Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?

Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?

“Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye” (2 TÎMT. 3:16).

KILAMA 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Çira Mesîhî nafikirin wekî kitêba Qanûna Kahîntiyê îro kêrhatî nîne?

PAWLOSÊ şandî anî bîra hevalê xweyî cahil, Tîmotêyo, ku “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye” (2 Tîmt 3:16). Kitêba Qanûna Kahîntiyê jî dikeve nava vê nivîsarê. Lê tu çi difikirî derheqa vê kitêbê? Hine meriv difikirin, wekî vê kitêbêda tenê gelek qanûn û qeyd hene, kîjan ku îro bona me kêrhatî nînin, lê Mesîhiyên rast cûrekî mayîn difikirin.

2 Kitêba Qanûna Kahîntiyê 3 500 sal pêşda hatiye nivîsarê, û Yehowa ew kitêb “bona hînbûna me” daye xweykirinê (Rom. 15:4). Ew kitêb alî me dike, wekî fem kin fikir û nihêrandina Yehowa, lema em jî gerekê bizanibin çi têda nivîsar e. Bi rastî em dikarin ji vê kitêbê, ku ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê, gelek dersa hîn bin. Were em tenê çar dersa şêwir kin.

ÇA QEBÛLKIRINA YEHOWA BISTÎNIN

3. Çira her sal Roja Kewandinê heywan qurban dikirin?

3 Dersa pêşin: Em gerekê qebûlkirina Yehowa bistînin, seva qurbanên me wî xweş bên. Her sal Roja Kewandinê, miletê Îsraêl tevayî top dibû û heywan qurban dianîn. Ew qurban alî Îsraêliya dikir, wekî bîr nekin ku ewana hewce ne ji gune bêne paqijkirinê! Lê vê rojê, pêşiya ku serekkahîn xûna qurbanê bivira ciyê Herî Pîroz, gerekê tiştekî usa bikira, çi ku ji qurbana bona baxşandina gunê cimetê, ferztir bû.

(Binihêre abzasa 4) *

4. Li gora Qanûna Kahîntiyê 16:12, 13, serekkahîn çi dikir çaxê Roja Kewandinê cara pêşin dikete ciyê Herî Pîroz? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

4 Bixûne Qanûna Kahîntiyê 16:12, 13. Were Roja Kewandinê bidine ber çevê xwe: Serekkahîn dikeve kon. Ji sê carên vê rojê ew cara pêşin e, ku ew dikeve ciyê Herî Pîroz. Destekî wîda tasa bixûra bînxweş e, lê destê dinda agirdang bi kûrma agir tijî. Ew ber perdê disekine, ku ber şêmîka ciyê Herî Pîroz e. Ew bi qedir-hurmet, dikeve ciyê Herî Pîroz û ber gorîgeha peymanê disekine. Bi sîmbolîk ew ça bêjî ber Yehowa Xwedê disekine! Paşê ew kahîn fesal ew bixûra pîroz dike ser kûrma agir, û ew otax bi bîna xweş tijî dibe. * Paşê cara duda ew dîsa dikeve ciyê Herî Pîroz, lê îda bi xûna heywanên qurbankirî. Dîna xwe bidinê, ew bixûrê dişewitîne pêşiya ku xûna qurbanên bona gune bîne.

5. Em çi hîn dibin ji vê yekê, ku Roja Kewandinê bixûr didane xebatê?

5 Em çi hîn dibin ji vê yekê, ku Roja Kewandinê bixûr didane xebatê? Kitêba Pîroz dibêje, wekî duayên xizmetkarên Yehowayî amin mîna bixûrê ne (Zeb. 141:2; Eyan. 5:8). Bînin bîra xwe, wekî serekkahîn gerekê bixûr bi qedir-hurmet bianiya ber Yehowa. Lema çaxê em Yehowara dua dikin, em gerekê bi qedirekî mezin û bi hurmet dua bikin. Em gelek dişêkirînin vê yekê, ku Efirandarê gerdûnê îzinê dide me nêzîkî wî bin, mîna zara ku nêzîkî bavê xwe dibe (Aqûb 4:8). Ew me ça dostên xwe hesab dike! (Zeb. 25:14). Em evî qedirî usa zef qîmet dikin, wekî tu car naxwazin dilê wî bêşînin!

6. Em çi dikarin hîn bin ji vê yekê, ku serekkahîn pêşiyê bixûr dişewitand paşê qurban dianî?

6 Bînin bîra xwe, wekî serekkahîn gerekê bixûr bişewitanda pêşiya ku qurban bianiya. Çaxê ewî usa dikir, îda ew bawer dibû, wekî Xwedê wê qurbanên ku ew wê bîne, qebûl ke. Lê ji vê yekê em çi hîn dibin? Çaxê Îsa ser erdê bû, pêşiya ku emirê xwe bida ça qurban, ewî gerekê tiştekî ferz bikira, çi ku ji xilazbûna însanetê ferztir bû. Lê ew çi bû? Ew gerekê amin û bêqisûr bijîta ser erdê, seva Yehowa qurbana wî qebûl ke. Îsa gerekê îzbat kira, ku jîyîna rast ew e, ku bijî usa ça Yehowa hîn dike. Ewî gerekê îzbat kira, ku hukumetiya Bavê wî rast e û cûrê serwêrtiya wî heq e.

7. Çira temamiya jîyîna Îsa dilê Bavê wî xweş dihat?

7 Nava temamiya jîyîna xweye ser erdê, Îsa bi temamî gura prînsîpên Yehowayî rast dikir. Îsa dixwest îzbat ke, wekî cûrê serwêrtiya Bavê wî, ya lape baş e, û tu cêribandin û tengasî, hela hê cefê ber mirinê jî, nikaribûn rê wî bigirtana (Fîlî. 2:8). Çaxê Îsa rastî cêribandina hat, ewî “gelekî keser û bi hêsira” dua dikir (Îbrn. 5:7). Ew dua-dirozgên wî ji dilê wîyî amin dihatin û nîşan dikirin ku ewî dixwest hê zêde gura Bavê xweda be. Bona Yehowa duayên Îsa mîna bixûra bînxweş bûn. Îsa temamiya emirê xweda dilê Bavê xwe şa dikir û îzbat kir, ku serwêrtiya Bavê wî ya lape baş e.

8. Em ça dikarin çev bidine cûrê jîyîna Îsa?

8 Em dikarin çev bidine Îsa, ku her gav gura Yehowa bikin û jêra amin bimînin. Çaxê em rastî cêribandina tên, em dua-dirozga dikin seva Yehowa alî me bike, çimkî em naxwazin dilê wî bêşînin. Wî cûreyî, em piştgiriya serwêrtiya wî dikin. Em zanin wekî hergê em wan tişta bikin çi ku ber çevê Yehowa reş in, ew wê duayên me qebûl neke. Lê hergê em li gora qanûn û prînsîpên wî dijîn, em dikarin dudilî nebin, wekî duayên meyî ji dil, wê bona Yehowa mîna bixûra bînxweş bin. Û em usa jî dikarin bawer bin, wekî gava em bi aminî gura wî dikin û bêqisûrtiya xwe xwey dikin, ew yek dilê Bavê meyî ezmana gelek şa dike (Metlk. 27:11).

EM YEHOWARA XIZMET DIKIN ÇIMKÎ EM JI WÎ RAZÎ NE Û WÎ HIZ DIKIN

(Binihêre abzasa 9) *

9. Çira Îsraêliya dîyarîya heleqetiyê dianîn?

9 Dersa duda: Em Yehowara xizmet dikin, çimkî em ji wî razî ne. Seva ew fikir zelal kin, were şêwir kin derheqa dîyarîya heleqetiyê, kîjan ku hebandina rastda Îsraêla berêda gelek ferz bû. * Ji kitêba Qanûna Kahîntiyê, em pêdihesin, wekî Îsraêliya dikaribûn dîyarîya heleqetiyê bînin, dêmek qurban “bona razîdarîyê” (Qan. Kah. 7:11-13, 16-18). Wana ew qurban dianîn ne seva vê yekê ku dihate dewakirinê, lê çimkî wana xwexa dixwest. Ew qurbana rezedilî wana dianî, çimkî wana Yehowa Xwedê hiz dikir. Ewê ku qurban dianî, malbeta wî û keşîşa gerekê goştê heywana qurbankirî bixwarana. Lê hine navdilê heywana qurbankirî, tenê Yehowara diketin. Ew kîjan navdil bûn?

(Binihêre abzasa 10) *

10. Qurbanên heleqetiyê ku Qanûna Kahîntiyê 3:6, 12, 14-16-da têne gilîkirinê, derheqa xizmetiya Îsa çi me hîn dikin?

10 Dersa sisiya: Em ji hizkirinê tiştên lapî baş didin Yehowa. Bona Yehowa para lape baş yê heywanê, bez yanê don bû. Yehowa usa jî konkrêt got, ku ji navdil çi gelek qîmet e, mesele gurçik. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 3:6, 12, 14-16.) Lema jî çaxê Îsraêliya bi rezedilî navdilên qîmet û bez Yehowara qurban dikirin, ew yek wî xweş dihat. Îsraêliya ku wî cûreyî qurban dianîn, nîşan dikirin, ku dixwazin Yehowara qurbana lape baş bidin. Mîna vê yekê, Îsa ji hizkirina hindava Yehowa, bi rezedilî û bi dil û can çiqas destê wî dihat xizmetiyêda dikir (Yûhn. 14:31). Îsa şabûn distand çaxê qirara Bavê xwe dianî sêrî, û ewî qanûnên Xwedê gelek hiz dikir (Zeb. 40:8). Dilê Yehowa gelek şa dibû çaxê ewî didît, ku Îsa ça bi rezedilî jêra xizmet dike!

Hizkirin hindava Yehowa me hêlan dike ya lape baş bidine wî (Binihêre abzasa 11-12) *

11. Çi cûreyî qurbanên heleqetiyê, mîna xizmetiya me ne, û ça ew dikare dilbîniyê bide me?

11 Mîna wan dîyariyên heleqetiyê, xizmetiya meye bi rezedilî jî dide kifşê, wekî em Yehowa hiz dikin. Em ya lape baş didin Yehowa, çimkî em bi temamiya dilê xwe wî hiz dikin. Yehowa çiqas şa dibe, çaxê bi mîlyona xizmetkara divîne, yên ku bi rezedilî wî dihebînin, çimkî wî û qanûnên wî hiz dikin. Dilê me jî şa dibe, ku Yehowa divîne û qîmet dike ne tenê vê yekê çi em bona wî dikin, lê usa jî ku em çira dikin. Mesele, hergê hûn emirda mezin in û îda nikarin haqas bikin çiqas dixwazin, dudilî nebin, wekî Yehowa halê we fem dike. Dibeke hûn difikirin, ku nikarin bona Yehowa gelek bikin, lê Yehowa dilê weda divîne hizkirina we hindava wî, kîjan ku we hêlan dike haqas bikin, çiqas dikarin. Ew bi dil û can qebûl dike çaxê em çiqas dikarin ya lape baş didin wî.

12. Yehowa ça dinihêrî ser qurbanên heleqetiyê, û ça ew yek dil dide me?

12 Em çi dikarin hîn bin ji qurbanên heleqetiyê? Çaxê parên lape baş yên heywana agirda dişewitîn, ew bîn diçû jorê û ew yek dilê Yehowa dihat. Lema jî dudilî nebin, wekî xizmetiya weye bi rezedilî û dil û can, dilê wî şa dike (Kols. 3:23). Bidine ber çevê xwe, Yehowa ça wera şa dibe. Qewat û cefê we, ku hûn bona wî xerc dikin, dixwazî zef be yan hindik, Yehowa hesab dike ça xizne, kîjan ku wê tu car bîr neke (Met. 6:20; Îbrn. 6:10).

YEHOWA TEŞKÎLETA XWE KEREM DIKE

13. Li gora Qanûna Kahîntiyê 9:23, 24, ça Yehowa da kifşê, wekî kahînên teze qebûl dike?

13 Dersa çara: Yehowa cimeta xwe kerem dike. Dîna xwe bidinê çi qewimî sala 1512 B.D.M., çaxê kon hate vegirtinê bin pala Çiyayê Sînayê (Derk. 40:17). Çaxê Harûn û kurên wî ça kahîn hatine kifşkirinê, ev derece Mûsa derbaz dikir. Cimeta Îsraêl tevayî top bûn, seva bivînin ew kahîn wê ça qurbanên xweye pêşin bidin (Qan. Kah. 9:1-5). Yehowa ça da kifşê, wekî koma kahînên teze qebûl kir? Çaxê Harûn û Mûsa dua li cimetê kirin, Yehowa jorda agir barand û bi temamî ew qurbana ser gorîgehê şewitand. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 9:23, 24.)

14. Çira qebûlkirina Yehowa hindava kahîntiya Harûn bona me jî ferz e?

14 Lê ew kirê Xwedê çi da kifşê hindava kifşkirina serekkahîna? Yehowa pê vê yekê nîşan kir, wekî bi temamî piştgiriya Harûn û kurên wî dike, ku bibine kahîn. Çaxê Îsraêliya eşkere dîtin piştgiriya Yehowa hindava kahînada, wana fem kir ku ewana jî gerekê piştgiriya wan bikin. Lê ew yek mera çi eyan dike? Kahîntî ku Îsraêlêda hebû, siya kahîntiya hê mezin bû. Mesîh, ew heye Serekkahînê mezin, û 144 000 kahîn û padşa wê tevî wî ser ezmana serwêrtiyê bikin (Îbrn. 4:14; 8:3-5; 10:1).

Yehowa rêberiyê teşkîleta xwe dike û kerem dike. Em aliyê xweda bi dil û can piştgiriya teşkîleta wî dikin (Binihêre abzasa 15-17) *

15-16. Yehowa ça nîşan dike, wekî “xulamê amin û serwaxt” qebûl dike?

15 Sala 1919, Îsa komeke biçûk yên birên bi ruhê pîroz bijartî ça “xulamê amin û serwaxt” kifş kir. Ew xulam rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike, û “wextda xwarinê” dide şagirtên Îsa (Met. 24:45). Lê em zelal divînin evê îzbatkirinê, ku Xwedê xulamê amin û serwaxt qebûl dike?

16 Bêy alîkariya Yehowa xulamê amin û serwaxt wê nikaribûya ew şixul bikira, çimkî Şeytan û dinya wî her tiştî dikin, seva wî şixulîda rê wî bigirin. Du şerên hemdinyayê, zêrandin, krîzîsa hemdinyayêye êkonomîkî, û neheqî, xulamê amin û serwaxt nedane sekinandinê ku wededa xwarina ruhanî bide şagirtên Mesîh. Bifikirin ku çiqas gelek cûre edebyet ser 900 zimana zêdetir em bêheq distînin! Ew yek eşkere dide kifşê, ku destê Xwedê ser wan e. Dîna xwe bidinê ku Yehowa ça eşkere kerem dike şixulê belakirina mizgîniyê: Mizgînî rastî jî “li nav temamiya dinyayê” tê belakirinê (Met. 24:14). Bêşik, Yehowa rêberiyê teşkîleta xwe dike û bi merdanî kerem dike.

17. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em piştgiriya teşkîleta Yehowa dikin?

17 Wê baş be hergê em pirsa bidine xwe: “Ez dişêkirînim ku ez dikevime nava para teşkîleta Yehowa ser erdê?”. Yehowa êpêce îzbatkirin dide me, kîjan ku mîna wî agirî ye, yê ku wedê Mûsa û Harûnda jorda hat. Rastî jî gelek meniyên me hene ku ji Xwedê razî bin (1 Têsln. 5:18, 19). Lê em ça dikarin piştgiriya xwe hindava teşkîleta Yehowa nîşan kin? Em piştgiriya teşkîleta Yehowa dikin, çaxê tînin sêrî wan tiştên ku em ji Kitêba Pîroz, edebyetên me, civatên me û civatên mezin pêdihesin. Xêncî vê yekê, em dikarin piştgiriya xwe nîşan kin bi vê yekê, ku şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda çiqas dikarin kar bikin (1 Korn. 15:58).

18. We çi xwera safî kiriye ku bikin?

18 Were em xwera nêtê daynin, wekî wan dersên ji kitêba Qanûna Kahîntiyê bidine xebatê. Em dixwazin, wekî Yehowa qurbanên me qebûl ke. Were em her gav Yehowara xizmet kin, çimkî em hemû qenciyên wî dişêkirînin. Were em berdewam kin ya lape baş bidine Yehowa, çimkî em wî bi temamiya dilê xwe hiz dikin. Û were em bi dil û can çiqas dikarin piştgiriya teşkîleta wî bikin ku ew îro kerem dike. Hergê em wan tişta bikin, emê Yehowara nîşan kin, wekî em qîmet dikin wî qedirî, ku dikarin ça Şedên wî jêra xizmet kin!

KILAMA 96 Xebera Xwedê, Xizne ye

^ abz. 5 Kitêba Qanûna Kahîntiyêda hene qanûn, kîjan ku Yehowa dabû Îsraêliyên berê. Em Mesîhî ne, lema îda bin wan qanûnada nînin, lê yeke ew qanûn îro jî dikarin alî me bikin. Vê gotarêda emê şêwir kin dersên qîmet, kîjan ku em ji kitêba Qanûna Kahîntiyê pêdihesin.

^ abz. 4 Şewitandina bixûrê konda, pîroz dihate hesabê, û Îsraêla berêda ew tenê hebandina Yehowada didane xebatê (Derk. 30:34-38). Tu cîkî nehatiye nivîsarê ku Mesîhiyên qirna yekê hebandinêda bixûr dişewitandin.

^ abz. 9 Bona hê zêde înformasiya derheqa dîyarîya heleqetiyê binihêrin “Femkirina Nivîsarê”, Para 2, rûp. 526.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Roja Kewandinê serekkahînê Îsraêlî pêşiyê pê bixûrê û kûrma agir dikeve ciyê Herî Pîroz, seva bîna xweş wê otaxêda tije be. Paşê ew dîsa dikeve ciyê Herî Pîroz, lê pê xûna qurbanên bona baxşandina gune.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsraêlî peza bona qurbana heleqetiyê dide kahîn, seva tevî neferên xwe, Yehowara razîbûna xwe bide kifşê.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa wedê xizmetiya xweye ser erdê, temiyên Xwedê dianî sêrî û alî şagirtên xwe dikir ku usa bikin, û pê vê yekê îzbat dikir, wekî ew Yehowa gelek hiz dike.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke emirda mezin, ku sihet-qewatêda sist e, aliyê xweda ya lape baş dide Yehowa bi vê yekê, ku pê nema şedetiyê dide.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Meha Sibatê, sala 2019, Gêrît Luş endemê Koma Rêberiyê, elam dike derheqa derxistina “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirî, ser zimanê Almanî. Mizgînvanên li Almanyayê, mîna wan du xûşka, xizmetiyêda bi şabûnê Kitêba Pîroze tezekirî didine xebatê.