Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27

Îda Nihada bona Zêrandinê Hazir bin

Îda Nihada bona Zêrandinê Hazir bin

“Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê” (2 TÎMT. 3:12).

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Çira em gerekê bona zêrandinê hazir bin?

ÎSA şeva pêşiya mirina xwe got, wekî hemûyên ku bibine şagirtên wî, wê ber çevê vê dinyayê reş bin (Yûhn. 17:14). Heta îro jî, merivên ku miqabilî hebandina rast in, pey Mesîhiyên amin dikevin, yên ku Şedên Yehowa ne (2 Tîmt. 3:12). Axiriya vê dinyayê îda gelek nêzîk e, û lema em zanin, wekî dijminên me wê hê zêde pey me kevin (Met. 24:9).

2-3. a) Derheqa tirsê em gerekê çi bizanibin? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Lê em ça dikarin xwe pêşda hazir kin bona zêrandinê? Em gerekê hişê xweda nezivirînin û nedin ber çevê xwe, ku dibeke çi dikare bê serê me. Çira? Çimkî wê tirs me bigire û emê berxwe kevin. Usa em dikarin hê pêşiya cêribandina sist bin û bikevine bin tirsê (Metlk. 12:25; 17:22). Tirs, ew heye çekê qewî, kîjan ku “Mîrêcinê neyarê” me, miqabilî me dide xebatê (1 Pet. 5:8, 9). Lê nihada em çi dikarin bikin seva qewî bin, ku wedê zêrandina teyax kin?

3 Vê gotarêda, emê şêwir kin çawa em dikarin heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin, û çira ferz e vê yekê îda nihada bikin. Emê usa jî şêwir kin, ku em çi dikarin bikin, seva hê zêde mêrxas bin. Usa jî emê şêwir kin, ku ça teyax kin çaxê me nefret dikin.

ÇAWA HELEQETIYA XWE TEVÎ YEHOWA QEWÎ KIN

4. Li gora Îbranî 13:5, 6, em çida gerekê dudilî nebin, û çira?

4 Dudilî nebin, wekî Yehowa we hiz dike û wê tu car we nehêle. (Bixûne Îbranî 13:5, 6.) Gelek sal pêşda, “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê: “Merivê ku Xwedê rind nas dike, wê wedê cêribandina bi temamî îtbariya xwe wî bîne”. Rastî jî usa ye! Hergê em dixwazin wedê zêrandinê sebir kin, em gerekê Yehowa hiz bikin, bi temamî îtbariya xwe wî bînin, û tu car dudilî nebin, wekî ew me hiz dike (Met. 22:36-38; Aqûb 5:11).

5. Çi wê alî we bike bawer kin, ku Yehowa we hiz dike?

5 Her roj Kitêba Pîroz bixûnin, seva hê nêzîkî Yehowa bin (Aqûb 4:8). Wedê xwendinê, dîna xwe bidine hunurên Yehowayî qenc. Usa jî dîna xwe bidin, ku ça gilî û kirên wîda tê kifşê, ku ew we gelek hiz dike (Derk. 34:6). Hinekara dibeke çetin e bawer kin, ku Xwedê wana hiz dike, çimkî hindava xweda tu car hizkirin nedîtine. Hergê hûn usa xwe texmîn dikin, wê baş be xwera her roj başqe binivîsin, ku Yehowa çi cûreyî remtî û qenciyê hindava weda dide kifşê (Zeb. 78:38, 39; Rom. 8:32). Çaxê hûn ser vê yekê û usa jî ser xwendina Kitêba Pîroz bifikirin, hûnê bivînin, ku Yehowa çiqas gelek tişt bona we kiriye û dike. Çiqas hê zêde hûn ji Yehowa razî bin, haqas wê heleqetiya we tevî wî hê qewî be (Zeb. 116:1, 2).

6. Li gora Zebûr 94:17-19, çawa duayên bi dil û can dikarin alî we bikin?

6 Her gav dua bikin. Bidine ber çevê xwe gedê biçûk, ku hemêza bavê xweda ye. Ew usa xwe rihet texmîn dike, ku natirse bavê xwera gilî ke derheqa tiştên baş û xirab, kîjan vê rojê qewimîne. Hûn jî usa dikarin tevî Yehowa nêzîk bin, hergê her roj bi dil û can jêra dua bikin. (Bixûne Zebûr 94:17-19.) Çaxê hûn Yehowara dua dikin, “dilê xwe mîna avekê” li ber wî birêjin, û Bavê xweyî hizkirîra derheqa xemên xwe û hemû tirsên dilê xwe, gilî kin (Lûr. Yêrem. 2:19). Lê ew yek wê çida alî we bike? Hûnê texmîn kin “edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” (Fîlî. 4:6, 7). Çiqas hê zêde hûn usa dua bikin, haqas hê zêde hûnê xwe nêzîkî Yehowa texmîn kin (Rom. 8:38, 39).

Çaxê baweriya me hindava Yehowa û Padşatiya wî qewî ye, em mêrxas dibin

Baweriya Stênlî Cons sist nîbû, çimkî ew bawer bû, wekî Padşatiya Xwedê rêalî ye (Binihêre abzasa 7)

7. Çira hûn gerekê dudilî nebin, wekî sozên Xwedê derheqa Padşatiya wî, wê ese bêne sêrî?

7 Dudilî nebin, wekî hemû keremên Padşatiya Xwedê, wê bêne sêrî (Jimar 23:19). Hergê hûn hindava sozên Xwedê dudilî bin, Şeytanra û yên ku bin destê wîda nin, wê hêsa be we bitirsînin (Metlk. 24:10; Îbrn. 2:15). Lê ça em dikarin îda nihada baweriya xwe hindava Padşatiya Xwedê qewî kin? Wede xwera başqe kin, seva lêkolîn kin sozên Xwedê derheqa Padşatiya wî, û usa jî wan meniya, ku çira em dikarin bawer bin, wekî ew soz wê ese bêne sêrî. Lê çida ew yek wê alî we bike? Dîna xwe bidin mesela Stênlî Cons, yê ku weke 7 sala bona baweriya xwe kelêda bû. * Çi alî wî kir ku ewî sebir kir û Xwedêra amin ma? Ewî got: “Baweriya min qewî bû, çimkî min derheqa Padşatiya Xwedê zanibû û usa jî min zanibû ku ew wê çi bike bona însanetê. Ez tu car vê yekêda dudilî nîbûm, lema jî tu kesî nikaribû zorê min bikira, ku min Yehowa bihîşta”. Hergê baweriya we hindava sozên Yehowa qewî ye, hûnê nêzîkî wî bin û tu car tirs wê riya we negire jêra xizmet kin (Metlk. 3:25, 26).

8. Nihêrandina me hindava civatê, çi dikare bide kifşê? Şirovekin.

8 Her gav werin ser civatê. Civat alî me dikin, em heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Nihêrandina me hindava hatina ser civatê, dide kifşê ku axiriyêda wedê zêrandinê emê ça xwe bidine kifşê (Îbrn. 10:24, 25). Çira? Hergê em îro dihêlin, wekî çetinayên biçûk rê me bigirin ku neçine civatê, bifikirin, emê axiriyêda ça bin, gava em mecbûr bin bikevine bin xofê, seva tevî xûşk-bira top bin? Lê hergê em xwera safî kin, ku her gav bêne ser civata, emê nehêlin, wekî dijminên me rê me bigirin tevayî top bin. Niha wede ye hîn bin, ku civatên xwe hiz bikin. Hergê em hiz dikin bêne ser civatê, tu zêrandin, û hela hê jî qedexekirina dewletê, wê me nede sekinandinê, wekî gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva (Kar. Şand. 5:29).

Rêz û kilamên ruhanî ku hûn ezberî hîn bin, wê wedê zêrandina we bişidînin û qewî kin (Binihêre abzasa 9) *

9. Seva ku bona zêrandinê hazir bin, çira baş e em rêza bîra xweda xwey kin?

9 Rêzên ku hûn hiz dikin, bi ezberî hîn bin (Met. 13:52). Dibeke bîra we ne usa baş e, lê Yehowa pê qewata ruhê xweyî pîroz, dikare wan rêza bîne bîra we (Yûhn. 14:26). Dîna xwe bidine mesela birakî, kîjan ku kela Almanya Rohilatêda, kartsêrêda bû. Ewî got: “Ez çiqas şa bûm, wekî pêşda ez bi seda rêz, ezberî hîn bûm! Ew rojên ku ez tenê bûm, ez xwera ser cûre-cûre rêza difikirîm”. Ewan rêza alî birê me kirin, wekî nêzîkî Yehowa bimîne û bi aminî sebir ke.

(Binihêre abzasa 10) *

10. Çira lazim e em kilamên ruhanî ezberî hîn bin?

10 Kilamên ruhanî bi ezberî hîn bin û bistirên. Çaxê Pawlos û Sîlas Fîlîpyayêda kelêda bûn, wana kilamên ruhanî distiran, kîjan ku ezberî zanibûn (Kar. Şand. 16:25). Xûşk-birên me jî, kîjana ku wedê Yektiya Sovyetê Sîbîryayêda aksorkirî bûn, pê kilamên ruhanî qewî dibûn. Marîa Fêdûn gilî kir: “Me ji kitêba kilama çiqas kilam zanibû, gişk distira”. Ewê got ku ewan kilama dil dida wan gişka, û alî wan dikir ku xwe nêzîkî Yehowa texmîn kin. Lê hûn texmîn dikin ça kilamên ruhanîye ku hûn hiz dikin, we qewî dikin çaxê hûn distirên? Wekî usa ne, nihada wan kilama ezberî hîn bin! (Binihêrin çargoşe “ Mêrxasî Bide Min”.)

HÛN ÇI DIKARIN BIKIN SEVA HÊ ZÊDE MÊRXAS BIN?

11-12. a) Li gora 1 Samûyêl 17:37, 45-47, Dawid çira mêrxas bû? b) Kîjan dersa ferz em pêdihesin ji mesela Dawid?

11 Wedê zêrandina, mera mêrxasî lazim e. Lê hergê hûn texmîn dikin, wekî hûn mêrxas nînin, çi dikarin bikin? Bîr nekin, wekî mêrxasî bejin-balêva, qewatêva yan jî feresetava girêdayî nîne. Dîna xwe bidine mesela Dawidê cahil, yê ku miqabilî Golyat derket. Dawid ji wî merivê terikî, nimiztir û sist bû, hin jî çekên wî jî pakî tune bûn. Hela hê şûrek jî cem wî tune bû. Lê Dawid yekî gelek mêrxas bû û bi egîtî miqabilî vî merivê terikî derket.

12 Lê çira Dawid usa mêrxas bû? Ewî qayîm bawer dikir, wekî Yehowa tevî wî ye. (Bixûne 1 Samûyêl 17:37, 45-47.) Dawid dîna xwe neda vê yekê, ku Golyat ber wî çiqas mezin e. Dewsê, ew difikirî ku Golyat himberî Yehowa çiqas biçûk e. Em ji vê serhatiyê çi xwera hîn dibin? Em hîn dibin ku em gerekê bawer bin, wekî Yehowa tevî me ye, û dudilî nebin, wekî dijminên me himberî Xwedêyê Herî Jorin çiqas biçûk in (2 Dîr. 20:15; Zeb. 16:8). Lê ça îro em dikarin mêrxasiya xwe zêde kin, heta zêrandin destpênebûne?

13. Çawa mêrxasiyê zêde kin? Şirovekin.

13 Em dikarin mêrxasiya xwe zêde kin, hergê mizgîniya Padşatiyê merivara gilî kin. Çira? Çimkî wedê xizmetiyê em hîn dibin îtbariya xwe Yehowa bînin û tirsa ber meriva alt kin (Metlk. 29:25). Çaxê em sportêva mijûl dibin, masûlkên (çîl) me qewî dibin, mîna vê yekê çaxê em mal bi mal, ciyên ku gelek meriv top dibin, neformal û ciyên xebatê mizgîniyê bela dikin, mêrxasiya me qewî dibe. Hergê em nihada wedê xizmetiyê mêrxasiya xwe zêde kin, emê hê rind hazir bin mizgîniyê bela kin hingê jî, hergê şixulê me bê qedexekirinê (1 Têsln. 2:1, 2).

Nênsî Yûên qayîl nebû, wekî belakirina mizgîniyê bide sekinandinê (Binihêre abzasa 14)

14-15. Em ji xûşka Nênsî Yûên û Valêntîna Garnovskaya çi hîn dibin?

14 Em dikarin ji mesela du xûşkên amin ku mêrxas bûn, dersê xwera hîn bin. Nênsî Yûên bejn-balêda mêtir nîv bû, lê mêrxasiya wê gelek mezin bû. * Ew qayîl nebû, wekî belakirina mizgîniya Padşatiyê bide sekinandinê. Axiriya vê yekê ew bû, ku ew weke 20 salî kela Çînayêda rûnişt. Merivên dewletê, yên ku lê dicêribandin û pirs didane wê, gotin wekî welatê wanda, ew “meriveke lape serhişk” bû.

Valêntîna Garnovskaya bawer dikir, wekî Yehowa kêleka wê ye (Binihêre abzasa 15)

15 Valêntîna Garnovskaya jî, Yektiya Sovyeta berêda, sê cara ketibû kelê, bi temamî ew weke 21 sala kelêda derbaz kir. * Lê çira? Ewê miqerm safî kiribû, wekî belakirina mizgîniyê nede sekinandinê, û lema ofîsêra ew nav kirin “qaçaxa gelek xof”. Lê çira ew du xûşk usa mêrxas bûn? Wana bawer dikir, wekî Yehowa kêleka wan e.

16. Çi mera lazim e seva bi rastî mêrxas bin?

16 Çawa me şêwir kir, seva em bi rastî mêrxas bin, lazim e ne ku îtbariya xwe qewata xwe û feresetên xwe bînin, lê em gerekê bawer bin, ku Yehowa tevî me ye û dewsa me ew şer dike (Qan. Dcr. 1:29, 30; Zeker. 4:6). Ew e ya lape sereke, bi saya çi jî em mêrxasiyê qazanc dikin.

HÛN ÇI DIKARIN BIKIN ÇAXÊ WE NEFRET DIKIN

17-18. Li gora Yûhenna 15:18-21, Îsa derheqa çi mera pêşda got? Şirovekin.

17 Çaxê meriv qedirê me digirin, me xweş tê, lê çaxê me hiz nakin, ew nayê hesabê, wekî em merivne hêsîr in û nehêja ne. Îsa got: “Xwezî li we, gava hûn bona Kurê Însan ber çevê meriya reş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin” (Lûqa 6:22). Îsa bi wan giliya çi dixwest bigota?

18 Îsa ne got, wekî Mesîhî wê şa bin ku ber çevê meriva reş bin. Lê ewî pêşda got, ku çi dikare bê serê me. Em ne para vê dinyayê ne. Em dijîn li gora hînkirinên Îsa û wê mizgîniyê bela dikin, kîjan ku ewî bela dikir. Lema jî em ber çevê vê dinyayê reş in. (Bixûne Yûhenna 15:18-21.) Em dixwazin dilê Yehowa şa kin. Hergê meriv me nefret dikin ji bo vê yekê, ku em Bavê xwe hiz dikin, ev problêma wan e.

19. Ça em dikarin çev bidine mesela şandiya?

19 Tu car ji bo gilî yan kirên meriva, şerm nekin ku hûn Şedên Yehowa ne (Mîx. 4:5). Em dikarin ji şandiyên, ku paşî mirina Îsa Orşelîmêda bûn, hîn bin ji meriva netirsin. Wana zanibû ku serwêrên Cihû wana gelek nefret dikin (Kar. Şand. 5:17, 18, 27, 28). Lê yeke ewana her roj berdewam dikirin diçûne paristgehê û venedişartin ku şagirtên Îsa ne (Kar. Şand. 5:42). Tirsê tu car riya wan nedigirt. Em jî dikarin tirsa xwe ber meriva alt kin bi vê yekê, hergê hemû ciya, dêmek ciyê xebatê, mektebêda, û nava cînarada, xwe eyan kin ça Şedên Yehowa (Kar. Şand. 4:29; Rom. 1:16).

20. Rast e meriva şandî nefret dikirin, lê çira ewana bextewar bûn?

20 Lê çira şandiyên Îsa usa bextewar bûn? Wana zanibû çira ewana ber çevê meriva reş in, û bona wan qedir bû ku dihatine zêrandinê, çimkî qirara Xwedê dianîn sêrî (Lûqa 6:23; Kar. Şand. 5:41). Petrûsê şandî nivîsî: “Heger hûn bona rastiyê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne!” (1 Pet. 2:19-21; 3:14). Hergê em fem dikin, ku bona rastiyê me hiz nakin, emê tu car nehêlin, wekî ew yek me bitirsîne û xizmetiya me Yehowara bide sekinandinê.

HÛNÊ KAREKE MEZIN BISTÎNIN HERGÊ NIHADA HAZIR BIN

21-22. a) We çi safî kiriye bikin, seva hazir bin bona zêrandinê? b) Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

21 Em nizanin emê kengê rastî zêrandinê bên, yan jî kengê şixulê me wê bê qedexekirinê. Lê em zanin, ku em dikarin îda niha heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin, mêrxas bin, û hîn bin sebir kin çaxê me nefret kin. Ew hazirbûn wê alî me bike axiriyêda berdewam kin Yehowara xizmet kin.

22 Lê hergê şixulê me bê qedexekirinê, em çi gerekê bikin? Gotara dinda emê şêwir kin wan prînsîpa, kîjan ku wê alî me bikin wedê qedexekirinê jî berdewam kin Yehowara xizmet kin.

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

^ abz. 5 Em naxwazin ber çevê meriva reş bin. Lê zû yan dereng emê rastî zêrandinê bên. Ew gotar wê alî me bike, wekî pêşda xwe hazir kin, seva bi mêrxasî rastî wan tengasiya bên.

^ abz. 7 Binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Kanûna Pêşin, sala 1965, rûp. 756-767.

^ abz. 14 Binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Tîrmehê, sala 1979, rûp. 4-7. Usa jî binihêrin JW Brodkastîngêda, vîdêo bi navê “Navê Yehowa Gerekê bê Eyankirinê”. Bikevin ÎNTÊRVÎÛ Û SERHATÎ.

^ abz. 67 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê qulixkirina tevî malbetê, dê-bav pê karta alî zarên xwe dikin rêza ezberî hîn bin.

^ abz. 70 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ser riya civatê, malbet kilamên Padşatiyê distirên.