Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne Gava Qerfên Xwe Te Dikin

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne Gava Qerfên Xwe Te Dikin

Gava qerfên xwe me dikin, ev yek dikare ça fîzîkî usa jî êmosiyalîda me dilteng ke. Çaxê meriv miqabilî hebandina me dertên û em wana ditirsin, vî çaxî ev yek dikare hela hê ruhanîda jî ziyanê bide me. Lê em çawa dikarin xwe ji qerfên meriva biparêzin?

Gelek Şedên Yehowa çetinayên usa alt dikin, gava bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin (Zb. 18:17). Mesele, Esterê nêta Hamane xirab eşkere kir (Es. 7:1-6). Pêşiya wê yekê, ewê îtbariya xwe Yehowa anî û rojî girt (Es. 4:14-16). Yehowa kirên wê kerem kir û ew û cimeta wê xilaz kir.

Cahilno, gava qerfên xwe we dikin, ji Yehowa alîkariyê bixwazin û derheqa vê yekê tevî kesên cêribandî xeber din, mesele tevî dê-bavê xwe. Hûn dikarin bawer bin, ku Yehowa wê alî we bike, çawa ku Ewî alî Esterê kir. Hûn dîsa çi dikarin bikin, wekî çetinayên usa alt kin?

BINIHÊRIN VÎDÊO EMIRÊ CAHILA​—EZ ÇI BIKIM GAVA QERFÊN XWE MIN DIKIN? Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Cahil ji mesela Çarlî û Fêrîn çi dikarin hîn bin?

  • Dê-bav ji cabên Çarlî û Fêrîn çi dikarin hîn bin, wekî alî zarên xwe bikin, gava qerfên xwe wana dikin?