Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28

Di bin Qedexeyan de Dev ji Xizmeta Yehowa Bernede

Di bin Qedexeyan de Dev ji Xizmeta Yehowa Bernede

“Em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (KAR. 4:19, 20).

KILAM 122 Qewî Bisekinin!

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Em çima şaş namînin gava fealiyetên me tên qedexe kirin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

EM ŞAŞ namînin ku şagirtên Îsa li hin welatan rastî zilmê tên, çimkî ev yek li Kitêba Pîroz ji berê de hatibû gotin (2. Tîm. 3:12). Li sala 2018an, li welatên ku fealiyetên me bi temamî yan jî qismen hatine qedexe kirin, zêdetirî 223.000 mizgînvan hebûn. Em dizanin ku li welatên din jî, fealiyetên me dikarin ji nişka ve bên qedexe kirin.

2 Eger fealiyetên me bên qedexe kirin, dibe ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo Xwedê êdî ji me razî nîne? Gelo emê êdî nikaribin îbadetê bikin? Gelo wê baş be ku ez derbasî welatekî azad bibim?” Li vê meqaleyê, emê van pirsan muzakere bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin xizmeta xwe berdewam bikin eger fealiyetên me bên qedexe kirin, û gerek em çi nekin.

GELO ZILM TÊ MANEYA KU XWEDÊ ÊDÎ JI ME RAZÎ NÎNE?

3. Li gor 2. Korîntî 11:23-27, Pawlos rastî çi cure zilmê dihat, û em ji serpêhatiya wî çi hîn dibin?

3 Eger fealiyetên me bên qedexe kirin, dibe ku em bifikirin ku Xwedê ji me razî nîne. Lê belê ev ne rast e. Mesela, jiyana Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Wî 14 nameyên Nivîsarên Pîroz ên Yewnanî nivîsandin, û ew wek şandiyê ji bo miletan hat hilbijartin. Dîsa jî, ew rastî zilma giran dihat (2. Korîntî 11:23-27 bixwîne). Serpêhatiya Pawlosê şandî rêyî me dide ku Yehowa carinan îznê dide ku xizmetkarên wî yên dilsoz rastî zilmê bên.

4. Dinya çima ji me nefret dike?

4 Sebeba muxalefeta li dijî me çi ye? Îsa gotibû ku mirov wê ji me nefret bikin ji ber ku em ji vê dinyayê nînin (Yûh. 15:18, 19). Gava em rastî zilmê tên, maneya vê ne ev e ku Yehowa ji me razî nîne, lê ev e ku em li ser riya rast in!

GELO MUXALIF DIKARIN ÎBADETA ME BIDIN SEKINANDIN?

5. Gelo muxalif dikarin îbadeta Yehowa ji holê rakin?

5 Însan nikarin îbadeta Yehowa bi temamî bidin sekinandin. Heta niha, gelek kesan dixwest ev yek bikira, lê ew tu caran serkeftî nebûne. Mesela, li dema Şerê Cîhanî ya Diduyan, gelek dewletan li xizmetkarên Xwedê zilm kir. Fealiyetên Şahidên Yehowa ne tenê ji aliyê Naziyên Almanyayê ve, lê ji aliyê dewletên Awistralya, Kanada û welatên din ve jî hatin qedexe kirin. Dîsa jî, tiştekî balkêş çêbû: Li sala 1939an, gava şer dest pê kiribû, li seranserê dinyayê 72.475 mizgînvan hebûn. Lê belê li sala 1945an, gava şer xelas bû, bi saya bereketa Yehowa, êdî 156.299 mizgînvan hebûn. Belê, hejmara mizgînvanan du qat zêde bûbû!

6. Muxalefet dikare çi cure netîceyan bîne meydanê?

6 Muxalefet dikare yan me sist bike yan jî me teşwîq bike ku em xizmeta xwe zêde bikin. Li welatekî, gava fealiyetên me hatin qedexe kirin, xwişk û birayekî me, yê ku zarokê wan hebû, dest bi pêşengiyê kir. Ji bo vê, xwişka me dev ji îşê xweyî baş berda. Birayê me got ku seba qedexebûna fealiyetên me, gelek kesan dixwest di heqê Şahidên Yehowa de melûmatê bistînin. Ji ber vê yekê, wî tevî gelek kesan dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Wekî din, birayekî ku li vî welatî wek kalekî civatê xizmet dikir, got ku gelek kesên ku ji Yehowa dûr ketibûn, vegeriyan civînan û ji nû ve dest bi belavkirina mizgînê kiriye.

7. (a) 3. Mûsa 26:36, 37 çi rêyî me dide? (b) Eger fealiyetên me bên qedexe kirin, tuyê çi bikî?

7 Gava dijminên me fealiyetên me qedexe dikin, armanca wan ev e ku em bitirsin û dev ji xizmeta Yehowa berdin. Dibe ku ew di heqê me de derewan belav bikin, li malên me lêgerînê bikin, me bidin mehkemeyan yan jî hinek ji me bavêjin hebsê. Gava ew hin xwişk û birayên me dişînin hebsê, hêviya wan ev e ku tirs bikeve dilê me û em xwe bi xwe dev ji xizmeta xwe berdin. Em naxwazin mîna van kesan bibin, ên ku 3. Mûsa 26:36, 37 * behsa wan dike (ji jêrenotê bixwîne). Eger em xwe bi temamî bispêrin Yehowa, emê seba tirsê sist nebin û dev ji xizmeta xwe bernedin (Zeb. 27:1). Gerek em ji bo rêberiya Yehowa dua bikin. Em dizanin ku bi alîkariya wî, dewletên herî xurt jî nikarin xizmet û dilsoziya xera bikin (Îbr. 13:6).

GELO WÊ BAŞ BE KU EZ DERBASÎ WELATEKÎ DIN BIBIM?

8-9. (a) Li dema zilmê, gerek her kes xwe bi xwe çi qerarê bide? (b) Berî ku em qerarekê bidin, gerek em çi bikin?

8 Eger fealiyetên Şahidên Yehowa li welatê te bên qedexe kirin, gelo wê baş be ku tu derbasî welatekî din bibî ji bo ku tu karibî bi azadî ji Yehowa re xizmet bikî? Ev yek qerareke şexsî ye. Bîne ber çavê xwe ku li sedsala yekê, şagirtên Îsa çi kir gava zilmê dest pê kir. Piştî ku Steyfan hat kuştin, şagirtên ji Orşelîmê çûn Cihûstan û Sameryayê. Hin ji wan jî çûn heta Fînîkya, Qibris û Entakyayê (Met. 10:23; Kar. 8:1; 11:19). Lê belê gava zilmê dîsa dest pê kir, Pawlosê şandî ji cihên ku muxalefet hebû, nereviya, lê xwe avêt talûkeyê ku mizgînê belav bike û cesaretê bide xwişk û birayên ku li wê derê dijiyan (Kar. 14:19-23).

9 Em ji vê çi dersê distînin? Gerek her serê malbatê xwe bi xwe qerarê bide ku çi bike. Berî ku ew qerara xwe bide, wê baş be ku ew dua bike û rind bifikire ku qerara wî wê çawa li ser malbata wî tesîr bike. Di vî warî de, gerek em lome li tu kesî nekin ji ber ku ew dixwazin bimînin yan herin.

DI BIN QEDEXEYAN DE, EMÊ ÇAWA ÎBADETÊ BIKIN?

10. Buro û kalên civatan wê çi rêberiyê bidin?

10 Di bin qedexeyan de, emê xizmeta xwe çawa berdewam bikin? Buro wê rêberiya kalên civatan bike ku xwişk û bira çawa dikarin xwarina ruhî bistînin, ji bo îbadetê li hev top bibin û mizgînê belav bikin. Eger buro nikare bigihîje kalên civatan, kalên civatê wê alî me bikin ku em karibin xizmeta xwe berdewam bikin. Ewê li gor rêberiya Kitêba Pîroz û weşanan ji me re bibêjin ku gerek em çi bikin (Met. 28:19, 20; Kar. 5:29; Îbr. 10:24, 25).

11. Eger fealiyetên me bên qedexe kirin, emê xwarina ruhî çawa bistînin, û em çawa dikarin van xwarinên ruhî biparêzin?

11 Yehowa soz dide ku xizmetkarên wî wê ji aliyê ruhî ve têr bin (Îşa. 65:13, 14; Lûqa 12:42-44). Bawer be ku teşkîlata Xwedê wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî. Lê tu jî dikarî hin tiştan bikî. Mesela, eger fealiyetên me bên qedexe kirin, wê baş be ku tu Kitêba Pîroz û weşanên din li cihekî baş veşêrî. Van weşanên çapkirî an weşanên elektronîk rind biparêze ku muxalif wan nebîne. Gerek em çi ji destê me tê bikin ku em ji aliyê ruhî ve xurt bimînin.

Bi saya alîkariya Yehowa, em dikarin bê tirs li hev top bibin (Li paragrafa 12an binêre) *

12. Ji bo civînan, kalên civatê dikarin bernameyeke çawa çêkin ku bala mirovan nekişînin?

12 Li demên wisa, emê çawa ji bo îbadetê li hev top bibin? Kalên civatê wê bernameyeke wisa çêkin ku em karibin civînên xwe bi dizîka bikin. Dibe ku ewê ji me re bibêjin ku gerek em wek komên biçûk li hev top bibin, û ewê bi îhtimaleke mezin saet û cihên civînan car caran biguherînin. Ji bo emniyeta xwişk û birayên din, wê baş be ku em bi dengê nizm xeber bidin gava em diçin û tên. Wekî din, wê belkî lazim be ku em kincên neresmî li xwe bikin ku bala mirovan nekişînin.

Eger xizmeta me bê qedexe kirin jî, emê tu caran dev ji belavkirina mizgînê bernedin (Li paragrafa 13an binêre) *

13. Serpêhatiya xwişk û birayên me li Yekîtiya Komarên Sovyet çi rêyî me dide?

13 Belavkirina mizgînê gerek li gor şertên herêmê bê pêk anîn. Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û dixwazin ji mirovan re behsa Padîşahiya wî bikin, emê helbet riyekê bibînin ku mizgînê belav bikin (Lûqa 8:1; Kar. 4:29). Dîrokzan Emily Baran li ser fealiyetên Şahidên Yehowa yên li dema Yekîtiya Komarên Sovyet wisa got: “Gava dewletê ji bawermendan re got ku ew nikarin baweriya xwe belav bikin, Şahidên Yehowa bi cîran, hevalkar û hevalên xwe re dipeyivîn. Gava ew seba vê diketin kampên cezakirinê, Şahidên Yehowa li wê derê mizgîn dida girtiyên din.” Di bin qedexeyan de jî, xwişk û birayên me yên li Yekîtiya Komarên Sovyet tu caran dev ji belavkirina mizgînê bernedida. Eger belavkirina mizgînê li welatê te bê qedexe kirin, bila tu jî wek van xwişk û birayên dilsoz bî!

BIDÎQAT BE

Lazim e ku em bizanibin ku gerek em kengê hiş bin (Li paragrafa 14an binêre) *

14. Li gor Zebûr 39:1, gerek em çi bikin?

14 Rind bifikire berî ku tu melûmatê bidî. Di bin qedexeyan de, gerek em “wexta hişbûnê” rind bizanibin (Waiz 3:7). Gerek em hin melûmatan rind biparêzin, mesela navê xwişk û birayên me, cihên civînan û vê yekê ku em xizmeta xwe çawa pêk tînin û xwarina ruhî çawa distînin. Ji bo ku em xwişk û birayên xwe neavêjin talûkeyê, gerek em van tiştan ne ji memûrên dewletê re, ne jî ji heval û merivên xwe re bibêjin, ên ku li welatê me yan li welatên din dijîn (Zebûr 39:1 bixwîne).

15. Îblîs dixwaze ku em çi bikin, û em çawa dikarin xwe ji vê dafikê dûr bigirin?

15 Îznê nede ku meseleyên biçûk aştiya me xera bikin. Îblîs dizane ku “eger di nav malekê de dubendî hebe, ew mal nikare bimîne” (Mar. 3:24, 25). Ji ber vê yekê, Îblîs her tim dixwaze aştiya me xera bike. Daxwaza wî ev e ku em ne li hemberî wî, lê li hemberî hevdû şer bikin.

16. Xwişka Gertrud Pötzinger çawa ji me re bû nimûne?

16 Xwişk û birayên ceribandî jî gerek hay ji xwe hebin ku ew nekevin vê dafikê. Serpêhatiya xwişkên me Gertrud Pötzinger û Elfriede Löhr bîne ber çavê xwe. Ev du xwişkên meshkirî tevî xwişkên din ketibûn kampa Naziyan. Li kampê, Elfriedeyê ji xwişkên din re gotar pêşkêş dikirin ku cesaretê bide wan. Seba vê, çavnebarî ket dilê Gertrudê. Paşê, Gertrudê şerm kir û dua kir ku Yehowa alî wê bike. Ew wisa dibêje: “Gerek em qebûl bikin ku hin kes ji me zêdetir bihuner in yan jî ji me zêdetir îmtiyazan distînin.” Gertrudê çawa nêrîna xwe rast kir? Wê bala xwe da sifatên baş û dilgermiya Elfriedeyê. Bi vî awayî, navbera wê û Elfriedeyê dîsa baş bû. Her du xwişk ji kampa Naziyan sax derketin û heta dawiya emrê xwe yê li rûyê erdê bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kir. Bila em îznê nedin ku problemên di navbera me û xwişk û birayan de yekîtiya me xera bike! (Kol. 3:13, 14).

17. Gerek em çima bi serê xwe hereket nekin?

17 Her tim guh bide rêberiyê. Ji bo ku serê me nekeve belayê, gerek em guh bidin rêberiya ku em ji birayên mesûl distînin (1. Ptr. 5:5). Mesela, li welatekî ku fealiyetên me li wê derê hatine qedexe kirin, birayên mesûl gotibû ku gerek mizgînvan li xizmetê weşanan belav nekin. Lê belê, pêşengekî guh neda û hin weşan belav kirin. Netîce bû çi? Piştî xizmetê, ev bira û hin xwişk û birayên din ji aliyê polîsê ve hatin girtin. Eşkere ye ku polîs pey wan ketibûn, û ew weşan ketin destê polîsê. Ev serpêhatî çi rêyî me dide? Dibe ku em carinan bifikirin ku fikra me hê baş e, lê gerek em dîsa jî guh bidin rêberiyê. Eger em tevî birayên ku ji aliyê Yehowa ve hatine hilbijartin ku rêberiya me bikin, hevkariyê bikin, Yehowa wê me bibereket bike (Îbr. 13:7, 17).

18. Gerek em çima qaîdeyên nehewce daneynin?

18 Qaîdeyên nehewce daneyne. Gerek kalên civatê barê mizgînvanan bi qaîdeyên nehewce girantir nekin. Birayê me Juraj Kaminský dema qedexebûna fealiyetên me ya li Çekoslovakyayê wisa tîne bîra xwe: “Piştî ku birayên mesûl û gelek kalên civatan hatibûn girtin, hin kalên civatan û nazirên herêmî ji bo mizgînvanan qaîde danîn û ji wan re got ku gerek ew çi bikin û çi nekin.” Yehowa otorîte nedaye destê me ku em li şûna kesên din qeraran bidin. Kesekî ku qaîdeyên nehewce datîne, xwişk û birayan naparêze. Bi eslê xwe, ew dike ku li ser baweriya wan serweriyê bike (2. Kor. 1:24).

DEV JI XIZMETA YEHOWA BERNEDE

19. Gotinên 2. Dîrokan 32:7, 8 çawa cesaretê didin me?

19 Dijminê me Îblîs wê her tim li xizmetkarên dilsoz ên Yehowa zilmê bike (1. Ptr. 5:8; Pey. 2:10). Îblîs û alîkarên wî wê hewl bidin ku xizmeta me qedexe bikin. Lê belê ne lazim e ku em bi zêdeyî bitirsin (5. Mû. 7:21). Yehowa li kêleka me ye, û eger fealiyetên me rojekê bên qedexe kirin, ewê dîsa jî piştgiriya me bike (2. Dîrokan 32:7, 8 bixwîne).

20. Wê baş be ku em kê ji xwe re bikin nimûne?

20 Bila em şagirtên Îsa yên sedsala yekê ji xwe re bikin nimûne, yên ku ji serokên Cihû re wisa gotibû: “Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, yan bidin Xwedê? Hûn bêjin. Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Kar. 4:19, 20).

KILAM 73 Mêrxasiyê Bide Me

^ par. 5 Gerek em çi bikin eger xizmeta me bê qedexe kirin? Ev meqale rêberiyê dide ku gerek em çi bikin û çi nekin ji bo ku em her tim karibin ji Yehowa re îbadetê bikin.

^ par. 7 Li gor Wergera Dinyaya Nû, 3. Mûsa 26:36, 37 wisa dibêje: “Yên ku sax mane, ezê li welatê dijminên wan tirsê bixim dilê wan. Ewê ji dengê pelekî ku diheje birevin, û ewê mîna kesekî ku ji şûr direve, birevin. Her çi qas kes nekeve pey wan jî, ewê bikevin. Ewê li ser hev biterpilin mîna kesên ku ji şûr direvin bêyi ku kesek bikeve pey wan. Hûnê nikaribin li hemberî dijminên xwe bisekinin.”

^ par. 60 RESIM: Xwişk û birayên ku li vê meqaleyê tên nîşan dayîn, di bin qedexeyan de ji Yehowa re xizmet dikin. Li vî resmî, komeke biçûk ji bo îbadetê li embara birayekî li hev top dibe.

^ par. 62 RESIM: Xwişka me (li aliyê çepê) bi jinikekê re sohbetê dike û li fersendekê digere ku behsa rastiya Kitêba Pîroz bike.

^ par. 64 RESIM: Birayek di heqê civatê de melûmatê nade polîsê.