Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Şivanên ku bona Cimeta Yehowa Xem Dikin

Şivanên ku bona Cimeta Yehowa Xem Dikin

Gelek meriv îtbariya xwe kesên xweyîhukum naynin. Em fem dikin çira. Nava terîxiyêda merivên xweyîhukum, hukumê xwe nerast didane xebatê, çimkî tenê kara xwe digeriyan (Mx. 7:3). Em gelek razî ne, wekî rûspî hatine hînkirinê, ku hukumê xwe bona kara cimeta Xwedê bidine xebatê(Es. 10:3; Mt. 20:25, 26).

Rûspî ji merivên xweyîhukum yên vê dinêda gelek cude dibin, ewana cabdariya xwe ça lazim e tînin sêrî, çimkî ewana Yehowa û cimeta wî hiz dikin (Yn. 21:16; 1 Pt. 5:1-3). Bin rêberiya Îsada ewana alî her xizmetkarekî dikin, wekî ewana xwe para malbeta Yehowa hesab kin û tevî Yehowa bin. Ewana hazir in ruhanîda alîkariyê bidine berxên Yehowa. Usa jî ewana hazir in alî xûşk-bira bikin, gava ewana hewcê mêdîsînayê ne yan jî dikevine qeziyê. Hergê tu hewcê alîkariyê yî, aza tevî rûspîkî civata xwe derheqa vê yekê xeber de (Aqb. 5:14).

BINIHÊRIN VÎDÊO ŞIVANÊN KU BONA BERXA XEM DIKIN, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Maryanayê ji alîkariya rûspiya çi kar stand?

  • Êlîas ji alîkariya rûspiya çi kar stand?

  • Paşî nihêrandina vê vîdêoyê, tu derheqa şixulên ku rûspî dikin, çi difikirî?