Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

Xilaziya Van “Rojêd Axiriyêda” Xîret bin

Xilaziya Van “Rojêd Axiriyêda” Xîret bin

“Qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 KORN. 15:58).

KILAMA 58 Merivên Aştîhiz Bigerin

VÊ GOTARÊDA *

1. Em ji ku zanin, wekî em “rojêd axiriyêda” dijîn?

HERGÊ hûn paşî sala 1914 hatine bûyînê, dêmek hûn temamiya emirê xwe dijîn “rojêd axiriyêda” (2 Tîmt. 3:1). Em gişk jî dibihên derheqa wan qewimandina, kîjan ku Îsa bona rojên me pêxembertî kir. Mesele, ew hene şer, xelayî-celayê, erdhej, nexweşî, zêdebûna neheqiyê û miqabilîbûn hindava cimeta Yehowa (Met. 24:3, 7-9, 12; Lûqa 21:10-12). Em usa jî divînin ku merî ça hatine guhastinê, çawa ku Pawlos pêxembertî kir (Binihêre çargoşe “ Meriv Îro Çi Cûreyî ne”). Em çawa xizmetkarên Yehowa, dudilî nînin, wekî em dijîn wedê “rojên dawînda [xilaziyêda]” (Mîx. 4:1).

2. Cabên kîjan pirsa em gerekê bizanibin?

2 Ji sala 1914, gelek wede derbaz bûye, lema îro em îda xilaziya “rojêd axiriyêda” dijîn. Çimkî xilazî nêzîk e, em gerekê bizanibin cabên hine pirsên ferz: Çi wê biqewime xilaziya “rojêd axiriyêda”? Û heta ku em hîviya wan qewimandina ne, Yehowa hîviyê ye ku em çi bikin?

ÇI WÊ BIQEWIME XILAZIYA “ROJÊD AXIRIYÊDA”?

3. Li gora pêxembertiya ji 1 Têsalonîkî 5:1-3, serwêrên dinyayê wê çi elam kin?

3 (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:1-3.) Dîna xwe bidinê, Pawlos derheqa “roja Xudan”, dêmek roja Yehowa, dibêje. Vê rêzêda ew roj derheqa wî wedeyî tê gotinê, kîjan ku wê destpêbe pê kutakirina Babîlona Mezin, dêmek împêriya rêlîgiyên qelp, û wê bi Harmegedonê xilaz be (Eyan. 16:14, 16; 17:5). Hema pêşiya destpêka vê “rojê”, serwêrên dinyayê wê elam kin ku “Dinê seqirî û bêxofî ye”. Serwêrên dinyayê cara ewê gotinê didine xebatê, çaxê xeber didin derheqa wê yekê, ku heleqetiya orta mileta baş kin. * Lê yeke ew elamkirin ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, wê cude be. Çira? Çaxê ew yek wê biqewime, meriv wê bifikirin ku serwêrên dinyayê bêxofî û edilayî anîne dinê. Lê bi rastî, “xezebê nişkêva” bê û “tengasîke . . . mezin” wê destpêbe (Met. 24:21).

Bawer nekin elametiya qelp, ku yançi “dinê seqirî û  bêxofî ye” (Binihêre abzasa 3-6) *

4. a) Em çi hê nizanin derheqa vê elamkirinê “dinê seqirî û bêxofî ye”? b) Em çi îda zanin derheqa wê yekê?

4 Derheqa elametiya “dinê seqirî û bêxofî ye”, em hine tişt zanin. Lê hene tişt ku em nizanin. Mesele, em nizanin çi wê serwêra hêlan ke, wekî ewê yekê elam kin, yan wê çi cûreyî ew elametî bê elamkirinê. Û em usa jî nizanin ku ew yek wê tenê carekê bi cûrê mexsûs bê elamkirinê, yan çend cara. Çi jî biqewime, lê em vê yekê zanin: Em gerekê neyêne xapandinê û bawer nekin, wekî serwêrên dinyayê dikarin edilayê bînin ser erdê. Dewsê ev elamkirin, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wê me hêlan ke ku hişyar bimînin. Ew ça bêjî nîşan e, ku “roja Xudan” va wê destpêbe!

5. Çawa 1 Têsalonîkî 5:4-6 alî me dike, wekî bona “roja Xudan” hazir bin?

5 (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:4-6.) Ew şîreta Pawlos mera nîşan dike, ku çawa bona “roja Xudan” hazir bin. Em gerekê “xewêda nemînin mîna yêd mayîn”, lê “hişyar” bimînin. Mesele, em gerekê fesal bin, wekî tevnebûyînê xwey kin, dêmek nekevine nava şixulên polîtîkî, yan na em dikarin bibine “para dinyayê” (Yûhn. 15:19). Em zanin wekî tenê Padşatiya Xwedê wê edilayê bîne ser dinyayê.

6. Çida em dixwazin alî meriva bikin, û çira?

6 Xêncî vê yekê, ku em gerekê xwexa hişyar bimînin, usa jî lazim e alî meriva bikin, ku hişyar bin û haş pê hebin ku Kitêba Pîroz çi pêxembertî dike derheqa axiriya dinyayê. Were em bîr nekin, ku gava tengasiya mezin destpêbe, îda wê gelek dereng be meriv bêne bal Yehowa. Lema jî şixulê belakirina mizgîniyê gelek ferz e! *

BERDEWAM KIN BI XÎRET MIZGÎNIYÊ BELA KIN

Çaxê em îro mizgîniyê bela dikin, em nîşan dikin ku tenê Padşatiya Xwedê wê edilayê û bêxofiyê bîne ser erdê (Binihêre abzasa 7-9)

7. Yehowa çi dixwaze ku em niha bikin?

7 Gelek hindik maye, ku roja Yehowa destpêbe, lema jî Yehowa dixwaze, wekî em şixulê belakirina mizgîniyêda xîret bin. Em gerekê her tiştî bikin, seva “şixulê Xudanda pêşda” herin (1 Korn. 15:58). Îsa pêxembertî kir, ku emê çi bikin. Çaxê ewî xeber da derheqa qewimandinên ferz, ku rojên axiriyêda gerekê biqewimin, paşê zêde kir: “Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê” (Marq. 13:4, 8, 10; Met. 24:14). Hela bifikirin: Bidine hişê xwe, her gav çaxê hûn diçine xizmetiyê, hûn evê pêxembertiya Kitêba Pîroz tînin sêrî.

8. Em ji ku zanin, wekî şixulê belakirina mizgîniyê pêşda diçe?

8 Lê em çi dikarin bêjin derheqa pêşdaçûyîna şixulê belakirina mizgîniyê? Ew şixul sal bi sal pêşda diçe. Mesele, bifikirin ku wan rojên axiriyêda nav temamiya dinyayê hejmara mizgînvana çiqas zêde bûye. Sala 1914-da, 43 welatada 5 155 mizgînvan hebûn. Lê îro weke 8.5 mîlyon mizgînvan hene 240 welatada! Yeke, şixulê me hê xilaz nebûye. Em gerekê berdewam kin merivara gilî kin, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên însanetê bide hildanê (Zeb. 145:11-13).

9. Çira em gerekê berdewam kin mizgîniya Padşatiyê bela kin?

9 Belakirina mizgîniyê wê xilaz nebe heta ku Yehowa nevêje xilaz. Lê çiqas wede maye, wekî meriv derheqa Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh pêbihesin? (Yûhn. 17:3). Em vê yekê nizanin. Lê em zanin, wekî heta ku tengasiya mezin destpêbe, her merivê dilsax dikare mizgîniyê qebûl ke û safî ke Yehowara xizmet ke (Kar. Şand. 13:48). Heta ku dereng nîne, em ça dikarin alî wan meriva bikin?

10. Yehowa ça alî me dike wekî em meriva rastiyê hîn kin?

10 Yehowa bi saya teşkîleta xwe hemû tiştî dide me, çi ku mera lazim e seva meriva rastiyê hîn kin. Mesele, her heftî em ser bernama civînê hîn dibin, ku ça meriva hîn kin. Ew civîn alî me dike, ku ça xeberdanê destpêkin û ça serlêdana dubare bikin. Û ew usa jî me hîn dike, çawa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Teşkîleta Yehowada usa jî hene Hacetên Sereke bona Hînkirinê. Ew hacet alî me dikin . . .

  • xeberdanê destpêkin,

  • hewasa meriva pêşda bînin,

  • meriva hêlan kin ku derheqa rastiyê hê zêde pêbihesin,

  • pê hînbûna Kitêba Pîroz rastiyê hîn kin, û

  • teglîf kin meriva ku bikevine malpera me û bêne ser civatê.

Hemikî, bes nîne wekî ew hacet bal me hebin, lê em gerekê wana bidine xebatê. * Mesele, hergê merivekî guh da we çaxê we jêra şedetî da, û we belavok yan jûrnalek da wî, ewê bikaribe hê zêde tişt bixûne, heta ku tevî wî têklî bin. Em her kes borcdar in her meh çiqas dikarin şixulê belakirina mizgîniyêda kar bikin.

11. Çira Onlayn Dersên Kitêba Pîroz hatine sazkirinê?

11 Dîsa cûrek ku Yehowa ça alî meriva dike, ku derheqa rastiyê pêbihesin, ew heye Onlayn Dersên Kitêba Pîroz ser jw.org®. Ew ders hatine sazkirinê, çimkî her meh bi deha hezara meriv nav temamiya dinyayê întêrnêtêda dersên Kitêba Pîroz digerin. Û ew dersên ser malpera me, dikarin alî meriva bikin derheqa rastiya Xebera Xwedê pêbihesin. Hine meriv tevî kê jî hûn xeber didin, dibeke şerm kin wekî hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kin. Hergê usa ne, ser malpera me ewan dersa nîşanî wan kin, yan jî lînka wan dersa wanra bişînin, ser wî zimanî kîjanî ewana fem dikin. *

12. Meriv ji Onlayn Dersên Kitêba Pîroz çi dikarin pêbihesin?

12 Onlayn Dersên Kitêba Pîrozda têne şêwirkirinê ev têma: “Kitêba Pîroz û Avtorê vê”, “Kesên Sereke Kitêba Pîrozda”, û “Elametiya Kitêba Pîroz derheqa hêviyê”. Bi saya wan dersa, meriv wê pêbihese:

  • Kitêba Pîroz ça dikare alî meriva bike

  • Kî ye Yehowa, Îsa û melek

  • Çira Xwedê meriv efirandin

  • Çira kul-derd û zulmî hene

Wan dersada usa jî tê şêwirkirinê, ku ça Yehowa wê . . .

  • kul-derda û mirinê bide hildanê,

  • meriva ji mirinê rake, û

  • serwêrtiyên merivaye bêkêr bide hildanê û tenê Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyê bike.

13. Hergê meriv dersên onlayn derbaz dibe, gelo lazim e dîsa tevî wî hînbûnê derbaz kin? Şirovekin.

13 Ew dersên onlayn dewsa hînbûna Kitêba Pîroz nagirin, ya ku em tevî meriva derbaz dikin. Îsa ew şixul daye me, wekî meriva bikin şagirt. Em bawer in, wekî merivên ku dersên onlayn lêkolîn dikin, wê begem kin çi ku pêdihesin û bixwazin hê zêde pêbihesin. Û paşê ewana dibeke qebûl kin ku tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Xilaziya her derseke onlayn, xwendevan tê teglîfkirinê ku blank tije ke, seva kesek tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke. Teşkîleta me her roj bi saya malpera me, ji temamiya dinyayê 230 nema zêdetir distîne ji wan meriva, yên ku dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz tevî wan derbaz kin! Gelek ferz e, wekî xût tevî meriva hînbûnê derbaz kin!

BERDEWAM KIN MERIVA BIKINE ŞAGIRT

14. Li gora temiyên Îsa ji Metta 28:19, 20, em çi dixwazin bikin, û çira?

14 Bixûne Metta 28:19, 20. Çaxê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, em dixwazin çiqas dikarin usa bikin ku meriva bikin şagirt, û “hemû temiyêd ku [Îsa daye] mileta hîn kin”. Em gerekê alî meriva bikin, ku ewana fem kin, wekî bona wan çiqas ferz e aliyê Yehowa û Padşatiya Wî bigirin. Ew tê hesabê ku meriva hêlan kin, wekî rastiyê qebûl kin, çi ku pêdihesin emirê xweda bidine xebatê, xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê. Tenê hingê ewana wê wedê roja Yehowa xilaz bin (1 Pet. 3:21).

15. Wedê me ser çi tune ye, û çira?

15 Çawa me jorê şêwir kir, gelek hindik wede maye, ku kutasiya vê dinyayê bê. Lema jî wedê me tune ku berdewam kin hînbûna Kitêba Pîroz tevî wan meriva derbaz kin, yên ku emirê xweda guhastina nakin, seva bibine xizmetkarên Yehowa (1 Korn. 9:26). Şixulê me gelek ferz e! Hê dîsa gelek merî hene, ku gerekê mizgîniya Padşatiyê bibihên, heta dereng nîne.

XWE DÛR BIGIRIN JI HER TIŞTÊN KU RÊLÎGIYA QELPVA GIRÊDAYÎ YE

16. Li gora Eyantî 18:2, 4, 5, 8, em gişk gerekê çi bikin? (Usa jî binihêre spartin.)

16 Bixûne Eyantî 18:2, 4, 5, 8. Ew rêz nîşan dikin, wekî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî dîsa tiştekî bikin. Hemû Mesîhiyên rast gerekê ji Babîlona Mezin bi temamî başqe bin. Merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, dibeke pêşiya ku derheqa rastiyê pêbihesiya, endemê rêlîgiya qelp bû. Ew dibeke pey eyd-qeyd û şixulên vê rêlîgiyayê diçû, yan jî pere qurban dikir. Lema pêşiya ku kesek bibe xizmetkarê nenixumandî, ew gerekê îda tu tiştîda tevî rêlîgiya qelp girêdayî nîbe. Ew gerekê nemê binivîse yan jî cûrekî mayîn bi temamî ji vê dêrê yan teşkîletê biqete, ya ku tevî Babîlona Mezin girêdayî ye. *

17. Mesîhî gerekê xwe ji kîjan cûrê xebatê dûr bigire, û çira?

17 Mesîhiyê rast gerekê bawer be, ku xebata wî tu tiştîda tevî Babîlona Mezin girêdayî nîne (2 Korn. 6:14-17). Mesele, ew wê nebe xebatçiyê dêrê. Usa jî Mesîhiyê ku xebatçî ye, wê qebûl neke dirêj bixebite wan avayada, kîjan ku bona rêlîgiya qelp didine xebatê. Lê hergê bîznêsa wî heye, ew wê xebata bona Babîlona mezin, ne qebûl ke û ne jî bike. Lê çira em xwe usa dûr digirin ji rêlîgiya qelp? Çimkî em naxwazin tevî şixul û gunên wan rêlîgiya bin, kîjan ku ber çevê Xwedê heram in (Îşa. 52:11). *

18. Çawa birakî gura prînsîpên Yehowa kir?

18 Çend sal pêşda, rûspîk bîznêsa kîjanî hebû, kontraktor jêra got, wekî ew şeherê xweda xebateke necartiyêye biçûk dêrêda bike. Ewî kontraktorî zanibû, ku ewî birayî her gav digot, wekî bona dêrê wê tu xebatekê neke. Lê vê carê kontraktorra gelek lazim bû kesekî bivîne, seva vê xebatê bike. Yeke ewî birayî xwe qayîm li prînsîpên Kitêba Pîroz girt, û ev xebat qebûl nekir. Heftiya din, şiklê necarekî kiribûn rojnema vî şeherîda, ku ew ça xaç dêrêva dike. Hergê birê me qayîl bûya ku vê xebatê bike, dewsa wî necarî wê şiklê wî bûya. Bifikirin ku navê wî ça dikaribû nava xûşk-birada biketa! Lê ya hê xirab, Yehowa wê çi bifikiriya.

EM ÇI PÊHESIYAN?

19-20. a) Vê gotarêda em çi pêhesiyan? b) Em dîsa gerekê derheqa çi pêbihesin?

19 Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, qewimandineke mezin ku zûtirekê wê biqewime ew e, ku serwêrên dinyayê wê elam kin “dinê seqirî û bêxofî ye”. Em ji Yehowa gelek razî ne ku ew me hîn dike, wekî serwêrên dinyayê wê negihîjin edilaya rast û dirêj. Em gerekê çi bikin pêşiya ku ew qewimandina mexsûs biqewime, û nişkêva xezeb bê? Yehowa dixwaze, wekî em şixulê belakirina Mizgîniyêda xîret bin û çiqas dikarin gelek meriva bikin şagirt. Usa jî em gerekê ji her tiştên ku rêlîgiya qelpva girêdayîye, biqetin. Ew tê hesabê, wekî bi temamî derkevin ji Babîlona mezin û tu xebatê nekin bona vê.

20 Hene qewimandinên mayîn, ku xilaziya “rojêd axiriyêda” wê biqewimin. Û dîsa hene tiştên din ku Yehowa dixwaze em bikin. Ew çi tişt in, û çawa em dikarin xwe hazir kin bona her tiştî ku wê zûtirekê biqewimin? Gotara dinda emê derheqa vê yekê şêwir kin.

KILAMA 71 Em Eskerê Xwedê ne!

^ abz. 5 Em hîviyê ne ku zûtirekê serwêrên dinyayê wê elam kin, wekî ewana gihîştine nêta xwe, ku “dinê seqirî û bêxofî ye”. Ew elametî wê bibe nîşan, ku tengasiya mezin va gerekê destpêbe. Lê heta ew yek biqewime, Yehowa dixwaze em niha û wî wedeyî çi bikin? Ew gotar wê alî me bike caba wan pirsa pêbihesin.

^ abz. 3 Mesele, organîzasiya Miletên Yekbûyî dibêje, wekî ew “edilayê û bêxofiyê dike orta welatada”.

^ abz. 10 Bona hê zêde înformasiya, ku Hacetên Sereke bona Hînkirinê ça bidine xebatê, binihêre jûrnala “Birca Qerewiliyêda”, gotara bi navê “Rastiyê Hîn kin”, ya meha Cotmehê, sala 2018.

^ abz. 11 Ew ders niha hene ser zimanê Înglîzî û Portûgalî, lê dîsa ser gelek zimana wê hebe.

^ abz. 16 Em usa jî gerekê xwe dûr bigirin ji hemû tiştên wan teşkîleta, ku rêlîgiya qelpva girêdayî ne. Mesele, kampên cahila yan jî gîmnasya, hewz, û tiştên din. Gelek teşkîletên bona cahila eşkere nakin, wekî ewana rêlîgiyêva girêdayî ne, lê ew teşkîlet ser hîmê rêlîgiyê ye.

^ abz. 17 Bona hê zêde înformasiya derheqa nihêrandina Kitêba Pîroz, ser xebatên bona teşkîletên rêlîgî, binihêrin “Pirsên Xwendevana”, “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Nîsanê, sala 1999.

^ abz. 83 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Kafêda meriv ecêbmayî dimînin, çimkî “Nûçêda” pê têlêvîzorê elam dikin derheqa “dinê seqirî û bêxofî ye”. Jin-mêr ku Şedên Yehowa ne, yên ku wedê xizmetiyê hêsa dibin, pê vê elametiyê nayêne xapandinê.