Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40

Li Dawiya “Rojên Dawîn” bi Îşê Xudan Mijûl Bibe

Li Dawiya “Rojên Dawîn” bi Îşê Xudan Mijûl Bibe

“Veneleqin, nelebte bin, di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. KOR. 15:58).

KILAM 58 Merivên Aştîhiz Bigerin

PÊŞGOTIN *

1. Em çima bawer in ku em li “rojên dawîn” dijîn?

GELO tu piştî sala 1914an hatî dinyayê? Eger wisa ye, temamiya emrê te li “rojên dawîn” ên vê sîstemê derbas bûye (2. Tîm. 3:1). Tiştên ku Îsa ji berê de ji bo dema me gotibûn – wek ceng, xela, erdhej, nexweşî, zêdebûna bêqanûniyê û zilm – niha li ber çavê me tên cih (Met. 24:3, 7-9, 12; Lûqa 21:10-12). Wekî din, gotinên Pawlos ên di heqê şexsiyeta mirovan de hatine cih (li çarçoveya “ Mirovên li Dinyaya Îroyîn” binêre). Wek Şahidên Yehowa, em bawer in ku em li “rojên dawîn” dijîn (Mîka 4:1).

2. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Ji vê ku ji sala 1914an heta niha ew qas wext derbas bûye, xuya ye ku em êdî gihîştine dawiya “rojên dawîn”. Madem ku dawiya vê sîstemê ew qas nêzik e, wê baş be ku em cewabên van pirsên muhîm bizanibin: Li dawiya “rojên dawîn” çi wê biqewime? Heta wê demê, Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

LI DAWIYA “ROJÊN DAWÎN” ÇI WÊ BIQEWIME?

3. Li gor pêxembertiya 1. Selanîkî 5:1-3, serokên miletan wê çi îlan bikin?

3 1. Selanîkî 5:1-3 bixwîne. Li van ayetan, Pawlos behsa “Roja Xudan” kir. Li vir, ev yek tê maneya wexta ji hicûma li dijî “Babîla Mezin” (yanî împaratoriya cîhanî ya dînên sexte) heta dawiya cenga Harmegedonê (Pey. 16:14, 16; 17:5). Hema berî destpêkirina vê ‘rojê’, serokên miletan wê ‘aştî û ewledariyê’, yanî selamet û emniyetê îlan bikin. Niha jî, ew carinan peyvên wisa bi kar tînin gava ew li ser safîkirina problemên di nav miletan de dipeyivin. * Lê belê, îlana ‘aştî û ewledariyê’ ya li gor Kitêba Pîroz tê maneya tiştekî hê mezintir. Gava ev îlan wê bê kirin, mirov wê belkî bifikirin ku serokên dinyayê bi rastî selamet aniye, lê bi eslê xwe, “helak wê ji nişkê ve bê ser wan” gava tengahiya mezin dest pê bike (Met. 24:21).

Gerek em neyên xapandin gava serokên miletan ‘aştî û ewledariyê’ îlan bikin (Li paragrafên 3 heta 6an binêre) *

4. (a) Di heqê îlana ‘aştî û ewledariyê’ de, em çi nizanin? (b) Em di heqê vê îlanê de çi dizanin?

4 Di heqê îlana ‘aştî û ewledariyê’ de, em hin tiştan dizanin, lê belê hin tiştan nizanin. Mesela, em nizanin ku çi wê bibe sebeba vê îlanê û ev îlan wê çawa bê kirin. Wekî din, em nizanin ka ev îlan wê bi carekê yan bi çend caran bê kirin. Lê belê, em vêya baş dizanin: Serokên dinyayê nikarin aştiya rastîn bînin meydanê. Gava ev îlan wê bê kirin, eşkere ye ku roja Yehowa li ber derî ye!

5. Li gor 1. Selanîkî 5:4-6, em çawa dikarin ji bo “Roja Xudan” hazir bin?

5 1. Selanîkî 5:4-6 bixwîne. Pawlos me tembîh dike ku gerek em ji bo “Roja Xudan” hazir bin. Gerek em “wek ên din ranezin”, lê hişyar bimînin. Mesela, ji bo ku em “ji dinyayê” nebin, gerek em hay ji xwe hebin ku em tev li siyasetê nebin û bêterefbûna xwe winda nekin (Yûh. 15:19). Em dizanin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare aştiyê bîne dinyayê.

6. Em dixwazin alî kesên din bikin ku ew çi bikin, û çima?

6 Ji xeynî vê ku em hişyar bimînin, gerek em alî kesên din bikin ku ew jî hişyar bibin û bielimin ku Kitêba Pîroz ji berê de çi gotibû. Ji bîr neke ku gava tengahiya mezin dest pê bike, mirov wê êdî nikaribin bên ba Yehowa. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em mirovan hişyar bikin! *

BI BELAVKIRINA MIZGÎNÊ MIJÛL BE

Gava em mizgînê belav dikin, em rêyî mirovan didin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare aştî û ewledariya rastîn bîne (Li paragrafên 7 heta 9an binêre)

7. Yehowa dixwaze ku em niha çi bikin?

7 Ji ber ku hindik wext maye heta ku “Roja Xudan” wê dest pê bike, Yehowa dixwaze ku em bi belavkirina mizgînê mijûl bibin. Gerek em “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Kor. 15:58). Îsa ji berê de gotibû ku emê çi bikin. Gava wî got ku li rojên dawîn çi wê biqewime, wî wisa got: “Divê pêşî Mizgînî ji hemû miletan re bê dayîn” (Mar. 13:4, 8, 10; Met. 24:14). Belê, her ku em diçin xizmetê, em piştgiriya pêkhatina vê pêxembertiya Kitêba Pîroz dikin!

8. Îşê belavkirina mizgînê çawa bi pêş ve diçe?

8 Îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê sal bi sal bi pêş ve diçe. Mesela, bîne ber çavê xwe ku hejmara mizgînvanên Padîşahiyê di van rojên dawîn de çawa zêde bûye: Li sala 1914an, li 43 welat û herêman 5.155 mizgînvan hebûn. Niha, li 240 welat û herêmî weke 8,5 milyon mizgînvan hene! Dîsa jî, îşê me hê xelas nebûye. Gerek em berdewam bikin û ji mirovan re bibêjin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare hemû problemên dinyayê hel bike (Zeb. 145:11-13).

9. Çima lazim e ku em dev ji belavkirina mizgînê bernedin?

9 Îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê wê berdewam bike heta ku Yehowa bibêje “Bes e”. Çi qas wext maye ku mirov Yehowa û Îsa Mesîh nas bikin? (Yûh. 17:3). Em vêya nizanin. Lê belê em dizanin ku heta ku tengahiya mezin dest pê bike, fersenda kesên ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir [e]” heye ku mizgînê qebûl bikin (Kar. 13:48, WDN). Heta ku wext hebe, em çawa dikarin alî van mirovan bikin?

10. Yehowa çawa alî me dike ku em rastiyê hîn bikin?

10 Yehowa bi destê teşkîlata xwe her tiştî dide me ku em karibin rastiyê hîn bikin. Mesela, em her hefte li civîna Jiyan û Xizmetê tên perwerde kirin. Li vê civînê, em hîn dibin ku em li ziyareta pêşîn û li ziyaretên din dikarin çi bibêjin. Wekî din, ev civîn hînî me dike ku kursa Kitêba Pîroz çawa gerek bê îdare kirin. Ji xeynî vê, teşkîlata Yehowa Hacetên Elimandinê hazir kirine. Bi alîkariya van hacetan, em dikarin ...

  • dest bi sohbetê bikin,

  • bala mirovan bikişînin,

  • daxwaza mirovan zêde bikin ku di heqê Kitêba Pîroz de zêdetir melûmatê bistînin,

  • li kursên Kitêba Pîroz rastiyê hîn bikin û

  • kesên eleqedar dawet bikin ku ew bikevin malpera me û werin Salona Îbadetê.

Helbet ne bes e ku ev hacet tenê di destê me de hebin. Lazim e ku em wan bi kar bînin. * Mesela, piştî sohbeteke xweş, eger em belavok yan kovarekê bidin kesê eleqedar, ewê karibe vê weşanê heta ziyareta din bixwîne. Mesûliyeta me ya şexsî ev e ku em her meh bi belavkirina mizgîna Padîşahiyê mijûl bin.

11. Dersên Kitêba Pîroz ên li ser Înternetê ji bo çi hatine hazir kirin?

11 Wekî din, Yehowa bi destê Dersên Kitêba Pîroz ên li ser Înternetê (li ser jw.org®) alî mirovan dike ku ew rastiyê hîn bibin. Ev ders çima hatine hazir kirin? Her meh, bi hezaran mirovên li seranserê dinyayê li ser înternetê li dersên Kitêba Pîroz digerin. Dersên li malpera me dikarin rastiya Kitêba Pîroz ji mirovan re bidin nas kirin. Hin kesên ku em li xizmetê rastî wan tên belkî hazir nînin ku kurseke şexsî qebûl bikin. Eger wisa be, bala wan bikişîne ser van dersên li malpera me, yan lînka dersan ji wan re bişîne. *

12. Xwendekar dikarin ji Dersên Kitêba Pîroz a li ser Înternetê çi hîn bibin?

12 Dersên Kitêba Pîroz ên li ser Înternetê van mijaran pêşkêş dikin: “Nivîskarê Kitêba Pîroz Kî ye?”, “Kitêba Pîroz Behsa Kê Dike?” û “Kitêba Pîroz Çi Hêviyê Dide Me?”. Li van dersan, xwendekar dikarin hîn bibin ku ...

  • Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike,

  • Yehowa, Îsa û melek kî ne,

  • Xwedê ji bo çi însan afirandine û

  • sebebên êş û xerabiyê çi ne.

Wekî din, ew dikarin hîn bibin ku Yehowa wê ...

  • êş û mirinê çawa tune bike,

  • kesên mirî çawa rake û

  • çawa Padîşahiya xwe bîne li şûna hikumdariyên dinyayê.

13. Gelo dersên li ser înternetê dikarin cihê kursa şexsî bigirin?

13 Dersên Kitêba Pîroz a li ser Înternetê helbet nikarin cihê kursa şexsî bigirin. Îsa dixwaze ku em mirovan bikin şagirtên wî. Hêviya me ev e ku kesên eleqedar dersên li ser înternetê xelas bikin, ji kursê hez bikin û zêdetir melûmatê bixwazin. Bi zeman re, ewê belkî kursa Kitêba Pîroz qebûl bikin. Li dawiya her dersê, formeke ji bo xwestina kursa Kitêba Pîroz heye. Bi navgîniya malpera me, her roj zêdetirî 230 daxwazên ji bo kursa Kitêba Pîroz digihîjin me. Belê, kurseke şexsî pir muhîm e!

MIROVAN BIKE ŞAGIRTÊN ÎSA

14. Li gor Metta 28:19, 20, gerek em çi bikin, û çima?

14 Metta 28:19, 20 bixwîne. Gava em kursên Kitêba Pîroz îdare dikin, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em xwendekarên xwe “bikin şagirtên” Îsa û gotinên wî hînî wan bikin. Gerek ew fehm bikin ku çi qas muhîm e ku ew aliyê Yehowa û Padîşahiya wî bigirin. Ji bo vê, lazim e ku em alî wan bikin ku ew li gor rastiya Kitêba Pîroz bijîn, jiyana xwe bidin destê Yehowa û bin av bibin. Eger ew wisa bikin, ewê li roja Yehowa sax bimînin (1. Ptr. 3:21).

15. Wê baş be ku em wexta xwe ji bo çi xerc nekin?

15 Belê, heta dawiya vê sîstemê hindik wext maye. Ji ber vê yekê, eger kesek hazir nîne ku jiyana xwe biguherîne û bibe şagirtê Îsa, wê baş be ku em wexta xwe ji bo kursa Kitêba Pîroz badîhewa xerc nekin (1. Kor. 9:26). Îşê me pir muhîm e! Berî dawiya vê sîstemê, lazim e ku em mizgîna Padîşahiyê bigihînin gelek mirovan.

XWE JI HEMÛ DÎN Û BAWERIYÊN SEXTE DÛR BIGIRE

16. Li gor Peyxam 18:2, 4, 5, 8, gerek em çi bikin? (Li jêrenotê jî binêre.)

16 Peyxam 18:2, 4, 5, 8 bixwîne. Li van ayetan, tiştekî din tê nîşan dayîn, ê ku Yehowa ji xizmetkarên xwe dixwaze. Lazim e ku hemû şagirtên Îsa xwe bi temamî ji Babîla Mezin dûr bigirin. Berî ku kesek rastiyê hîn bû, ew belkî aîdî dînekî sexte bû. Ew belkî diçû ayînên wan û bi fealiyetên wan eleqedar dibû. Yan jî wî belkî pere dida teşkîlatên wisa. Ji bo ku xwendekarekî Kitêba Pîroz bibe mizgînvan, gerek ew xwe bi temamî ji dîn û baweriyên sexte dûr bigire. Gerek ew bi destê nameya îstifayê yan bi awayekî din ji dînê xweyî berê û ji hemû teşkîlatên ku bi Babîla Mezin ve girêdayî ne, derkeve. *

17. Şagirtên Îsa gerek xwe ji çi cure îşan dûr bigirin, û çima?

17 Şagirtên Îsa gerek hay ji xwe hebin ku îşê wan bi Babîla Mezin eleqedar nebe (2. Kor. 6:14-17). Mesela, ew wek personela dêrê naxebitin. Wekî din, şagirtên Îsa, yên ku li cihên din dixebitin jî helbet naxwazin li cihekî ku bi dînê sexte ve girêdayî ye îşên mezin bikin. Eger fîrmayên wan hebin, ewê îşên ji bo Babîla Mezin qebûl nekin û nekevin îhaleyên ji bo îşên wisa. Nêrîna me ya li ser vê mijarê çima ew qas sert e? Çimkî em naxwazin tev li îş û gunehên teşkîlatên dînî bibin, yên ku di çavê Xwedê de pak nînin (Îşa. 52:11). *

18. Birayek di îşê xwe de çawa bi prensîpên Kitêba Pîroz ve girêdayî ma?

18 Çend sal berê, kalekî civatê, yê ku bi serê xwe dixebitî ji mutehîdekî teklîfek stendibû ku di dêrê de îşekî biçûk bike. Mutehîd dizanibû ku birayê me îşên li dêran qebûl nake. Lê îcar, mutehîd nikaribû ji bo vî îşê xeratiyê kesekî din bidîta. Dîsa jî, birayê me bi prensîpên Kitêba Pîroz ve girêdayî ma û ev îş red kir. Heftiya din, di rojnameya herêmî de resmek derket, a ku nîşan dida ku xeratek çawa xaçekê li ser dêrê saz dike. Eger birayê me ev îş qebûl bikira, belkî resmê wî wê li rojnameyê derketa. Bîne ber çavê xwe ku xwişk û birayên din wê di heqê wî de çi bifikiriyana. Wekî din, gelo Yehowa wê çi hîs bikira?

EM ÇI HÎN BÛNE?

19-20. (a) Li vê meqaleyê, em çi hîn bûne? (b) Lazim e ku em çi hîn bibin?

19 Li gor pêxembertiyên Kitêba Pîroz, em niha li bendê ne ku “aştî û ewledarî” ji aliyê miletan ve bê îlan kirin. Yehowa rêyî me daye ku însan nikarin aştiya rastîn û daîm bînin meydanê. Gerek em çi bikin berî ku ev îlan wê bê kirin û berî ku helak ji nişka ve bê serê mirovan? Yehowa dixwaze ku em bi belavkirina mizgîna Padîşahiyê mijûl bin û zêdetir mirovan bikin şagirtên Îsa. Wekî din, gerek em xwe ji dîn û baweriyên sexte dûr bigirin. Ji bo vê, gerek em ji Babîla Mezin bi temamî derkevin û xwe ji îşên ku bi Babîla Mezin eleqedar in, dûr bigirin.

20 Li dawiya “rojên dawîn”, kîjan bûyerên din wê biqewimin? Yehowa dixwaze ku em çi bikin? Em çawa dikarin xwe ji bo axiriyê hazir bikin? Li meqaleya din, emê cewabên van pirsan bistînin.

KILAM 71 Em Eskerê Xwedê ne!

^ par. 5 Di demeke nêzik de, miletên dinyayê wê îlan bikin ku wan “aştî û ewledarî” bi dest xistiye. Wê gavê, tengahiya mezin wê dest pê bike. Heta wê demê, Yehowa dixwaze ku em çi bikin? Ev meqale wê alî me bike ku em cewaba vê pirsê bistînin.

^ par. 3 Mesela, teşkîlata Neteweyên Yekbûyî li malpera xwe ya înternetê îdîa dike ku ew “aştî û ewledariyê diparêze”.

^ par. 10 Ji bo rêberiya li ser xebitandina Hacetên Elimandinê, li meqaleya “Rastiyê Hîn Bike” binêre (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2018)

^ par. 11 Dersên li ser înternetê niha bi zimanên Îngilîzî û Portekîzî hene. Bi zeman re, ders wê bi zimanên din jî bên weşandin.

^ par. 16 Ji xeynî vê, gerek em xwe ji hemû teşkîlatên ku bi dînên sexte ve girêdayî ne û ku pey armancên dînî diçin, dûr bigirin.

^ par. 17 Ji bo muzakereyeke li ser nêrîna Kitêba Pîroz a li ser îşên ku bi teşkîlatên dînî ve girêdayî ne, li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” binêre (Gözcü Kulesi, 15 Nîsan 1999).

^ par. 83 RESIM: Li kafeyekê, mirov şaş dimînin gava “aştî û ewledarî” li televîzyonê tê îlan kirin. Xwişk û birayekî me, yên ku li dema xizmetê hinek îstirhetê dikin, bi vê nûçeyê nayên xapandin.