Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Îsa Rastî bona Min Mir?

Gelo Îsa Rastî bona Min Mir?

KITÊBA PÎROZDA hene gelek gotinên wan meriva, kîjan ku merivne “mîna me” bûn (Aqûb 5:17). Mesele, em dikarin rind fem kin giliyên Pawlos ji Romayî 7:21-24, kîderê ewî got: “Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî. . . . Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im!”. Ew giliyên wîyî bi dilsaxî me dişidînin vê yekêda, wekî em tenê nînin ku miqabilî gunekariyê şer dikin.

Pawlos bi helalî derheqa xwe tiştên mayîn jî got. Galatî 2:20-da ewî da kifşê, wekî ewî bawer dikir ku Îsa “ew” hiz kir û “caniya xwe bona” wî da! Lê hûn jî hindava xwe usa difikirin? Dibeke ne her gav.

Hergê em bona şaşiyên xweye berê, xwe sûcdar dikin û xwe nehêja hesab dikin, mera wê cara çetin be bawer kin, wekî Yehowa me hiz dike û gunê me dibaxşîne. Dibeke mera usa jî çetin be bawer kin, wekî qurbana Îsa xût pêşkêşa bona me ye jî. Lê gelo rastî Îsa dixwaze, wekî nihêrandina me ser qurbanê, usa be? Hergê erê, çi dikare alî me bike, wekî rast binihêrin ser qurbanê? Were em wan du pirsa şêwir kin.

NIHÊRANDINA ÎSA SER QURBANA WÎ

Belê, Îsa dixwaze, wekî em qurbana wî hesab kin ça pêşkêş bona me her kesî. Lê çira em dikarin vê yekêda dudilî nîbin? Bidine ber çevê xwe, dereca ku Lûqa 23:39-43-da tê gilîkirinê. Mêrik kêleka Îsa dardakirî ye. Ew tîne ser xwe, wekî ewî berê xirabî kiriye. Femdarî ye, ewî xirabiya mezin kiribû, wekî ceza usa mezin standibû, ku hatibû dardakirinê. Ew mêrik gelek berxwe dikeve û lavaya Îsa dike: “Min bîr bînî, gava bi Padşatiya xweva bêyî”.

Lê Îsa ça caba wî da? Bidine ber çevê xwe, Îsa çiqas êş kişand gava serê xwe berbi wî zivirand seva çevê wî binihêre. Rast e Îsara nehêsabû, lê ew bi beşera xweş ber dilê wîda hat: “Ez tera rast îro dibêjim, tevî min Cinetêda bî, DT”. Îsa dikaribû jêra bigota, wekî “Kurê Însan” hatiye, wekî “emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Met. 20:28). Lê we dîna xwe dayê, ku Îsa ça bi nermî jêra da kifşê, wekî qurbana wî xût bona wî jî bû? Ewî ça heval jêra xeber da, çaxê got “tê” û “min”. Û hin jî ewî wî mêrikîra got, wekî ew wê ser erdê, cinetada bijî.

Bêşik, Îsa dixwest, wekî ew mêrik qurbana wî hesab ke ça pêşkêşa bona xwe. Hergê Îsa hindava wî merivê qaçax usa bû, mecala kîjanî tune bû Xwedêra xizmet ke, ew îlahî hindava wan Mesîhiyên nixumandî wê ça be, yên ku Xwedêra xizmet dikin. Çi dikare alî me bike dudilî nebin, wekî hergê jî me berê gune kiriye, qurbana Îsa xût bona kara me ye?

ÇI ALÎ PAWLOS KIR

Îsa cabdarî da Pawlos, wekî xizmet ke, û ewê yekê alî Pawlos kir ku ewî fem kir, wekî Îsa xût bona wî mir. Lê çawa? Ewî şirovekir: “Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me razî me, yê ku qewat da min, ez amin hesab kirim, danîme ser vê xizmetkariyê. Ez jî berê li wî dikifirîm, ew dizêrand û neyartî li wî dikir” (1 Tîmt. 1:12-14). Ew yek ku Pawlosra ew şixul hate dayînê, jêra îzbat dikir, ku Îsa xût hindava wî rem û bi hizkirin bû û usa jî îtbariya xwe wî dianî. Îsa mera jî şixul û cabdarî daye, ku mizgîniyê bela kin (Met. 28:19, 20). Lê gelo ew yek ser me jî dikare usa hukum be, ça ser Pawlos?

Albêrt, yê ku weke 34 sala ji civatê derxistî bû û wan paşwextiya vegeriya bal Yehowa, gilî dike: “Gunên min timê li ber çevê min in. Lê çaxê ez xizmetiyêda me, ez xwe mîna Pawlos texmîn dikim, kîjan ku xût ji Îsa cabdarî stand ku xizmet ke. Ew yek min dişidîne, bextewar dike û ez ser axiriya xwe hê pozîtîv dinihêrim” (Zeb. 51:3).

Çaxê hûn hemû cûre  meriva hîn dikin, wana rem û hizkirina Îsada bidine bawerkirinê

Alan, pêşiya ku rastî pêbihesiya, qaçax û zorbet bû, gilî dike: “Ez hê difikirim derheqa hemû wan ziyana ku min daye meriva. Cara bona vê yekê ez dikevime dêprêsiyê. Lê şikir Yehowara, ku ew îzinê dide, wekî merivê mîna min gunekar, mizgîniyê merivara bela kin. Ez çaxê divînim ku merî ça mizgîniyê qebûl dikin, ew yek tîne bîra min, wekî Yehowa çiqas qenc û hizkirin e. Ez texmîn dikim, wekî ew min dide xebatê, seva ez alî wan meriva bikim, yên ku usa dijîn, çawa min berê dijît”.

Xizmetiya me alî me dike, wekî em hiş-aqilê xwe bidine ser tiştên baş û fikirên baş. Ew yek jî me dide bawerkirinê, wekî Îsa hindava me rem û bi hizkirin e, û îtbariya xwe me tîne.

YEHOWA JI DILÊ ME MESTIR E

Heta ku dinya Şeytan kuta be, dilê me wê berdewam ke me sûcdar ke bona şaşiyên meyî berê. Lê çi dikare alî me bike, miqabilî wan fikira derên?

Cên, ya ku gelek car xwe sûcdar dike, çimkî cahiltiyêda mîna meriveke durû dijît, dibêje: “Ez dilrihet dibim, çimkî zanim wekî ‘Xwedê ji dilê me mestir e’” (1 Yûhn. 3:19, 20). Em jî dikarin dilbîniyê bistînin ji vê yekê, ku zanin Yehowa û Îsa me fem dikin, wekî em merîne gunekar in. Bîr nekin, wekî wana ji hizkirinê qurban bona me da, ne ku bona merivên bêkêmasî, lê bona yên gunekar, ku tobe dikin (1 Tîmt. 1:15).

Hergê em bifikirin ser heleqetiya Îsa hindava merivên gunekar, û her tiştî bikin, seva xizmetiya xwe bînin sêrî, emê hê bawer bin, wekî qurban pêşkêş e bona her kesî. Wî cûreyî emê jî mîna Pawlos bêjin: Îsa “ez hiz kirim û caniya xwe bona min da”.