Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Malpera JW.ORG di Xizmetê de bi Kar Bîne

Malpera JW.ORG di Xizmetê de bi Kar Bîne

Li ser malpera me gelek meqale û vîdeo hene. Ew dikarin bala kesên dilpak, yên ku ne Şahidên Yehowa ne, bikişînin (Kar 13:48). Li wê derê gelek caran mijarên li ser nûçeyan û pirsên ku mirov bi wan re eleqedar dibin, tên weşandin.

Gelo tu çawa dikarî malpera jw.org di xizmetê de bi kar bînî?

  • Daîm li malperê binêre. Bala xwe bide ka tiştên nû hatine weşandin û bifikire ew çawa dikarin alî kesekî eleqedar bikin. (Ji bo ku tu weşanên din, yên ku li ser malpera me nû hatine zêdekirin, bibînî, li ser “Zêdetir Nîşan Bide” bitikîne). Eger tu bi dewamî li malpera me binêrî, tuyê bikaribî ji bo xizmeta xwe tim fikir û mijarên nû bistînî.

  • Bi destê meqale û vîdeoyên li ser malperê dest bi sohbetê bike. Ew malzeme dikarin alî me bikin ku em pê derxin ku mirovên di herêma me de li ser hin mijaran çi difikirin.

  • Malperê nîşanî însanan bide. Behsa mijarên xisûsî bike û nîşanî mirovan bide ku ew çawa dikarin li ser malperê melûmatan bibînin.

  • Lînkê bişîne. Hin kes naxwazin bi me re sohbetê bikin, lê ew dixwazin li malpera me binêrin. Bi serbestî lînka malper, meqale yan vîdeoyekê ji kesên eleqedar re bişîne.