Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa ji Telika Şeytan Xwe Xwey kin

Çawa ji Telika Şeytan Xwe Xwey kin

ÇAXÊ cimeta Îsraêl gerekê çemê Ûrdunêra derbaz bûna, seva bikevine erdê ku Xwedê soz dabû wan, hine jinên xerîb rastî wan hatin. Wana mêrên Îsraêlî teglîfî ser cejinê kirin. Dibeke Îsraêlî difikirîn, ku ew mecaleke rind e seva hevalên teze xwera qazanc kin, bireqisin, û xwarineke baş bixwin çi ku wê gelek dilê wan bê. Edetên wan jina û prînsîpên wane namûsiyê, mîna yên Îsraêliya nîbûn, kîjana ku pê qanûna Xwedê dijîtin. Lê hine mêrên Îsraêlî diqewime difikirîn: “Ewana wê ser me hukum nekin, emê fesal bin”.

Lê çi qewimî? Kitêba Pîroz gilî dike: “Milet destpêkir tevî qîzêd Mowab bêesilî kir”. Bi rastî, ew jinên xerîb dixwestin, wekî mêrên Îsraêlî xudanên qelp bihebînin. Û ewana gihîştine nêta xwe. Lema jî “hêrsa Xudan li Îsraêl rabû” (Jimar 25:1-3).

Ewan Îsraêliya du tiştada Qanûna Xwedê teribandin: Wana serê xwe ber pûta danîn, û bênamûsî kirin. Bi hezara Îsraêlî mirin, çimkî gura Xwedê nekirin (Derk. 20:4, 5, 14; Qan. Dcr. 13:6-9). Wana usa jî wede pişt guhê xweva avîtin. Wedekî kinda ewana îda wê biketana Erdê Sozdayî, lê ewan mêra qanûna Xwedê teribandin, lema jî bi hezara Îsraêlî neketine wî erdî (Jimar 25:5, 9).

Derheqa wan qewimandina Pawlosê şandî nivîsî: “Ev hemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axiriya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê” (1 Korn. 10:7-11). Bêşik, Şeytan gelek şa bû çaxê ewan Îsraêliya ev gunê giran kirin û ji bo vê yekê neketine Erdê Sozdayî. Lê wê çiqas aqilayî be, hergê em ji vê yekê xwera dersê hîn bin, çimkî îro jî Şeytan gelek dixwaze, wekî em nekevine dinya teze, ya ku Xwedê soz dide me!

TELIKEKE GELEK XOF

Şeytan nêçîra Mesîhiya dike, û telikên usa dide xebatê, kîjan ku berêda heta îro jêra lev tên. Çawa me jorê got, wedê Îsraêliya Şeytan telika bênamûsiyê da xebatê. Îro jî ew berdewam dike evê telika xof dide xebatê. Ew seva me bike telika bênamûsiyê, metodeke gelek qewî dide xebatê, ew heye pornografiya.

Îro meriv dikarin usa dizîkava pornografiyayê binihêrin, ku tu kes ne jî pêbihese. Berê, çaxê meriva dixwestin pornografiyayê binihêrin, diçûne kînotêatra, kîderê ku fîlmên necayîz nîşan dikirin, yan jî diçûne dikanên bona mezina, kîderê kitêbên pornografî difirotin. Gelek meriv dibeke şerma nediçûne wan ciya, çimkî nedixwastin kesek wana bivîne. Lê îro bi saya întêrnêtê, meriv dikare pornografiyayê binihêre, mesele ser xebatê yan jî avtêda. Û gelek welatada, jin yan jî mêr, mala xweda dikarin pornografiyayê binihêrin.

Lê tenê ew nîne. Pê têla û planşêta jî îro dikarin hêsa pornografiyayê binihêrin. Pê wan haceta meriv dikarin kûçêda, otobûsêda yan jî mêtroêda, şiklên bênamûsî binihêrin.

Pornografiya îro hê zêde ziyanê dide meriva, ne ku wedê berê, çimkî roja îroyîn hêsa dikarin binihêrin, ku tu kes pênehese. Bêhesab merivên ku pornografiyayê dinihêrin, ziyanê didine zewaca xwe, qedirê xwe dêxin û îsafa xwe sist dikin. Lê hê xirab ew e, ku ewana heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab dikin. Dudilî nebin, wekî merivê ku pornografiyayê dinihêre, ziyaneke mezin distîne. Gelek car meriv ji nihêrandina pornografiyayê, êmosiyalîda ça bêjî kûr birîndar dibin. Ew birîn dibeke hêdî-hêdî qenc bin, lê dexme dikarin gelek wext bimînin.

Em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa dikare alî me bike, seva em xwe ji vê telika Şeytan xwey kin. Hergê em dixwazin Yehowa me xwey ke, em gerekê vê yekê bikin, çi ku Îsraêliyên berê nekirin, dêmek em gerekê “rast gura” Yehowa bikin (Derk. 19:5). Em gerekê fem bikin ku pornografiya ber çevê Xwedê reş e. Lê çira em dikarin usa bêjin?

VÊ YEKÊ NEFIRET KIN, ÇI KU YEHOWA NEFIRET DIKE

Bifikirin ser vê yekê: Qanûnên Xwedê ku wedê berê Îsraêliyara hatine dayînê, gelek cude dibûn ji qanûnên miletên xerîb. Ewan qanûna mîna dîwar Îsraêlî xwey dikirin ji miletên dor-berê wan û kirên wanî heram û mirdar (Qan. Dcr. 4:6-8). Ewan qanûna eşkere eyan dikirin, wekî her cûre bênamûsî ber çevê Yehowa reş e.

Çaxê Yehowa derheqa kirên heram, yên miletên xerîb Îsraêliyara got, paşê zêde kir: “Mîna wan kirêd welatê Kenanê, kîjanî ku ezê we bibimê, nekin . . . Erd herimî, ezê bela wî bînime serê wî”. Bona Xwedêyê pîroz, cûrê jîyîna Kenaniya usa xirab bû, wekî erdê wan ber çevê wî heram û qirêj bû (Qan. Kah. 18:3, 25).

Rast e Yehowa Kenaniya ceza kir, lê miletên mayîn berdewam dikirin kirên bênamûsî bikin. Weke 1 500 sal şûnda, Pawlos ser wan mileta, ku wedê Mesîhiya dijîtin, got wekî wana “şerma rûyê xwe unda kirine”. Wana “xwe dane doxînê, heta ku her cûre kirinêd heram dikin û têr nabin” (Efes. 4:17-19). Îro gelek meriv bênamûsiyê dikin û ne jî şerm dikin. Lê xizmetkarên rast gerekê xwe dûr bigirin ji nihêrandina tiştên bênamûsî.

Pornografiya gune ye himberî Xwedê. Xwedê meriv pê xeyset-hunurên xwe efirand û feresetekî usa daye me, wekî têderxin çi rast e, çi nerast e. Xwedê ji serwaxtiya xwe, qanûnên derheqa heleqetiya sêksûalî daye. Ewî dixwest, wekî vê heleqetiyêra, tenê jin û mêrê ku hevra zewacêda nin, lezetê bivînin (Destp. 1:26-28; Metlk. 5:18, 19). Ewên ku pornografiyayê derdixin û bela dikin, qanûnên namûsiyê ku Xwedê daye, bi temamî pişt guhê xweva davêjin. Belê, ew meriv Yehowa bêhurmet dikin. Xwedê wê dîwana wan meriva bike, yên ku qanûn û prînsîpên wî ber tiştekî hesab nakin, ku tiştên bênamûsî derdixin û bela dikin (Rom. 1:24-27).

Lê çi dikarin bêjin derheqa wana, yên ku bi hemdê xwe pornografiyayê dixûnin yan jî dinihêrin? Hine meriv difikirin, wekî ew qe ziyanê nade. Lê bi rastî ewana piştgiriya wan dikin, yên ku prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Dibeke çaxê wana destpêkir pornografiyayê binihêrin, derheqa vê yekê ne jî difikirîn. Lê yeke Kitêba Pîroz eşkere dide kifşê, wekî xizmetkarên rast gerekê pornografiyayê qayîm nefiret kin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gelî Xudan hizkirîya, bijenine xirabîyê!” (Zeb. 97:10).

Yên ku dixwazin xwe ji pornografiyayê dûr bigirin, hela hê wanra jî çetin e vê yekê bikin. Em gişk gunekar in, û dibeke şer dikin miqabilî xwestinên sêksûalî. Xêncî vê yekê, dilê me dikare me bixalifîne, ku vê yekêda tiştekî xirab tune (Yêrem. 17:9). Lê gelekên ku bûne Mesîhî, wî şerîda serketine. Ew yek dide kifşê, ku hûn jî dikarin terka pornografiyayê bidin. Dîna xwe bidinê, ku ça Xebera Xwedê dikare alî we bike, xwe ji vê telika Şeytan xwey kin.

NEHÊLIN XWESTINÊN BÊNAMÛSÎ KOKÊN XWE BIDIN

Çawa me jorê got, gelek Îsraêliya axiriya xirab standin, çimkî hîştin wekî xwestinên nerast wana berbi kirên xirab bivin. Ew yek tevî me jî dikare biqewime. Derheqa vê xofê Aqûb şirovekir: “Her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, . . . û tê cêribandinê. Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike” (Aqûb 1:14, 15). Hergê meriv derbêra terka xwestina xirab nede, ew xwestin dikare dilê wîda kokên xwe bide û wî berbi gune bive. Lema jî em gerekê her fikirên bênamûsî ji hişê xwe derxin, ne ku berdewam kin wan fikira hişê xweda bizvirînin.

Hergê fikirên netemiz têne hişê we, derbêra tiştekî bikin. Îsa got: “Heger destê te yan nigê te, te ji rê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje . . . Û heger çevê te, te ji rê derdixe, wî derxe û bavêje” (Met. 18:8, 9). Îsa nedigot, wekî em gerekê raste-rast ziyanê bidine bedena xwe. Ewî wî cûreyî dixwest bida kifşê, wekî em gerekê her tiştê ku mera dibe likumandin, derbêra kuta kin. Lê ça em dikarin evê şîreta wî, hindava pornografiyayê bidine xebatê?

Çaxê hûn rastî pornografiyayê tên, nefikirin wekî “Wê tiştek nebe”. Derbêra berê xwe biguhêzin. Hema vê demê têlêvîsyonê vêsînin. Derbêra komputerê yan jî têlê vêsînin. Hiş-aqilê xwe bidine ser tiştekî baş û temiz. Hergê hûn usa bikin, ew yek wê alî we bike ku hûn fikirên xwe kontrol kin, dewsa ku xwestinên xirab we kontrol kin.

HERGÊ EM NIKARIN BÎR KIN ÇI KU ME BERÊ DÎTIYE

Hergê we terka pornografiyayê daye, lê car-cara ew tişt dikevine bîra we, hûn gerekê çi bikin? Şiklên pornografî yan jî fikir, dikarin gelek wext hişê merivada bimînin. Ewana dikarin nişkêva bikevine bîra we. Hergê usa diqewime, dibeke xwestina netemiz bal we pêşda bê, ku mesele mastûrbasiyayê bikin. Lema jî bîr nekin, wekî ew fikir dikarin nişkêva bikevine bîra we. Hazir bin wekî derbêra wan fikira ji hişê xwe derxin.

Qewî xwera safî kin, wekî fikirên we û kirên we li Xwedê xweş bên. Mîna Pawlosê şandî bin, yê ku “zordariyê qalibê xwe” dikir û xwe “zeft” dikir (1 Korn. 9:27). Nehêlin wekî xwestinên netemiz we kontrol kin. “Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin, seva fem kin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Rom. 12:2, DT). Bîr nekin: Hûnê bextewar nîbin, hergê tiştên bênamûsî bikin, lê hergê hûn pê fikirên xwe û kirên xwe dilê Xwedê şa kin, hingê hûnê bi rastî bextewar bin.

Hûnê bextewar nîbin, hergê tiştên bênamûsî bikin, lê hergê hûn pê fikirên xwe û kirên xwe dilê Xwedê şa kin, hingê hûnê bi rastî bextewar bin

Wê kêrhatî be hine rêzên ji Kitêba Pîroz ezberî hîn bin. Paşê çaxê fikirên xirab bikevine hişê we, zorê xwe bikin, wekî derheqa rêzên ji Kitêba Pîroz bifikirin. Ew rêzên jêrê wê alî we bikin, wekî nihêrandina we ser pornografiyayê, mîna ya Yehowa be, û fem kin ew çi ji we dewa dike: Zebûr 119:37; Îşaya 52:11; Metta 5:28; Efesî 5:3; Kolosî 3:5; û 1 Têsalonîkî 4:4-8.

Lê hûn çi gerekê bikin, hergê texmîn dikin, wekî nikarin terka nihêrandin, yan jî fikirandina derheqa tiştên bênamûsî bidin? Çev bidine Îsa, ku meseleke mezin e bona me (1 Pet. 2:21). Paşî nixumandina Îsa, Şeytan wî dicêriband. Lê Îsa çi kir? Ewî berdewam dikir miqabilî wî here. Ew bi saya rêzên ji nivîsara, miqabilî cêribandinên Şeytan disekinî. Ewî got: “Dûrî min here Şeytan”. Çawa Îsa tu car nedisekinî, hûn jî nesekinin, berdewam kin miqabilî Şeytan şer bikin (Met. 4:1-11, DT). Şeytan û dinya wî wê berdewam kin fikirên bênamûsî bikine hişê we, lê hûn tu car sist nebin û newestin ku şer bikin. Hûn dikarin wî şerîda serkevin û miqabilî pornografiyayê bin. Pê alîkariya Yehowa hûn dikarin dijminê xwe alt kin.

YEHOWARA DUA BIKIN Û GURA WÎ BIKIN

Berdewam kin Yehowara dua bikin. Pawlos got: “Xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlî. 4:6, 7). Edilaya Xwedê wê alî we bike miqabilî tiştên xirab şer bikin. Hergê hûn xwe li Yehowa bigirin, “ew jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

Emê nekevine telikên Şeytan, hergê heleqetiya me tevî Xwedêyê Herî Jorin, qewî be. Îsa got: “Va ye serwêrê vê dinyayê [Şeytan] tê. Hukumê wî qet ser min tune” (Yûhn. 14:30). Çira Îsa vê yekêda usa bawer bû? Ewî şirovekir: “Yê ku ez şandime tevî min e û wî ez tenê nehiştime, çimkî ez her gav kirinêd ku wî xweş tên, dikim” (Yûhn. 8:29). Çaxê hûn wan tişta bikin, çi ku Xwedê xweş tên, ew wê tu car we nehêle. Nekevine telika pornografiyayê, û Şeytan wê nikaribe we bigire.