Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Rûpêla Sereke ji JW.ORG Xizmetiyêda Bide Xebatê

Rûpêla Sereke ji JW.ORG Xizmetiyêda Bide Xebatê

Malpera meda ser rûpêla sereke hene cûre-cûre gotar û vîdêo bona merivên dilsax (Kr.Şn. 13:48). Ser vê rûpêlê timê têmên usa hene, yên ku nûçeyada hene û derheqa kîjana meriv xeber didin û difikirin.

Tu çawa dikarî rûpêla sereke ji jw.org xizmetiyêda bidî xebatê?

  • Timê dîna xwe bidine malperê. Binihêre ku vê demê ser rûpêla sereke çi têma hene û bifikire ku tu ça dikarî vana bidî xebatê, seva ku alî wan meriva bikî, hewasa kîjana pêşda hatiye. (Seva ku tiştên teze bivînî, yên ku ser rûpêla sereke hatibûne dayînê, bitikîne “Hê Zêde Binihêrin”). Hergê tu timê haş ji rûpêla sereke hebî, xizmetiya te wê timê hewas derbaz be.

  • Seva ku pêşanînê destpêkî, bide xebatê gotar û vîdêoyên ji rûpêla sereke. Ev yek dikare alî me bike, ku em têderxin hela merivên mihala meda çi difikirin.

  • Rûpêla sereke nîşanî meriva ke. Hine têma nîşanî wan ke û şiroveke ça malpera me bidine xebatê.

  • Lînkê wanra bişîne. Hine meriv naxwazin tevî me bikevine xeberdanê, lê wanra hewas e bikevine ser malpera me. Lema jî şerm neke û wan merivara lînka rûpêla sereke, gotar yan jî vîdêokê bişîne.