Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

Berî Dawiya Dinyayê Hevaltiyên Saxlem Saz Bike

Berî Dawiya Dinyayê Hevaltiyên Saxlem Saz Bike

“Heval her tim hez dike” (MTL. 17:17).

KILAM 101 Bi Yektî Kar Bikin

PÊŞGOTIN *

Li “tengahiya mezin”, emê hewceyî hevalan bibin (Li paragrafa 2yan binêre) *

1-2. Li gor 1. Petrûs 4:7, 8, çi dikare alî me bike ku em serî bi tengasiyan re derxînin?

HER ku em nêziktirî dawiya “rojên dawîn” dibin, em dikarin zehmetên giran bikişînin (2. Tîm. 3:1). Mesela, li welatekî Afrîkaya rojava, piştî kampanyayeke hilbijartinê, tevliheviyê dest pê kir. Zêdetirî şeş mehan, xwişk û birayên me nikaribû bi rihetî herin û werin, çimkî şer hebû. Wan çawa serî bi van tengasiyan re derxist? Hin ji wan reviyan malên xwişk û birayên ku li herêmên hê sakîntir dijiyan. Birayek wisa dibêje: “Li wê demê, ez şa bûm ku hevalên min hene. Me hevdû teşwîq dikirin.”

2 Wexta ku “tengahiya mezin” dest pê bike, emê şa bin eger hevalên me hebin, ên ku ji me hez dikin (Pey. 7:14). Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em ji niha ve hevaltiyên saxlem saz bikin (1. Petrûs 4:7, 8 bixwîne). Niha emê serpêhatiya Yêremya muzakere bikin, ê ku bi saya hevalên xwe li dema berî xerakirina Orşelîmê sax ma. * Em çawa dikarin Yêremya ji xwe re bikin emsal?

JI SERPÊHATIYA YÊREMYA DERSAN BISTÎNE

3. (a) Gava Yêremya rastî muxalefetê hat, wî çi kir? (b) Yêremya ji katibê xwe Barûk re behsa çi kir, û netîce bû çi?

3 Yêremya herî kêm 40 sal di nav mirovên nedilsoz de dijiya. Hin ji wan mirovan, cîranên wî yan jî merivên wî bûn, ên ku wek wî ji Anatotê bûn (Yêr. 11:21; 12:6). Dîsa jî, ew ne tenê bû. Yêremya bi katibê xwe Barûk re hevaltî dikir û ji vî hevalê dilsoz re dilê xwe vedikir. Hîs û fikrên wî niha di kitêba Yêremya de nivîsî ne (Yêr. 8:21; 9:1; 20:14-18; 45:1). Gava Barûk serpêhatiya Yêremya dinivîsî, di nav van du hevalan de bê guman hezkirin û hurmeteke mezin çêbû (Yêr. 20:1, 2; 26:7-11).

4. Yehowa çi emir da Yêremya, û hevkariya Yêremya û Barûk hevaltiya wan çawa xurttir dikir?

4 Bi gelek salan, Yêremya bi mêrxasî ji milet re gotibû ku çi wê bê serê bajarê Orşelîmê (Yêr. 25:3). Ji bo ku xelk tobe bike, Yehowa ji Yêremya re emir da ku ew gotinên wî li tomarekê binivîse (Yêr. 36:1-4). Îşê Yêremya û Barûk bi îhtimaleke mezin çend meh kişandin. Wexta ku wan hevkarî dikir, di nav wan de bê guman sohbetên xweş derbas dibûn, ên ku baweriya wan xurttir dikir.

5. Barûk çawa ji bo Yêremya hevalekî baş bû?

5 Piştî xelaskirina nivîsandina tomarê, Yêremya ji hevalê xwe Barûk re got ku bila ew here û gotinên tomarê ji miletê Îsraêl re bixwîne (Yêr. 36:5, 6). Barûk ev wezîfeya bitalûke bi mêrxasî anî cih. Yêremya bê guman pir serbilind bû gava Barûk çû hewşa perestgehê û tomar xwend (Yêr. 36:8-10). Serokên Cihûda bihîst ku Barûk çi kir, û wan ji wî xwest ku ew vê tomarê ji wan re jî bixwîne (Yêr. 36:14, 15). Paşê, wan qerar da ku gotinên Yêremya bigihînin Yehoyakîm Padîşah. Wan bi dilrehmî ji Barûk re wisa got: “Here, tu jî, Yêremya jî xwe veşêrin û bila tu kes nizanibin ku hûn li ku derê ne” (Yêr. 36:16-19). Ev şîreteke baş bû!

6. Yêremya û Barûk çi kir gava ew rastî muxalefetê hatin?

6 Gava Yehoyakîm Padîşah gotinên Yêremya bihîstin, wî tomara bi gotinên Yehowa şewitand û emir da ku Yêremya û Barûk bên girtin. Lê belê dilê Yêremya sist nebû. Wî tomareke din da Barûk ku ew “hemû gotinên pirtûka ku qiral Yehoyakîm di agir de şewitandiye” ji nû ve binivîse (Yêr. 36:26-28, 32).

7. Bi îhtimaleke mezin, netîceya hevkariya Yêremya û Barûk bû çi?

7 Belê, mirovên ku bi hev re rastî tengasiyan tên gelek caran dibin hevalên hev. Bi îhtimaleke mezin, hevaltiya Yêremya û Barûk hê qewîtir bû gava ew bi hev re xebitîn ku tomara şewitandî ji nû ve hazir bikin. Em ji serpêhatiya van zilamên dilsoz dikarin çi dersan bistînin?

SOHBETÊN JIDIL

8. (a) Li hinekan çima zor tê ku dilê xwe ji kesekî din re vekin? (b) Çima lazim e ku em xîret bikin ku hevaltiyên saxlem saz bikin?

8 Piştî ku dilê mirovan hat êşandin, carinan li wan zor tê ku dilê xwe ji kesekî din re vekin (Mtl. 18:19, 24). Hin kes jî difikirin ku wext û qeweta wan tune ku hevaltiyên saxlem saz bikin. Lê belê gerek em nefikirin ku em nikarin vêya bikin. Eger em dixwazin ku xwişk û birayên me li dema tengasiyan piştgiriya me bikin, gerek em ji niha ve baweriya xwe bi wan bînin û ji wan re behsa hîs û fikrên xwe bikin. Ev yek ji bo sazkirina hevaltiyên rastîn pir muhîm e (1. Ptr. 1:22).

9. (a) Îsa çawa nîşan da ku wî baweriya xwe bi hevalên xwe dianî? (b) Bi saya sohbetên jidil, em çawa dikarin hevaltiya xwe bi kesên din re xurttir bikin? Mîsalekê bide.

9 Îsa Mesîh baweriya xwe bi hevalên xwe re dianî û ji dil bi wan re sohbet dikir (Yûh. 15:15). Wek Îsa, wê baş be ku em jî ji kesên din re behsa kêf, xem û tengasiyên xwe bikin. Rind guh bide gava yekî bi te re dipeyive. Belkî tuyê bibînî ku hîs, fikir û armancên we gelek caran mîna hev in. Mesela, xwişka me Cindy, a ku 29 salî ye, bi xwişkeke bi navê Marie-Louise, ya ku 67 salî ye, hevaltiyê dike. Cindy û Marie-Louise her roja Pêncşemê sibehê diçin xizmetê. Li dema xizmetê, fersend çêdibe ku ew li ser cure cure mijaran sohbetê bikin. Cindy wisa dibêje: “Sohbetên kûr alî min dikin ku ez hevalên xwe rind nas bikim û fehm bikim.” Sohbetên jidil ji bo hevaltiyên saxlem pir muhîm in. Wek Cindy’yê, eger em gava pêşîn bavêjin ku bi kesên din re ji dil sohbetê bikin, emê nêziktirî wan bibin (Mtl. 27:9).

BI HEV RE BIXEBITIN

Heval bi hev re xizmetê dikin (Li paragrafa 10an binêre)

10. Li gor Methelokên Silêman 27:17, wê çima baş be ku em bi xwişk û birayên xwe re hevkariyê bikin?

10 Wek me ji serpêhatiya Yêremya û Barûk dîtibû, eger em tevî xwişk û birayan hevkariyê bikin û sifatên wan ên baş bibînin, emê ji wan hîn bibin û nêziktirî wan bibin (Methelokên Silêman 27:17 bixwîne). Mesela, tu çi hîs dikî gava tu tevî hevalê xwe diçî xizmetê û dibînî ku ew baweriya xwe çawa diparêze yan ji dil di heqê Yehowa û armancên wî de dipeyive? Ma tu xwe nêziktirî vî kesî hîs nakî?

11-12. Xizmet çawa dikare alî me bike ku em hevaltiya xwe bi xwişk û birayan re xurttir bikin? Mîsalekê bide.

11 Xizmet alî me dike ku em nêziktirî hev bibin. Mesela, xwişkeke 23 salî ya bi navê Adeline dixwest tevî hevala xwe Candice’ê here cihekî ku mizgîn li wê derê pir nehatibû belav kirin. Adeline wisa dibêje: “Me dixwest zêdetir xîret bikira û ji xizmetê zêdetir kêf bistenda. Em her du jî hewceyî teşwîqê bûn.” Van du xwişkan ji xizmeta bi hev re çawa feyde dît? Adeline wisa dibêje: “Li dawiya her rojê, me ji hev re behsa wê rojê dikir. Me li ser vê sohbet dikir ku me ji xizmetê çawa teşwîq stendibû û di xizmeta xwe de rêberiya Yehowa çawa dîtibû. Bi saya van sohbetên kûr, me hevdû baştir nas kir.”

12 Laïla û Marianne, du xwişkên azib yên ji Fransayê, ji bo pênc hefteyan çûn bajarê Banguiyê, serbajarê Komara Afrîkaya Navend, ku mizgînê belav bikin. Laïla wisa dibêje: “Ez û Marianne, em carinan rastî probleman dihatin, lê ji ber ku me di heqê her tiştî de xeber dida û hezkirina rastîn eyan dikir, hevaltiya me her ku diçû xurttir dibû. Her ku min didît ku Marianne çawa hînî şertên nû dibe, ji xelkê herêmê çi qas hez dike û di xizmetê de çi qas bixîret e, ez zêdetir heyrana wê dimam.” Ji bo ku em feydeyên wisa bibînin, helbet ne lazim e ku em herin welatekî xerîb. Her ku em di herêma xwe de tevî xwişk yan birayan diçin xizmetê, em dikarin wan zêdetir nas bikin û hevaltiya xwe bi wan re xurttir bikin.

BALA XWE BIDE TIŞTÊN POZÎTÎF Û EFÛKAR BE

13. Gava em bi hevalên xwe re hevkariyê dikin, em dikarin rastî çi çetinahiyê bên?

13 Gava em bi hevalên xwe re hevkariyê dikin, em ne tenê sifatên wan ên baş, lê carinan qisûrên wan jî dibînin. Em çawa dikarin serî bi vê çetinahiyê re derxînin? Yêremya dîsa bîne ber çavê xwe. Çi alî wî dikir ku ew bala xwe bide sifatên baş ên kesên din û bala xwe nede qisûrên wan?

14. Yêremya di heqê Yehowa de çi elimî, û vê yekê çawa alî wî kir?

14 Ji xeynî kitêba Yêremya, du kitêbên din jî bi îhtimaleke mezin ji aliyê wî ve hatin nivîsandin: 1. Qiralan û 2. Qiralan. Vê wezîfeyê bêguman rêyî wî dida ku Yehowa li hemberî însanên qisûrdar çi qas dilrehm e. Mesela, wî dizanibû ku gava Ahab Padîşah tobe kir, Yehowa di rojên wî de felaket neanî ser malbata wî (1. Qra. 21:27-29). Wekî din, Yêremya dizanibû ku Manaşşe ji Ahab jî zêdetir xerabî kiribû. Dîsa jî, Yehowa ew efû kir ji ber ku wî tobe kiribû (2. Qra. 21:16, 17; 2. Dîr. 33:10-13). Van serpêhatiyan bê guman alî Yêremya dikir ku ew wek Xwedê li hemberî hevalên xwe bisebir û dilrehm be (Zeb. 103:8, 9).

15. Gava Barûk wezîfeya xwe rind nedianî cih, Yêremya sebra Yehowa çawa ji xwe re kir emsal?

15 Ji bo demekê, Barûk wezîfeya xwe rind nedianî cih, lê bala xwe dida tiştên din. Hingê Yêremya çi kir? Ji bo ku alî hevalê xwe bike, Yêremya tembîha Yehowa – ya ku rasterast bû, lê dîsa jî bi dilnermî bû – ji Barûk re got (Yêr. 45:1-5). Ev serpêhatî çi rêyî me dide?

Heval hevdû efû dikin (Li paragrafa 16an binêre)

16. Wek Methelokên Silêman 17:9 nîşan dide, gerek em çi bikin ku hevaltiyên me sar nebin?

16 Em dizanin ku xwişk û birayên me bêqisûr nînin. Loma, piştî ku me hevaltiyên nêzik saz kir, gerek em xîret bikin ku em van hevaltiyan winda nekin. Gava hevalên me şaşiyan dikin, wê belkî lazim be ku em bi nezaket û duristî li gor Kitêba Pîroz şîretê bidin wan (Zeb. 141:5). Eger ew dilê me biêşînin, gerek em wan efû bikin. Piştî ku me ew efû kirin, gerek em êdî behsa şaşiyên wan nekin (Methelokên Silêman 17:9 bixwîne). Li van rojên çetin, pir muhîm e ku em bala xwe bidin, ne qisûrên xwişk û birayên xwe, lê sifatên wan ên baş. Bi vî awayî, hevaltiya me wê xurttir bibe. Gerek em vêya ji niha ve bikin, çimkî li tengahiya mezin, emê hewceyî hevalan bibin.

HEZKIRINA RASTÎN EYAN BIKE

17. Li dema tengasiyê, Yêremya çawa nîşan da ku ew hevalekî rastîn e?

17 Yêremya pêxember li dema tengasiyê hevalekî baş bû. Mesela, piştî ku memûrê serayê Ebed-Melek Yêremya ji bîrê derxist û ew bi vî awayî ji mirinê filitand, Ebed-Melek ditirsiya ku serokên Cihûyan wê lê xerabiyê bikin. Gava Yêremya ev yek bihîst, ew li bendê nema ku hevalê wî xwe bi xwe serî bi vê tengasiyê re derxîne. Yêremya her çi qas li hebsê bû jî, wî çi ji destê wî dihat kir ku gotinên Yehowa ên teselîdar ji hevalê xwe Ebed-Melek re bigihîne (Yêr. 38:7-13; 39:15-18).

Heval alî xwişk û birayên hewcedar dikin (Li paragrafa 18an binêre)

18. Li gor Methelokên Silêman 17:17, wê baş be ku em çi bikin gava hevalekî me rastî tengasiyan tê?

18 Xwişk û birayên me rastî cure cure tengasiyan tên. Mesela, gelek ji wan seba erdhej, şer yan felaketên din êşê dikişînin. Eger tiştekî wisa biqewime, em belkî dikarin hin ji van xwişk û birayan li mala xwe bikin mêvan yan jî ji aliyê madî ve alî wan bikin. Eger em nikarin van tiştan bikin, em dîsa jî dikarin dua bikin ku Yehowa alî wan bike. Gava em dibihîzin ku xwişk yan birayek xemgîn e, dibe ku em nizanibin ku çi bibêjin yan jî çi bikin. Bi eslê xwe, her kes dikare alî kesên xemgîn bike. Mesela, em dikarin bi wan re wext derbas bikin. Yan jî, em dikarin bi nezaket guh bidin gava ew dipeyivin. Wekî din, em dikarin behsa ayetekê bikin, a ku li me xweş tê (Îşa. 50:4). Tiştê herî muhîm ev e ku em hazir bin ku destek bidin wan gava hewcedariya wan hebe (Methelokên Silêman 17:17 bixwîne).

19. Çima lazim e ku em ji niha ve hevaltiyên saxlem saz bikin?

19 Pir muhîm e ku em ji niha ve bi xwişk û birayan re hevaltiyên saxlem saz bikin û xwedî bikin. Çima? Dijminên me wê hewl bidin ku bi navgîniya derewan yekîtî û biratiya me xera bikin, lê planên wan wê vala derkevin. Ewê nikaribin hevaltî û hezkirina di nav me de xera bikin. Belê, hevaltiyên me wê ne tenê heta dawiya vê dinyayê, lê heta bi hetayê berdewam bikin!

KILAM 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ par. 5 Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyayê dibin, gerek em hevaltiya xwe bi xwişk û birayên xwe re xurttir bikin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin serpêhatiya Yêremya. Wekî din, emê bibînin ku hevalên baş çawa dikarin alî me bikin gava em rastî tengasiyan tên.

^ par. 2 Bûyerên li kitêba Yêremya bi rêza tarîxê nehatin nivîsîn.

^ par. 57 RESIM: Li tengahiya mezin, çend xwişk û bira li qata jorîn li hev top dibin û hevdû teselî dikin. Li gor van 3 resiman hevaltiya di nav van xwişk û birayan de berî tengahiya mezin dest pê kiribû.