Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 18

Hizkirin û Heqî Civata Mesîhîtîda

Hizkirin û Heqî Civata Mesîhîtîda

“Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin” (GALT. 6:2).

KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Em kîjan du tiştada gerekê dudilî nebin?

YEHOWA XWEDÊ xizmetkarên xwe gelek hiz dike. Ewî timê ewana hiz kirine û wê timê hiz bike. Ew usa jî heqiyê hiz dike (Zeb. 33:5). Lema em van du tiştada gerekê dudilî nebin: 1) Dilê Yehowa dêşe çaxê xizmetkarên wî rastî neheqiyê tên. 2) Ew soz dide, wekî neheqî wê bê hildanê, û ew wê dîwana wan bike, yên ku hindava cimeta wî neheqiyê dikin. Gotara pêşiyêda, ya vê rêza gotarada, * em pêhesiyan wekî Qanûn ku Xwedê bi saya Mûsa dabû cimeta Îsraêl, ser hîmê hizkirinê bû. Ewê Qanûnê hîn dikir, wekî ewana heq bin, îlahî hindava wanda, yên ku nikaribûn xwe xwey kirana (Qan. Dcr. 10:18). Ew Qanûn eyan dike, wekî Yehowa ça dikeve heyra xizmetkarên xwe û bona wan xem dike.

2. Emê vê gotarêda caba kîjan pirsa şêwir kin?

2 Çaxê civata Mesîhîtî hate sazkirinê, sala 33 D.M., Qanûna Mûsa ji qewatê derket. Lê gelo Mesîhiyên hingê bê qanûn man, kîjan ku ser hîmê hizkirinê bû û heqî dianî? Na, çimkî Mesîhiyara qanûna teze hate dayînê. Vê gotarêda pêşiyê emê şêwir kin, ku ew çi qanûn e. Paşê emê caba van pirsa pêbihesin: Çira em dikarin bêjin, wekî ev qanûn ser hîmê hizkirinê ye? Çira em dikarin bêjin, wekî ew heqiyê tîne? Û merivên xweyîhukum gerekê hindava merivada ça bin?

“QANÛNA MESÎH” ÇI YE?

3. Çawa Galatî 6:2-da tê kifşê, çi dikeve nava “qanûna Mesîhda”?

3 Bixûne Galatî 6:2. Mesîhî bin “qanûna Mesîhda” nin. Îsa şagirtên xwera gelek qanûn nenivîsîn, ewî rêberî, temî û prînsîp da wan. Hemû tişt çi ku Îsa hîn dikir, dikeve nava “qanûna” Mesîhda. Seva evê yekê hê rind fem bikin, were derheqa vê qanûnê hê zêde pêbihesin.

4-5. Îsa ça û kengê meriv hîn dikirin?

4 Îsa ça meriv hîn dikirin? Ya pêşin, ewî pê giliyên xwe hîn dikir. Giliyên wî qayîm ser meriva hukum dibûn, çimkî ewî derheqa rastiya Xwedê xeber dida, hîn dikir ku nêta emir çi ye, û eyan dikir, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû kul-derdên însanetê bide hildanê (Lûqa 24:19). Îsa pê mesela xwe jî hîn dikir. Ewî bi jîyîna xwe şagirtên xwera nîşan dikir, ku ewana gerekê ça bijîn (Yûhn. 13:15).

5 Îsa kengê hîn dikir? Ewî wedê xizmetiya xweye ser erdê hîn dikir (Met. 4:23). Îsa paşî saxbûna xwe jî şagirtên xwe hîn dikir. Mesele, ew 500 zêdetir şagirtên xweva xuya bû û temî da wan, wekî meriva bikin şagirt (Met. 28:19, 20; 1 Korn. 15:6). Îsa usa jî çaxê vegeriya ezmana, çawa serê civatê berdewam dikir rêberiyê şagirtên xwe bike. Mesele, nêzîkaya sala 96 D.M., Mesîh rêberî Yûhennayê şandî kir, seva ew dil bide Mesîhiyên bijartî û şîreta bide wan (Kols. 1:18; Eyan. 1:1).

6-7. a) Hînkirinên Îsa kîderê hatine nivîsarê? b) Çawa em gura qanûna Mesîh dikin?

6 Lê hînkirinên Îsa kîderê hatine nivîsarê? Çar kitêbên pêşin e Mizgînîda, gelek tişt tê gilîkirinê çi ku Îsa ser erdê digot û dikir. Kitêbên Nivîsarên Yûnanîye din jî, ku bi rêberiya ruhê pîroz hatine nivîsarê, alî me dikin, wekî fikir û nihêrandina Îsa ser gelek tişta, fem kin, çimkî ew kitêb wan meriva nivîsîn, “nêt-fikira” kîjana mîna ya Mesîh bû (1 Korn. 2:16).

7 Ders: Hînkirinên Îsa hemû aliyada alî me dikin. Dêmek qanûna Mesîh hemû dera ser hemû kirên me hukum dike, mesele malda, mektebêda, xebatêda, û civatêda. Qanûna wî em hîn dibin çaxê Nivîsarên Yûnanî dixûnin û ser difikirin. Çaxê em dijîn li gora temî, rêberî û prînsîpên wan kitêba, kîjan ku ji bîna ber Xwedê hatine nivîsarê, bi vê yekê em gura vê qanûnê dikin. Çaxê em gura qanûna Mesîh dikin, bi vê yekê em gura Yehowa Xwedayê meyî hizkirinê dikin, çimkî Kaniya wan tişta çi ku Îsa hîn dikir, Yehowa ye (Yûhn. 8:28).

QANÛN KU SER HÎMÊ HIZKIRINÊ YE

8. Hîmê qanûna Mesîh çi ye?

8 Çaxê xanîk ser hîmê qewî tê avakirinê, merivên ku têda dijîn, xwe bêxof û xweykirî texmîn dikin. Qanûn jî hergê ser hîmê baş tê sazkirinê, merivên bin vê qanûnêda xwe xweykirî texmîn dikin. Qanûna Mesîh ser hîmekî lapî qewî hatiye sazkirinê, ew heye hizkirin. Lê çira em dikarin usa bêjin?

Çaxê em tevî meriva bi hizkirin in, em gura “qanûna Mesîh” dikin (Binihêre abzasa 9-14) *

9-10. Kîjan mesele didine kifşê, wekî Îsa her tişt ji hizkirinê dikir, û ça em dikarin çev bidine wî?

9 Ya pêşin, hemû tişt çi ku Îsa dikir ji hizkirinê bû. Dilşewatî ji hizkirinê tê. Dilê Îsa dişewitî bona meriva û gunê wî wana dihat, lema ewî meriv hîn dikirin, yên nexweş qenc dikir, yên birçî têr dikir, û yên mirî radikir (Met. 14:14; 15:32-38; Marq. 6:34; Lûqa 7:11-15). Rast e, ewê yekê ji wî gelek wede û qewat distand, lê Îsa bi rezedilî hewcên meriva ji hewcên xwe bilindtir digirt. Lê hizkirina xweye lape mezin ewî îzbat kir bi vê yekê, ku emirê xwe da bona meriva (Yûhn. 15:13).

10 Ders: Em gerekê çev bidine Îsa ku bikevine heyra meriva, ne ku heyra xwe, dêmek pêşiyê hewcên wan hildin hesab. Usa jî em gerekê dilşewat bin hindava wanda, kêra mizgîniyê gilî dikin. Çaxê dilşewatî me hêlan dike, ku mizgîniyê bela kin û meriva hîn kin, bi vê yekê em gura qanûna Mesîh dikin.

11-12. a) Çi dide kifşê wekî Yehowa bona me xem dike? b) Ça em dikarin çev bidine hizkirina Yehowa?

11 Ya duda, Îsa hizkirina Bavê xwe eyan dikir. Îsa çaxê hîn dikir, ewî dida kifşê ku Yehowa xizmetkarên xwe çiqas zef hiz dike û bona wan xem dike. Ewî digot, wekî her kes qîmet e ber çevê Bavê meyî ezmana (Met. 10:31). Yehowa bi dil û can dixwaze, wekî her kesê undabûyî, yê ku tobe dike, vegere civatê (Lûqa 15:7, 10). Yehowa hizkirina xwe mera îzbat kir bi vê yekê, ku Kurê xwe kire qurban bona me (Yûhn. 3:16).

12 Ders: Ça em dikarin çev bidine hizkirina Yehowa? (Efes. 5:1, 2). Em gerekê hemû xûşk-birên xwe qîmet kin û hiz bikin, û usa jî çaxê “peza undabûyî” vedigere bal Yehowa, bi dil û can şa bin û wî qebûl kin (Zeb. 119:176). Em hizkirina xwe hindava xûşk-bira, bi vê yekê îzbat dikin, ku wedê tengasiya kêleka wan in û alî wan dikin (1 Yûhn. 3:17). Çaxê em tevî xûşk-bira bi hizkirin in, em gura qanûna Mesîh dikin.

13-14. a) Li gora Yûhenna 13:34, 35, temiya Îsa çi tê hesabê, û çira ew temiya teze ye? b) Çawa em gura vê temiya teze dikin?

13 Ya sisiya, Îsa temî da şagirtên xwe, wekî mîna wî hevdu hiz bikin. (Bixûne Yûhenna 13:34, 35.) Ew temiya Îsa teze ye, çimkî dewa dike ku hizkirineke usa bidine kifşê, kîjan ku Qanûna Mûsada nedihate dewakirinê. Em gerekê xûşk-bira usa hiz bikin, ça Îsa em hiz kirine. Em gerekê wana ji xwe zêdetir hiz bikin. Gerekê em usa qayîm wana hiz bikin, wekî hazir bin bona wana emirê xwe jî bidin, çawa Îsa bona me da.

14 Ders: Ça em evê temiya nû tînin sêrî? Em bona xûşk-bira qurbana dikin, dêmek kara xwe nagerin, lê kara wana digerin. Xêncî ku em hazir in qurbana mezin bikin, ku emirê xwe bidin bona wan, em usa jî qurbanên biçûk dikin seva wan. Mesele, çaxê em xûşk-birên emirda mezin dibin civatê, tiştekî ji xwe kêm dikin, seva dilê wan şa kin, yan jî ji xebatê wedelû derdikevin, seva wedê xezeba alîkariyê bidin, wî cûreyî em gura qanûna Mesîh dikin. Em usa jî alîkariyê didine civatê, wekî wêderê her kes xwe xweykirî û bêxof texmîn ke.

QANÛN KU HEQIYÊ TÎNE

15-17. a) Çawa kirên Îsada heqî dihate kifşê? b) Ça em dikarin çev bidine Îsa?

15 “Heqî”, çawa Kitêba Pîrozda tê xebitandinê, tê hesabê wan tişta bikin çi ku ber çevê Xwedê rast in, û firqiyê nekine orta meriva. Lê çira em dikarin bêjin, wekî qanûna Mesîh heqiyê tîne?

Îsa hindava jinada bi qedir û heyf bû, hela hê hindava wanda jî, yên ku merivên mayîn ber tiştekî hesab nedikirin (Binihêre abzasa 16) *

16 Ya pêşin, bifikirin derheqa kirên Îsa, ku heqî didane kifşê. Wedê wîda, serwêrên dînê Cihûya miletên mayîn nefret dikirin, û qedirê jina nedigirtin. Lê Îsa hindava hemûyada heq bû û firqî nedikire orta meriva. Ewî merivên necihû qebûl dikir, çaxê wana baweriya xwe wî dianîn û pey wî diçûn (Met. 8:5-10, 13). Ewî hemûyara mizgînî bela dikir, hin yên dewletîra hin jî kesîbara (Met. 11:5; Lûqa 19:2, 9). Ew tu car hindava jinada sert nîbû û ewana bêhurmet nedikirin. Dewsê ew hindava wanda bi qedir û heyf bû, hela hê hindava wanda jî, yên ku merivên mayîn ber tiştekî hesab nedikirin (Lûqa 7:37-39, 44-50).

17 Ders: Em dikarin çev bidine Îsa, û firqiyê nekine orta meriva, hemûyara mizgîniyê bela kin, firqî tune ewana çi bawer dikin, yan jî kesîb in yan dewletî ne. Malxên malê yên ku Mesîhî ne, gerekê mîna Îsa hindava jinada bi qedir bin. Çaxê em usa dikin, em gura qanûna Mesîh dikin.

18-19. Îsa derheqa heqiyê çi hîn dikir, û em ji hînkirinên wî çi dersa hîn dibin?

18 Ya duda, dîna xwe bidinê, Îsa derheqa heqiyê çi hîn dikir. Ewî prînsîpên usa hîn dikir, kîjan ku wê alî peyçûyên wî bikirana, wekî hindava merivada heq bûna. Mesele, bifikirin derheqa Qeydê Zêrîn (Met. 7:12). Belê, em gişk dixwazin wekî hindava meda heq bin. Lema em jî gerekê hindava meriva heq bin. Çaxê em usa bikin, ewana jî wê hêlan bin hindava meda usa bin. Lê hergê hindava meda neheqiyê bikin, em gerekê çi bikin? Îsa şagirtên xwe hîn kir, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ew wê heqiyê bike wanra, “yêd ku şev û roj hewara xwe wî datînin” (Lûqa 18:6, 7). Ev rêz sozekî usa dide me: Xwedêyê meyî heq û rast, zane em wan rojên axiriyêda rastî çi tengasiya tên, û ew wê ese wededa heqiyê bîne (2 Têsln. 1:6).

19 Ders: Çaxê em wan prînsîpa bînin sêrî, kîjan ku Îsa hîn dikir, emê hindava merivada heq bin. Û hergê vê dinya Şeytanda kesek neheqî me kiriye, em gerekê dilrihet bimînin, çimkî zanin ku Yehowa dîwana wan bike, yên ku neheqî me kirine.

MERIVÊN XWEYÎHUKUM GEREKÊ HINDAVA MERIVADA ÇA BIN?

20-21. a) Yên xweyîhukum hindava meriva gerekê ça bin? b) Mêr ça dikare hizkirina helal bide kifşê, û bav gerekê hindava zarên xweda ça bin?

20 Li gora qanûna Mesîh, ewên ku xweyîhukum in, gerekê hindava meriva ça bin? Hîmê qanûna Mesîh ew heye hizkirin, lema merivên xweyîhukum gerekê bi qedir û bi hizkirin bin tevî wan, bona kê jî cabdar in. Ewana gerekê bîr nekin ku Mesîh dixwaze, wekî hemû kirên meda hizkirin bê kifşê.

21 Malbetêda. Mêr gerekê jina xwe usa hiz bike, çawa ku “Mesîh civîn hiz kir” (Efes. 5:25, 28, 29). Ew gerekê çev bide hizkirina Îsaye helal, dêmek hewcên jina xwe dayne ciyê pêşin, û bikeve heyra wê, ne ku heyra xwe. Hine mêrara çetin e jina xwera hizkirina usa bidin kifşê, çimkî dibeke wê malêda kîderê ewana mezin bûne, qedir û hizkirin kêm hebûye. Rast e wan mêrara hêsa nîne bêne guhastinê, lê yeke ewana gerekê vê yekê bikin, seva ku gura qanûna Mesîh bikin. Mêr ku jina xwe hiz dike û kara wê digere, wê qedirê jina xwe qazanc ke. Bavên ku zarên xwe hiz dikin, wê tu car dilê wan neêşînin ne pê giliya, ne jî pê kirên xwe (Efes. 4:31). Dewsê, ewana wê hizkirina xwe û qebûlkirina xwe zarara bidine kifşê, seva zar xweykirî xwe texmîn kin. Bavên usa, hizkirin û îtbariya zarên xwe qazanc dikin.

22. Anegorî 1 Petrûs 5:1-3, xweyê “peza” kê ye, û rûspî hindava wanda gerekê ça bin?

22 Civatêda. Rûspî gerekê bîr nekin, ku xweyê “pez” ewana nînin (Yûhn. 10:16; bixûne 1 Petrûs 5:1-3.) Ev gilî, “keriyê pezê Xwedê” û “para” Xwedê, tîne bîra rûspiya wekî Yehowa ye xweyê wan peza. Ew dixwaze, wekî hindava pezên wî bi hizkirin û nerm bin (1 Têsln. 2:7, 8). Rûspiyên ku bi hizkirin cabdariya xwe çawa şivan tînin sêrî, qebûlkirina Yehowa distînin. Ew rûspî usa jî hizkirin û qedirê xûşk-bira qazanc dikin.

23-24. a) Şixulê rûspiya çi ye çaxê kesek civatêda gunê giran dike? b) Çaxê ewana wan problêma safî dikin, gerekê çi bîr nekin?

23 Lê hergê kesekî gunê giran kiriye, wî wedeyî şixulê rûspiya çi ye? Şixulê wan, ji şixulê hakim û rûspiyên berê, ku bin Qanûna Mûsada bûn, cude dibe. Li gora Qanûna Mûsa, ew mêrên kifşkirî, ne tenê ew problêm safî dikirin, kîjan ku hebandina Yehowava girêdayî bûn, lê usa jî şixulên krîmînal û qaçaxtiyê. Lê bin qanûna Mesîhda, rûspî tenê wan problêma safî dikin, kîjan ku hebandina Yehowava girêdayî ne. Ewana fem dikin ku tiştên krîmînal cabdariya serwêrên dewletê ye, kîjanara Xwedê hukum daye. Dêmek hukumê wan heye, mesele, cirmê bidine ser wî merivî ku qanûnê diteribîne, yan jî wî bikine kelê (Rom. 13:1-4).

24 Lê rûspî cabdar in çi bikin, çaxê civatêda kesekî gunekî giran kiriye? Ewana ser hîmê Kitêba Pîroz her tiştî lêkolîn dikin û paşê safîkirina dikin. Ewana bîr nakin, ku hizkirin ew heye hîmê qanûna Mesîh. Lema jî hizkirin rûspiya hêlan dike, ku bifikirin û wan tişta hildin hesab: Çi gerekê bê kirinê, seva civatêda alî her kesî bikin, hindava kîjanada xirabî hatiye kirinê? Lê hindava wî kesî yê ku gunê giran kiriye, hizkirin rûspiya hêlan dike têderxin: Hela ew gunê xwe tîne rûyê xwe yan na? Em dikarin alî wî bikin, ku ew ruhanîda qenc be?

25. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

25 Em çiqas razî ne ji Xwedê, ku em bin qanûna Mesîhda nin! Hergê her kes ji me her tiştî aliyê xweda dike seva gura vê qanûnê bike, civata me wê bibe cîkî usa, kîderê her kes wê texmîn ke, wekî wî hiz dikin, qîmet dikin û xwey dikin. Lê em îro dinyake usada dijîn, kîderê “merivêd xirab” xirabiyêda pêşda diçin (2 Tîmt. 3:13). Lema em gerekê fesal bin. Lê ça civata Mesîhîtî heqiya Yehowa dide kifşê, çaxê xeberdan diçe derheqa zorbetiya sêksûalî hindava zara? Gotara dinda emê caba vê pirsê bidin.

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin

^ abz. 5 Ew gotar û usa jî du gotarên paşî vê, para rêza gotara ne, kîderê tê şirovekirinê, ku çira em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa Xwedêyê hizkirinê û heqiyê ye. Ew dixwaze wekî hindava cimeta wîda heq bin, û ew berdiliyê dide wan, yên ku vê dinya zulmda rastî neheqiyê tên.

^ abz. 1 Binihêrin gotar bi navê “Qanûna Mûsa Ça Hizkirin û Heqiya Yehowa Eyan Dike”, “Birca Qerewiliyêda” ya meha Sibatê, sala 2019.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa dîna xwe dide jinebîkê, ku kurê xweyî tayê tenê unda kiriye. Ji dilşewatiya xwe ewî kurê wê ji mirinê rakir.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa ser nanxwarinê ye bal yekî Fêrisî bi navê Şimhûn. Jin ku diqewime qav e, pê hêsirên xwe nigên Îsa şûşt, pê porê xwe ziha kir, û rûn serda kir. Şimhûn kirên jinikê qebûl nake, lê Îsa piştgiriya wê dike.