XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
Alî Kesên Nedîndar Bike ku Xwedê Nas Bikin
Gelo qet çêbûye ku te xwe ji yekî nedîndar dûr girtiye ku bi wî re li ser mizgînê xeber bidî? Belkî tu fikirî ku ewê guh nede te. Eger wisa be, bîne bîra xwe ku gelek kesên nedîndar, heta ateîst jî, bûne Şahidên Yehowa. Gelek caran, ji wan re tenê îsbateke baş lazim bû ku Xwedê bi rastî heye (Rm 1:20; 10:14).
LI VÎDEOYA MIROVÊN BÊBAWER DIKARIN BIGUHERIN – KESÊN NEDÎNDAR TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
Serpêhatiya Tommaso çawa dikare alî te bike ku tu li ser kesên nedîndar bi awayekî baş bifikirî û mizgînê bidî wan?