Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25

Di Tengasiyê de Xwe Bispêre Yehowa

Di Tengasiyê de Xwe Bispêre Yehowa

“Ez ... bi keser im” (1. SAM. 1:15).

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dost

PÊŞGOTIN *

1. Gerek em çima guh bidin tembîha Îsa?

ÎSA Mesîh di heqê rojên dawîn de ji berê de wisa gotibû: “Hay ji xwe hebin ku ... bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe” (Lûqa 21:34). Çima muhîm e ku em guh bidin vê tembîhê? Çimkî, wek her kesî em jî rastî tengasiyan tên.

2. Hin xwişk û birayên me rastî çi cure tengasiyan tên?

2 Carinan tengasî li ser hev tên serê me. Serpêhatiyên van kesan bîne ber çavê xwe: Birayê me John *, ê ku ketiye nexweşiyeke giran a bi navê MS, pir xemgîn bû gava pîreka wî piştî zewaca 19 salî ew berda. Paşê, du qîzên wî dev ji xizmeta Yehowa berda. Jin û mêrekî bi navê Bob û Linda jî rastî tengasiyan hatin. Her diduyan jî xebatên xwe winda kirin, û piştî vê, wan mala xwe jî winda kir. Bi ser de, nexweşiya dil li Lindayê derket, û nexweşiyeke din jî sîstema wê ya parastinê xera dikir.

3. Li gor Filîpî 4:6, 7, em dikarin ji çi emîn bin?

3 Em dikarin bawer bin ku Bavê meyî dilovan Yehowa rind fehm dike ku tengasî li ser me çawa tesîr dikin, û ew dixwaze alî me bike ku em serî bi tengasiyên xwe re derxînin (Filîpî 4:6, 7 bixwîne). Gelek serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku xizmetkarên Xwedê rastî çi cure tengasiyan hatibûn û Yehowa çawa alî wan kiribû. Niha emê li hin ji van serpêhatiyan binêrin.

ÊLYAS – “MIROVEKÎ WEK ME”

4. Êlyas rastî kîjan tengasiyan hat, û wî li Yehowa çawa dinêrî?

4 Êlyas pêxember li demeke çetin dijiya û rastî tengasiyên giran dihat. Li wê demê, Ahab padîşahê Îsraêl bû. Ew mirovekî xerab bû, û ew bi jineke pûtperest a bi navê Îzebel zewicî. Ahab û Îzebelê welat bi pûtperestiyê ve tije kir û gelek pêxemberên Yehowa kuştin. Lê belê Êlyas ji destê wan filitî. Wekî din, ji ber ku wî xwe dispart Yehowa, ew sax ma gava xelayeke giran çêbû (1. Qra. 17:2-4, 14-16). Wekî din, gava Êlyas li dijî pêxember û alîgirên Baal micadele dikir, wî xwe dispart Yehowa. Wî miletê Îsraêl tembîh kir ku bila ew ji Yehowa re îbadetê bikin (1. Qra. 18:21-24, 36-38). Êlyas rind dizanibû ku li wan demên çetin, Yehowa piştgiriya wî dike.

Yehowa bi destê melekekî alî Êlyas kir ku ew ji nû ve qewetê bistîne (Li paragrafên 5 û 6an binêre) *

5-6. Li gor 1. Qiralan 19:1-4, halê Êlyas çawa bû, û Yehowa çawa nîşan da ku ew ji Êlyas hez dike?

5 1. Qiralan 19:1-4 bixwîne. Dîsa jî, tirs ket dilê Êlyas gava Îzebelê dixwest ew bikuşta. Loma Êlyas reviya û çû bajarê Beer-Şebayê. Wî xwe ew qas bêçare hîs dikir ku wî ji Xwedê mirin xwest. Lê çima? Êlyas “mirovekî wek me bû”, yanî ew jî wek me biqisûr bû (Aqûb 5:17). Dibe ku ew seba tengasî û bêhaliyê êdî bi zêdeyî dilteng bûbû. Wisa xuya dikir ku keda Êlyas çûbû avê, li welatê Îsraêl tu tişt safî nebû û tenê Êlyas hê ji Yehowa re îbadet dikir (1. Qra. 18:3, 4, 13; 19:10, 14). Belkî gotinên vî pêxemberê dilsoz ji me re ecêb tên. Lê belê Yehowa hîsên wî rind fehm dikirin.

6 Gava Êlyas behsa hîsên xwe kir, Yehowa bi wî hêrs neket, lê alî wî kir ku ew ji nû ve qewetê bistîne (1. Qra. 19:5-7). Paşê, Yehowa qudreta xwe nîşanî Êlyas da ji bo ku ew fikrên xwe rast bike. Yehowa got ku li Îsraêl, hê 7.000 mirov hene yên ku ji Baal re îbadetê nakin (1. Qra. 19:11-18). Bi vî awayî, Yehowa nîşan da ku ew ji Êlyas hez dike.

YEHOWA WÊ ÇAWA ALÎ ME BIKE?

7. Eva ku Yehowa alî Êlyas kiribû dilê me çawa rihet dike?

7 Gelo tu jî di tengasiyê de yî? Eva ku Yehowa halê Êlyas fehm dikir, ma dilê me rihet nake? Em dikarin bawer bin ku ew tengasiyên me jî fehm dike. Ew sînorên me dizane, û ew rind dizane ku em çi difikirin û çi hîs dikin (Zeb. 103:14; 139:3, 4). Eger em wek Êlyas xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em serî bi tengasiyên xwe re derxînin (Zeb. 55:22).

8. Yehowa wê çawa alî me bike ku em serî bi tengasiyên xwe re derxînin?

8 Gava em dikevin tengasiyê, em carinan cesareta xwe winda dikin û difikirin ku problema me wê tu caran hel nebe. Eger em bikevin halekî wisa, gerek em bînin bîra xwe ku Yehowa wê alî me bike ku em serî bi tengasiyên xwe re derxînin. Lê ewê çawa alî me bike? Ew dixwaze ku em derdên xwe ji wî re bibêjin. Û ewê bê hawara me (Zeb. 5:3; 1. Ptr. 5:7). Loma gerek em her tim ji Yehowa re dua bikin û behsa derdên xwe bikin. Xwedê her çi qas rasterast bi me re nepeyive jî, ewê bi navgîniya Kitêba Pîroz û teşkîlata xwe bi me re bipeyive. Serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin teselî û hêviyê bidin me. Wekî din, xwişk û bira dikarin cesaretê bidin me (Rom. 15:4; Îbr. 10:24, 25).

9. Dostên me çawa dikarin alî me bikin?

9 Yehowa ji Êlyas re got ku bila ew mesûliyeta xwe bi Elîşa parve bike. Bi vî awayî, Xwedê hevalekî baş da Êlyas, ê ku destek û cesaret dida wî. Mîna vê, gava em dilê xwe ji dostekî xwe re vedikin, ew dikare barê me sivik bike (2. Qra. 2:2; Mtl. 17:17). Eger tu difikirî ku dostekî wisa tune ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu xwişk an birayekî gihîştî bibînî, yê ku dikare destek bide te.

10. Serpêhatiya Êlyas çawa hêviyê dide me, û Yehowa wê çawa alî me bike?

10 Bi alîkariya Yehowa, Êlyas serî bi derdên xwe re derxist û bi gelek salan bi dilsozî xizmet kir. Serpêhatiya Êlyas hêviyê dide me. Gava em dikevin tengasiyên giran, dibe ku em ji aliyê bedenî û hîsî ve bêtaqet bimînin. Eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê qewetê bide me ku em karibin sebir bikin û dev ji xizmeta xwe bernedin (Îşa. 40:28, 29).

SÊ KESÊN KU XWE SPARTIBÛ YEHOWA

11-13. Li demên berê, tengasiyê çawa li ser sê xizmetkarên Xwedê tesîr kir?

11 Li demên berê, kesên din jî rastî tengasiyên giran dihatin. Mesela, Hanna pir dilteng bû ji ber ku ew bêzarok bû û hewiya wê qerfa xwe pê dikir (1. Sam. 1:2, 6). Hanna ew qas xemgîn bû ku ew digiriya û xwarin di gewriya wê de nediçû xwarê (1. Sam. 1:7, 10).

12 Dawid Padîşah jî car caran diket tengasiyan. Bîne ber çavê xwe ku derdên çi qas giran hatibûn serê wî. Mesela, ji ber ku wî gelek şaşî kiribûn, wijdanê wî ne rihet bû (Zeb. 40:12). Kurê wî Abşalom li hemberî wî serî hilda û paşê hat kuştin (2. Sam. 15:13, 14; 18:33). Wekî din, yek ji dostên Dawid lê xayîntî kir (2. Sam. 16:23–17:2; Zeb. 55:12-14). Li zebûrên xwe, Dawid gelek caran behsa diltengiya xwe dikir û nîşan dida ku wî xwe bi temamî dispart Yehowa (Zeb. 38:5-10; 94:17-19).

Çi alî neviyê Asaf kir ku ew ji nû ve bi dilşadî ji Yehowa re xizmet bike? (Li paragrafên 13 heta 15an binêre) *

13 Paşê, yek ji zebûrbêjan xweziya xwe bi rewşa xeraban dianî. Dibe ku ev zebûrbêj yek ji neviyên Asaf bû, yê ku li “perestgeha Xwedê” xizmet dikir. Carekê, ew seba tengasiyê dilteng bû. Bi ser de, wî êdî ji xizmeta Xwedê kêf nedistend (Zeb. 73:2-5, 7, 12-14, 16, 17, 21).

14-15. Wek em ji sê serpêhatiyên Kitêba Pîroz dibînin, gerek em çi bikin ku Yehowa alî me bike?

14 Van sê xizmetkarên Xwedê xwe dispart Yehowa. Wan ji wî re ji dil dua dikir û behsa derdên xwe dikir. Wan ji Xwedê re rasterast got ku ew çima dilteng in. Û ew dîsa jî diçûn mala Yehowa (1. Sam. 1:9, 10; Zeb. 55:22; 73:17; 122:1).

15 Yehowa bi dilovanî cewab da van kesan. Hizûr ket dilê Hannayê (1. Sam. 1:18). Dawid wisa nivîsî: “Derdê kesê rast zêde ne, lê belê XUDAN, wî ji hemûyan xelas dike” (Zeb. 34:19, KP). Neviyê Asaf jî paşê got ku Yehowa destê wî girtibû û bi şîreta xwe rêberiya wî kiribû. Wî got: “Nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e; ... Min Reb Xudan ji xwe re kir star” (Zeb. 73:23, 24, 28). Em ji van serpêhatiyan çi hîn dibin? Carinan dibe ku em bikevin tengasiyan. Lê eger em li ser vê kûr bifikirin ku Yehowa alî kesên din kiriye, bi bawerî ji wî re dua bikin û guh bidin wî, emê karibin serî bi tengasiyên xwe re derxînin (Zeb. 143:1, 4-8).

XWE BISPÊRE YEHOWA Û SERKEFTÎ BIBE

Xwişkeke me pêşî dixwest xwe ji kesên din dûr bigirta, lê paşê, gava wê alî kesên din dikir, dilê wê rihettir dibû (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16-17. (a) Gerek em xwe çima ji kesên din dûr negirin? (b) Em çawa dikarin ji nû ve qewetê bistînin?

16 Ji van sê serpêhatiyan, em tiştekî din jî hîn dibin: Gerek em xwe ji Yehowa û ji xizmetkarên wî dûr negirin (Mtl. 18:1). Xwişkeke me ya bi navê Nancy pir dilteng bû gava zilamê wê ew berda. Ew wisa dibêje: “Li hin rojan, min nedixwest kesekî bibînim an bi kesekî bipeyivim. Lê belê, her ku min xwe ji kesên din dûr digirt, ez hê jî xemgîn dibûm.” Lê belê wexta ku Nancy’yê alî kesên din dikir, ên ku di tengasiyê de bûn, halê wê hê baş dibû: “Min guh dida gava kesên din behsa derdên xwe dikir. Gava min zêdetir bala xwe dida derdên kesên din, ez êdî bi zêdeyî li ser derdên xwe nedifikirîm.”

17 Li civînan, Yehowa dikare ji me re bibe “alîkar û xemrevîn” ku em ji nû ve qewetê bistînin (Zeb. 86:17). Li wê derê, Xwedê bi navgîniya ruhê pîroz, Peyva xwe û xwişk û birayên me qewetê dide me. Li civînan, em dikarin cesaretê bidin hevdû (Rom. 1:11, 12). Xwişka me Sophia wisa dibêje: “Hem Yehowa hem xwişk û birayan alî min kiriye ku ez sebir bikim. Min ji civînan pir feyde distend. Min fehm kir ku gava ez bi zêdeyî bi xizmetê û bi civatê mijûl dibim, ez hê zêdetir dikarim serî bi derd û tengasiyên xwe re derxînim.”

18. Eger em xwe bêçare hîs bikin, Yehowa çawa dikare alî me bike?

18 Eger em xwe bêçare hîs bikin, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa soz daye ku ewê alî me bike. Li dinyaya nû, ewê me bi temamî ji kul û derdan bifilitîne. Wekî din, ew alîkariyê dide me ku em niha karibin serî bi tengasiyên xwe re derxînin. Ew hem daxwaza me zêde dike hem jî qewetê dide me ku em hêviya xwe winda nekin û cesaretê bistînin (Flp. 2:13).

19. Li Romayî 8:37-39, çi soz tê dayîn?

19 Romayî 8:37-39 bixwîne. Pawlosê şandî got ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê veqetîne. Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin, ên ku rastî tengasiyan tên? Meqaleya din wê nîşan bide ku em çawa dikarin wek Yehowa dilovan bin û piştgiriya xwişk û birayên dilteng bikin.

KILAM 44 Duayê Merivê Dilşkestî

^ par. 5 Tengasiyên giran an dirêj dikarin zerarê bidin sihet û hîsên me. Eger em bikevin halekî wisa, Yehowa çawa dikare alî me bike? Emê bibînin ku Yehowa çawa alî Êlyas kiribû ku ew serî bi tengasiyên xwe re derxîne. Wekî din, emê li hin serpêhatiyên din jî binêrin, ên ku nîşan didin ku em çawa dikarin xwe bispêrin Yehowa gava em rastî tengasiyan tên.

^ par. 2 Navên li meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 53 RESIM: Melekê Yehowa Êlyas hêdî hişyar dike û nan û avê dide wî.

^ par. 55 RESIM: Zebûrbêjekî ku belkî neviyê Asaf e zebûran dinivîse û tevî Lêwiyên din distirê.