peyxamê, melekên ezmanan ji bo birûmetkirina Yehowa wisa dibêjin: “Amîn, Helêlûya” (Pey. 19:1, 4). Şagirtên Îsa yên berê li civînan piştî duayan digot “amîn” (1. Kor. 14:16). Lê belê, ev yek ne tenê adeteke bêmane bû.

PEYVA “AMÎN” ÇIMA MUHÎM E?

Mane û tarîxa peyva “amîn” nîşan dide ku çi qas muhîm e ku em jî piştî duayê bibêjin “amîn”. Gava em piştî duaya xwe dibêjin “amîn”, ev yek tê maneya ku em bi gotinên xwe cidî ne. Gava em piştî duayeke umûmî bi deng an bê deng dibêjin “amîn”, em nîşan didin ku em bi gotinên duayê hemfikir in. Çi sebebên din hene ku em bibêjin “amîn”?

Em bi awayekî aktîf û hişyar îbadetê dikin. Gava dua tê kirin, em hem bi peyvên xwe hem jî bi hal û hereketên xwe ji Yehowa re îbadetê dikin. Eger em dixwazin ji dil bibêjin “amîn”, emê rind guh bidin duayê.

Xizmetkarên Xwedê bi duayê dibin yek. Duayên umûmî bala me dikişînin li ser tiştên ku hemû civat dibihîze (Kar. 1:14; 12:5). Gava em bi hev re bi deng an bê deng dibêjin “amîn”, ev yek hem yekîtiya me zêdetir dike hem jî dikare bibe sebeb ku Yehowa daxwazên me bîne cih.

Peyva me “amîn” rûmetê dide Yehowa

Em Yehowa birûmet dikin. Yehowa tiştên biçûk jî dibîne (Lûqa 21:2, 3). Ew dibîne ku niyeta me çi ye û di dilê me de çi heye. Eger em nikarin herin civînan, lê bi telefonê guh didin civînê, Yehowa dibîne gava em dibêjin “amîn” û bi vî awayî tevî civatê rûmetê didin wî.

Peyva “amîn” her çi qas tiştekî biçûk be jî, ew tiştekî pir muhîm e. Li gor çavkaniyekê, gava xizmetkarên Xwedê “vê peyvê bi kar tînin, ew bawerî, riza û hêviya ku di dilê wan de hene” xuyanî dikin. Bila em jî bi peyva “amîn” dilê Yehowa şa bikin! (Zeb. 19:14).