Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

Ber Dilê Wanda Werên, Hindava Kîjanada Xirabî Hatiye Kirinê

Ber Dilê Wanda Werên, Hindava Kîjanada Xirabî Hatiye Kirinê

“Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 KORN. 1:3, 4).

KILAMA 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Kîjan mesele dide kifşê, wekî meriv hewcê berdiliyê ne û ku feresetê wan heye ber dilê hevda bên? b) Hine zar çi ziyaneke mezin distînin?

MERIV usa hatine efirandinê ku hewcê berdiliyê ne û hin jî nav wanda jî heye ew fereset, ku ber dilê merivada bên. Besa xeberê, çaxê zara biçûk wedê lîstikê dikeve û çoka wî diherişe, ew digirî û direve bal dê yan bavê xwe. Dê-bav rast e nikarin birîna zarê qenc kin, lê ber dilê wîda tên. Ewana dipirsin ku çi qewimî, hêsirên wî temiz dikin, giliyên şîrin jêra dibêjin û wî hemêz dikin. Paşê ewana birîna wî îda derman dikin yan girêdidin. Zar îda hêsa dibe û nagirî, û dibeke dîsa berdewam dike bilîze. Wede derbaz dibe û birîna wî jî qenc dibe.

2 Lê cara hine zar ziyana hê mezin distînin, mesele, çaxê rastî zorbetiya sêksûalî tên. Hine zar tenê carekê rastî vê yekê hatine, lê hinek jî bi sala rastî vê zorbetiyê tên. Firqî tune çiqas car ewana rastî vê yekê hatine, ew hemû zar ziyana psîxolojî distînin, dilê wan birîndar dibe û êşa dilê wan gelek wext derbaz nabe. Cara ewên ku zorbetî zara kirine, têne cezakirinê û dikevine kelê, cara jî usa tê kifşê, ku ewana ji cezakirinê xilaz bûne. Lê hergê jî ew meriv tê cezakirinê, yeke ziyana ku ewî daye zarê, ser zarê bi sala jî dikare bimîne.

3. Çawa 2 Korintî 1:3, 4-da tê gotinê, qirara Yehowa çi ye, û kîjan pirsa emê vê gotarêda şêwir kin?

3 Lê hergê Mesîhîk, biçûktayêda rastî zorbertiyê hatiye û heta îro jî birîna dilê wî, wî dêşîne, çi dikare alî wî bike? (Bixûne 2 Korintî 1:3, 4.) Yehowa dixwaze û ew qirara wî ye, wekî xizmetkarên wî hizkirinê û dilbîniyê bistînin. Lema were em şêwir kin sê pirsa: 1) Çira ewên ku biçûktayêda rastî zorbetiya sêksûalî hatine, hewcê berdiliyê ne? 2) Kê dikare dilbîniyê bide wan? 3) Em ça dikarin ber dilê wanda bên?

ÇIRA LAZIM E BER DILÊ WANDA BÊN?

4-5. a) Çira ferz e em fem kin, wekî zar ji merivên mezin cude dibin? b) Çawa zorbetî ser îtbariya zarê hukum dike?

4 Hine merivên mezin, yên ku biçûktayêda rastî zorbertiya sêksûalî hatine, dibeke hela hê paşî gelek sala jî hewcê berdiliyê bin. Çira? Seva em vê yekê fem kin, pêşiyê lazim e bizanibin ku zar ji merivên mezin gelek cude dibin. Çaxê zar rastî zorbetiya sêksûalî tên, ew yek cûrekî mayîn ser wana hukum dibe, lê çaxê mezin rastî vê yekê tên, ser wana cûrekî din hukum dibe. Dîna xwe bidine çend mesela.

5 Zar gerekê îtbariya xwe wan meriva bînin, yên ku wana mezin dikin û xwey dikin, û usa jî tevî wan nêzîk bin. Bi saya vê yekê, zar xwe xweykirî texmîn dike û hîn dibe, wekî îtbariya xwe merivên mayîn jî bîne, yên ku wî hiz dikin (Zeb. 22:9). Lê yazix, gelek car zorbetiya sêksûalî vê malêda diqewime kîderê zar dijî, çimkî heçî zef zorbe neferên malê ne yan jî hevalên malbetê ne. Çaxê merivê nêzîk zorbetiyê zarê dike, zar îda îtbariya xwe hindava meriva unda dike, û hela hê jî gelek sal derbaz dibe, ew dîsa jî wî halîda ne.

6. Çira zorbetiya sêksûalî bêremtî û ziyandar e?

6 Zar xwexa nikarin xwe xwey kin, lema zorbetiya sêksûalî hindava wanda bêremtî û ziyandar e. Çaxê zorê zara dikin ku tiştên sêksûalî bikin, lê ewana hê fîzîkîda, êmosiyalîda û hişda hazir nînin bona heleqetiya sêksûalî û zewacê, dêmek hê gihîştî nînin, zar ziyana mezin distînin. Zorbetî usa jî dikare nihêrandina zara ser sêksê, xirab ke. Zar usa jî dikarin xwe nimiz hesab kin û îda îtbariya xwe hindava meriva unda kin.

7. a) Çira merivên zorbera hêsa ye zara bixapînin, û ça ewana zara dixapînin? b) Axiriya wan derewa dikare çi be?

7 Zar cêribandî nînin û nikarin xofê texmîn kin, yan jî têderxin (1 Korn. 13:11). Lema jî merivên zorbe hêsa zara dixapînin. Ewana derewên xof zarara dibêjin. Mesele, dibêjin wekî vê zorbetiyêda zar neheq e, ew gerekê kesekîra nebêje, yan jî hergê ew bêje, wê wî bawer nekin. Hinek jî zara dixapînin, ku yançi ew yek tiştekî normal e, çimkî ew eyankirina hizkirinê ye. Zar bi gelek sala ewan derewa bawer dike û paşê fem dike, wekî ew hatiye xapandinê. Ew zar çaxê mezin dibe, dikare xwe hesab ke ku ew heram e, û nehêjayî hizkirinê û berdiliyê ye.

8. Çira em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa dikare berdiliyê bide wan, yên ku kul-derda dikişînin?

8 Me dît wekî ziyana ji zorbetiya sêksûalî gelek wext dimîne. Rastî jî ew zulmîke gelek mezin e! Ew yek ku zorbetiya zara gelek belabûyî ye, eşkere nîşan dike, wekî em rojên axiriyêda dijîn, lema meriv “dilsar” in û “merivêd xirabe xweyîfêl” xirabiyêda pêşda diçin (2 Tîmt. 3:1-5, 13). Nêtên Şeytan bi rastî zulm in, û çiqas xirab e çaxê meriv tiştên usa dikin, ku dilê Şeytan xweş tên. Lê Yehowa ji Şeytan û xizmetkarên wî gelek qewattir e. Yehowa haş kirên Şeytan heye. Lema em gerekê dudilî nebin, ku ew zane em çi kul-derda dikişînin, û dikare berdiliyê bide me. Em rastî jî keremkirî ne, ku xizmet dikin Xwedêyê hemû berdiliyêra. “Ew nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûre telî-tengiyada ne, bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê” (2 Korn. 1:3, 4). Lê Yehowa bi saya kê berdiliyê dide?

KÊ DIKARE BER DILÊ WANDA BÊ, YÊN KU RASTÎ ZORBETIYÊ HATINE

9. Li gora giliyên Dawid ji Zebûr 27:10, Yehowa wê çi bike bona wan, neferên kîjana xirab in hindava wanda?

9 Hine dê-bava zarên xwe ji zorbetiya sêksûalî xwey nekirine, yan jî ew yek pişt guhê xweva avîtine. Îlahî ew zar û usa jî yên ku aliyê merivên nêzîkda rastî zorbetiyê hatine, hewcê berdiliyê ne. Dawidê zebûrbêj zanibû, wekî Yehowa heye kaniya berdiliyêye lape baş. (Bixûne Zebûr 27:10.) Dawid bawer dikir, wekî Yehowa wê wana bike bin perê xwe, neferên kîjana xirab in hindava wanda. Lê Yehowa ça ber dilê wanda tê? Ew vê yekêda xizmetkarên xweyî amin dide xebatê. Xûşk-birên me, malbeta meye ruhanî ne. Mesele, Îsa ewên ku tevî wî Yehowara xizmet dikirin, nav dikir ça bira, dê û xûşk (Met. 12:48-50).

10. Çawa Pawlos şixulê xweyî rûspîtiyê şirovekir?

10 Dîna xwe bidine meselê, ku çawa civat dikare bibe mîna malbetê. Pawlosê şandî merivekî xebathiz û rûspîkî amin bû. Ewî meseleke baş hîştiye, û hela hê jî digote xûşk-bira, wekî çev bidine wî, çimkî ewî çev dida Îsa (1 Korn. 11:1). Dîna xwe bidinê ku Pawlos şixulê xweyî rûspîtiyê usa şirovekir: “Em nava weda rûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarêd xwera diricife” (1 Têsln. 2:7). Îro jî gava rûspiyên amin pê Kitêba Pîroz ber dilê wanda tên, yên ku hewce ne, gerekê tevî wan pê giliyên şîrin, nerm û dilşewat xeber din.

Xûşkên gihîştî dikarin berdilîke mezin bidin (Binihêre abzasa 11) *

11. Çi dide kifşê wekî ne tenê rûspî gerekê berdiliyê bidin?

11 Lê gelo tenê rûspî gerekê ber dilê wanda bên, yên ku rastî zorbetiyê hatine? Na. Her kes ji me borcdar e, wekî “ber dilê hevda” bên (1 Têsln. 4:18). Îlahî xûşkên ruhanîda gihîştî dikarin gelek dilbîniyê bidine wan xûşka, ku rastî zorbetiyê hatine. Bînin bîra xwe, Kitêba Pîrozda Yehowa Xwedê xwe beramberî dê dike, ya ku ber dilê kurê xweyî biçûkda tê (Îşa. 66:13). Kitêba Pîrozda gelek meselên wan jina hene, yên ku wedê tengasiya dilbînî didane meriva (Îb. 42:11). Û dilê Yehowa gelek şa dibe, çaxê divîne wekî xûşk ber dilê wan xûşkada tên, yên ku êmosiyalîda xwe xirab texmîn dikin! Hine derecada, rûspî dikarin xûşkeke gihîştîra başqe bêjin, wekî alî filan xûşkê bike û dilbîniyê bide wê. *

ÇAWA EM DIKARIN BER DILÊ WANDA BÊN?

12. Em gerekê çida fesal bin?

12 Hergê ew Mesîhî naxwaze mera gilî ke derheqa xwe, hemikî em gerekê fesal bin, ku nekevine nav şixulê wan, û wan pirsa nedine wan, caba kîjana ewana naxwazin mera bêjin (1 Têsln. 4:11). Lê çi em dikarin bikin bona wan, yên ku dixwazin alîkarî û berdiliyê bistînin? Were em ser hîmê Kitêba Pîroz pênc tişta şêwir kin û pêbihesin ça em dikarin alî wan bikin.

13. Çawa 1 Padşatî 19:5-8-da tê gilîkirinê, Yehowa bona Êlyas bi saya melekekî çi kir, û çawa em dikarin çev bidine wî melekî?

13 Pê kirên xwe alî wan bikin. Çaxê Êlyas pêxember direviya seva emirê xwe xilaz ke, ew usa dilteng bû, wekî xwera mirin dixwest. Yehowa melekekî qewî şand seva teseliya wî bike. Ewî melekî vê yekêda alî Êlyas kir, çida ew hewce bû. Ewî xwarineke germ da Êlyas û bi nermî jêra got wekî bixwe. (Bixûne 1 Padşatî 19:5-8.) Ew serhatî nîşan dike, wekî cara qencîke biçûk dikare gelek karê bîne. Mesele, xwarin, pêşkêşeke biçûk yan jî neme, kîjanêda giliyên şîrin û dilşewatî nivîsar in, dikare hizkirin û xemkirina me hindava wanda, bide kifşê. Hergê mera çetin e xeber din derheqa tiştên wanî şexsî, yan jî dereca wan ku êşeke usa mezin aniye, em bi kirên biçûk dikarin alî wan bikin.

14. Em çi dersê dikarin hîn bin ji serhatiya Êlyas?

14 Usa bikin wekî ew merivê dilteng, xwe xweykirî û rihet texmîn ke. Ji serhatiya Êlyas em dikarin derseke din jî hîn bin. Yehowa bi keremet alî wî pêxemberî kir, wekî heta Çiyayê Horeb here. Wî ciyê dûr û başqe, kîderê Yehowa bi qirna pêşda peyman tevî cimeta xwe girêdabû, Êlyas xwe rihet texmîn dikir. Ewî dibeke texmîn dikir, wekî ewên ku dixwestin wî bikujin, dûr in û nikarin bigihîjine wî. Em çi dersê dikarin ji vê yekê hîn bin? Hergê em dixwazin dilbîniyê bidine merivên ku rastî zorbetiyê hatine, pêşiyê em gerekê usa bikin seva ewana xwe rihet texmîn kin. Besa xeberê, rûspî gerekê bîr nekin, wekî xûşka ku dilbirîndar e dikare malda xwe hê rihet û baş texmîn ke, ne ku Oda Civatêda, lê kesek jî dibeke Oda Civatêda diha xwe rind texmîn ke.

Em dikarin ber dilê wan merivada bên, hergê bi sebir guh bidine wan, tevî wan bi dil û can dua bikin, û giliyên dilgerm bêjine wan (Binihêre abzasa 15-20) *

15-16. Çi tê hesabê bibine guhdarvanên baş?

15 Guhdarvanên baş bin. Kitêba Pîroz şîreteke zelal dide: “Bira her meriv bihîstinêda serxwe be” (Aqûb 1:19). Dibeke em difikirin, wekî rind guh bidine meriva, ew tê hesabê çevê meriva binihêrin û tiştekî nebêjin. Lê tenê ew yek nîne. Mesele, çaxê Êlyas kula dilê xwe Yehowara rêt, Yehowa rind guh da wî. Yehowa zanibû, wekî tirsê Êlyas girtibû, ewî xwe tenê texmîn dikir, û difikirî wekî hemû şixulê wî pûç bû. Xwedê bi hizkirin alî wî kir, wekî derdê wî sivik ke. Bi vê yekê Yehowa da kifşê, wekî bi rastî guh da Êlyas (1 Padş. 19:9-11, 15-18).

16 Çaxê em guh didine wan meriva, ça em dikarin dilbîniyê bidine wan? Cara çend giliyên layîq û dilgermî, dikarin nîşan kin, ku em bona wan berxwe dikevin. Em dikarin wanra bêjin: “Dilê min dişewite bona te. Tu zar hêjayî vê yekê nîne!”. Dibeke hûn dikarin pirsekê yan çend pirsa bidine wî merivî, seva bizanibin ku we ew hevalê xweyî dilteng rast fem kir yan na. Mesele, hûn dikarin pirs kin: “Bibaxşîne, dikarî hinekî zelal minra şirovekî, wekî ez te rast fem kim?”, yan jî bêjin, “Çaxê te got . . . min usa fem kir . . . Min te rast fem kir?”. Bi saya vê yekê ew meriv wê bawer be ku hûn bi rastî guh didine wî û dixwazin wî rast fem kin (1 Korn. 13:4, 7).

17. Çira em gerekê bi sebir bin û xeberdanêda lez nekevin?

17 Fesal bin wekî “xeberdanêda” lez nekevin. Lez nekevin şîretê bidine wî merivî, yan jî nihêrandina wî rast kin. Bi sebir bin! Çaxê Êlyas axiriyêda dilê xwe Yehowara vekir, pê giliyên xwe da kifşê wekî tevhev e û dilê wî giran e. Wede şûnda, çaxê Yehowa baweriya Êlyas qewî kir, ewî dîsa ew gilî got û usa kula dilê xwe rêt (1 Padş. 19:9, 10, 13, 14). Em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Cara merivên dilşkestî gelek car kula dilê xwe dibêjin. Were em mîna Yehowa bi sebir guh bidine wan. Dewsa ku wanra şîreta bidin ku ça problêma xwe safî kin, hê baş e hindava wanda dilşewat bin û dilbîniyê bidine wan (1 Pet. 3:8).

18. Çawa dua dikare dilbîniyê bide wan, yên ku dilşkestî ne?

18 Bi dil û can tevî wî merivê dilteng dua bikin. Ewên ku dêprêsiyêda nin, cara nikarin dua bikin. Ewana dibeke xwe nehêja texmîn dikin, ku Yehowara dua kin. Hergê em dixwazin ber dilê wan merivada bên, wê baş be wanra bêjin ku em dixwazin tevî wan bona wan dua bikin. Çaxê hûn dua dikin navê wan hildin. Duada em dikarin Yehowara bêjin, wekî ew merivên delal û dilşkestî, çiqas qîmet in bona me û civatê. Em usa jî dikarin ji Yehowa hîvî kin, wekî dilbîniyê û berdiliyê bide xizmetkarên xweyî hizkirî. Duayê wî cûreyî dikare gelek alî wan meriva bike (Aqûb 5:16).

19. Çi dikare alî me bike, wekî dilbîniyê bidine merivê dilşkestî?

19 Giliyên usa bijbêrin ku bikaribin dilbîniyê bidine wan meriva û dilê wan rihet kin. Pêşiya ku tiştekî bêjin, pêşda rind bifikirin. Giliyên şîrin dikarin dilê birîndar derman kin (Metlk. 12:18). Lema ji Yehowa hîvî kin, wekî alî we bike, ku hûn giliyên şîrin, dilgerm û nerm bêjin. Bîr nekin wekî tu giliyê me haqas qewat nîne, çiqas giliyê Xwedê ji Xebera wî (Îbrn. 4:12).

20. Ewên ku berê rastî zorbetiyê hatine, dibeke derheqa xwe çi difikirin, û em çi dixwazin bînin bîra wan?

20 Ew merivên ku berê rastî zorbetiya sêksûalî hatine, cara difikirin, wekî ewana heram in, nehêja ne û tu kes wê wana hiz neke. Lê ew yek nerast e! Lema jî bi Kitêba Pîroz bînin bîra wan, wekî ewana ber çevê Yehowa gelek qîmet in (Binihêrin çargoşe “ Berdilî ji Kitêba Pîroz”). Bînin bîra xwe, çaxê Daniyêl pêxember sist û bêtaqet bû, milyaket ça bi dilgermî wî qewî kir. Belê, Yehowa dixwest, wekî ew merivê delal bizanibe, ku ew çiqas qîmet e (Dan. 10:2, 11, 19). Xûşk-birên meye dilteng jî, ber çevê Yehowa gelek qîmet in!

21. Çi axirî hîviya wan merivên zorbe ye, yên ku tobe nakin, û em gerekê çi berdewam kin bikin?

21 Çaxê em ber dilê wan merivada tên, em alî wan dikin, wekî ewana bîr nekin, ku Yehowa wana hiz dike. Û em usa jî gerekê tu car bîr nekin, ku Yehowa Xwedêyê heqiyê ye. Tu zorbetî û tu xirabî vê veşartî nemîne. Yehowa her tiştî divîne, û ew wê tu car bê ceza nehêle wan merivên zorbe, yên ku tobe nakin (Jimar 14:18). Were em gişk aliyê xweda hemû tiştî bikin, seva hizkirinê nîşan kin wanra, yên ku rastî vê zorbetiyê hatine. Xêncî vê yekê, çiqas dilbîniyê dide me ew yek, ku zûtirekê Yehowa wê bi temamî birînên dilê wan meriva qenc ke, yên ku aliyê Şeytan û dinya wîda, rastî xirabiyê hatine! Hindik maye ku ew hemû kul-derd derbaz bin, û wê hin dilê wanda, hin jî bîra wanda ew êş nemîne (Îşa. 65:17).

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

^ abz. 5 Ewên ku biçûktayêda rastî zorbetiya sêksûalî hatine, hela hê gelek sala jî ji bo vê yekê çetinaya dikişînin. Ew gotar wê alî me bike, ku em fem kin çira usa diqewime. Emê usa jî şêwir kin, ku kê dikare ber dilê wanda bê, û usa jî çi cûreyî em dikarin ber dilê wanda bên.

^ abz. 11 Ewê ku rastî zorbetiya sêksûalî hatiye, dikare xwexa safî ke, here bal hekîm yan na.

^ abz. 76 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke emirda mezin ber dilê xûşkekêda tê, ya ku dilbirîndar e.

^ abz. 78 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Du rûspî teseliya xûşkê dikin, ku dêprêsiyêda ne. Ewê xûşkê, xûşka emirda mezin jî teglîfî mala xwe kiriye.