Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29

“Herin ... Mileta Bikin Şagirt”

“Herin ... Mileta Bikin Şagirt”

“Lema herin û hemû mileta bikin şagirtên min” (MET. 28:19, ÎM).

KILAMA 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Li gora temiya Îsa ku Metta 28:18-20-da nivîsar e, cabdariya sereke ya civata Mesîhîtî çi ye? b) Vê gotarêda kîjan pirsa emê şêwir kin?

ÎSA paşî saxbûna xwe, gotibû şandiyên xwe ku ser çiyê top bin. Şandî bêşik bi şabûneke mezin hîviyê bûn ku wî bivînin (Met. 28:16). Diqewime hingê Îsa “carekêra pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû” (1 Korn. 15:6). Çira Îsa gote şagirtên xwe, wekî tevayî top bin? Ewî temîke nû da wan: “Lema herin û hemû mileta bikin şagirtên min, ÎM”. (Bixûne Metta 28:18-20.)

2 Şagirtên Îsa yên ku giliyên wî bihîstin, bûn para civata pêşine Mesîhîtî ya qirna yekê. Nêta sereke ya vê civatê ew bû, ku hê zêde meriva bikine şagirtên Îsa. * Îro nav temamiya topa dinyayê bi deha hezara civat hene, û nêta wan civata dîsa jî ew e. Vê gotarêda, emê van pirsa şêwir kin: Çira meriva bikine şagirt, ew şixuleke ferz e? Çi dikeve nava wî şixulî? Gelo hemû Mesîhî ewî şixulî tînin sêrî? Û çira mera sebir lazim e, seva meriva bikine şagirt?

ÇIRA MERIVA BIKINE ŞAGIRT, ŞIXULEKE GELEK FERZ E?

3. Li gora Yûhenna 14:6 û 17:3, çira meriva bikine şagirt şixuleke gelek ferz e?

3 Lê çira meriva bikine şagirtên Mesîh, ev şixuleke gelek ferz e? Çimkî tenê şagirtên Mesîh dikarin bibine dostên Xwedê. Xêncî vê yekê, ewên ku pey Mesîh diçin, emirê xweda bextewar dibin, û usa jî hêviya wan heye ku axiriyêda heta-hetayê bijîn. (Bixûne Yûhenna 14:6; 17:3.) Bêşik, Îsa cabdariya ferz da me, lê ewî şixulî em tenê nakin. Pawlosê şandî derheqa xwe û xûşk-bira nivîsî: “Em hevparên Xwedê yên xebatê ne” (1 Korn. 3:9, ÎM). Rastî jî Yehowa û Mesîh qedirekî çiqas mezin dane merivên gunekar!

4. Em çi hîn dibin ji mesela Îvan û Matîlda?

4 Em şabûneke mezin distînin çaxê alî meriva dikin ku bibine şagirt. Dîna xwe bidin mesela birakî me Îvan û jina wî Matîlda, ji Kolombyayê. Wana şedetî da mêrekî cahil bi navê Dêvîêr, yê ku wanra got: “Ez dixwazim emirê xwe biguhêzim, lê nikarim”. Dêvîêr boksorê profêsîonal bû, kîjan ku narkotîka dida xebatê, gelek îçke vedixwar, û tevî jineke cahil dijît, bi navê Êrîka. Îvan gilî dike: “Em diçûne gundekî dûr, seva teseliya wî bikin. Em riya herîra pê bîsîklêtê diçûne mala wî. Paşî vê yekê, çaxê Êrîka dît wekî hêdî-hêdî Dêvîêr aliyê başda tê guhastinê, ewê jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be”. Wede derbaz bû, Dêvîêr terika narkotîkayê, îçkê û boksê da. Usa jî Dêvîêr û Êrîka bi qanûnî zewicîn. Matîlda dibêje: “Çaxê Dêvîêr û Êrîka sala 2016-da hatine nixumandinê, hate bîra me çaxê Dêvîêr her gav digot: ‘Ez dixwazim bême guhastinê, lê nikarim’. Em usa şa dibûn, wekî hêsir çevê me dihat”. Bêşik dikarin bêjin, wekî em gelek şa dibin çaxê alî meriva dikin ku bibine şagirtên Mesîh.

EM ÇI GEREKÊ BIKIN, SEVA MERIVA BIKINE ŞAGIRT?

5. Kîjan e gava pêşin ku meriva bikine şagirt?

5 Gava pêşin seva meriva bikine şagirt, ew e ku merivên dilsax bivînin, yên ku bixwazin derheqa Yehowa pêbihesin (Met. 10:11). Çaxê em her merivekîra ku rastî me tê, şedetiyê didin, em îzbat dikin ku em bi rastî Şedên Yehowa ne. Çaxê em gura temiya Îsa dikin ku mizgîniyê bela dikin, em îzbat dikin, wekî em Mesîhiyên rast in.

6. Em çi dikarin bikin seva xizmetiyêda pêşdaçûyî bin?

6 Hine merivara hewas e derheqa rastiya ji Kitêba Pîroz pêbihesin, hinekara jî hewas nîne. Em dikarin usa bikin, wekî hewasa wan pêşda bînin. Seva xizmetiyêda pêşdaçûyî bin, em gerekê xwe rind hazir kin. Bona vê yekê, çend têmên konkrêt bijbêrin, ku wê wan merivara hewas bin, rastî kîjana hûnê bên. Paşê bona wan her têma, pêşxebera hazir kin.

7. Çawa hûn dikarin xeberdanê destpêkin tevî meriva, û çira ferz e ku hûn guh bidine wan û qedirê wan bigirin?

7 Mesele, hûn dikarin ji xweyê malê bipirsin: “Îzin e ez tiştekî ji we bipirsim? Gelek meriv îro rastî problêmên mezin tên. Bi texmîna we, çi cûre serwêrtî lazim e, seva problêmên însanetê safî ke?”. Paşê hûn dikarin tevî wan Daniyêl 2:44 şêwir kin. Yan jî dibeke hûn ji xweyê malê bipirsin: “Ça hûn difikirin, meriv ça dikarin zarên xwe usa mezin kin, wekî rabûn-rûniştina wan baş be? Ez dixwazim fikirên we pêbihesim hergê îzin e”. Paşê şêwir kin Qanûna Ducarî 6:6, 7. Firqî tune hûn çi têmayê bijbêrin, bifikirin derheqa wan meriva, yên ku wê guh bidine we. Bidine ber çevê xwe, ku çaxê ewana pêbihesin ku bi rastî Kitêba Pîroz çi hîn dike, wê kareke çiqas mezin bistînin. Çaxê hûn tevî wan xeber didin, gelek ferz e ku guh bidine wan û qedirê nihêrandina wan bigirin. Usa hûnê wana hê rind fem bikin, û ewana wê bixwazin hê zêde guh bidine we.

8. Çira lazim e serlêdanên dubare bikin?

8 Wera dibeke wede lazim be, seva serlêdana bikin, heta meriv qayîl be Kitêba Pîroz hîn be. Lê çira? Çimkî meriv dibeke malda nînin çaxê em diçine mala wan. Usa jî dibeke lazim be çend cara serlêdana bikin, seva ku xweyê malê tevî me xwe hêsa texmîn ke û hînbûna Kitêba Pîroz qebûl ke. Bîr nekin, şînkayî hingê mezin dibe, çaxê her gav avdidin. Mîna vê yekê, hizkirina meriva jî hindava Yehowa û Îsa Mesîh hingê mezin dibe, çaxê her gav derheqa Xebera Xwedê tevî wan şêwir dikin.

GELO HEMÛ MESÎHÎ DIKARIN MERIVA BIKINE ŞAGIRT?

Şedên Yehowa nav temamiya dinyayêda merivên dilsax û hêja digerin (Binihêre abzasa 9-10) *

9-10. Çira em dikarin bêjin, wekî her Mesîhî alîkariyê dide seva merivên dilsax bivînin?

9 Her Mesîhî dixebite û alîkariyê dide vê yekêda, wekî merivên dilsax bivînin. Ewê yekê em dikarin beramberî lêgerîna zara undabûyî bikin. Çi cûreyî? Dîna xwe bidine serhatîkê ya ku rastî qewimiye. Gedê sê salî çaxê ji mal derdikeve, unda dibe. Weke 500 meriv wî digerin. Axiriyêda, paşî weke 20 siheta, yek ji wan meriva ewê zarê çolê divîne. Lê ewî merivî nexwest pesina bidine wî, çimkî ewî got: “Bi seda meriva wî digeriyan”.

10 Gelek meriv mîna vê zarê ne, dêmek ça bêjî undabûyî ne. Hêviya wan tune ye, û ewana alîkariyê dixwazin (Efes. 2:12). Em heyşt mîlyon meriva zêdetir, wan merivên dilsax digerin. Dibeke hûn xwexa nevînin merivekî, ku hînbûna Kitêba Pîroz qebûl ke, lê mizgînvanên mayîn mihala weda dikarin wan meriva bivînin, yên ku dixwazin derheqa rastiya ji Xebera Xwedê pêbihesin. Çaxê xûşk yan birak merivekî divîne, kîjan ku dibe şagirtê Mesîh, her kes ji me ku lêgerînêda alîkarî daye, şa dibe.

11. Hergê jî hûn hînbûna Kitêba Pîroz tevî tu kesî derbaz nakin, çi cûreyî hûn dikarin alîkariyê bidin, seva meriva bikine şagirt?

11 Hergê hûn tevî tu kesî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz nakin, hûn cûrekî mayîn dikarin alîkariyê bidin. Mesele, hûn dikarin bi beşera xweş û bi dil û can silav kin wan meriva, yên ku teze têne civatê. Wî cûreyî hûn alî wan dikin, ku ewana bivînin, wekî hizkirin me ça Mesîhiyên rast eyan dike (Yûhn. 13:34, 35). Cabên ku hûn ser civata didin, hela hê cabên kin jî, dikarin wan merivên teze hîn kin, ku çawa bi dil û bi qedir baweriya xwe nîşan kin. Hûn usa jî dikarin tevî mizgînvanê teze derkevine xizmetiyê, û alî wî bikin ku rêzên ji Kitêba Pîroz bide xebatê, çaxê meriva hîn dike. Wî cûreyî, hûnê wî hîn kin, wekî çev bide Mesîh (Lûqa 10:25-28).

12. Gelo mera lazim in feresetên mexsûs, seva meriva bikine şagirt? Şirovekin.

12 Tu kes ji me gerekê nefikire, ku feresetên meye mexsûs gerekê hebin, seva meriva hîn kin û bikin şagirtên Îsa. Çira? Dîna xwe bidine mesela Faûstînayê, ya ku Bolîvyayêda dijî. Çaxê ew rastî Şedên Yehowa hat, ewê xwendin nizanibû. Wede şûnda, ew hinekî xwendinê hîn bû. Niha ew mizgînvana nixumandî ye, û ew gelek hiz dike meriva hîn ke. Her heftî Faûstîna 5 hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dike. Rast e Faûstîna hê nikare rind bixûne çawa ku heçî zef şagirtên wê dikarin, lê ewê alî şeş meriva kir, wekî bêne nixumandinê (Lûqa 10:21).

13. Hergê jî wedê me gelek tune, em ça dikarin hazirkirina şagirtada kerema bistînin?

13 Gelek Mesîhî îro betal nînin, çimkî cabdariyên wane ferz hene. Lê yeke ewana jî wede xwera başqe dikin, seva hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin, û şabûneke mezin bistînin. Dîna xwe bidin mesela Mêlanîyê, ya ku Alaskayêda dijî. Ew bê mêr ma û tenê qîza xweye heyşt salî xwey dikir. Ew ji Duşemê heta Îniyê dixebitî, û hin jî miqatî bavê xweyî nexwaş dibû, nexweşiya wî req bû. Wî şeherîda Mêlanî tenê Şedê Yehowa bû. Ewê her gav Xwedêra dua dikir, seva qewatê bistîne wekî bikaribe sur-sermada here xizmet ke, çimkî ewê dixwest kesekî bivîne, seva hînbûna Kitêba Pîroz tev derbaz ke. Axiriyêda ew rastî jinikekê hat navê kîjanê Sara bû. Sara ecêbmayî ma û şa bû çaxê navê Xwedê bihîst. Hine wede şûnda, Sarayê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Mêlanî gilî dike: “Rojên Îniyê êvarê, ez gelek westiyayî bûm, lê yeke ez tevî qîza xwe diçûm hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, û me herdu jî ji vê yekê kar distand. Mera hewas bû, wekî pirsên Sarayê lêkolîn bikin, seva caba wê bidin. Em pir şa dibûn çaxê me didît, ku ew dibe dosta Yehowa”. Rast e merivên Sarayê û hevalên wêye dêrê miqabilî wê bûn, yeke ewê dêr hîşt û hate nixumandinê.

ÇIRA WÎ ŞIXULÎDA SEBIR LAZIM E

14. a) Çawa mizgînvan mîna mesîgira ne? b) Giliyên Pawlos ku 2 Tîmotêyo 4:1, 2-da nivîsar in, ça ser we hukum dibin?

14 Hergê jî we xizmetiyêda hê kesek nedîtiye, ku tev hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, berdewam kin bigerin. Bîr nekin, wekî Îsa ew meriv, yên ku şagirta digerin, beramberî mesîgira kir. Mesîgir dikarin gelek siheta jî xerc kin, heta ku mesîkî bigirin. Gelek car ewana şev yan jî berbangê nêçîrê dikin, û cara ewana diçine ciyên dûr jî (Lûqa 5:5). Mîna vê yekê, hine mizgînvan êpêce wede xerc dikin, seva bi sebir cûre-cûre wededa û ciyada “nêçîrvaniyê” bikin. Lê çira? Seva ku ewana hê zêde meriva bivînin. Ewên ku wî şixulîda çiqas dikarin her tiştî dikin, têne keremkirinê, dêmek wan meriva divînin, yên ku guh didine mizgîniyê. Lê hûn dikarin nava rojê, wedê usa xizmet kin, ku bikaribin rastî meriva bên, yan jî ciyên usa, kîderê gelek meriva dikarin bivînin? (Bixûne 2 Tîmotêyo 4:1, 2.)

Bi sebir alî şagirta bikin, seva ruhanîda pêşda herin (Binihêre abzasa 15-16) *

15. Çira mera sebir lazim e çaxê meriva hîn dikin?

15 Çira mera sebir lazim e, çaxê hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva derbaz dikin? Menîk ew e, wekî em gerekê ne ku tenê alî meriva bikin hînkirinên Kitêba Pîroz pêbihesin, lê alî wan bikin wekî ewana Nivîskarê Kitêba Pîroz, dêmek Yehowa Xwedê, nas kin û hiz bikin. Xêncî vê yekê, seva meriva hîn kin ku Îsa çi ji şagirtên xwe dewa dike, em gerekê alî şagirta bikin ku ewana bizanibin Mesîhiyên rast gerekê çawa bijîn. Em gerekê bi sebir alî wan bikin ku prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê. Hinek dikarin nihêrandin û xeysetên xwe çend mehada biguhêzin, lê hinekara jî hê zêde wede lazim e.

16. Ji serhatiya Raûl hûn çi pêhesiyan?

16 Mîsyonêrekî ku Pêrûyêda xizmet dike, qewimandinek gilî kir ku dide kifşê, wekî çiqas ferz e bi sebir bin. Ew dibêje: “Min tevî mêrekî bi navê Raûl, hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, me du kitêb derbaz kir, lê yeke dîsa jî çetinayên wîyî mezin hebûn. Malbeta wîda şer-dew hebûn, ewî çêr dikir, û zarên wî qedirê wî nedigirtin. Lê ew her gav dihate civatê, û min berdewam dikir teseliya wî bikim, seva alî wî û neferên wî bikim. Paşî sê sala zêdetir, axiriyêda ew hate nixumandinê”.

17. Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

17 Îsa gote şagirtên xwe, ku “herin û hemû mileta bikin şagirt, ÎM”. Seva ku evê temiyê bînin sêrî, em tevî wan meriva xeber didin, nihêrandina kîjana ji ya me cude ye, usa jî tevî wan, yên ku tu rêlîgiya qebûl nakin, yan jî bawer nakin, wekî Xwedê heye. Gotara dinda emê şêwir kin, ku çawa em dikarin wan merivara mizgîniyê bela kin.

KILAMA 68 Biçînin Toximê Padşatiyê

^ abz. 5 Nêta sereke ya civata Mesîhîtî ew e, wekî alî meriva bikin ku bibine şagirtên Îsa. Vê gotarêda emê çend şîreta şêwir kin, kîjan ku wê alî me bikin, seva evê cabdariyê bînin sêrî.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Şagirtên Mesîh ne tenê pêdihesin ku Îsa çi hîn dikir, lê ewana usa jî ewê hînkirinê emirê xweda didine xebatê. Ewana pêgeha Îsada diçin, dêmek çiqas dikarin çev didine wî (1 Pet. 2:21).

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Mêrikek ku hatiye welatekî din seva hêsa be, aêroportêda ji Şedên Yehowa edebyetê hildide. Paşê, çaxê ew nav şeherda digere, Şedên Yehowa divîne ku pê stênda xizmet dikin. Çaxê ew vedigere mala xwe, mizgînvan derê wî dixin.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ew mêrik qayîl dibe ku Kitêba Pîroz hîn be. Axiriyêda ew tê nixumandinê.