WEK ÎSA MESHÎ BIJÎ
Şivanên ku ji bo Xêra Xizmetkarên Yehowa Dişixulin
Gelek mirov ji kesên biotorîte aciz dibin û îtibara xwe bi wan naynin. Çimkî di tarîxê de însan bi awayekî nerast otorîteya xwe bi kar dianî (Mk 7:3). Em çi qas şikirdar in ku rîspiyên civatê tên perwerdekirin ku otorîteya xwe ji bo xêra xizmetkarên Yehowa bi kar bînin (Est 10:3; Mt 20:25, 26).
Di nava rîspiyên civatê û kesên biotorîte yên vê dinyayê de ferqeke mezin heye. Rîspî çavdêriya civatê dikin, çimkî ew ji Yehowa û ji xizmetkarên wî gelek hez dikin (Yh 21:16; 1Pt 5:1-3). Li bin rêberiya Îsa Mesîh, ev şivan li her endamê civatê xwedî derdikevin û alî wan dikin ku nêzîkî Yehowa bimînin. Ew her tim hazir in ku teseliyê bidin miyên Yehowa. Mesela, ew di rewşeke acîl a tibî û dema felaketan de alîkariyê didin. Gelo ji te re alîkarî lazim e? Îcar, xwe bigihîne rîspiyên civata xwe (Aq 5:14).
LI VÎDEOYA ŞIVANÊN KU BALA XWE DIDIN KERIYÊ PEZ TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:
-
Mariana çawa ji alîkariya rîspiyan feydeyê dît?
-
Elias çawa ji alîkariya rîspiyan feydeyê stand?
-
Piştî temaşekirina li vê vîdeoyê tu li ser îşê rîspiyan çi difikirî?