Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin Bîlaniya Xwedê Qazanc kin

Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin Bîlaniya Xwedê Qazanc kin

Mecaleke baş ku ça dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî bîlaniya Xwedê qazanc kin ev e, ku alî wan bikin karê ji civata bistînin. Çi ku zar ser civata divînin, dibihên û caba xwe didin, dikare alî wan bike derheqa Yehowa pêbihesin û bibin dostê Yehowayî nêzîk (Qn.Dc. 31:12, 13). Hergê zarên we hene, hûn ça dikarin alî wan bikin, ku ewana diha zêde karê ji civata bistînin?

  • Her tiştî bike, wekî timê herî civata (Zb. 22:22).

  • Pêşiya yan paşî civatê wede veqetîne, wekî tevî xûşk-bira xeber dî (Îbr. 10:25).

  • Îzbat be, wekî bal her neferê te ew edebyet hene, kîjan ku ser civatê derbaz dibin, firqî tune bi elektronîk yan jî neşirkirî

  • Alî zara xwe bike, wekî bi giliyên xwe caba xwe ser civatê bide (Mt. 21:15, 16).

  • Derheqa civata û çi ku em wêderê hîn dibin, bi pozîtîv xeber de

  • Zarên xwe hêlan kin, wekî temizkirina Oda Civatêda kar bikin û tevî xûşk-birên emirda mezin xeber din

Seva ku alî zarên xwe bikin, wekî nêzîkî Yehowa bin, gelek qewat lazim e û cara ew yek dibeke çetin e jî. Lê bawer be wekî Yehowa wê alî te bike (Îş. 40:29).

BINIHÊRIN VÎDÊO DÊ-BAVNO ÎTBARIYA XWE QEWATA YEHOWA BÎNIN, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Westandinê ça ser Zak û Lêa hukum dikir?

  • Çira dê-bav gerekê qewatê ji Yehowa bixwazin?

  • Kîjan derecada Zak û Lêa bawer bûn ku Yehowa wê alî wan bike?