Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20

Teseliya ji bo Mexdûrên Îstismarê

Teseliya ji bo Mexdûrên Îstismarê

“Xwedayê hemû teseliyê ... di hemû tengasiyên me de dilê me rihet dike” (2. KOR. 1:3, 4, WDN).

KILAM 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Em ji ku dizanin ku însan hem hewceyî teseliyê ye hem jî dikare teseliyê bide kesên din? Mîsalekê bide. (b) Çi tê serê hin zarokan?

ÎNSAN hem hewceyî teseliyê ye hem jî dikare teseliyê bide kesên din. Mesela, gava zarokekî biçûk li erdê dikeve û çokê xwe birîndar dike, dibe ku ew bigirî û bireve ba diya xwe. Diya wî helbet nikare birîna wî qenc bike, lê ew dikare teseliyê bide. Ewê belkî bipirse ku çi qewimiye, hêstirên çavên wî paqij bike, bi gotinên xwe dilê wî rihet bike û birînê girêde. Bi vî awayî, zarok wê êşa xwe zû ji bîr bike û belkî jî vegere lîstikê. Bi zeman re, birîn wê qenc bibe.

2 Lê belê, zarok carinan bi awayên hê xerabtir tên êşandin. Hinek ji aliyê cinsî ve carekê an bi gelek salan tên îstismar kirin. Hal çi be jî, ev yek dikare bibe sebeba dilêşeke ku zû derbas nabe. Fail carinan tên girtin û ceza kirin. Lê carinan jî, wisa xuya dike ku kesên wisa ji cezayê difilitin. Eger ceza zû bê dayîn jî, bandora îstismarê dikare bi gelek salan berdewam bike.

3. Li gor 2. Korîntî 1:3, 4, Yehowa hazir e ku çi bike, û emê bala xwe bidin kîjan pirsan?

3 Eger dilêşa şagirtekî Îsa, yê ku di zaroktiya xwe de hatibû îstismar kirin, hê derbas nebûye, çi dikare alî wî bike? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwedayê hemû teseliyê ... di hemû tengasiyên me de dilê me rihet dike” (2. Kor. 1:3, 4, WDN). Belê, Yehowa pir qîmetê dide xizmetkarên xwe, û ew dixwaze ku ew hezkirin û teseliyê bibînin. Niha emê bala xwe bidin sê pirsan: (1) Kesên ku di zaroktiya xwe de hatibûn îstismar kirin belkî çima hewceyî teseliyê ne? (2) Kî dikare teseliyê bide wan? (3) Em çawa dikarin dilê wan rihet bikin?

TESELÎ ÇIMA LAZIM E?

4-5. (a) Çima muhîm e ku em fehm bikin ku zarok û mezin ji hev cuda ne? (b) Îstismar çawa dikare li ser zarok bandor bike?

4 Piştî gelek salan jî, hin kesên ku di zaroktiya xwe de hatibûn îstismar kirin hê jî hewceyî teseliyê ne. Çima? Bandora ku îstismara cinsî li ser zarokan dihêle, ji bandora ku tiştên wisa li ser mezinan dihêle, cuda ye. Bala xwe bide van mîsalan.

5 Yek ji hewcedariyên zarokan ev e ku ew bi kesên ku wan mezin dikin û xwedî dikin, ewle bin. Bi saya vê, zarok xwe di emniyetê de hîs dikin û xwe dispêrin kesên ku ji wan hez dikin (Zeb. 22:9). Çi heyf e ku kesên ku zarokan îstismar dikin gelek caran meriv an dostên malbatê ne. Gava baweriya zarokan bi vî awayî tê şikênandin, gelek sal bi şûn de jî li hinekan zor tê ku baweriya xwe bi kesên din bînin.

6. Îstismara cinsî çima zilm û zordarî ye?

6 Îstismara cinsî zilm û zordarî ye, û zarok nikarin xwe ji vê xerabiyê biparêzin. Gava zarok merûzî cinsîtiyê dimînin berî ku ew ji aliyê bedenî, hîsî û zihnî ve gihîştî bin, ev yek dikare pir zerarê bide wan. Îstismara cinsî dikare nêrîna wan a li ser cinsîtiyê xera bike û bibe sebeb ku ew xwe bêqîmet hesab bikin û baweriya xwe bi kesên din neynin.

7. (a) Çima ew qas hêsan e ku kesên xerab zarokan bixapînin, û dibe ku ew vêya çawa bikin? (b) Dibe ku netîceyên derewên wisa çi bin?

7 Ji ber ku zarok hê bêtecrûbe ne, ew hin tiştan fehm nakin û nikarin xwe ji talûkeyan biparêzin. Ji ber vê yekê, kesên xerab bi hêsanî dikarin zarokan bixapînin (1. Kor. 13:11). Mesela, dibe ku ew ji zarokan re bibêjin ku sûc, sûcê wan e, ku kirinên wan gerek bên veşartin, ku kes wê guh nede wan eger ew behsa îstismarê bikin an ku cinsîtiya di nav mezin û zarokan de normal e û hezkirinê eyan dike. Carinan gelek sal derbas dibin heta ku zarok fehm bikin ku ev derew e. Gava ew mezin dibin, hin ji wan xwe xerakirî û bêqîmet hesab dikin û difikirin ku ew ne hêjayî hezkirin û teseliyê ne.

8. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa dikare teseliyê bide kesên êşandî?

8 Belê, îstismara cinsî dikare zerara daîm bide zarokan. Çi sûcekî giran! Belavbûna îstismara cinsî îsbat dike ku em gihîştine rojên dawîn. Îro, gelek kes “bê şewqat” in, û “kesên xerab û sextekar” di xerabiyê de hê jî bi pêş ve diçin (2. Tîm. 3:1-5, 13, KP). Hîleyên Îblîs pir xerab in, û çi heyf e ku gelek kes dikevin ber bayê wî. Lê belê, Yehowa ji Îblîs û bindestên wî xurttir e. Yehowa dizane ku armanca Îblîs çi ye. Em dikarin bawer bin ku Yehowa êşa me rind fehm dike, û ew dikare teseliyê bide me. Em bextewar in ku em xizmetkarên “Xwedayê hemû teseliyê” ne, yê ku “di hemû tengasiyên me de dilê me rihet dike, da ku em karibin bi teseliya ku em ji Xwedê distînin di her cureyê tengasiyê de dilê kesên din rihet bikin” (2. Kor. 1:3, 4, WDN). Gelo Yehowa bi destê kê teseliyê dide?

KÎ DIKARE TESELIYÊ BIDE?

9. Li gor gotinên Dawid padîşah, Yehowa çawa alîkariyê dide kesên bêxwedî?

9 Gelek kesên ku ji aliyê dê û bavê xwe ve hatine terk kirin û kesên ku ji aliyê kesên nêzik ve hatibûn îstismar kirin hewceyî teseliyê ne. Dawid padîşah dizanibû ku Yehowa çavkaniya teseliya herî baş e (Zebûr 27:10 bixwîne). Dawid bawer bû ku Yehowa wê destê kesên bêxwedî bigire. Yehowa vêya çawa dike? Ew xizmetkarên xwe yên dilsoz bi kar tîne. Kesên ku wek me ji Yehowa re îbadetê dikin, ferdên malbata me ya ruhî ne. Mesela, Îsa kesên ku ji Yehowa re xizmet dikin wek dê, xwişk û birayên xwe didîtin (Met. 12:48-50).

10. Pawlos di heqê wezîfeya xwe de çi got?

10 Civata şagirtên Îsa bi rastî wek malbatekê ye. Pawlosê şandî di vî warî de ji me re emsaleke baş e. Ew kalekî civatê bû, û ew bi xîret û bi dilsozî dixebitî. Pawlos bi îlhama Xwedê wisa got: “Çawa ku ez mîna Mesîh dikim hûn jî mîna min bikin” (1. Kor. 11:1). Pawlos di heqê wezîfeya xwe de wisa got: “Wek ku dayikeke zaroşîr zarokên xwe xweyî dike, me xwe di nav we de nerm kir” (1. Sel. 2:7). Îro jî, gava kalên civatê teseliyê didin mirovan, wê baş be ku ew dilovan û nerm bin.

Gelek xwişkên bitecrûbe bi awayekî bitesîr teseliyê didin (Li paragrafa 11an binêre) *

11. Ji xeynî kalên civatê, kî dikare teseliyê bide?

11 Gelo teselîdayîn tenê mesûliyeta kalên civatê ye? Na! Gerek em gişt jî “di ber dilê hev de werin” (1. Sel. 4:18). Bi xisûsî xwişkên bitecrûbe dikarin piştgiriya xwişkên ku hewceyî teseliyê ne, bikin. Li gor Kitêba Pîroz, Yehowa xwe dişibîne dayikeke ku dilê kurê xwe rihet dike (Îşa. 66:13). Kitêba Pîroz behsa hin jinan dike, yên ku teseliyê didin kesên xemgîn (Eyûb 42:11). Yehowa ji xwişkên ku teseliyê didin xwişkên dilteng, gelek razî ye. Kalên civatê carinan dikarin ji xwişkeke bitecrûbe bi serwextî rica bikin ku ew alî xwişkeke xemgîn bike. *

EM ÇAWA DIKARIN TESELIYÊ BIDIN?

12. Gerek em çi nekin?

12 Gava em bi xwişk an birayekî eleqedar dibin, lê ew naxwaze behsa hin tiştan bike, gerek em bi zêdeyî pirsan nepirsin (1. Sel. 4:11). Lê belê eger kesek alîkarî û teseliyê bixwaze, em dikarin çi bikin? Niha emê bala xwe bidin pênc metodên teselîdayîne.

13. Li gor 1. Qiralan 19:5-8, melek çawa destek da Êlyas, û em çawa dikarin vî melekî ji xwe re bikin nimûne?

13 Li gor hewcedariyê destek bide. Gava Êlyas pêxember ji bo canê xwe direviya, wî cesareta xwe ew qas winda kiribû ku ji Xwedê mirin xwest. Loma, Yehowa melekek şand ba wî ku bi wî eleqedar be. Melek çawa destek da Êlyas? Wî nanê sêlê anî ku Êlyas bixwe (1. Qiralan 19:5-8 bixwîne). Ev serpêhatî tiştekî muhîm nîşanî me dide: Carinan, qenciyeke biçûk dikare pir bifeyde be. Xwarin, hediyeyeke biçûk an mesajeke dilgerm dikare ji xwişk an birayekî dilşikestî re nîşan bide ku em jê hez dikin. Eger li me zor bê ku em li ser meseleyên şexsî an tiştekî ku êşê dide wan xeber bidin, em dîsa jî dikarin bi awayekî pratîk destek bidin.

14. Serpêhatiya Êlyas çi rêyî me dide?

14 Alî kesên dilteng bike ku ew xwe rihet û di emniyetê de hîs bikin. Serpêhatiya Êlyas derseke din jî rêyî me dide. Yehowa bi mucîze alî Êlyas pêxember kir ku ew heta çiyayê Horebê bimeşe. Bi sedsalan berê, Yehowa li wê derê bi xizmetkarên xwe peyman danîbû. Gava Êlyas gihîşt vî cihê dûr, dibe ku wî xwe di emniyetê de hîs kir ji ber ku ew êdî ji kesên ku dixwest wî bikujin, filitiye. Ev yek çi rêyî me dide? Eger em dixwazin teseliyê bidin mexdûrên îstismarê, dibe ku gerek em serê pêşîn alî wan bikin ku ew xwe di emniyetê de hîs bikin. Gerek kalên civatê ji bîr nekin ku her kes ne wek hev e. Hin kes xwe li malê rihettir hîs dikin, lê hin kes xwe di Salona Îbadetê de rihettir hîs dikin.

Wê baş be ku em bi sebir guh bidin, ji dil dua bikin û bi gotinên xwe teseliyê bidin kesên dilteng (Li paragrafên 15 heta 20an binêre) *

15-16. Em çawa dikarin rind guh bidin kesên dilteng?

15 Rind guh bide. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be” (Aqûb 1:19). Gelo em rind guh didin? Guhdayîn helbet tenê nayê maneya ku em bêdeng rûnin, li kesê ku xeber dide binêrin û tu tiştî nebêjin. Mesela, gava Êlyas ji Yehowa re behsa derdê xwe kir, Yehowa rind guh da wî. Wî dizanibû ku tirs ketibû dilê Êlyas û ku wî xwe bêxwedî û bêkêr hîs dikir. Yehowa bi dilovanî alî wî kir ku ew dev ji van fikrên şaş berde. Bi vî awayî, wî nîşan da ku wî bi rastî guh dabû Êlyas (1. Qra. 19:9-11, 15-18).

16 Wexta ku em guh didin, em çawa dikarin hezkirin, dilovanî û dilrehmiya xwe eyan bikin? Wê baş be ku em hîsên xwe carinan bi çend gotinên germ bînin ziman. Mesela, em dikarin wisa bibêjin: “Çi xerab e! Gerek tiştên wisa neyên serê zarokan!” Eger te rind fehm nekiribe, belkî tu dikarî çend pirsan bipirsî, mesela: “Min rind fehm nekiriye, gelo tu dikarî dîsa bibêjî?” An jî: “Ji gotinên te, min tê derxist ku ... Gelo min rast fehm kir?” Bi gotinên wisa, kesê dilteng wê bibîne ku tu bi rastî guh didî û dixwazî derdê wî fehm bikî (1. Kor. 13:4, 7).

17. Gerek em çima bisebir û ‘di peyivînê de giran bin’?

17 Hay ji xwe hebe ku tu ‘di peyivînê de giran bî’. Xeberdana kesê dilteng nebire ku tu şîretê bidî an nêrîna wî rast bikî. Wekî din, sebir bike. Gava Êlyas dilê xwe ji Yehowa re vekir, wî bi gotinên giran xeber da. Paşê, piştî ku Yehowa cesaret dabû wî, Êlyas dîsa jî wisa xeber da (1. Qra. 19:9, 10, 13, 14). Em ji vê çi dersê distînin? Hin kesên dilteng dixwazin dilê xwe çend caran vekin. Wek Yehowa, gerek em jî bi sebir guh bidin. Li şûna ku em aqil bidin wan, wê baş be ku em dilovan û dilrehm bin (1. Ptr. 3:8).

18. Wê çima baş be ku em tevî kesên dilşikestî dua bikin?

18 Bi kesê dilşikestî ji dil dua bike. Li kesên bêhal carinan zor tê ku dua bikin. Hin kes xwe layiq nabînin ku ji Yehowa re dua bikin. Eger em dixwazin teseliyê bidin kesekî wisa, em dikarin bi hev re dua bikin û di duayê de behsa vî kesî bikin. Mesela, em dikarin ji Yehowa re bibêjin ku ev kes ji bo me û ji bo civata me çi qas biqîmet e. Wekî din, em dikarin ji Yehowa re niyaz bikin ku ew dilrihetî û teseliyê bide vî xizmetkarê xweyî hêja. Duayên wisa dikarin pir bitesîr bin (Aqûb 5:16).

19. Em çawa dikarin haziriyê bikin ku teseliyê bidin kesekî mexdûr?

19 Bi gotinên xwe şîfa û teseliyê bide. Rind bifikire berî ku tu xeber bidî. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gotinên bêfikirandin hatine gotin, mîna şûr dibirin; lê belê zimanê zaniyaran ... şîfê dide” (Mtl. 12:18). Ji Yehowa alikariyê bixwaze ku tu karibî gotinên nazik û teselîker bibêjî. Ji bîr neke ku gotinên herî bitesîr, gotinên Yehowa ne, yên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin (Îbr. 4:12).

20. Seba tiştên xerab, ên ku hatibûn serê wan, hin kes çi difikirin, û em çawa dikarin alî wan bikin?

20 Seba îstismarê, hinek difikirin ku ew nepak û bêqîmet in û layiqî hezkirinê nînin. Çi dereweke xerab! Ji ber vê yekê, ji Kitêba Pîroz nîşanî wan bide ku Yehowa qîmetê dide wan (li çarçoveya “ Teseliya ji Kitêba Pîroz” binêre). Bîne ber çavê xwe ku melekekî dilovan çawa cesaret dabû Danîêl gava wî xwe bêhal hîs dikir. Yehowa dixwest nîşanî wî bidaya ku ew li ber çavê wî çi qas biqîmet e (Dan. 10:2, 11, 19). Belê, Yehowa qîmetê dide xwişk û birayên dilteng!

21. Çi wê bê serê gunehkarên ku tobe nakin? Heta wê demê, wê baş be ku em çi bikin?

21 Gava em teseliyê didin mirovan, em nîşanî wan didin ku Yehowa ji wan hez dike. Ji xeynî vê, gerek em tu caran ji bîr nekin ku Yehowa Xwedayê edaletê ye. Îstismar û sûcên din li ber çavê wî veşartî nînin. Yehowa her tiştî dibîne, û ewê cezayê bide gunehkarên ku tobe nakin (4. Mû. 14:18). Heta wê demê, bila em hezkirina xwe ji kesên ku hatine îstismar kirin re eyan bikin. Em dikarin bawer bin ku li dinyaya nû, Yehowa wê kesên ku ji aliyê Îblîs û dinyaya wî ve xerabî dîtiye, bi temamî qenc bike. Di demeke nêzik de, kul û derdên îroyîn wê êdî neyên bîra me û dilê me neêşînin (Îşa. 65:17).

KILAM 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

^ par. 5 Dilêşa gelek kesên ku di zaroktiya xwe de hatibûn îstismar kirin gelek sal bi şûn de jî derbas nabe. Ev meqale wê alî me bike ku em sebebên vê fehm bikin. Wekî din, emê bibînin ku kî dikare teseliyê bide van kesan, û em çawa dikarin dilê wan rihet bikin.

^ par. 11 Hin kesên ku ji aliyê cinsî ve hatine îstismar kirin wê belkî bixwazin herin ba doktor. Ev yek qerareke şexsî ye.

^ par. 76 RESIM: Xwişkeke bitecrûbe teseliyê dide xwişkeke dilteng.

^ par. 78 RESIM: Du kalên civatê xwişkeke dilteng ziyaret dikin. Wê gazî xwişka bitecrûbe jî kiriye.