Here Naverokê

Here naverokê

Xwe ji Dafika Pornografiyê Biparêze

Xwe ji Dafika Pornografiyê Biparêze

GAVA Îsraêliyên li dema Mûsa pêxember hazir bûn ku derbasî Çemê Urdunê bibin û bikevin Welatê Sozdayî, jinên Moabî hatin ba wan ku zilamên Îsraêlî ji bo cejnekê dawet bikin. Wisa xuyanî dikir ku ev fersendeke pir baş bû. Îsraêliyan wê hevalên nû bidîtana, reqs bikirana û xwarinên baş bixwarana. Her çi qas adet û exlaqa wan jinan li dijî Qanûna Xwedê bûn jî, hin zilamên Îsraêlî dibe ku wisa difikirîn: “Tu tişt nabe! Emê bidîqat bin.”

Lê paşê çi qewimî? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Netewe dest pê kir û bi qîzên Moab re zinê kir.” Bi eslê xwe, jinên Moabî dixwest ku zilamên Îsraêlî pûtperestiyê bikin. Û wisa jî qewimî! Loma, “hêrsa XUDAN li dijî Îsraêlê sor bû” (4. Mû. 25:1-3).

Wan Îsraêliyan qanûna Xwedê bi du awayan xera kir: Wan hem pûtperestî kir hem jî bêexlaqiya cinsî kir. Seba bêîtaetiya wan, bi hezaran kes mirin (2. Mû. 20:4, 5, 14; 5. Mû. 13:6-9). Bi ser de, eger wan guhdariya qanûnên Xwedê bikira, ewê hindik wext bi şûn de derbasî Çemê Urdunê bibûna û biketana Welatê Sozdayî (4. Mû. 25:5, 9).

Di heqê vê serpêhatiyê de, Pawlos wisa nivîsî: “Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn” (1. Kor. 10:7-11). Îblîs bêguman kêfxweş bû ku gava hin Îsraêliyan guneh kir û neketin Welatê Sozdayî. Wê baş be ku em ji vê serpêhatiyê ji xwe re dersan bistînin, çimkî îro jî Îblîs dixwaze riya me bigire ku em nekevin dinyaya nû!

DAFIKEKE BITALÛKE

Îblîs cure cure dafikan bi kar tîne ku şagirtên Îsa bixapîne. Ew pir bitecrûbe ye, û dafikên wî ji berê de heta niha li ser gelek kesan serkeftî bûne. Wekî ku Îblîs miletê Îsraêl bi dafika bêexlaqiya cinsî xapandibû, îro jî ev dafik pir bitalûke ye. Îblîs pornografiyê bi kar tîne ku em jî bikevin vê dafikê.

Îro, mirov bi hêsanî dikare bi dizîka li pornografiyê temaşe bike. Berê, mirov ji bo temaşekirina pornografiyê diçûn sînemayan an diçûn dikanan ku malzemeyên pornografîk difirotin. Gelek mirov ditirsiyan ku kesên din wan li cihên wisa bibînin. Loma, wan xwe ji cihên wisa dûr digirt. Lê îro, mirov bi saya înternetê dikare li her derê li pornografiyê temaşe bike. Li gelek welatan, mirov dikare li pornografiyê temaşe bike bêyî ku ji malê derkeve.

Bi ser de, mirov bi cîhazên elektronîk jî bi hêsanî dikare li pornografiyê temaşe bike. Mesela, li ser rê, li otobûsê an li trenê, mirov dikare bi cîhazên elektronîk li resmên bêexlaq binêre.

Ji ber ku îro gelek hêsan e ku mirov bi dizîka li pornografiyê temaşe bike, bandora xerab a pornografiyê pir zêde bûye. Gelek kesên ku li pornografiyê temaşe dikin zerarê didin zewaca xwe, xwebaweriya xwe û wijdanê xwe. Ya herî xerab jî ev e ku ew dostaniya Xwedê davêjin talûkeyê. Belê, pornografî bi rastî jî zerarê dide kesên ku lê temaşe dikin û dikare birînên kûr bihêle. Eger ev birîn hêdî hêdî qenc bibin jî, dibe ku tesîra wan bi gelek salan berdewam bike.

Yehowa alî me dike ku em nekevin vê dafikê. Eger em dixwazin alîkariya Yehowa bistînin, gerek em wek Îsraêliyên berê nekin, lê rind ‘guhdariya wî bikin’ (2. Mû. 19:5). Gerek em vêya baş zanibin ku Yehowa ji pornografiyê pir nefret dike. Çima em dikarin wisa bibêjin?

JI PORNOGRAFIYÊ NEFRET BIKE WEKÎ KU YEHOWA NEFRET DIKE

Li ser vê bifikire: Qanûnên ku Xwedê dabûn miletê Îsraêl bêemsal bûn. Bi saya van qanûnan, miletê Îsraêl ji miletên din û ji kirinên wan ên xerab dihat parastin (5. Mû. 4:6-8). Qanûnên Xwedê bi zelalî eyan dikir ku Yehowa ji bêexlaqiya cinsî nefret dike.

Yehowa ji miletê Îsraêl re di heqê rêşaşiyên miletên li derdorê de wisa got: “Mîna karê welatê Kenana ku ez we dibim wir, nekin. ... Welat mindar e; bo vê yekê ez li ser wî, li fesadiya wî digerim.” Li gor Xwedayê pîroz, urf û adetên miletê Kenanî “mindar” bûn. Ji ber vê yekê, welatê wan nepak bû (3. Mû. 18:3, 25).

Yehowa ceza da Kenaniyan, lê miletên din dîsa jî dev ji bêexlaqiya cinsî berneda. Weke 1.500 sal bi şûn de, Pawlos li ser miletên ku şagirtên Îsa li nav wan dijiyan, wisa got: “[Ew] di fikirîna xwe ya pûç de rêve diçin.” Bi eslê xwe, “wan ... ji bo ku bi çavbirçîtî her pîsîtiyê bikin, xwe dane destê bêedebiyê” (Ef. 4:17-19). Îro jî, gelek kes şerm nakin ku bêedebî û bêexlaqiyê bikin. Gerek em heta ku ji destê me tê çavên xwe ji bêexlaqiya vê dinyayê dûr bigirin.

Pornografî li dijî Xwedê bêhurmetî ye. Ji ber ku Xwedê mirov di sûretê de xwe de afirandiye, mirov dikare xwe bi xwe fehm bike ku çi biedeb e û çi bêedeb e. Xwedê ji bo minasebetên cinsî sînorên maqûl datîne. Daxwaza Xwedê ev e ku tenê kesên zewicî bi awayekî minasib bi hev re bin (1. Mû. 1:26-28; Mtl. 5:18, 19). Lê kesên ku pornografiyê çêdikin an belav dikin qanûnên Xwedê yên li ser exlaqê davêjin pişt guhê xwe. Ew qedrê Xwedê nagirin û rûmetê nadin wî. Xwedê wê kesên wisa dîwan bike (Rom. 1:24-27).

Gelo xwendin an temaşekirina pornografiyê mijûliyeke bêzerar e? Bi eslê xwe, kesên ku li pornografiyê temaşe dikin destek didin kesên ku rûmetê nadin qanûnên Yehowa. Gava ew dest bi temaşekirina pornografiyê dikin, dibe ku niyeta wan ne ev be. Lê belê, eşkere ye ku gerek xizmetkarên Xwedê ji pornografiyê nefret bikin. Kitêba Pîroz me wisa tembîh dike: “Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan” (Zeb. 97:10).

Carinan, ji bo kesên ku dixwazin xwe ji pornografiyê dûr bigirin zor tê ku vê yekê bikin. Em biqisûr in û gerek em li dijî xwestekên nepak micadele bikin. Bi ser de, dilê me dikare me bixapîne ku em bifikirin ku tiştê ku em dikin ew qas jî xerab nîne (Yêr. 17:9). Şikur ku gelek şagirtên Îsa di vê micadeleyê de serkeftî bûne. Loma, em jî dikarin bawer bin ku eger em bi vê problemê micadele bikin, emê serkeftî bibin. Niha emê bibînin ku Peyva Xwedê çawa dikare me ji dafika pornografiyê biparêze.

LI SER XWESTEKÊN BÊEXLAQ NEFIKIRE

Seba xwestekên şaş, gelek Îsraêlî ketin felaketeke mezin. Îro jî talûkeyeke wisa heye. Aqûb vê talûkeyê wisa tarîf dike: “Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin ... Di pey de xwestek avis dibe û guneh tîne” (Aqûb 1:14, 15). Eger kesek îzin bide ku xwestekên bêexlaq di dilê wî de mezin bibin, ewê paşe bi îhtimaleke mezin guneh bike. Ji ber vê yekê, gerek em fikrên bêexlaq ji hişê xwe bavêjin û li ser wan nefikirin.

Eger fikren nepak bikevin dilê te, hema dev ji van fikran berde. Îsa got: “Eger destê te an lingê te, te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje. ... Û eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje” (Met. 18:8, 9). Îsa nedixwest bigota ku mirov xwe seqet bike, lê wî reyî me da ku gerek em koka tiştekî ku dikare me bixe guneh, zû ji xwe derxînin. Em çawa dikarin vê şîretê di warê pornografiyê de bi kar bînin?

Eger tu rastî pornografiyê bêyî, nebêje “tu tişt nabe”. Hema bizivire. Televîzyon, kompîtûr an cîhaza elektronîk hema bigire. Bala xwe bide tiştekî pak. Eger tu wisa bikî, li şûna ku xwestekên nepak te kontrol bikin, tuyê karibî fikren xwe kontrol bikî.

GAVA TIŞTÊN BÊEXLAQ DÎSA TÊN BER ÇAVÊ TE

Eger te dev ji temaşekirina pornografiyê berdaye, lê hin tiştên bêexlaq dîsa jî bên ber çavê te, gerek tu çi bikî? Resim an fikrên bêexlaq dikarin ji bo demeke dirêj li hişê mirov bimînin û ji nişka ve dîsa bên ber çavan. Eger tiştekî wisa biqewime, dibe ku tu bixwazî tiştekî nepak bikî, mesela masturbasyonê. Eger xwestekên wisa bên meydanê, li dijî wan micadele bike.

Fikir û hereketên xwe teslîmî daxwaza Xwedê bike. Pawlosê şandî ji xwe re bike nimûne, yê ku wisa got: “Ez cefayê didim bedena xwe û wê bindest dikim” (1. Kor. 9:27). Îzin nede ku xwestekên nepak te bindest bikin. “Bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (Rom. 12:2). Vê yekê ji bîr neke: Pêkanîna daxwaza Xwedê ji pêkanîna xwestekên gunehkar zêdetir dilşadiyê tîne.

Eger tu ne li gor xwestekên gunehkar, lê li gor daxwaza Xwedê bifikirî û bijî, tuyê zêdetir dilşad bibî

Wê baş be ku tu hin ayetên Kitêba Pîroz ezber bikî. Paşê, eger fikrên nebaş bên bîra te, li ser van ayetan bifikire. Ayetên wek Zebûr 119:37; Îşaya 52:11; Metta 5:28; Efesî 5:3; Kolosî 3:5 û 1. Selanîkî 4:4-8 wê alî te bikin ku tu nêrîna Yehowa ya li ser pornografiyê fehm bikî û daxwaza wî bînî cih.

Lê eger xwesteka te pir zêde bibe ku tu li ser tiştekî bêxlaq bifikirî an lê temaşe bikî, gerek tu çi bikî? Wek Îsa bike (1. Ptr. 2:21). Piştî ku Îsa hatibû bin av kirin, Îblîs ew bi dewamî ceriband. Lê Îsa çi kir? Bi alîkariya ayetan, wî bersiv da û hemû ceribandinên Îblîs red kirin. Wî got: “Ji min dûr keve, Îblîs!” Hingê Îblîs dev ji wî berda û çû. Çawa ku Îsa bi dewamî li hemberî Îblîs disekinî, gerek tu jî wisa bikî (Met. 4:1-11). Îblîs û dinyaya wî dixwazin hiş û dilê te bi tiştên bêexlaq tije bikin, loma dev ji micadeleya xwe bernede. Tu dikarî di micadeleya li dijî pornografiyê de serkeftî bibî. Yehowa wê alî te bike ku tu li ber dijminê xwe nekevî.

JI YEHOWA RE DUA BIKE Û GUH BIDE WÎ

Bi dewamî ji Yehowa re dua bike û alîkariya wî bixwaze. Pawlosê şandî got: “Bila daxwazên we ... ji Xwedê re bên gotin. Û aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze” (Flp. 4:6, 7). Xwedê wê alî te bike ku tu karibî bi dilrihetî li dijî guneh micadele bikî. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8).

Ji bo ku em ji talûkeyan bên parastin, gerek em nêzikî Xwedê bimînin. Îsa wisa got: “Serokê vê dinyayê [Îblîs] tê. Tu tiştê wî bi min re tune” (Yûh. 14:30). Îsa çima ew qas bawer bû? Wî wisa got: “Yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Çimkî ez hergav wan karên ku li wî xweş tên, dikim” (Yûh. 8:29). Eger tu jî bi hal û hereketên xwe dilê Yehowa xweş bikî, ewê te tu caran nehêle. Xwe ji dafika pornografiyê dûr bigire, û Îblîs wê nikaribe tu tiştî li te bike!