Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Berê meriva ça pê gemiyê rêwîtî dikirin?

WEDÊ Pawlos, xût bona rêwîtiyê gemî tune bûn. Lê hergê kesekî bixwesta pê gemiyê here cîkî, ew gerekê pêbihesiya hela gemîke barkêş diçe wî cîyî, kîderê wîra lazim e, û dikare meriva jî bive (Kar. Şand. 21:2, 3). Hergê jî gemî nediçû wî cîyî kîderê rêwîra lazim bû, yeke ew pê vê gemiyê diçû, û paşê benderada (port) gemîke din digeriya, kîjan ku diçû nêzîkî wî ciyî ku wîra lazim bû (Kar. Şand. 27:1-6).

Rêwîtiya pê gemiyê heçî zef bi sêzona bû, û bona derketina gemiya wedê konkrêt tune bû. Xêncî hewa xirab, tiştên mayîn jî rê wana digirtin, wekî pê gemiya rê kevin. Ewana ji bo baweriyên qelp jî dikaribûn rê neketana. Hine nîşan bona wana nebaş bûn, mesele çaxê qijikê ser gemiyê dikire qire-qir, yan jî çaxê ber devê berê gemiya hûrdexweşî didîtin. Gemîvana çaxê didîtin, ku ba berbi wî alî diçe kîderê ku ewana gerekê herin, hingê ewana rê diketin. Çaxê rêwî gemîke usa didît ku jêra lazim bû, ew pê barê xwe diçû ser ciyê sekinandina gemiyê, û hîviyê bû heta elam kirana, ku kengê gemî wê rê keve.

Terîxzan Lîonêl Kêsên dibêje: “Romêda merivara hêsa bû gemî bidîtana, çimkî wana xwexa nedigeriya. Bendera wî ber delava çemê Tîbêr bû. Şeherê Ostîada meydana mezin hebû, der dorê kîjanîda gelek ofîs hebûn. Gelek ji wan ofîsa yên merivên ji cûre-cûre bendera bûn, kîjana bar derbaz dikirin: ofîsek ya gemîvanên Narbon [roja îroyîn Fransa] bû, yek ya gemîvanên Kartaca [roja îroyîn Tûnîs] bû, . . . û dîsa yên mayîn. Her kesê ku gemî digeriya, gerekê biçûya wan ofîsa û pêbihesiya, ku kîjan gemî diçe nêzîkî wî ciyî, kîderê jêra lazim e”.

Rast e pê gemiyê wedê rêwiya hindik diçû, lê rêwîtî xof bû. Çend cara, çaxê Pawlos rêwîtiya xweye mîsyonêrtî dikir, gemiya ku ew têda bû, hûrdexweşî bû (2 Korn. 11:25).