Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Hîkmeta Xwedê Bistînin

Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Hîkmeta Xwedê Bistînin

Eger dê û bav dixwazin ku zarokên wan hîkmeta Xwedê qezenc bikin, gerek ew alî wan bikin ku ew ji civînan tam feydeyê bistînin. Tiştên ku zarok di civînan de dibînin, dibihîzin û cewabên ku ew xwe bi xwe didin, dikarin alî wan bikin ku Yehowa rind nas bikin û dostaniya xwe bi wî re xurt bikin (5Mû 31:12, 13). Dê û bavno, gelo hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji civînan tam feydeyê bistînin?

  • Hewl bidin ku ji bo civînan herin salona îbadetê (Zb 22:22)

  • Wexta xwe wisa eyar bikin da ku hûn bikaribin berî yan piştî civînan bi xwişk û birayan re sohbetê bikin (Îbr 10:25)

  • Gerek di malbata we de, di destê her kesî de weşanên ku tên lêkolînkirin, hebin. Ferq nake ku weşanên dîjîtal an weşanên çapkirî bin

  • Alî zarokên xwe bikin ku ew xwe bi xwe cewaban bidin (Mt 21:15, 16)

  • Her tim li ser civînan û tiştên ku em di wan de hîn dibin, bi awayekî xweş xeber bidin

  • Alî zarokên xwe bikin ku ew paqijiya salona îbadetê bikin û bi xwişk û birayên emirmezin re sohbetê bikin

Mezinkirina zarokan di rêya Yehowa de bi rastî barekî giran e, û belkî hûn difikirin ku ev bar ji bo we zêde ye. Dîsa jî, hûn dikarin xwe bispêrin Yehowa, çimkî ewê alî we bike (Îş 40:29)

LI VÎDEOYA DÊ Û BAVNO, XWE BISPÊRIN QEWETA YEHOWA TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:

  • Westiyabûnê li ser jiyana wan a rojane çawa tesîr kir?

  • Çima gerek dê û bav ji Yehowa qewetê bixwazin?

  • Di vîdeoyê de, wan xwe çawa dispart qeweta Yehowa?