Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Yehowa Kesên Dilşkestî Xwey Dike

Yehowa Kesên Dilşkestî Xwey Dike

Her kes ji me cara dilteng dibe. Ew yek nayê hesabê ku em ruhanîda sist bûne. Hela hê Yehowa jî cara dilteng dibe (Dsp. 6:5, 6). Lê em çi dikarin bikin hergê em bi zêdeyî dilteng dibin yan jî hergê ev yek dirêj dikişîne?

Bona alîkariyê Yehowara dua ke. Yehowa gelek xem dike bona sihet-qewata meye êmosiyalî. Ew zane ku kengê em şa ne û kengê dilteng in û çira em xwe usa texmîn dikin (Zb. 7:9b). Lê ya lape ferz ew e, ku Yehowa bona me xem dike û dikare alî me bike, wekî em wedê diltengiyê û dêprêsiyayê qewî bimînin (Zb. 34:18).

Bona sihet-qewata xweye êmosiyalî xem bike. Êmosiyên nêgatîv dikarin ser şabûn û xizmetiya me xirab hukum kin. Lema jî em gerekê miqatî dilê xwe bin, dêmek miqatî sihet-qewata xweye êmosiyalî bin (Mtl. 4:23).

BINIHÊRIN VÎDÊO ÇAWA XÛŞK-BIRÊN ME EDILAYA XWE UNDA NAKIN WEDÊ DÊPRÊSIYAYÊ, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Nîkkî kîjan gavên ferz avît, wekî dêprêsiyayê alt ke?

  • Çira Nîkkî difikirî ku ew hewcê alîkariya doxdira ye? (Mt. 9:12)

  • Çida Nîkkî îtbariya xwe Yehowa anî ku Ewê alî wê bike?