Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 27

Li hemberî Zilmê Hazir Be

Li hemberî Zilmê Hazir Be

“Hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. TÎM. 3:12).

KILAM 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

PÊŞGOTIN *

1. Çima lazim e ku em li hemberî zilmê hazir bin?

LI ŞEVA berî mirina xwe, Îsa Mesîh gotibû ku mirov wê ji şagirtên wî nefret bikin (Yûh. 17:14). Ji wê demê û pê ve, gelek Şahidên Yehowa ji aliyê dijminên rastiyê ve zilm û zordariyê dibînin (2. Tîm. 3:12). Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyayê dibin, dijminên me wê hê jî zêdetir li me muxalefetê bikin (Met. 24:9).

2-3. (a) Tirs çima tiştekî bitalûke ye? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

2 Em çawa dikarin xwe ji bo roja zilmê hazir bikin? Eger em her tim bifikirin ku mirov dikarin li me çi xerabiyê bikin, dibe ku em ew qas bitirsin ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin berî ku em bên ceribandin (Mtl. 12:25; 17:22). Tirs yek ji çekên Îblîs e (1. Ptr. 5:8, 9). Îcar em çawa dikarin xwe ji aliyê ruhî ve xurttir bikin?

3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin dostaniya xwe bi Yehowa xurttir bikin û çima lazim e ku em vêya ji niha ve bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin cesareta xwe zêde bikin. Ji xeynî vê, emê bielimin ku gerek em çi bikin eger mirov ji me nefret bikin.

EM ÇAWA DIKARIN DOSTANIYA XWE BI YEHOWA XURTTIR BIKIN?

4. Li gor Îbranî 13:5, 6, gerek em bi çi bawer bin, û çima?

4 Bawer be ku Yehowa ji te hez dike, û ewê te tu caran nehêle (Îbranî 13:5, 6 bixwîne). Gelek sal berê, kovara Birca Çavdêriyê wisa gotibû: “Mirov Xwedê çi qas rind nas bike, ewê li dema tengasiyan ew qas pê bawer be.” Ev gotin çi qas rast e! Ji bo ku em karibin li hemberî zilmê sebir bikin, gerek em ji Yehowa hez bikin û bi temamî baweriya xwe bi wî bînin. Gerek em tu caran guman nekin ku ew qîmetê dide me (Met. 22:36-38; Aqûb 5:11).

5. Çi dikare alî te bike ku tu hezkirina Yehowa hîs bikî?

5 Ji bo ku tu nêziktirî Yehowa bibî, Kitêba Pîroz her roj bixwîne (Aqûb 4:8). Gava tu ayetan dixwînî, bala xwe bide ku gotin û kirinên Xwedê hezkirin û dilovaniya wî çawa eyan dikin (2. Mû. 34:6). Hin kesên ku li malbateke dilsar mezin bûn û ji aliyê tu kesî ve hezkirin nedîtiye, guman dikin ka Xwedê bi rastî ji wan hez dike yan na. Eger ba te gumanên wisa hebin, her roj yek bi yek binivîse ku Yehowa dilrehmî û dilovaniya xwe çawa ji te re eyan kiriye (Zeb. 78:38, 39; Rom. 8:32). Li ser gotinên Kitêba Pîroz kûr bifikire û bîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa alî te kiriye. Bi vî awayî, şikurdariya te wê her ku diçe zêdetir bibe, û dostaniya te bi Yehowa wê xurttir bibe (Zeb. 116:1, 2).

6. Li gor Zebûr 94:17-19, duayên jidil çawa dikarin alî te bikin?

6 Her tim dua bike. Bîne ber çavê xwe ku bavek zarokê xwe çawa bi hezkirin hembêz dike. Zarok xwe li cem bavê xwe ew qas rihet hîs dike ku ew bi dilrihetî behsa hemû tiştên baş û xerab dike, yên ku hatine serê wî. Eger em her roj ji dil ji Yehowa re dua bikin, emê wek vî zarokî nêzikî Bavê xweyî ezmanî bibin (Zebûr 94:17-19 bixwîne). Gava tu dua dikî, “dilê xwe mîna avekê li ber wecê Xudan ve birijîne” û behsa hemû xem û derdên xwe bike (Law. 2:19). Ev yek wê çawa li ser te tesîr bike? Wek Kitêba Pîroz dibêje, “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” wê bikeve dilê te (Flp. 4:6, 7). Her ku tu bi vî awayî dua bikî, tuyê nêziktirî Yehowa bibî (Rom. 8:38, 39).

Cesaret ji baweriya bi Yehowa û Padîşahiya wî tê

Stanley Jones ji hêviya Padîşahiya Xwedê cesaret distend (Li paragrafa 7an binêre)

7. Çima muhîm e ku em bawer bin ku sozên Xwedê wê bên cih?

7 Bawer be ku nîmetên Padîşahiya Xwedê wê pêk bên (4. Mû. 23:19). Eger baweriya te bi sozên Xwedê sist be, Îblîs û xizmetkarên wî wê bi hêsanî karibin te bitirsînin (Mtl. 24:10; Îbr. 2:15). Tu çawa dikarî baweriya xwe bi Padîşahiya Xwedê xurttir bikî? Li lêkolîna xwe, bala xwe bide ku Xwedê di heqê Padîşahiya xwe de çi soz daye û bifikire ku tu çima dikarî bawer bî ku sozên wî wê bên cih. Wê çima baş be ku tu vêya bikî? Serpêhatiya birayê Stanley Jones, ê ku seba baweriya xwe 7 sal li hebsê ma, bîne ber çavê xwe. * Çi alî wî kir ku ew dilsoz bimîne? Birayê Jones wisa dibêje: “Ji ber ku baweriya min bi Padîşahiya Xwedê xurt bû û min tu caran jê guman nedikir, ez dilsoz mam.” Eger baweriya te bi sozên Xwedê xurt be, tuyê nêziktirî Yehowa bibî û tuyê seba tirsê dev ji xizmeta wî bernedî (Mtl. 3:25, 26).

8. Ev yek ku em çi qas qîmetê didin civînan çi nîşan dide?

8 Her tim here civînan. Civînên me alî me dikin ku em nêziktirî Yehowa bibin. Ev yek ku em niha çi qas qîmetê didin civînan nîşan dide ku emê çi qas qewî bisekinin eger em rastî zilmê bên (Îbr. 10:24, 25). Çima? Eger em seba astengên biçûk neçin civînan, emê çi bikin eger rojekê êdî bitalûke bibe ku em herin civînan? Lê belê, eger em ji niha ve xîret bikin ku herin hemû civînan, emê sist nebin eger muxalifên me bixwazin ji me re bibin asteng ku em li hev top bibin. Lazim e ku em ji niha ve ji xwe re bikin adet ku em herin hemû civînan. Eger em wisa bikin, muxalefet yan qedexeyên resmî wê tu caran nikaribin bibin sebeb ku em ji Xwedê zêdetir guh bidin mirovan (Kar. 5:29).

Ji bo ku tu hazir bî eger zilm dest pê bike, wê baş be ku tu ji niha ve hin ayetan û kilaman ezber bikî (Li paragrafa 9an binêre) *

9. Wê çima baş be ku em ayetan ezber bikin?

9 Hin ayetên muhîm ezber bike (Met. 13:52). Belkî li te zor tê ku tu ayetan di bîra xwe de xwedî bikî. Dîsa jî, gava hewcedarî çêdibe, Yehowa dikare bi destê ruhê pîroz alî te bike ku tu van ayetan bînî bîra xwe (Yûh. 14:26). Birayekî ku li Almanyaya Rojhilat li hucreyê ma, wisa got: “Ez pir şa bûm ku min bi sedan ayet ezber kiribûn! Li wan rojên dirêj, ez li ser gelek ayetan kûr difikirîm.” Van ayetan alî birayê me dikir ku ew xwe bispêre Yehowa û dilsoz bimîne.

(Li paragrafa 10an binêre) *

10. Wê çima baş be ku em kilam û stranan ezber bikin?

10 Kilam û stranên ku pesnê Yehowa didin, ezber bike. Gava Pawlos û Sîlas li bajarê Filîpyayê ketin zindanê, wan kilamên ezberkirî digotin (Kar. 16:25). Mîna vê, gava xwişk û birayên li dema Yekîtiya Komarên Sovyet li Sîbîryayê hatin sirgûn kirin, wan jî ji kilaman qewet distend. Xwişka me Mariya Fedûn wisa got: “Me hemû kilam digotin, ên ku em ji berê de ji kitêba kilaman hîn bûbûn.” Bi saya van kilaman, wan teşwîq distend û xwe nêziktirî Yehowa hîs dikir. Ma tu jî teşwîqê nastînî gava tu kilam û stranan dibêjî, yên ku pesnê Yehowa didin? Loma kilam û stranên xwe yên favorî ji niha ve ezber bike (li çarçoveya “ Mêrxasî Bide Min” binêre).

EM ÇAWA DIKARIN CESARETA XWE ZÊDE BIKIN?

11-12. (a) Li gor 1. Samûyêl 17:37, 45-47, Dawid çima mêrxas bû? (b) Serpêhatiya Dawid çi rêyî me dide?

11 Ji bo ku tu karibî li hemberî zilmê dilsoz bimînî, tu hewceyî cesaretê yî. Eger cesareta te kêm e, tu dikarî çi bikî? Ji bîr neke ku cesareta rastîn bi bejn, qewet yan hunerên te ve girêdayî nîne. Serpêhatiya Dawid padîşah bîne ber çavê xwe. Gava ew li dijî Golyat derket, ew hê ciwan bû. Bejna Golyat pir dirêj bû, lê bejna Dawid kin bû û şûrê wî jî tune bû. Dîsa jî, cesareta wî mezin bû. Loma Dawid bi mêrxasî hicûmî vî dêwê qure kir.

12 Dawid çima ew qas mêrxas bû? Ew ji dil bawer bû ku Yehowa bi wî re ye (1. Samûyêl 17:37, 45-47 bixwîne). Dawid bala xwe neda bejna Golyat, lê wî bala xwe da vê yekê ku Golyat li gor Yehowa çi qas biçûk e. Ev serpêhatî çi rêyî me dide? Eger em bawer bin ku Yehowa bi me re ye û eger em bala xwe bidin vê yekê ku muxalifên me li gor Xwedê çi qas biçûk in, emê mêrxas bibin (2. Dîr. 20:15; Zeb. 16:8). Lê em çawa dikarin cesareta xwe zêde bikin berî ku zilm dest pê bike?

13. Em çawa dikarin cesareta xwe zêde bikin?

13 Ji bo ku em cesareta xwe zêde bikin, wê baş be ku em mizgîna Padîşahiyê belav bikin. Çima? Îşê belavkirina mizgînê hînî me dike ku gerek em xwe bispêrin Yehowa û ji însanan netirsin (Mtl. 29:25). Çawa ku bedena me xurttir dibe gava em sporê dikin, cesareta me xurttir dibe gava em mizgînê mal bi mal, li cihên umûmî û li cihên îş belav dikin. Eger em ji niha ve mizgînê bi cesaret belav bikin, emê tu caran dev ji vî îşî bernedin eger rojekê îşê me bê qedexe kirin (1. Sel. 2:1, 2).

Nancy Yuen dev ji belavkirina mizgînê berneda (Li paragrafa 14an binêre)

14-15. Serpêhatiyên Nancy Yuen û Valêntîna Garnovskaya çi rêyî me didin?

14 Bila em bala xwe bidin serpêhatiyên du xwişkên dilsoz, ên ku cesareteke mezin nîşan da. Bejna xwişka me Nancy Yuen tenê 1,5 metre bû, lê ew yeke mêrxas bû. * Ji ber ku wê dev ji belavkirina mizgîna Padîşahiya Xwedê berneda, ew weke 20 sal li Çînê li hebsê ma. Memûrên ku xwişka me da ber pirsan got ku ew li temamiya Çînê “mirovê herî serhişk” e.

Valêntîna Garnovskaya bawer bû ku Yehowa bi wê re ye (Li paragrafa 15an binêre)

15 Li dema Yekîtiya Komarên Sovyet, xwişka me Valêntîna Garnovskaya sê caran ket hebsê û weke 21 sal li hebsê ma. * Ji bo çi? Ji ber ku wê dev ji belavkirina mizgînê berneda, memûran ew wek “sûcdareke pir bitalûke” didît. Ev du xwişkên me çawa ew qas mêrxas bûn? Ew bawer bûn ku Yehowa bi wan re ye.

16. Cesareta rastîn ji çi tê?

16 Wek me dîtiye, ji bo ku em cesareta xwe zêde bikin, gerek em xwe nespêrin qewet û hunerên xwe, lê belê bawer bin ku Yehowa bi me re ye û di oxira me de şer dike (5. Mû. 1:29, 30; Zek. 4:6). Cesareta rastîn ji baweriyeke wisa tê.

EGER MIROV JI ME NEFRET BIKIN

17-18. Li Yûhenna 15:18-21, Îsa çi got?

17 Em helbet şa dibin gava kesên din qedrê me digirin, lê gerek em qîmeta xwe li gor nêrîna kesên din hesab nekin. Îsa wisa got: “Xwezî bi we, gava ku xelk di ber Kurê Mirov de, ji we nefret bikin, we ji nav xwe derxin, we nizim bikin û navê we bi xerabî derxin” (Lûqa 6:22). Îsa dixwest çi bigota?

18 Îsa negot ku şagirtên wî wê ji zilmê kêfê bistînin. Wî tenê got ku çi wê biqewime. Ji ber ku em ji vê dinyayê nînin, li gor hîndariyên Îsa dijîn û mizgînê belav dikin, dinya ji me nefret dike (Yûhenna 15:18-21 bixwîne). Daxwaza me ev e ku em dilê Yehowa şa bikin. Eger mirov ji me nefret bikin ji ber ku em ji Xwedê hez dikin, ev problema wan e.

19. Em çawa dikarin şandiyên Îsa ji xwe re bikin nimûne?

19 Tu caran seba gotin yan kirinên mirovan şerm neke ku tu Şahidê Yehowa yî (Mîka 4:5). Ji bo ku em tirsa derdorê ji dilê xwe derxînin, wê baş be ku em bînin bîra xwe ku şandiyên li Orşelîmê çi kir piştî ku Îsa hatibû kuştin. Wan dizanibû ku alimên Cihû ji wan çi qas nefret dikir (Kar. 5:17, 18, 27, 28). Dîsa jî, ew roj bi roj diçûn perestgehê û xwe bi eşkereyî wek şagirtên Îsa nîşan dida (Kar. 5:42). Wan îzin neda ku tirs wan bide sekinandin. Eger em xwe her tim û li her derê wek Şahidên Yehowa nîşan bidin – li cihê îş, li mektebê û li taxa xwe – emê jî karibin ji tirsa derdorê bifilitin (Kar. 4:29; Rom. 1:16).

20. Gava mirovan ji şandiyên Îsa nefret dikir, ew çima dîsa jî dilşad bûn?

20 Şandiyên Îsa çima dilşad bûn? Wan dizanibû ku mirov çima ji wan nefret dikin, û ew “şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin” (Lûqa 6:23; Kar. 5:41). Çend sal bi şûn de, Petrûsê şandî wisa nivîsî: “Eger hûn di ber rastiyê de cefayê bikişînin jî, xwezî bi we!” (1. Ptr. 2:19-21; 3:14). Eger em fehm bikin ku mirov ji me nefret dikin ji ber ku em tiştên rast dikin, emê bi zêdeyî netirsin.

XWE JI NIHA VE HAZIR BIKE

21-22. (a) Tuyê xwe çawa ji bo zilmê hazir bikî? (b) Li meqaleya din, emê çi bibînin?

21 Em nizanin ku emê kengê zilmê bibînin yan fealiyetên me wê kengê bên qedexe kirin. Lê belê em dizanin ku em dikarin xwe ji niha ve hazir bikin. Ji bo vê, gerek em dostaniya xwe bi Yehowa xurttir bikin, cesareta xwe zêde bikin û sebir bikin eger mirov ji me nefret bikin. Eger em xwe ji niha ve hazir bikin, emê karibin dilsoz bimînin eger em rojekê rastî zilmê bên.

22 Lê eger fealiyetên me bên qedexe kirin, emê çi bikin? Li meqaleya din, emê bala xwe bidin hin prensîpan, ên ku wê alî me bikin ku em dev ji xizmeta Yehowa bernedin eger tiştekî wisa bê serê me.

KILAM 118 “Baweriya Me Zêde ke”

^ par. 5 Em helbet naxwazin ku mirov ji me nefret bikin, lê em dizanin ku emê rojekê rastî zilmê bên. Ev meqale wê alî me bike ku em li hemberî zilmê mêrxas bin.

^ par. 7 Li kovara The Watchtower, 15 Kanûn 1965, rûp. 756-767 binêre.

^ par. 14 Li kovara The Watchtower, 15 Tîrmeh 1979, rûp. 4-7 binêre. Wekî din, li vîdeoya Yehova’nın İsmi Duyulacak (bi zimanê Tirkî) temaşe bike (li ser JW Broadcasting®, here SÖYLEŞİLER VE TECRÜBELER).

^ par. 67 RESIM: Li îbadeta malbatê, dê û bav bi destê kartên biçûk alî zarokên xwe dikin ku ew ayetan ezber bikin.

^ par. 70 RESIM: Malbateke ku diçe civînekê li erebeyê kilaman dibêje.