Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47

Dersên ji Kitêba 3. Mûsa

Dersên ji Kitêba 3. Mûsa

“Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ... bi kêr tê” (2. TÎM. 3:16).

KILAM 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1-2. Wê çima baş be ku em kitêba 3. Mûsa lêkolîn bikin?

PAWLOS ji hevalê xwe Tîmotêyos re got ku “tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ... bi kêr tê” (2. Tîm. 3:16). Yek ji qismên Nivîsarên Pîroz, kitêba 3. Mûsa ye. Tu di heqê vê kitêbê de çi difikirî? Hin kes difikirin ku feydeya qaîde û qanûnên li vê kitêbê ji bo me tune, lê em wisa nafikirin.

2 Kitêba 3. Mûsa weke 3.500 sal berê hatibû nivîsandin, lê belê Yehowa ew “ji bo perwerdebûna me” xwedî kiriye (Rom. 15:4). Wê baş be ku em kitêba 3. Mûsa lêkolîn bikin, çimkî tê de fikrên Yehowa hene. Ji vê kitêba îlhamkirî, em dikarin çend dersan bielimin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çar dersên ji vê kitêbê.

JI BO KU YEHOWA JI ME RAZÎ BE, GEREK EM ÇI BIKIN?

3. Li Roja Kefaretê, qurban çima dihatin pêşkêş kirin?

3 Dersa yekê: Ji bo ku qurbanên me bên qebûl kirin, lazim e ku Yehowa ji me razî be. Her sal li Roja Kefaretê, miletê Îsraêl li hev top dibû, û heywan dihatin qurban kirin. Van qurbanan rêyî Îsraêliyan dida ku ew hewceyî efûkirinê ne. Lê belê, berî ku serokkahîn li wê rojê xwîna qurbanan dibir Cihê Herî Pîroz, lazim bû ku ew îşekî din bike, yê ku ji efûkirina gunehên xelkê hê muhîmtir bû.

(Li paragrafa 4an binêre) *

4. Li gor 3. Mûsa 16:12, 13, serokkahîn çi dikir gava ew li Roja Kefaretê cara pêşîn diket Cihê Herî Pîroz? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

4 3. Mûsa 16:12, 13 bixwîne. Vê sehneyê bîne ber çavê xwe: Li Roja Kefaretê, serokkahîn dikeve konê îbadetê. Li vê rojê, gerek ew sê caran bikeve Cihê Herî Pîroz. Cara pêşîn, di destekî wî de bixûr heye, û di destê wî yê din de agirdankeke zêrîn heye, ku tê de sotik hene. Li ber perdeya ku deriyê Cihê Herî Pîroz digire, ew bîskekê disekine. Bi hurmeteke mezin, ew dikeve Cihê Herî Pîroz û li ber sindoqa peymanê disekine. Bi awayekî sembolîk, ew êdî di hizûra Yehowa de ye! Serokkahîn niha bixûra pîroz li ser sotikan dirijîne, û ode bi bêhneke xweş tije dibe. * Paşê, ewê bi xwîna heywanên qurbankirî dîsa bikeve Cihê Herî Pîroz. Lê berî ku ewê xwîna qurbanên ji bo gunehan pêşkêş bike, ew bixûrê dişewitîne.

5. Ji vê ku li Roja Kefaretê bixûr dihat bi kar anîn, em çi dersê distînin?

5 Ev yek ku li Roja Kefaretê bixûr dihat bi kar anîn, çi rêyî me dide? Kitêba Pîroz dibêje ku duayên xizmetkarên Yehowa wek bixûrê ne (Zeb. 141:2; Pey. 5:8). Lazim bû ku serokkahîn bixûrê bi hurmeteke mezin bibira ber hizûra Yehowa. Mîna vê, gava em ji Yehowa re dua dikin, gerek em vêya bi hurmeteke mezin bikin. Em ji dil şikurdar in ku Xwediyê kaînatê îznê dide ku em nêzikî wî bibin, wekî ku zarokek nêzikî bavê xwe dibe (Aqûb 4:8). Yehowa me wek dostên xwe qebûl dike! (Zeb. 25:14). Ev yek ji bo me keremeke mezin e, û em tu caran naxwazin dilê Yehowa biêşînin.

6. Ev yek ku serokkahîn bixûr dişewitand berî ku wî qurbanên xelkê pêşkêş dikirin, çi rêyî me dide?

6 Lazim bû ku serokkahîn bixûrê bişewitîne berî ku ew qurbanan pêşkêş bike. Bi vî awayî, ew emîn dibû ku Xwedê wê ji wî razî be gava ewê qurbanan pêşkêş bike. Ev yek di heqê Îsa Mesîh de çi rêyî me dide? Berî ku Îsa canê xwe qurban kir, lazim bû ku ew tiştekî pir muhîm bike – tiştekî ku ji xelaskirina mirovan muhîmtir e. Lazim bû ku ew serê pêşîn dilrastî û dilsoziya xwe bi hal û hereketên xwe nîşan bide. Bi vî awayî, wî hazirî dikir ji bo ku Yehowa qurbana wî qebûl bike. Îsa îsbat kir ku riya Yehowa, riya rast e, û wî nîşan da ku serweriya Xwedê rast û adil e.

7. Îsa dilê Xwedê çawa şa dikir?

7 Gava Îsa li dinyayê bû, wî her tim guh dida qanûnên Yehowa. Îsa rastî zehmet û tengasiyan dihat, û wî dizanibû ku ewê bi awayekî pir xerab bê kuştin. Dîsa jî, wî tu caran dev ji qerara xwe berneda ku piştgiriya serweriya Bavê xwe bike (Flp. 2:8). Gava Îsa dihat ceribandin, wî “bi gazî û hawar, bi hêstirên çavan” dua kir (Îbr. 5:7). Duayên wî dilsoziya wî eyan dikir û alî wî dikir ku ew guh bide Xwedê. Ji bo Yehowa, duayên Îsa wek bixûra bêhnxweş bûn. Îsa bi hemû hal û hereketên xwe dilê Xwedê şa dikir û serweriya wî bilind dikir.

8. Em çawa dikarin hal û hereketên Îsa ji xwe re bikin emsal?

8 Wê baş be ku em jî wek Îsa xîret bikin ku em bi dilrastî û bi dilsozî guh bidin daxwaz û qanûnên Yehowa. Gava em rastî tengasiyan tên, em ji dil dua dikin ku Yehowa alî me bike ku em dilê wî şa bikin. Bi vî awayî, em piştgiriya serweriya Yehowa dikin. Em dizanin ku Yehowa wê duayên me qebûl neke eger em tiştên nerast bikin. Lê belê, eger em li gor qanûnên Yehowa bijîn, em dikarin bawer bin ku duayên me wê ji bo Yehowa bibin wek bixûra bêhnxweş. Wekî din, em dikarin bawer bin ku Xwedê wê ji dilrastî û dilsoziya me razî be (Mtl. 27:11).

ŞIKURDARÎ Û HEZKIRIN – SEBEBÊN XIZMETA ME

(Li paragrafa 9an binêre) *

9. Qurbanên selametê çima dihatin pêşkêş kirin?

9 Dersa diduyan: Em ji Yehowa re xizmetê dikin ji ber ku em ji wî re şikurdar in. Ji bo ku em vêya baştir fehm bikin, emê niha bala xwe bidin “pêşkêşiya xweşiyê [selametê, WDN]” a ku li îbadeta Îsraêliyan pir muhîm bû. * Li gor kitêba 3. Mûsa, Îsraêliyan dikaribû qurbana selametê “bona şikiryê pêşkêş bike” (3. Mû. 7:11-13, 16-18). Ev cure qurban, ne ji mecbûriyetê, lê bi dilxwazî dihat dayîn. Mirovan qurbanên selametê pêşkêş dikirin ji ber ku wan ji Yehowa hez dikir. Goştê heywana qurbankirî ji aliyê kesê ku qurban pêşkêş kir, malbata wî û kahînan ve dihat xwarin. Lê belê hin parên qurbanê tenê ji Yehowa re dihatin pêşkêş kirin. Gelo kîjan par?

(Li paragrafa 10an binêre) *

10. Xizmeta Îsa çawa dişibî qurbanên selametê, yên ku li 3. Mûsa 3:6, 12, 14-16 tên tarîf kirin?

10 Dersa sisêyan: Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em tiştên herî baş didin wî. Yehowa bezê qurbanan wek para herî baş didît. Wekî din, wî qîmet dida hin organên muhîm, mesela gurçikan (3. Mûsa 3:6, 12, 14-16 bixwîne). Loma Yehowa razî dibû gava kesekî bez û organên muhîm bi dilxwazî pêşkêşî wî dikirin. Bi pêşkêşiyeke wisa, mirov nîşan dida ku wî dixwest tiştê herî baş bide Xwedê. Mîna vê, gava Îsa bi dil û can û bi hezkirin ji Yehowa re xizmet dikir, wî tiştê herî baş bi dilxwazî da wî (Yûh. 14:31). Îsa ji pêkanîna daxwaza Xwedê kêf distend, û wî ji qanûnên Xwedê ji dil hez dikir (Zeb. 40:8). Yehowa bê guman pir şa bû gava Îsa bi dil û can ji wî re xizmet dikir.

Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em dixwazin tiştên herî baş bidin wî (Li paragrafên 11 heta 12an binêre) *

11. Xizmeta me çawa dişibe qurbanên selametê, û ev yek çawa dikare dilê me rihet bike?

11 Mîna wan qurbanên selametê, xizmeta me ya li ber Yehowa nîşan dide ku em çi qas qîmetê didin wî. Em tiştên herî baş bi dilxwazî didin wî, çimkî em bi dil û can ji wî hez dikin. Yehowa bê guman pir şa dibe gava bi milyonan kes ji wî re bi dilxwazî xizmetê dikin ji ber ku ew ji wî û ji qanûnên wî hez dikin. Ev yek ku Yehowa ne tenê kirinên me, lê niyetên me jî dibîne, dilê me çi qas rihet dike! Mesela, eger siheta me îznê nade ku em li gor dilê xwe xizmetê bikin jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa sînorên me fehm dike. Em belkî difikirin ku xizmeta me kêm e, lê Yehowa dibîne ku em ji wî hez dikin û çi ji destê me tê dikin. Ew ji me razî dibe gava em tiştên xwe yên herî baş didin wî.

12. Ji vê ku Yehowa qurbanên selametê qebûl dikirin, em dikarin bi çi bawer bin?

12 Qurbanên selametê çi rêyî me didin? Gava parên herî baş ên heywanekê dişewitîn, dû hildikişiya jor, û dilê Yehowa şa dibû. Loma em dikarin bawer bin ku dilê Yehowa şa dibe gava em bi dilxwazî ji wî re xizmetê dikin (Kol. 3:23). Bîne ber çavê xwe ku ew ji me çi qas razî dibe gava ew xîreta me dibîne. Kirinên me çi qas biçûk bin jî, Yehowa wê xîreta me tu caran ji bîr neke (Met. 6:20; Îbr. 6:10).

YEHOWA TEŞKÎLATA XWE BIBEREKET DIKE

13. Li gor 3. Mûsa 9:23, 24, Yehowa çawa nîşan da ku ew ji kahîntiya Harûn û kurên wî razî ye?

13 Dersa çaran: Yehowa teşkîlata xwe ya li rûyê erdê bibereket dike. Li sala 1512an a B.M., konê îbadetê ber bi Çiyayê Sînayê hatibû danîn (2. Mû. 40:17). Mûsa birayê xwe Harûn û kurên wî wek kahîn tayîn kirin. Xelk li hev top dibû û temaşe dikir gava kahînan qurbanên xwe yên pêşîn pêşkêş dikirin (3. Mû. 9:1-5). Yehowa çawa nîşan da ku ew ji kahînên nû razî ye? Gava Harûn û Mûsa ji bo xelkê duaya xêrê dikir, agirê Xwedê daket û qurbana li ser gorîgehê şewitand (3. Mûsa 9:23, 24 bixwîne).

14. Ev yek ku Yehowa Harûn û kurên wî wek kahîn qebûl kirin, çi rêyî me dide?

14 Maneya mucîzeya ku li dema tayînkirina serokkahîn qewimî, çi bû? Bi vê mucîzeyê, Yehowa nîşan da ku wî Harûn û kurên wî wek kahîn qebûl dikirin. Gava Îsraêliyan didît ku Yehowa kahînan qebûl dike, wan fehm kir ku gerek ew jî destek bidin kahînan. Ev yek ji bo me çima muhîm e? Kahîntiya berê kahîntiyeke hê mezintir temsîl dikir. Serokkahînê herî mezin Îsa ye, û 144.000 kesên din wê tevî wî li ezmanan bibin padîşah û kahîn (Îbr. 4:14; 8:3-5; 10:1).

Yehowa rêberiya teşkîlata xwe dike û wê bibereket dike. Em jî dixwazin bi dil û can piştgiriya vê teşkîlatê bikin (Li paragrafên 15 heta 17an binêre) *

15-16. Yehowa çawa nîşan dide ku ew piştgiriya “xulamê dilsoz û şehreza” dike?

15 Li sala 1919an, Îsa hin birayên meshkirî wek “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kirin. Ev xulam rêberiya belavkirina mizgînê dike û xwarina ruhî di wextê de dide şagirtên Îsa (Met. 24:45). Gelo îsbat hene ku Xwedê xulamê dilsoz û şehreza qebûl dike?

16 Îblîs û dinya her tim xîret dikin ku ji îşê xulamê dilsoz re bibin asteng. Lê belê, li gel du şerên cîhanî, zilma giran, krîzên ekonomîk û bêedaletiyê, xulamê dilsoz û şehreza dev ji tedarekkirina xwarina ruhî bernedaye. Îro, şagirtên Îsa dikarin xwarina ruhî bê pere û bi zêdetirî 900 zimanî bistînin. Ev yek bi zelalî îsbat dike ku Xwedê piştgiriya xulamê dilsoz dike. Wekî din, mizgîna Padîşahiyê niha bi rastî jî “li seranserê dinyayê” tê belav kirin (Met. 24:14). Belê, eşkere ye ku Yehowa rêberiya teşkîlata xwe dike û wê bibereket dike.

17. Em çawa dikarin piştgiriya teşkîlata Yehowa bikin?

17 Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez şa me ku ez para teşkîlata Yehowa me?” Îsbatên ku Yehowa dane me, bi qasî agirê ku di rojên Mûsa û Harûn de ji ezmanan daketibû, qewî ne. Bi rastî gelek sebeb hene ku em şikurdar bin (1. Sel. 5:18, 19). Gava em guh didin rêberiya ku li weşanên me û li civînan tê dayîn û îşê belavkirina mizgînê bi dil û can tînin cih, em nîşan didin ku em piştgiriya teşkîlata Yehowa dikin (1. Kor. 15:58).

18. Em dixwazin çi bikin?

18 Bila em dersên ku em ji kitêba 3. Mûsa elimîne di jiyana xwe de bixebitînin. Bila em xîret bikin ku Yehowa ji me razî be û qurbanên me qebûl bike. Bila em ji Yehowa re xizmetê bikin ji ber ku em ji wî re şikurdar in. Bila em tiştên xwe yên herî baş bidin wî ji ber ku em bi hemû dilê xwe ji wî hez dikin. Wekî din, bila em bi dil û can piştgiriya teşkilata wî bikin. Bi van awayan, em dikarin rêyî Yehowa bidin ku em serbilind in ku em Şahidên wî ne!

KILAM 96 Xebera Xwedê, Xizne ye

^ par. 5 Di kitêba 3. Mûsa de, qanûnên ku Yehowa dabûn miletê Îsraêl hene. Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em di bin van qanûnan de nînin, lê em dîsa jî dikarin ji wan feyde bistînin. Li vê meqaleyê, emê hin dersên muhîm muzakere bikin, ên ku di kitêba 3. Mûsa de tên nîşan dayîn.

^ par. 4 Bixûra ku li konê îbadetê dihat şewitandin wek tiştekî pîroz dihat dîtin, û li wê demê, ev bixûr tenê ji bo îbadeta Yehowa dihat bi kar anîn (2. Mû. 30:34-38). Wisa tê fehm kirin ku li sedsala yekê, şagirtên Îsa di îbadeta xwe de bixûr nedişewitand.

^ par. 9 Ji bo zêdetir melûmata li ser pêşkêşiyên selametê, li kitêba Insight on the Scriptures, Cîld 2, rûp. 526 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

^ par. 54 RESIM: Li Roja Kefaretê, serokkahîn diket Cihê Herî Pîroz. Di destên wî de bixûr û agirdankekê zêrîn hebûn ku ode bi bêhneke xweş ve tije bibe. Paşê, ew dîsa diket Cihê Herî Pîroz ku xwîna qurbanên ku di ber guneh de hatin dayîn pêşkêş bike.

^ par. 56 RESIM: Ji bo ku şikurdariya malbata xwe ji Yehowa re nîşan bide, zilamekî Îsraêlî miyekê wek qurbana selametê dide kahînekî.

^ par. 58 RESIM: Gava Îsa li dinyayê dijiya, wî her tim guh dida qanûnên Yehowa, û wî alî şagirtên xwe dikir ku ew jî guh bidin qanûnên Yehowa. Bi vî awayî, Îsa nîşan dida ku ew ji Yehowa çi qas hez dike.

^ par. 60 RESIM: Xwişkeke extiyar li gel tengasiyên xwe mizgînê bi destê nameyan belav dike û bi vî awayî tiştên xwe yên herî baş dide Yehowa.

^ par. 62 RESIM: Sibat 2019: Birayê Gerrit Lösch, ê ku endamê Koma Rêberiyê ye, versiyona nû ya Wergera Dinyaya Nû ya bi zimanê Almanî îlan dike. Mizgînvanên li Almanyayê ji bo vê wergerê pir şikurdar in û vê hediyeyê bi coşî di xizmetê de bi kar tînin.