Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44

Pêşiya Xilaziya Dinyayê Hevaltiya Qewî Qazanc kin

Pêşiya Xilaziya Dinyayê Hevaltiya Qewî Qazanc kin

“Heval her gav hiz dike” (METLK. 17:17).

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin

VÊ GOTARÊDA *

Wedê tengasiya mezin hevalên baş wê kêrî me bên (Binihêre abzasa 2) *

1-2. Li gora 1 Petrûs 4:7, 8, çi wê alî me bike, wekî tengasiyada teyax kin?

EM Nêzîkî xilaziya “rojêd axiriyê” dibin, û lema dibeke em rastî tengasiyên giran bên (2 Tîmt. 3:1). Mesele, welatekî Afrîkaya roavayêda paşî hilbijartina serok, şerekî giran destpêbû. Xûşk-birên me şeş meha zêdetir, nikaribûn aza derketana nav şeher, çimkî şer diçû. Lê çi alî wan kir, wekî vê tengasiyêda teyax kin? Hinek derbazî malên xûşk-birên din bûn, kîderê xof tune bû. Birakî gilî kir: “Hingê min gelek qîmet kir ku hevalên min kêleka min bûn. Me dil dida ber hev”.

2 Çaxê “tengasiya mezin” destpêbe, emê gelek şa bin, wekî hevalên meyî baş hene, yên ku me hiz dikin (Eyan. 7:14). Lema gelek ferz e îda îroda em hevaltiya xwe qewî kin. (Bixûne 1 Petrûs 4:7, 8.) Ji serhatiya Yêremya em dikarin pêbihesin, ku ça hevalên wî alî wî kirin, wekî pêşiya wêrankirina Orşelîmê xilaz be. * Lê çida em dikarin çev bidine Yêremya?

JI MESELA YÊREMYA HÎN BIN

3. a) Çira Yêremya dikaribû xwe ji meriva başqe kira? b) Yêremya alîkarçiyê xwe Barûkra derheqa çi gilî dikir, û ewê yekê çi kar anî?

3 Yêremya 40 sala yan hê zêde, nava cimeta neaminda dijît, usa jî şeherê wî Anatotêda cînarên wî û diqewime merivên wîyî nêzîk jî neamin bûn (Yêrem. 11:21; 12:6). Lê yeke ewî xwe ji meriva başqe nedikir. Mesele, ewî dilê xwe alîkarçiyê xwe Barûkra vedikir, lê em jî zanin ewî çi texmîn dikir, çimkî ewî nivîsiye ku çi dilê wîda hebû (Yêrem. 8:21; 9:1; 20:14-18; 45:1). Bidine ber çevê xwe, ça Barûk derheqa emirê Yêremya dinivîsî, û wana ça hê zêde hev hiz kirin û qedirê hevdu digirtin (Yêrem. 20:1, 2; 26:7-11).

4. Yehowa Yêremyara çi got ku bike, û ça ewî şixulî hevaltiya orta Yêremya û Barûk qewî kir?

4 Gelek sala, Yêremya bi mêrxasî Îsraêliyara elam dikir, wekî wê çi bê serê Orşelîmê (Yêrem. 25:3). Yehowa dîsa dixwest cimet hêlan kira, wekî gunê xwe bîne rûyê xwe, lema jî gote Yêremya, seva ew derheqa dîwana Wî ser kitêba gulometkkirî binivîse (Yêrem. 36:1-4). Çaxê Yêremya û Barûk tevayî ew şixulê Xwedê dikirin, kîjan ku diqewime çend meha kişand, xeberdana wane tevî hev bêşik baweriya wan gelek qewî kir.

5. Ji çi tê kifşê wekî Barûk bona Yêremya hevalekî baş bû?

5 Çaxê wana nivîsara kitêba gulometkkirî xilaz kirin, Yêremya îtbariya xwe hevalê xwe Barûk anî, ku evê elametiyê bigihîne cimetê (Yêrem. 36:5, 6). Barûk bi mêrxasî ew şixulê xof anî sêrî. Bidine ber çevê xwe, çawa Yêremya Barûkra firnaq dibû, çaxê ew kete heyata paristgehê û ber cimetê ev kitêba gulometkkirî xwend (Yêrem. 36:8-10). Serokên Cihûdayê çaxê bihîstin Barûk çi kir, jêra ferman dan ku bê bal wan û wanra evê kitêba gulometkkirî bixûne (Yêrem. 36:14, 15). Seroka safî kirin, wekî padşa Yahoyakîmra gilî kin, ku Yêremya çi elam kir. Lê bona Barûk serok berxwe diketin, lema jêra gotin: “Here, tu jî, Yêremiya jî xwe veşêrin û bira tu kes nizanibin ku hûn li kuderê ne” (Yêrem. 36:16-19). Ew rastî jî şîreteke lazim û baş bû!

6. Yêremya û Barûk ça xwe dane kifşê çaxê pey wan ketin?

6 Padşa Yahoyakîm, çaxê bihîst giliyên ku Yêremya vê kitêba gulometkkirîda nivîsîbû, ew usa hêrs ket ku ev kitêb şewitand, û ferman da, wekî Yêremya û Barûk bêne girtinê. Lê Yêremya netirsiya. Ewî kitêbeke gulometkkirîye teze hilda, da Barûk û giliyên Yehowa dîsa jêra got û Barûk jî “hemû gotinên pirtûka ku qiral Yehoyakîm di agirda şewitandiye” nivîsî (Yêrem. 36:26-28, 32).

7. Çaxê Yêremya û Barûk tevayî şixul dikirin axiriya vê yekê dibeke çi bû?

7 Merivên ku tevayî tengasiya derbaz dikin, gelek car nêzîkî hev dibin û dibine heval. Û em dikarin bidine ber çevê xwe, ku Yêremya û Barûk ça tevayî kitêba gulometkkirî, kîjan ku Padşa Yahoyakîm şewitandin, tezeda nivîsîn û hingê wana hê rind hev nas kirin û bûne hevalên nêzîk. Lê em çi dikarin ji wan du mêrên amin hîn bin?

HEVALÊN XWERA DILÊ XWE VEKIN

8. Çi dikare rê me bigire ku hevalên nêzîk xwera bivînin, û çira em gerekê nefikirin, ku ew yek nabe?

8 Dibeke kesekî em dane xeydandinê û dilê me êşandiye, lema mera îda çetin e merivara dilê xwe vekin (Metlk. 18:19, 24). Yan jî dibeke bi texmîna me, wede û qewata me tune, seva kesekîra bibine hevalê nêzîk. Lê em gerekê nefikirin, ku ew wê neyê standinê. Hergê em dixwazin, wekî xûşk-bira wedê tengasiya kêleka me bin, em gerekê nihada îda hîn bin îtbariya xwe wana bînin û dilê xwe wanra vekin. Ew gaveke ferz e bona hevaltiya rast (1 Pet. 1:22).

9. a) Îsa ça da kifşê, wekî ew îtbariya xwe hevalên xwe tîne? b) Hergê hûn dilê xwe kesekîra vekin, ew yek wê ça alî we bike, ku hevalên nêzîk xwera bivînin? Meselê bînin.

9 Îsa dida kifşê, wekî îtbariya xwe hevalên xwe tîne, çimkî çi dilê wîda hebû ewî wanra gilî dikir (Yûhn. 15:15). Em jî dikarin çev bidine wî vê yekêda, ku çaxê em tiştekîra şa dibin, yan bona tiştekî berxwe dikevin, yan çaxê em dilşkestî ne, hevalên xwera gilî kin. Çaxê kesek wera xeber dide, rind guh bidine wan û hûnê bivînin, wekî fikir, hest û nêtên wî, dibeke mîna yê we ne. Dîna xwe bidin mesela xûşkeke me Sîndî, ku 29 salî ye. Ewê destpêkir hevaltiyê bike tevî xûşka me Marî-Lûîz, ku 67 salî ye. Sîndî û Marî-Lûîz tevayî her Pêşem şebeqê diçûne xizmetiyê, û aza derheqa cûre-cûre tişta xeber didan. Sîndî dibêje: “Ez şa me ku derheqa tiştên ferz tevî hevalên xwe xeber didim, çimkî ew yek alî min dike, wekî wana hê rind nas kim û fem kim”. Hevaltî hingê qewî dibe, gava hevdura dilê xwe vedikin û guh didine hev. Hergê hûn jî mîna Sîndî pêşiyê xwexa dilê xwe vekin, wê hevaltiya we diha qewî be (Metlk. 27:9).

XIZMETIYÊDA TEVAYÎ KAR BIKIN

Hevalên baş tevayî xizmet dikin (Binihêre abzasa 10)

10. Li gora Metelok 27:17, çaxê em tevî xûşk-bira xizmet dikin, ew yek çi karê dide me?

10 Mîna dereca Yêremya û Barûk, çaxê em jî tevî xûşk-bira xizmet dikin û xeyset-hunurên wanî baş divînin, em ji wana gelek tişta hîn dibin û diha nêzîkî wan dibin. (Bixûne Metelok 27:17.) Mesele, hûn çi texmîn dikin çaxê tevî hevalê xwe dertên xizmetiyê û divînin ça ew bi mêrxasî baweriya xwe diparêze, yan jî çaxê bêdudilîbûn derheqa Yehowa û qirara wî bi dil û can xeber dide? Hemikî hizkirina we hindava wî hevalî, hê zêde dibe.

11-12. Meselê bînin, ku ça xizmetî alî me dike hevaltiya xwe qewî kin.

11 Were şêwir kin du mesela, ku çawa xizmetî meriva hê nêzîkî hev dike. Adêlîn ku 23 salî ye, gote hevaleke xwe, Kandîs, wekî tevî wê xizmet ke vê mihalêda, kîderê mizgînvan hindik in. Ew gilî dike: “Me dixwest hê bi xîret xizmet kin û hê zêde ji xizmetiyê şabûnê bistînin. Me herdura jî lazim bû dildayîn, wekî ya lape baş bidine Yehowa”. Lê wana çi kar stand ku tevayî xizmet dikirin? Adêlîn dibêje: “Xilaziya her rojê, me xeber dida ku wedê xizmetiyê me çi texmîn dikir, çi dilê me girt çaxê me tevî meriva xeber dida, û ça me rêberiya Yehowa didît. Me xweş dihat tevayî xeber din û usa me hê rind hev nas kir”.

12 Laîla û Marîan, xûşkên ji Fransayê, ser weke mehekê çûne Bangîyê, paytexta Komara Afrîkaya Navend. Laîla tîne bîra xwe: “Ez û Marîan xeysetda mîna hev nîbûn, lê bi saya xeberdana tevî hev û hizkirina helal, hevaltiya me hê qewî bûye. Min dîna xwe didayê ku Marîan ça zû hînî guhastina dibe, ça merivên wêderê hiz dike, û çiqas xîret e xizmetiyêda. Usa ew bona min bû meriveke hê qîmet”. Lê ne eseyî ye derbazî welatê xerîb bin, seva hevaltiya xwe qewî kin. Her car çaxê hûn tevî xûşk yan bira xizmet dikin, mecala we heye hê rind hev nas kin û hevaltiya xwe qewî kin.

DÎNA XWE BIDIN SER XEYSET-HUNURÊN BAŞ Û BIBAXŞÎNIN

13. Çaxê em tevî kesekî nêzîk hevaltiyê dikin, çi çetinayî dikare rastî me bê?

13 Cara çaxê em tevî kesekî hevaltiyê dikin, em ne tenê xeyset-hunurên wanî baş divînin, lê usa jî kêmasiyên wan. Lê çi dikare alî me bike, ku hevalên xwe unda nekin, çaxê ewana şaşiya dikin? Vê yekêda dîsa jî mesela Yêremya dikare alî me bike. Were em pêbihesin, ku çi alî wî kir, wekî nav hevalên xweda hunurên baş didît û şaşiyên wan dibaxşand.

14. Yêremya derheqa Yehowa çi zanibû, û çawa ewê yekê alî wî kir?

14 Yêremya nivîsî kitêba ku navê wî ser e, û diqewime ew usa jî kitêbên 1 û 2 Padşatî nivîsî. Nivîsandina wan kitêba bêşik alî wî kir ku fem ke, wekî Yehowa çiqas rem e hindava merivên gunekar. Mesele, ewî zanibû wekî çaxê Ahab Padşa bona kirên xweyî xirab gunê xwe anî rûyê xwe, Yehowa baxşande wî û got wekî rojên wîda wê bela neyne ser mala wî (1 Padş. 21:27-29). Yêremya usa jî zanibû, wekî Minaş ji Ahab xirabtir zulmî dikir û dilê Yehowa dêşand, lê çimkî Minaş gunê xwe anî rûyê xwe, Yehowa baxşande wî (2 Padş. 21:16, 17; 2 Dîr. 33:10-13). Ewan serhatiya alî Yêremya kirin, ku çev bide Xwedê û hindava hevalên xwe bi sebir û rem be (Zeb. 103:8, 9).

15. Ça Yêremya çev da sebira Xwedê, çaxê Barûk şixulê xwe da alîkî?

15 Dîna xwe bidinê, Yêremya ça bû hindava Barûk, çaxê dîna wî çû ser tiştê mayîn, ne ku ser şixulê wî. Yêremya tu car nedifikirî ku ew îda nikare tevî wî hevaltiyê bike, dewsê ewî alî Barûk kir, dêmek giliyên Xwedê pêra-pêra, lê bi nermî jêra got (Yêrem. 45:1-5). Em ji vê serhatiyê çi hîn dibin?

Hevalên baş bi dil û can hev dibaxşînin (Binihêre abzasa 16)

16. Ça Metelok 17:9-da tê kifşê, çi lazim e seva hevaltiya xwe qewî xwey kin?

16 Femdarî ye, em nikarin ji xûşk-bira hîviyê bin, ku qe şaşiya nekin û bêqisûr bin. Lema jî çaxê kesek mera dibe heval, em gerekê her tiştî bikin, wekî evê heleqetiya teze unda nekin. Hergê hevalên me şaşiya bikin, dibeke lazim be bi nermî, lê raste-rast ji Xebera Xwedê wanra şîretê bidin (Zeb. 141:5). Û hergê ewana dilê me bêşînin, em gerekê bibaxşînine wan. Gava me baxşande wan, em gerekê îda kesekîra gilî nekin ku wana em dane xeydandinê, û ne jî bînin bîra wan. (Bixûne Metelok 17:9.) Rastî jî çiqas ferz e em wedê wan zemanên xirab, dîna xwe bidin ser xeyset-hunurên xûşk-biraye baş, ne ku ser kêmasiyên wan! Ew yek wê heleqetiya me tevî wan hê qewî ke, û wedê tengasiya mezin, ew hevalên nêzîk wê kêrî me bên.

HIZKIRINA AMIN BIDINE KIFŞÊ

17. Yêremya ça wedê tengasiya îzbat kir, wekî ew hevalê rast e?

17 Yêremya pêxember tengasiyada îzbat kir, wekî ew hevalekî rast e. Mesele, çaxê Ebedmelek berdestiyê padşa, Yêremya xilaz kir wekî bîrêda nemire, tirsiya, wekî ji bo vê yekê serok ziyanê bidine wî. Çaxê Yêremya bona Ebedmelek bihîst, ewî xwe ker nekir, û nefikirî wekî bira ew xwexa xwe xilaz ke. Rast e Yêremya girtî bû, lê çi destê wîva hat, ewî bona hevalê xwe kir. Ewî pê sozê Yehowayî dilgerm berdilî da Ebedmelek (Yêrem. 38:7-13; 39:15-18).

Hevalên baş tengasiyada alî hev dikin (Binihêre abzasa 18)

18. Li gora Metelok 17:17, em gerekê çi bikin çaxê hevalên me rastî tengasiya tên?

18 Îro cûre-cûre çetinayên xûşk-birên me hene. Mesele, gelek ziyanê distînin ji teşqelên tebiyetê, yan jî diçerçirin ji bo xezebên ku meriv pêşda tînin. Çaxê tiştên usa diqewimin, hinek ji me dibeke bikaribin ewan hevala mala xweda xwey kin. Yên mayîn dikarin aliyê pereda alîkariyê bidin. Lê her kes ji me dikare Yehowara dua bike, wekî alî xûşk-birên me bike. Çaxê em pêdihesin, wekî xûşk yan birak dilteng e, diqewime em nizanin ku çi bêjin yan jî çi bikin bona wan. Lê her kes ji me dikare tiştekîda alîkariyê bide. Mesele, em dikarin kêleka hevalên xwe bin û tevî wan wede derbaz kin. Hin jî em dikarin bi dil û can guh bidine wan, çaxê ewana mera tiştekî gilî dikin. Û em usa jî dikarin wanra rêzên ji Kitêba Pîroz gilî kin, kîjan ku dilbîniyê didin (Îşa. 50:4). Ya lape ferz ew e, wekî kêleka hevalê xwe bin, gava wanra hûn lazim in. (Bixûne Metelok 17:17.)

19. Çawa hevaltiya qewî, ku îro bal me heye, dikare axiriyêda kêrî me bê?

19 Em gerekê xwera nêtê daynin, wekî îroda heleqetiya xwe tevî xûşk-birên xwe qewî xwey kin. Çira? Çimkî dijminên me wê bixwazin pê derewa û înformasiya qelp yektiya me xirab kin. Ewana wê bixwazin orta me xirab kin, lê wê nikaribin vê yekê bikin. Qewata wan haqas tune, wekî hizkirina me hindava xûşk-bira sar kin. Ewana çi jî bikin, wê nikaribin hevaltiya me xirab kin. Hevaltiya me wê ne ku tenê heta xilaziya vê dinyayê bimîne, lê heta-hetayê!

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ abz. 5 Em nêzîkî axiriya dinyayê dibin, û me gişkara lazim e heleqetiya xwe tevî xûşk-bira qewî kin. Vê gotarêda, emê şêwir kin ku ji serhatiya Yêremya em çi dikarin hîn bin. Û emê usa jî şêwir kin ku ça hevaltiya qewîye îro, wê alî me bike wedê tengasiyên axiriyêda.

^ abz. 2 Qewimandinên ku kitêba Yêremyada hene, bi xronolojî nivîsar nînin.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Ew şikil nîşan dike, wekî wedê tengasiya mezin dibeke çi biqewime. Çend xûşk-bira dizîkava mala birakîda top dibin. Ewana hevalên hev in, lema jî wedê tengasiyê, ber dilê hevda tên. Ser sê şikilên mayîn dîsa ew xûşk-bira pêşiya destpêbûna tengasiya mezin hevalên nêzîk xwera dîtine.