Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18

Hezkirin û Edalet – li Civata Şagirtên Îsa

Hezkirin û Edalet – li Civata Şagirtên Îsa

“Barên hevdû hilgirin û bi vî awayî Şerîeta Mesîh pêk bînin” (GAL. 6:2).

KILAM 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

PÊŞGOTIN *

1. Em dikarin bi kîjan du tiştan bawer bin?

YEHOWA ji xizmetkarên xwe her tim hez kiriye û wê her tim hez bike. Wekî din, ew ji edaletê jî hez dike (Zeb. 33:5). Loma em dikarin bawer bin ku (1) dilê Yehowa diêşe gava xizmetkarên wî rastî neheqiyê tên û (2) ewê edaletê bîne cih. Li qismê yekê yê vê rêza meqaleyan, * me dîtibû ku Qanûna Mûsa li ser hezkirinê hatibû saz kirin. Vê qanûnê ji bo her kesî edalet bi pêş dixist, bi xisûsî ji bo kesên belengaz û bêxwedî (5. Mû. 10:18). Qanûna Mûsa nîşan dide ku Yehowa çi qas xema xizmetkarên xwe dixwe.

2. Emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Li sala 33yan a P.M., gava civata şagirtên Îsa hat saz kirin, Qanûna Mûsa betal bû. Gelo şagirtên Îsa wê êdî ji qanûneke li ser temela hezkirin û edaletê mehrûm bimana? Helbet na! Ji şagirtên Îsa re qanûneke nû hat dayîn. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku ev qanûn çi ye. Paşê, emê cewabên van pirsan bistînin: Ev qanûn çawa li ser hezkirinê hatiye saz kirin? Ev qanûn çawa edaletê bi pêş dixe? Li gor vê qanûnê, lazim e ku serên malbatê û kalên civatê otorîteya xwe çawa bi kar bînin?

QANÛNA MESÎH ÇI YE?

3. Qanûna Mesîh çi ye?

3 Galatî 6:2 bixwîne. Şagirtên Îsa di bin qanûna Mesîh de ne. Îsa qanûneke nivîsî neda şagirtên xwe. Li şûna vê, wî hin telîmat, emir û prensîp dan wan. Qanûna Mesîh ji hemû hîndariyên Îsa pêk tê. Ji bo ku em vê qanûnê baştir fehm bikin, emê niha bala xwe bidin çend nuqteyan.

4-5. Îsa çawa û kengê hîn dikir?

4 Îsa çawa hîn dikir? Bi gotinên xwe, wî hînî mirovan dikir ku Xwedê bi rastî yekî çawa ye, armanca jiyanê çi ye û hemû kul û derd wê çawa bi destê Padîşahiya Xwedê tune bibin (Lûqa 24:19). Wekî din, Îsa bi kirinên xwe ji mirovan re bû emsal. Bi hal û hereketên xwe, wî nîşanî şagirtên xwe da ku gerek ew çawa bijîn (Yûh. 13:15).

5 Îsa kengê hîn dikir? Mesela, wî hîn dikir gava ew li dinyayê bû (Met. 4:23). Piştî ku ew ji mirinê rabû, wî dîsa şagirtên xwe hîn dikirin. Carekê, wî ji şagirtên xwe re – ku hejmara wan belkî ji 500î zêdetir bû – got ku bila ew herin û mirovan “bikin şagirt” (Met. 28:19, 20; 1. Kor. 15:6). Piştî ku Îsa vegeriya ezmanan, wî şagirtên xwe dîsa jî hîn dikirin. Mesela, weke sala 96an a P.M., Îsa ji Yûhenna re got ku bila ew teşwîq û şîretê bide şagirtên meshkirî (Kol. 1:18; Pey. 1:1).

6-7. (a) Hîndariyên Îsa li ku derê nivîsî ne? (b) Em çawa dikarin qanûna Mesîh pêk bînin?

6 Hîndariyên Îsa li ku derê nivîsî ne? Li çar Încîlan, gelek gotin û kirinên Îsa nivîsî ne. Kitêbên din ên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî jî alî me dikin ku em qanûna Mesîh fehm bikin, çimkî ew bi îlhama ruhê pîroz hatin nivîsandin. Hemû kesên ku ev qismên Kitêba Pîroz nivîsîn xwediyê “fikra Mesîh” bûn (1. Kor. 2:16).

7 Dersên ji bo me: Hîndariyên Îsa li ser hemû warên jiyanê tesîr dikin. Ji ber vê yekê, gerek em li malê, li mektebê, li cihê îş û li civatê li gor qanûna Mesîh hereket bikin. Ji bo ku em vê qanûnê hîn bin, gerek em bala xwe bidin Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî û li ser wan kûr bifikirin. Ji bo ku em vê qanûnê pêk bînin, gerek em li gor van telîmat, emir û prensîpan bijîn. Gava em qanûna Mesîh pêk tînin, ev tê maneya ku em guh didin Xwedê, yê ku çavkaniya hemû hîndariyên Îsa ye (Yûh. 8:28).

QANÛNEKE LI SER TEMELA HEZKIRINÊ

8. Temela qanûna Mesîh çi ye?

8 Eger mala me li ser temeleke saxlem avakirî be, emê xwe di emniyetê de hîs bikin. Mîna vê, gava em li gor qanûneke baş dijîn, a ku li ser temeleke saxlem hatiye saz kirin, em xwe di emniyetê de hîs dikin. Qanûna Mesîh li ser temela herî baş hatiye saz kirin: li ser hezkirinê. Lê çawa?

Gava em hezkirina xwe ji mirovan re nîşan didin, em bi vî awayî qanûna Mesîh pêk tînin (Li paragrafên 9 heta 14an binêre) *

9-10. Îsa hezkirina xwe çawa nîşan dida, û em çawa dikarin wî ji xwe re bikin nimûne?

9 A yekê, hemû tiştên ku Îsa kiribûn, ji hezkirinê dihatin. Dilrehmî an dilşewatî ji hezkirinê tê. Seba dilrehmiyê, Îsa mirov hîn dikirin, nexweş qenc dikirin, birçî têr dikirin û çend mirî rakirin (Met. 14:14; 15:32-38; Mar. 6:34; Lûqa 7:11-15). Ji bo van fealiyetan pir wext û qewet lazim bû, lê belê Îsa bi dilxwazî ji bo hewcedariyên kesên din fedakarî dikir. Bi ser de, wî canê xwe di oxira kesên din de feda kir û bi vî awayî hezkirineke mezin nîşan da (Yûh. 15:13).

10 Dersên ji bo me: Wê baş be ku em Îsa ji xwe re bikin nimûne û ji hewcedariyên xwe zêdetir bala xwe bidin hewcedariyên kesên din. Wekî din, em dikarin wek wî li hemberî kesên ku em li xizmetê rastî wan tên, dilşewat bin. Gava em seba vê dilşewatiyê mizgînê belav dikin û hîn dikin, em bi vî awayî qanûna Mesîh pêk tînin.

11-12. (a) Em ji ku dizanin ku Yehowa xema me dixwe? (b) Em çawa dikarin hezkirina Yehowa ji xwe re bikin nimûne?

11 A diduyan, Îsa hezkirina Bavê xwe eyan dikir. Îsa nîşan dida ku Yehowa çi qas xema xizmetkarên xwe dixwe. Mesela, Îsa got ku her yek ji me ji bo Xwedê pir biqîmet e (Met. 10:31). Gava kesek tobe dike û vedigere civatê, Yehowa hazir e ku wî qebûl bike (Lûqa 15:7, 10). Yehowa ji me ew qas hez dike ku wî Kurê xwe di oxira me de wek fîdye feda kir (Yûh. 3:16).

12 Dersên ji bo me: Em çawa dikarin hezkirina Yehowa ji xwe re bikin nimûne? (Ef. 5:1, 2). Wê baş be ku em qîmetê bidin hemû xwişk û birayên xwe û miyên windabûyî, ên ku vedigerin ba Yehowa, bi dilxwazî qebûl bikin (Zeb. 119:176). Ji ber ku em ji xwişk û birayên xwe hez dikin, emê alîkariya wan bikin gava hewcedarî çêdibe (1. Yûh. 3:17). Gava em hezkirina xwe ji kesên din re wisa nîşan didin, em bi vî awayî qanûna Mesîh pêk tînin.

13-14. (a) Li gor Yûhenna 13:34, 35, Îsa çi emir da şagirtên xwe, û ev emir çima nû ye? (b) Em çawa dikarin vî emrî pêk bînin?

13 A sisêyan, Îsa emir da şagirtên xwe ku ew hezkirina fedakar nîşan bidin (Yûhenna 13:34, 35 bixwîne). Îsa emrekî nû dabû, çimkî hezkirineke wisa li bin Qanûna Mûsa nedihat teleb kirin. Li gor emrê Îsa, gerek em ji xwişk û birayên xwe bi fedakarî hez bikin, wekî ku Îsa ji me hez kiriye. * Lazim e ku em ji xwe zêdetir ji xwişk û birayan hez bikin. Gerek hezkirina me ew qas mezin be ku em wek Îsa hazir bin ku canê xwe di oxira wan de feda bikin.

14 Dersên ji bo me: Em çawa dikarin vî emrê nû pêk bînin? Bi vê yekê ku em ji bo xwişk û birayan fedakariyê bikin. Helbet ne bes e ku em tenê hazir bin ku canê xwe ji bo wan feda bikin. Fedakariyên biçûk jî muhîm in. Mesela, gava em riya xwe dirêj dikin ku xwişk an birayekî extiyar bibin civînê, gava em tercîhên xwe feda dikin ku hezkiriyekî me şa be an gava em ji îşê xwe îzin distînin ku piştî felaketekê alîkariyê bikin, em bi vî awayî qanûna Mesîh pêk tînin. Wekî din, em bi vî awayî alîkariyê dikin ku di civata me de, her kes xwe rihet û di emniyetê de hîs bike.

QANÛNEKE KU EDALETÊ BI PÊŞ DIXE

15-17. (a) Kirinên Îsa edaleta wî çawa eyan dikin? (b) Em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne?

15 Li gor Kitêba Pîroz, “edalet” ev e ku mirov tiştên ku li ber çavê Xwedê rast in, bike û bêteref bimîne. Lê qanûna Mesîh edaletê çawa bi pêş dixe?

Îsa qedrê jinan digirt, heta jinên ku dihatin kêm dîtin jî (Li paragrafa 16an binêre) *

16 A yekê, bala xwe bide vê yekê ku kirinên Îsa edaleta wî çawa eyan dikin. Li rojên wî, alimên Cihû ji kesên ji miletên din nefret dikir, mirovên nexwendî kêm didîtin û qedrê jinan nedigirt. Lê belê Îsa adil bû û li hemberî her kesî bêteref dima. Wî kesên ji miletên din, ên ku bi wî bawer dikir, qebûl dikirin (Met. 8:5-10, 13). Wî mizgîn bê pêşhikum da her kesî – hem dewlemendan hem jî feqîran (Met. 11:5; Lûqa 19:2, 9). Ew tu caran li jinan bi sertî muemele nedikir. Ew her tim ji wan re – heta ji jinên ku kesên din ew kêm didîtin re jî – nazik û hurmetdar bû (Lûqa 7:37-39, 44-50).

17 Dersên ji bo me: Wek Îsa, gerek em jî bêteref bimînin û mizgînê bidin her kesê ku guh dide – rewşa wan a sosyal an dînê wan çi be jî. Wekî din, şagirtên Îsa gerek hurmetê bidin jinan. Gava em van tiştan dikin, em bi vî awayî qanûna Mesîh pêk tînin.

18-19. Îsa di heqê edaletê de çi hîn dikir, û em ji hîndariyên wî çi dersan distînin?

18 A diduyan, bala xwe bide vê ku Îsa di heqê edaletê de çi hîn dikir. Prensîpên ku wî hîn dikirin alî me dikin ku em li kesên din adil bin. Mesela, wî got: “Her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin” (Met. 7:12). Em gişt dixwazin edaletê bibînin. Loma gerek em jî li kesên din adil bin. Lê eger em rastî neheqiyê bên, gerek em çi bikin? Îsa ji şagirtên xwe re got ku bila ew bawer bin ku Yehowa wê “heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî” bide (Lûqa 18:6, 7). Xwedê dizane ku em li van rojên dawîn rastî kîjan tengasiyan tên, û ew soz dide ku ewê di wexta xwe de edaletê bide me (2. Sel. 1:6).

19 Dersên ji bo me: Gerek em prensîpên ku Îsa hîn kiribûn, pêk bînin û ji kesên din re adil bin. Eger em li vê dinyaya Îblîs rastî neheqiyê bên jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê edaletê bide me.

OTORÎTE GEREK ÇAWA BÊ BI KAR ANÎN?

20-21. (a) Serên malbatê û kalên civatê gerek otorîteya xwe çawa bi kar bînin? (b) Mêr çawa dikare hezkirina fedakar ji jin û zarokên xwe re nîşan bide?

20 Li gor qanûna Mesîh, gerek serên malbatê û kalên civatê otorîteya xwe çawa bi kar bînin? Ji ber ku temela vê qanûnê hezkirin e, gerek ew hurmet û rûmetê bidin kesên ku di bin otorîteya wan de ne û ji wan re dilovan bin. Gerek ew ji bîr nekin ku riya Mesîh, riya hezkirinê ye.

21 Li malbatê. Çawa ku Îsa Mesîh ji civatê hez dikir, gerek mêr jî wisa ji jina xwe hez bike (Ef. 5:25, 28, 29). Mêr gerek hezkirina fedakar a Îsa Mesîh ji xwe re bike nimûne û ji xwestekên xwe zêdetir bala xwe bide hewcedarî û menfaetên jina xwe. Li hin mêran zor tê ku hezkirineke wisa nîşan bidin, çimkî ew di malbateke wisa de mezin bûne ku tu kesî hezkirin û edalet eyan nedikirin. Belkî li wan zor tê ku ew dev ji adetên xwe yên xerab berdin û qanûna Mesîh pêk bînin. Eger mêr ji dil ji jina xwe hez bike, jina wî jî wê qedrê wî bigire. Mêrekî ku ji zarokên xwe bi rastî hez dike wê dilê wan tu caran bi gotin an kirinên xwe neêşîne (Ef. 4:31). Li şûna wê, ewê hezkirin û rizaya xwe bi awayekî wisa nîşan bide ku zarok xwe di emniyetê de hîs bikin. Bavekî wisa wê hezkirina û baweriya zarokên xwe qazanc bike.

22. Li gor 1. Petrûs 5:1-3, kerî aîdî kê ye, û gerek ew çawa bê xwedî kirin?

22 Li civatê. Kalên civatê gerek ji bîr nekin ku “kerî” ne aîdî wan e (Yûh. 10:16; 1. Petrûs 5:1-3 bixwîne). Kerî aîdî Yehowa ye, û ew dixwaze ku miyên wî bi hezkirinê bên xwedî kirin (1. Sel. 2:7, 8). Gava kalên civatê şivantiya xwe bi hezkirinê tînin cih, Yehowa ji wan razî dibe. Wekî din, xwişk û bira ji kalên wisa hez dikin û qedrê wan digirin.

23-24. (a) Gava sûcên giran tên kirin, mesûliyeta kalên civatê çi ye? (b) Gava meseleyên wisa derdikevin, kalên civatê bala xwe didin kîjan pirsan?

23 Gava sûcên giran tên kirin, mesûliyeta kalên civatê çi ye? Mesûliyeta wan, ji mesûliyeta hakim û rîspiyên li dema Qanûna Mûsa cuda ye. Li gor Qanûna Mûsa, hakim û rîspî ne tenê ji bo meseleyên ruhî, lê ji bo meseleyên hiqûqî jî mesûl bûn. Lê belê li gor qanûna Mesîh, mesûliyeta kalên civatê tenê ev e ku bala xwe bidin meseleyên ruhî. Ew dizanin ku Xwedê mesûliyeta hiqûqî daye dewletê. Ji ber vê yekê, dewlet dikare mirovan ceza bike (Rom. 13:1-4).

24 Kalên civatê ji aliyê ruhî ve çawa li sûcên giran dinêrin? Ew qerarên xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz didin. Ew ji bîr nakin ku temela qanûna Mesîh, hezkirin e. Bi saya hezkirinê, kalên civatê ji xwe wisa dipirsin: Em çawa dikarin alî endamên civatê bikin, ên ku seba vî sûcî zerar ditiye? Gelo kesê ku ev sûc kiriye tobe dike? Gelo em dikarin alî wî bikin ku ew ji aliyê ruhî ve qenc bibe?

25. Li meqaleya din, emê çi bielimin?

25 Em çi qas şikurdar in ku em di bin qanûna Mesîh de ne! Eger em xîret bikin ku vê qanûnê pêk bînin, civata me wê bibe cihekî bihizûr û emîn. Dîsa jî, gerek em ji bîr nekin ku îro, mirov her ku diçe xerabtir dibin (2. Tîm. 3:13). Loma, gerek em her tim hişyar bimînin. Mesela, li warê îstismarkirina zarokan, civata şagirtên Îsa çawa dikare edaleta Xwedê bîne cih? Li meqaleya din, emê cewaba vê pirsê bistînin.

KILAM 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

^ par. 5 Ev meqale û du meqaleyên piştî vê nîşan didin ku em çima dikarin bawer bin ku Yehowa Xwedayê hezkirin û edaletê ye. Ew dixwaze ku xizmetkarên wî edaletê bibînin, û ew teseliyê dide kesên ku li vê dinyaya xerab rastî neheqiyê tên.

^ par. 1 Li meqaleya “Hezkirin û Edalet – li Qanûna Mûsa” (Birca Çavdêriyê, Sibat 2019) binêre.

^ par. 13 NOT: Bi saya hezkirina fedakar, em herî zêde bala xwe didin hewcedarî û menfaetên kesên din. Em hazir in ku fedakariyê bikin ji bo ku em alîkariya kesên din bikin.

^ par. 61 RESIM: Îsa rastî cenazeya kurê jinebiyekê tê. Dilê wî bi jinikê dişewite, û ew kurê wê ji mirinê radike.

^ par. 63 RESIM: Îsa li mala Şîmûnê Fêrîsî xwarinê dixwe. Jinikeke ku belkî fahîşe ye lingên Îsa bi hêstiran dişo, bi porê xwe ziwa dike û rûnê bêhnxweş dirijîne ser wan. Şîmûn ji kirinên jinikê ne razî ye, lê Îsa pişta wê digire.