Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê

Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê

Îsa şagirtên xwe hîn dikir dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:9, 10). Çi ye Padşatiya Xwedê? Ew çi dike? Û çima em gerekê derheqa vê Padşatiyê dua bikin?

Îsa Padşê Padşatiya Xwedê ye.

Lûqa 1:31-33: “Navê wî Îsa daynî. Ewê mezin be û Kurê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe”.

Padşatî, têma sereke bû ya dannasînkirina Îsa.

Metta 9:35: “Îsa hemû gund û bajara digeriya, kinîştêd wanda hîn dikir, Mizgîniya Padşatiyê dannasîn dikir û li nav cimetê hemû cûre nexweşî qenc dikirin”.

Îsa nîşan da şagirtên xwe, wekî alî wan bike ku têderxin ew Padşatî wê çi çax bê.

Metta 24:7: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin”.

Niha şagirtên Îsa dikarin li temamiya dinyayê derheqa vê Padşatiyê dannasîn kin.

Metta 24:14: “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê”.