Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

“Em bi We re Herin”

“Em bi We re Herin”

“Em bi we re herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi we re ye” (ZEK. 8:23).

KILAM 26 We Ew yek bona Min kir

PEŞGOTIN *

Miyên din (“deh kes”) serbilind in ku ew dikarin bi meshkiriyan (“Cihû”) re ji Yehowa re xizmetê bikin (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)

1. Yehowa ji berê de gotibû ku li rojên me çi wê biqewime?

YEHOWA ji berê de wisa gotibû: “Ji her tewrê zimanên neteweyan dê deh kes bi dawa kesekî Cihûdî ve bigirin û dê bi gotina: ‘Em bi we re herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi we re ye’” (Zek. 8:23). Li vê ayetê, zilamê “Cihû” van kesan temsîl dike, yên ku ji aliyê Xwedê ve bi ruhê pîroz hatine mesh kirin. Wekî din, ew wek “Îsraêlê Xwedê” tên bi nav kirin (Gal. 6:16). “Deh kes” van kesan temsîl dikin, ên ku hêviya wan ev e ku heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn. Ew dizanin ku Yehowa kesên meshkirî bibereket kirine, û ew serbilind in ku ew dikarin bi wan re ji Yehowa re îbadetê bikin.

2. “Deh kes” çawa bi kesên meshkirî re diçin?

2 Em helbet navên her yek ji kesên meshkirî, yên ku hê li dinyayê dijîn, nizanin. * Dîsa jî, em dikarin bi kesên meshkirî re “herin”. Gelo çawa? Kitêba Pîroz dibêje ku “dê deh kes dawa kesekî Cihûdî ve bigirin û dê bi gotina: ‘Em bi we re herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi we re ye’”. Kitêba Pîroz tenê behsa yek zilamekî Cihû dike. Lê belê ji peyva “we” tê fehm kirin ku zilamê Cihû koma hemû kesên meshkirî temsîl dike. Ên ku meshkirî nînin bi meshkiriyan re ji Yehowa re xizmetê dikin, lê ew wan wek serokên xwe nabînin, çimkî ew fehm dikin ku Rêber Îsa Mesîh e (Met. 23:10).

3. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Ji ber ku di nav xizmetkarên Xwedê de şagirtên meshkirî hê hene, dibe ku em ji xwe wisa bipirsin: (1) Gerek kesên meshkirî li xwe çawa binêrin? (2) Gerek em li kesên ku li Bîranîna Îsa Mesîh nên dixwin û şerabê vedixwin, çawa binêrin? (3) Gelo lazim e ku em aciz bibin ji ber ku hejmara kesên ku van sembolan distînin zêdetir dibe? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

GEREK KESÊN MESHKIRÎ LI XWE ÇAWA BINÊRIN?

4. 1. Korîntî 11:27-29 kesên meshkirî çawa hişyar dike, û çima?

4 Gerek kesên meshkirî li ser tembîha 1. Korîntî 11:27-29 kûr bifikirin (bixwîne). Eger kesekî meshkirî nan bixwara û şerab vexwara, lê qanûnên Yehowa neaniyana cih, ev yek wê bihata maneya ku ew van sembolan “bi awayekî nehêja” distîne (Îbr. 6:4-6; 10:26-29). Kesên meshkirî gerek ji bîr nekin ku ji bo ku ew “xelata ku Xwedê di gazîkirina xwe ya ezmanî de bi Mesîh Îsa pêşkêş dike” bistînin, gerek ew dilsoz bimînin (Flp. 3:13-16).

5. Gerek kesên meshkirî li xwe çawa binêrin?

5 Ruhê Yehowa alî xizmetkarên wî dike ku ew dilnizm bin (Ef. 4:1-3; Kol. 3:10, 12). Loma kesên meshkirî nafikirin ku ew ji kesên din bilindtir in. Ew dizanin ku Yehowa dikare bi eynî dereceyê ruhê pîroz bide xizmetkarên xwe yên din jî. Wekî din, ew nafikirin ku ew Kitêba Pîroz ji kesên din baştir fehm dikin. Ji xeynî vê, ew tu kesî teşwîq nakin ku bila ew jî li Bîranînê nên bixwin û şerabê vexwin. Li şûna vê, ew bi dilnizmî qebûl dikin ku tenê Yehowa dikare gazî kesekî bike ku ew here ezmanan.

6. Li gor 1. Korîntî 4:7, 8 çi şîretê dide meshkiriyan?

6 Kesên meshkirî hilbijartina xwe her çi qas wek îmtiyazeke mezin dibînin jî, ew ji kesên din hurmeteke xisûsî teleb nakin (Flp. 2:2, 3). Ew dizanin ku gava Yehowa kesekî mesh dike, ew vêya ji kesên din re îlan nake. Loma kesên meshkirî şaş namînin gava hin kes hemen bawer nakin ku ew hatine mesh kirin. Ew dizanin ku Kitêba Pîroz me hişyar dike ku em zû bawer nekin gava kesek dibêje ku wî îmtiyazeke xisûsî stendiye (Pey. 2:2). Kesên meshkirî naxwazin bala kesên din bikişînin ser xwe. Loma gava ew xwe ji mirovan re didin nas kirin, ew ji wan re nabêjin ku ew hatine mesh kirin. Wekî din, ew tu caran pesnê xwe nadin ji ber ku ew meshkirî ne (1. Korîntî 4:7, 8 bixwîne).

7. Gerek kesên meshkirî çi nekin, û çima?

7 Şagirtên meshkirî nafikirin ku gerek ew tenê bi meshkiriyên din re wext derbas bikin, mîna ku ew endamên klûbeke xisûsî ne. Ew li meshkiriyên din nagerin da ku meshkirina xwe bi wan re muzakere bikin yan bi wan re Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Gal. 1:15-17). Tiştên wisa yekîtiya civatê xera dikin û li dijî ruhê pîroz in, ê ku alî xizmetkarên Xwedê dike ku di nav wan de aştî û yekîtî hebe (Rom. 16:17, 18).

GEREK EM LI MESHKIRIYAN ÇAWA BINÊRIN?

Gerek em kesên meshkirî û kesên din, ên ku rêberiyê dikin, wek kesên meşhûr nebînin (Li paragrafa 8an binêre) *

8. Gerek em li kesên ku li Bîranînê nên dixwin û şerabê vedixwin çawa binêrin? (Li jêrenotê jî binêre.)

8 Gerek em li xwişk û birayên meshkirî çawa binêrin? Rast e ku ew birayên Mesîh in, lê dîsa jî, wê baş be ku em bi zêdeyî ji wan re heyran nemînin (Met. 23:8-12). Di heqê kalên civatê de, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “baweriya wan ji xwe re bikin mînak”, ne ku em wan ji xwe re bikin serok (Îbr. 13:7). Rast e ku Kitêba Pîroz dibêje ku hin kes “du qat hêjayî siyanetê” ne, lê belê sebeba vê ne ev e ku ew meshkirî ne, lê ev e ku ew “serweriya qenc dikin” û “di ber peyivîn û hînkirinê de zehmet dikişînin” (1. Tîm. 5:17). Eger em bi zêdeyî pesnê wan bidin, dibe ku ew şerm bikin. * Bi ser de, ev yek dikare bibe sebeb ku ew qure bibin (Rom. 12:3). Em helbet naxwazin bibin sebeb ku birayên Mesîh ên meshkirî bikevin vê şaşiya giran! (Lûqa 17:2).

9. Em çawa dikarin qedrê şagirtên meshkirî bigirin?

9 Em çawa dikarin qedrê meshkiriyan bigirin? Mesela, gerek em ji wan nepirsin ku ew çawa hatine mesh kirin. Ev yek meseleyeke şexsî ye, ya ku me eleqedar nake (1. Sel. 4:11; 2. Sel. 3:11). Wekî din, gerek em nefikirin ku jin an mêr, dê û bav yan merivên wan ên din jî hatine mesh kirin. Hêviya jiyana ezmanî ji malbatê bi mîrasî nayê stendin. Ev hêvî rasterast ji Xwedê tê stendin (1. Sel. 2:12). Wekî din, gerek em dilê wan bi pirsên ecêb neêşînin. Mesela, gerek em ji pîreka birayekî meshkirî nepirsin ka ew li ser jiyana herheyî bê zilamê xwe çi difikire. Jixwe, pirseke wisa nehewce ye, çimkî em dizanin ku li dinyaya nû, Yehowa wê dilê her kesî şa bike (Zeb. 145:16).

10. Gerek em çima ji tu kesî re bi zêdeyî heyran nemînin?

10 Wekî din, wê ji bo me jî baş be ku em meshkiriyan ji kesên din bilindtir nebînin. Çima? Kitêba Pîroz dibêje ku hin kesên meshkirî wê belkî dilsoz nemînin (Met. 25:10-12; 2. Ptr. 2:20, 21). Ji ber vê yekê, wê baş be ku em ji kesên meshkirî yan ji kesên ku bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye re bi zêdeyî heyran nemînin û wan wek serokên xwe nebînin. Bi vî awayî, baweriya me wê sist nebe eger ew dev ji xizmeta Yehowa berdin yan ji civatê derkevin.

SEBA HEJMARA KESÊN KU JI SEMBOLAN DISTÎNIN, ACIZ NEBE

11. Hejmara kesên ku ji sembolan distînin çawa guheriye?

11 Bi gelek salan, hejmara kesên ku li Bîranînê nan dixwar û şerab vedixwar, her ku diçû nizmtir dibû. Lê belê li van salan, ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Gelo lazim e ku em seba vê aciz bibin? Na! Wê baş be ku em çend nuqteyên muhîm di bîra xwe de xwedî bikin.

12. Çima ne lazim e ku em seba hejmara kesên ku ji sembolan distînin aciz bibin?

12 “Xudan, yên xwe nas dike” (2. Tîm. 2:19). Yehowa dizane ku kî bi rastî hatiye mesh kirin. Lê belê, birayên ku li Bîranînê dihejmêrin ku çend kes nên dixwin û şerabê vedixwin vêya nizanin. Ji ber vê yekê, dibe ku di vê hejmarê de hin kes hebin, ên ku difikirin ku ew hatine mesh kirin, lê bi rastî nehatine mesh kirin. Mesela, hin kesên ku berê ji van sembolan distendin paşê dev jê berdidin. Hinek jî seba problemên psîkolojîk bawer dikin ku ewê bi Îsa Mesîh re li ezmanan hikm bajon. Di netîceyê de, em nizanin ku çend kesên meshkirî hê li rûyê erdê ne.

13. Ma em dizanin ku çend kesên meshkirî wê hê li dinyayê hebin gava tengahiya mezin dest pê bike?

13 Wexta ku Îsa wê bê da ku meshkiriyan bibe ezmanan, kesên meshkirî wê li seranserê dinyayê hebin (Met. 24:31). Kitêba Pîroz dibêje ku li rojên dawîn, kesên meshkirî wê hindik bin (Pey. 12:17). Bes Kitêba Pîroz nabêje ku çend kesên meshkirî wê hê li dinyayê hebin gava tengahiya mezin dest pê bike.

Gerek em li kesên ku li Bîranînê nên dixwin û şerabê vedixwin çawa binêrin? (Li paragrafa 14an binêre)

14. Wek Romayî 9:11, 16 nîşan dide, gerek em di warê hilbijartina meshkiriyan de çi fehm bikin?

14 Yehowa li gor dilê xwe qerarê dide ku meshkiriyan kengê hilbijêre (Rom. 8:28-30). Yehowa piştî rakirina Îsa Mesîh dest bi hilbijartina meshkiriyan kir. Wisa tê fehm kirin ku li sedsala yekê, hemû şagirtên Îsa meshkirî bûn. Li sedsalên piştî vê, piraniya kesên ku digot ku ew Mesîhî ne, bi rastî pey Îsa nediçûn. Dîsa jî, li wan salan jî, hin şagirtên Îsa hatin mesh kirin. Wek Îsa gotibû, ew wek genimê di nav zîwanan de bûn (Met. 13:24-30). Hin ji 144.000 kesên meshkirî jî li van rojên dawîn hatin hilbijartin. * Loma eger Xwedê qerar daye ku hin ji wan hema berî dawiya vê dinyayê hilbijêre, qerar qerara wî ye (Romayî 9:11, 16 bixwîne). * Îsa li yek ji meselên xwe behsa hin paleyan kir, ên ku sibeh, nîvro û serê êvarê hatin gazî kirin. Hin kesên ku zû hatibûn aciz bûn gava wan dît ku kesên ku dereng hatin bi qasî wan pere stend. Gerek em hay ji xwe hebin ku em wek wan nebin (Met. 20:8-15).

15. Gelo hemû kesên meshkirî para “xulamê dilsoz û şehreza” ne, yê ku Metta 24:45-47 behsa wî dike?

15 Hemû kesên meshkirî para koma “xulamê dilsoz û şehreza” nînin (Metta 24:45-47 bixwîne). Wek li sedsala yekê, Yehowa û Îsa bi destê hin birayan gelek kesan ji aliyê ruhî ve têr dike. Li sedsala yekê, tenê hin şagirtên meshkirî ji bo nivîsandina Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî dihatin bi kar anîn. Îro jî, tenê hin şagirtên meshkirî xwarina ruhî didin xizmetkarên Xwedê.

16. Ji vê meqaleyê, tu çi hîn bûyî?

16 Li vê meqaleyê, em çi hîn bûne? Qerara Yehowa ev e ku piraniya xizmetkarên wî heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn û ku hin kes herin ezmanan ku bi Îsa re hikm bajon. Yehowa hemû xizmetkarên xwe xelat dike – hem ‘zilamê Cihû’ hem jî ‘deh kesan’ – û ew dixwaze ku her du kom li gor eynî qanûnan bijîn û dilsoz bimînin. Lazim e ku her du kom dilnizm bimînin û di yekîtiyê de ji wî re xizmetê bikin. Wekî din, lazim e ku her du kom xîret bikin ku selameta civatê biparêzin. Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyayê dibin, bila em ji Yehowa re xizmetê bikin û wek “keriyek” pey Mesîh herin (Yûh. 10:16).

^ par. 5 Îsal, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh wê li 7ê Nîsanê, roja Sêşemê bê pîroz kirin. Gerek em li kesên ku li Bîranînê nên dixwin û şerabê vedixwin çawa binêrin? Gelo lazim e ku em aciz bibin ji ber ku hejmara kesên ku van sembolan distînin her ku diçe zêdetir dibe? Li vê meqaleyê, ya ku li gor meqaleya ku li Birca Qerewiliyê ya Çile 2016 derketibû hatiye hazir kirin, emê cewabên van pirsan bistînin.

^ par. 2 Li gor Zebûr 87:5, 6, Xwedê wê belkî rojekê navê hemû kesên ku bi Îsa re li ezmanan hikm dajon, daxuyanî bike (Rom. 8:19).

^ par. 8 Li çarçoveya “Hizkirin ‘Bêpergal Nîne’” binêre (Birca Qerewiliyê, Çile 2016; bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê).

^ par. 14 Karên Şandiyan 2:33 her çi qas nîşan dide ku ruhê pîroz bi destê Îsa tê rijandin, ê ku mirovan hildibijêre, Yehowa ye.

^ par. 14 Ji bo zêdetir melûmatê, li meqaleya “Okuyucuların Soruları” binêre (Gözcü Kulesi, 1 Gulan 2007; bi zimanê Tirkî).

KILAM 34 Bêqişûrtiya Xweda Here

^ par. 56 RESIM: Li civîneke mezin, hin xwişk û bira resimên temsîlkarê merkezê û pîreka wî dikişînin û wî aciz dikin. Çi qas eyb e!