Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

Wedê Qedexekirinê jî Berdewam kin Yehowara Xizmet kin

Wedê Qedexekirinê jî Berdewam kin Yehowara Xizmet kin

“Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (KAR. ŞAND. 4:19, 20).

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Çira em gerekê ecêbmayî neminîn, hergê hebandina me bê qedexekirinê? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

SALA 2018-da, 223 000 mizgînvana zêdetir wan welatada dijîtin, kîderê ku yan bi temamî yan jî hine şixulên me qedexekirî ne. Lê em ecêbmayî namînin, çimkî çawa me gotara pêşiya vêda dît, Mesîhiyên rast wê bêne zêrandinê (2 Tîmt. 3:12). Firqî tune em kîderê dijîn, yeke serwêrên dewletê dikarin nişkêva hebandina me Yehowara, Xwedêyê hizkirîra, qedexe kin.

2 Hergê serwêrên dewleta we safî kin, ku hebandina we Yehowara qedexe kin, dibeke pirsên usa bal we pêşda bên: “Gelo zêrandin tê hesabê, wekî Xwedê îda me qebûl nake? Gelo qedexekirin wê xizmetiya me Yehowara bide sekinandinê? Lazim e ez derbazî welatekî din bim, seva aza Xwedêra xizmet kim?”. Vê gotarêda emê wan pirsa şêwir kin. Emê usa jî şêwir kin, ku ça em dikarin berdewam kin Yehowara xizmet kin, çaxê şixulê me tê qedexekirinê û çi em gerekê nekin.

GELO ZÊRANDIN TÊ HESABÊ, WEKÎ XWEDÊ ÎDA ME QEBÛL NAKE?

3. Li gora 2 Korintî 11:23-27, Pawlosê şandî çi cûreyî dihate zêrandinê, û em ji emirê wî çi hîn dibin?

3 Hergê serwêrên dewletê şixulê me qedexe kin, dibeke em bifikirin, ku me kerema Xwedê unda kiriye. Lê bîr nekin, wekî zêrandin ew nayê hesabê, ku Yehowa îda ji me razî nîne. Mesele, bifikirin derheqa Pawlosê şandî. Xwedê wî qebûl dikir û ew yek eşkere dihate kifşê. Xwedê qedirekî usa da wî, ku 14 nemên wî ketine nava Nivîsarên Yûnanîda, û hin jî ew şandî bû bona miletên xerîb. Lê yeke ew qayîm dihate  zêrandinê. (Bixûne 2 Korintî 11:23-27.) Em ji emirê Pawlosê şandî pêdihesin, wekî Yehowa cara dihêle, ku xizmetkarên wîyî amin bêne zêrandinê.

4. Çira em ber çevê vê dinyayê reş in?

4 Îsa şirovekir, ku çira meriv wê miqabilî me derên. Ewî got, wekî emê ber çevê meriva reş bin, çimkî em ne para dinyayê ne (Yûhn. 15:18, 19). Çaxê em têne zêrandinê, ew nayê hesabê, wekî me kerema Yehowa unda kiriye, lê ew tê hesabê, wekî em vê yekê dikin çi ku rast e!

GELO QEDEXEKIRIN WÊ XIZMETIYA ME YEHOWARA BIDE SEKINANDINÊ?

5. Gelo qewata meriva heye hebandina Yehowara bidine sekinandinê? Şirovekin.

5 Merivên miqabil nikarin hebandina Xwedêyê Himzorra, bi temamî bidine sekinandinê. Geleka xwestine vê yekê bikin, lê negihîştine nêta xwe. Dîna xwe bidinê, çi qewimî wedê Şerê Hemdinyayê ya II. Wî çaxî cimeta Xwedê gelek welatada, aliyê serwêrada qayîm dihate zêrandinê. Hingê şixulê Şedên Yehowa ne tenê aliyê partya Natsîsta Almanyayêda hate qedexekirinê, lê usa jî Avstralyayêda, Kanadayêda û welatên mayînda. Lê niha dîna xwe bidinê ku çi qewimî. Sala 1939-da çaxê şer destpêbû, hingê nav temamiya dinyayêda 72 475 mizgînvan hebûn. Lê xilaziya şer sala 1945-da, hesaba nîşan kirin, wekî îda 156 299 mizgînvan hebûn. Pê kerema Yehowa, hesabê mizgînvana du car zêdetir zêde bibû!

6. Miqabilîbûn çi axiriya baş dikare bîne? Meselê bînin.

6 Miqabilîbûn dikare ne ku me bitirsîne, lê diha hêlan ke, wekî hê zêde Yehowara xizmet kin. Mesele, jin-mêrekî ku zara wane biçûk heye, welatê usada dijîn, kîderê dewletê şixulê me qedexe kiriye. Lê ew jin-mêr ne ku tirsiyan û îda kêm xizmet dikirin, lê dewsê destpêkirin ça pêşeng xizmet kin. Ewê kulfetê hela hê jî xebata xweye baş hîşt, seva ça pêşeng xizmet ke. Mêrê wê got, wekî ji bo vê qedexekirinê, gelek meriva pirs didane Şedên Yehowa. Axiriya vê yekê ew bû, ku îda hêsa bû hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Ewê qedexekirinê dîsa kareke mezin anî. Rûspiyê ji wî welatî, got wekî gelek xûşk-birên ku berê xizmetiya xwe Yehowara dabûne sekinandinê, destpêkirin bêne ser civata û dîsa xizmetiya xwe berdewam kirin.

7. a) Ji Qanûna Kahîntiyê 26:36, 37, em çi pêdihesin? b) Wedê qedexekirinê hûnê çi bikin?

7 Çaxê dijminên me şixulê me qedexe dikin, ewana dixwazin wekî me bitirsînin, seva em Yehowara xizmet nekin. Xêncî vê yekê, ewana dikarin usa jî tiştên qelp bela kin, merivên dewletê bişînin, wekî bikevine mala me seva tişta bigerin, me zorê bivine dîwanê, yan hela hê jî bikine kelê. Peyketiyên me difikirin, ku emê bitirsin, çimkî wana ji me hineka kirine kelê. Hergê em bihêlin, wekî tirs bikeve dilê me, emê îda xwexa xwe “qedexe kin”, dêmek ji bo tirsê xizmetiya xwe bidine sekinandinê. Lê em naxwazin bibine mîna wan meriva, derheqa kîjana tê gotinê Qanûna Kahîntiyê 26:36, 37-da. (Bixûne.) Emê nehêlin, wekî tirs rê me bigire berdewam kin Yehowara xizmet kin. Em bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin û nakevine panîkê (Îşa. 28:16). Em bi dua rêberiya Yehowa digerin. Em zanin, wekî pê alîkariya wî, tu serwêrê lapî qewî jî, nikare rê me bigire bi aminî Xwedêyê xwe bihebînin (Îbrn. 13:6).

GELO LAZIM E EZ DERBAZÎ WELATEKÎ DIN BIM?

8-9. a) Her Mesîhî gerekê çi safî ke bona xwe yan jî neferên xwe? b) Çi wê alî Mesîhî bike bi aqilayî safîkirina bike?

8 Hergê ew dewlet kîderê hûn dijîn, hebandina me qedexe dike, dibeke hûn bifikirin, gelo lazim e derbazî welatekî din bin, seva aza Yehowara xizmet kin. Ew yek safîkirina weye şexsî ye, û dewsa we tu kes nikare safî ke. Hinek dibeke pêşiya safîkirinê lêkolîn kin, ku Mesîhiyên qirna yekê çi kirin, gava rastî peyketina hatin. Çaxê dijminên wan Steyfan dane ber kevira, şagirtên ji Orşelîmê, belayî Cihûstan û Sameryayê bûn, hela hê jî belayî Fînîkya, Kîprûs, û Entakyayê bûn (Met. 10:23; Kar. Şand. 8:1; 11:19). Lê hinek dikarin bînin bîra xwe, ku wedê peyketineke din, Pawlosê şandî safî kir, ku neçe cîkî din û berdewam ke wî cîyîda xizmet ke. Ewî emirê xwe kiribû bin qeziyê, ku mizgînî bela dikir û şeherada xûşk-bira dişidand, yên ku rastî zêrandinê dihatin (Kar. Şand. 14:19-23).

9 Em ji wan serhatiya çi hîn dibin? Her malxêkî malê gerekê xwexa safî ke, derbazî welatekî din be yan na. Lê pêşiya safîkirinê, ew gerekê dua ke û kûr bifikire derheqa derecên neferên xwe, û derheqa wê yekê, ku bona wan wê çi baş be û çi na. Derheqa vê pirsê, her Mesîhî gerekê “xurca xwe hilgire” (Galt. 6:5). Em gerekê meriva sûcdar nekin bona safîkirina wan.

ÇA EMÊ XIZMET KIN WEDÊ QEDEXEKIRINÊ?

10. Fîlîal û rûspî wê çi rêberiya bidin?

10 Lê hûn ça dikarin wedê qedexekirina şixulê me, berdewam kin Yehowara xizmet kin? Fîlîal wê rêberiyê û şîreta bide rûspiya, ku çawa xwarina ruhanî bistînin, ça tevayî top bin, û ça mizgîniyê bela kin. Hergê fîlîal nikaribe tevî rûspiya têklî be, rûspî wê alî xûşk-bira bikin, seva berdewam kin Yehowara xizmet kin. Ewana wê rêberiya ser hîmê Kitêba Pîroz û edebyeta bidine me (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 5:29; Îbrn. 10:24, 25).

11. Çira hûn dikarin dudilî nebin, wekî timê xwarina ruhanî wê bal we hebe, û hûn çi dikarin bikin, seva xwarina xweye ruhanî xwey kin?

11 Yehowa soz dide, wekî xizmetkarên wî wê ruhanîda birçî nemînin (Îşa. 65:13, 14; Lûqa 12:42-44). Lema jî hûn dikarin dudilî nebin, wekî teşkîleta wî wê her tiştî bike, seva hûn ruhanîda nekevin û Xwedêra amin bimînin. Lê hûn aliyê xweda çi dikarin bikin? Wedê qedexekirinê, cîkî rind bivînin, seva Kitêba xweye Pîroz û edebyeta veşêrin. Fesal bin, wekî tu car ew tiştên qîmet, firqî tune yên neşirkirî yan elektronîk, cîkî usada nîbin, kîderê hêsa dikarin bêne dîtinê. Her kes ji me gerekê her tiştî bike, seva ruhanîda qewî bimîne.

Pê alîkariya Yehowa, em dikarin bêtirs tevay top bin (Binihêre abzasa 12) *

12. Rûspî ça dikarin civata usa saz kin, seva nekevine çeva?

12 Lê derheqa civatê em çi dikarin bêjin? Rûspî wê usa organîze bikin, wekî hûn çaxê herin civatê, nekevine çevê wan, yên ku miqabilî me ne. Rûspî dibeke wera bêjin, ku bi komên biçûk top bin, û dibeke gelek car wede û ciyê topbûnê biguhêzin. Çaxê hûn herin civatê yan jî ji civatê derên, wê baş be hêdî xeber din, seva ku xûşk-bira nekine qeziyê. Usa jî dibeke wera lazim be, ku kincxwekirina xwe jî biguhêzin, dêmek neformal xwe kin, seva nekevine çeva.

Hergê jî serwêrên dewletê şixulê me qedexe dikin, emê xizmetiya xwe nedine sekinandinê (Binihêre abzasa 13) *

13. Em çi dikarin hîn bin ji xûşk-birên wedê Yektiya Sovyetê?

13 Lê xizmetî cûre-cûre welatada, dikare ji bo hine dereca, mîna hev nîbe. Çi jî hebe, yeke emê mecala bigerin, seva mizgîniyê bela kin, çimkî em Yehowa hiz dikin û dixwazin derheqa Padşatiya wî merivara gilî kin (Lûqa 8:1; Kar. Şand. 4:29). Terîxzan Êmîlî B. Barên, derheqa qedexekirina şixulê Şedên Yehowa wedê Yektiya Sovyetê, got: “Çaxê dewletê Şedên Yehowara got, wekî îzin tune xizmet kin, wana destpêkir cînar, hevalxebatçî û hevalên xwera şedetiyê bidin. Lê çaxê ji bo vê yekê wana kirine girtîgehê, Şedên Yehowa girtiyara şedetî didan”. Rast e wedê Yektiya Sovyetê, şixulê me qedexekirî bû, yeke xûşk-birên me xizmetî nedane sekinandinê. Hergê welatê weda şixulê me bê qedexekirinê, çev bidine wan xûşk-bira!

EM GEREKÊ ÇIDA FESAL BIN

Em gerekê bizanibin kengê xwe ker kin (Binihêre abzasa 14) *

14. Zebûr 39:1, dikare alî me bike nekevine kîjan telikê?

14 Fesal bin, ku hûn kêra çi dibêjin. Wedê qedexekirinê, em gerekê bizanibin ku “wexta hişbûnê heye” (Waîz 3:7). Înformasiya ku gerekê veşartî be, em gerekê kesekîra nebêjin, mesele navê xûşk-birên me, ciyên topbûnê, ça em xizmet dikin, û ça xwarina ruhanî distînin. Em gerekê ewan tişta serwêrên dewletêra yan jî polîsra nebêjin; ne jî heval, merivên xweyî nêzîk yan jî merivên ku welatê dinda nin. Hergê em vê yekêda fesal nîbin, emê xûşk-bira bikine qeziyê. (Bixûne Zebûr 39:1.)

15. Şeytan wê çi bixwaze bike û em ça dikarin nekevine telika wî?

15 Nehêlin, wekî seva problêmên biçûk, tifaqî orta meda unda be. Şeytan zane, wekî mala bêtifaq nikare qewî bimîne (Marq. 3:24, 25). Lema ew wê her gav tiştekî bike, seva nav meda yektî unda be. Ew bawer e, wekî emê hevra şer-dewa bikin, ne ku miqabilî wî şer kin.

16. Xûşka Gêrtrûd Poêtzîngêr kîjan mesela baş mera hîştiye?

16 Hela hê Mesîhiyên gihîştî jî gerekê fesal bin, ku nekevine vê telikê. Were dîna xwe bidine mesela du xûşkên bijartî, bi navê Gêrtrûd Poêtzîngêr û Êlfrêdê Lor. Ewana herdu jî tevî xûşkên mayîn girtîgeha Natsîstada bûn. Gêrtrûdê hêdî-hêdî destpêkir hevsûdiyê Êlfrêdê bike, çimkî ewê girtîgehêda xûşkara gotarên dilgermî dixwend. Paşê, Gêrtrûdê şerm kir ku hevsûdî wê dikir û lavaya Yehowa dikir, wekî alî wê bike. Ewê nivîsî: “Em gerekê hîn bin qebûl kin vê yekê, ku bal merivên mayîn hene fereset, hunur û cabdariyên usa, kîjan bal me tune ne”. Lê ewê ça hevsûdî ji dilê xwe derxist? Gêrtrûdê dîna xwe dida xeyset-hunurên Êlfrêdê yên baş, û didît ku ew meriveke ça hevalhiz e. Wî cûreyî ewê heleqetiya xwe tevî Êlfrêdê dîsa baş kir. Herdu jî girtîgehêda xilaz bûn û heta mirinê bi aminî Yehowara xizmet dikirin. Hergê em jî her tiştî dikin, seva problêmên orta me û xûşk-birada safî bin, emê nehêlin tifaqiya me xirab be (Kols. 3:13, 14).

17. Çira em gerekê xweserî xwe nîbin?

17 Xweserî xwe nîbin, lê her gav pey rêberiyê herin. Hergê em timê pey rêberiyên birên cabdar diçin, emê xwe ji problêma xwey kin (1 Pet. 5:5). Mesele, welatekîda kîderê şixulê me qedexekirî ye, birên cabdar gotin, ku mizgînvan wedê xizmetiyê edebyetên neşirkirî bela nekin. Lê birakî pêşeng vê mihalêda, fikirî ku diha baş zane çi bike, û edebyet bela kir. Axiriya vê yekê çi bû? Carekê çaxê ewî û hinekên mayîn neformal xizmet dikirin, polîs ewana girtin û pê pirsa dicêribandin. Ça tê kifşê, polîs pey wan diçûn û ewana ser vê yekê girtin, ku edebyeta bela dikin. Em ji vê qewimandinê çi hîn dibin? Em gerekê her gav pey rêberiya herin, hela hê hingê jî, hergê em difikirin ku em diha rind zanin. Yehowa wê timê me kerem ke, hergê em piştgiriya wan bira bikin, yên ku ewî kifş kiriye seva rêberiyê bidine me (Îbrn. 13:7, 17).

18. Çira em gerekê qanûnên nelazim daneynin?

18 Qanûnên nelazim daneynin. Hergê rûspî qeyd, qanûnên zêde û nelazim daynin, ewana wê barê giran bidine ser xûşk-bira. Birakî me Yûrî Kamînskî gilî kir, ku Çekoslovakya berêda çi qewimî wedê qedexekirina şixulê me. Ew dibêje: “Çaxê birên cabdar û gelek rûspî hatine girtinê, hine birên cabdar û berpirsiyarên mihalê, destpêkirin ji xwe qeydên teze çêkin, ku mizgînvan gerekê çi bikin û çi nekin”. Lê Yehowa îzinê nade me, wekî em ji xwe qanûn û qeyda xûşk-birara daynin. Kesê ku qanûnên nelazim datîne, ne ku xûşk-bira xwey dike, lê dixwaze hukumî ser baweriya wan bike (2 Korn. 1:24).

TU CAR XIZMETIYA XWE YEHOWARA NEDIN SEKINANDINÊ

19. Şeytan çi jî bike, li gora 2 Dîrok 32:7, 8, çira em gerekê netirsin?

19 Dijminê meyî lapî mezin, Şeytan Mîrê-cina, wê berdewam ke pey xizmetkarên Yehowayî amin keve (1 Pet. 5:8; Eyan. 2:10). Şeytan û piştgiriyên wî, wê bixwazin hebandina me Yehowara qedexe kin. Lê em gerekê netirsin û nelerizin! (Qan. Dcr. 7:21). Yehowa aliyê me ye, û hingê jî wê alî me bike, hergê şixulê me bê qedexekirinê. (Bixûne 2 Dîrok 32:7, 8.)

20. We çi nêt daye pêşiya xwe?

20 Were em çev bidine birên qirna yekê, yên ku serwêrara gotin: “Ka hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rast e ku em gura we bikin, ne ya Xwedê? Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Kar. Şand. 4:19, 20).

KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me

^ abz. 5 Em gerekê çi bikin, çaxê serwêrên dewletê xizmetiya me Yehowara qedexe dikin? Vê gotarêda wê çend şîret hebin, ku em çi bikin û xwe ji çi dûr bigirin, seva tu car xizmetiya xwe Xwedayê xwera, nedine sekinandinê!

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Hemû şikil nîşan dikin, ku ça Şedên Yehowa xizmet dikin wan welatada, kîderê şixulê me qedexekirî ye. Vê şiklê biçûkda, komeke biçûk tevayî ser civînê top bûne, ciyê ku hûr-mûra xwey dikin

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke me (aliyê çepê) jinikekê-ra bi hevaltî xeber dide û fesal şedetiyê dide.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira kîjan ku aliyê polîsda tê cêribandinê, înkar dike înformasiya derheqa civata xwe bide.