Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Min Gelek Kerema Stand, çimkî ji Meselên Baş Ez Gelek Tişt Hîn Bûme

Min Gelek Kerema Stand, çimkî ji Meselên Baş Ez Gelek Tişt Hîn Bûme

CAHILTIYÊDA minra çetin bû xizmet kim. Lê çaxê ez mezin bûm, cabdariyên usa dane min, kîjan ku min tirê ezê nikaribim bikim. Ez dixwazim wera gilî kim, ku çawa bi alîkariya meselên merivên baş, tirs ji dilê min derket û min nava 58 salên xweye xizmetiya hertimda keremên pir baş stand.

Ez hatime bûyînê şeherê Kwêbêkêda (Kanada), kîderê zimanê sereke Fransî ye. Dê-bavê min Zêyla û Lûîs ez bi hizkirin mezin kirime. Bavê min merivekî şermoke bû û ewî xwendin gelek hiz dikir. Lê min hiz dikir binivîsim û nêta min ew bû, ku rojek bê ez bibime jûrnalîst.

Çaxê ez weke 12 salî bûm, hevalxebatçîkî bavê min Rodolf Soûsî û hevalê wî, yên ku Şedên Yehowa bûn, mêvantî hatine mala me. Min derheqa Şedên Yehowa hindik zanibû û hewasa min nedihat, ku derheqa rêlîgiya wan hê zêde pêbihesim. Lê yeke ez ecêbmayî mam, ku wana ça bi nermî û logîkî pê Kitêba Pîroz caba pirsên me didan. Ew yek dê-bavê min jî xweş hat, lema me hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.

Hingê ez diçûme mekteba Katolîkî. Wêderê min car-cara heval-dersxanên xwera gilî dikir, çi ku ez ji Kitêba Pîroz pêdihesiyam. Axiriyêda, dersdarên ku keşîş bûn, derheqa vê yekê pêhesiyan. Dewsa ku pê Kitêba Pîroz minra îzbat kirana, ku ez nerast im, dersdarekî ber hemû heval-dersxanên min, ez neheq kirim ça merivekî raber! Rast e wî çaxî ez ketime strêsê, lê axiriya vê yekê baş bû. Min bi saya vê qewimandinê dît, wekî ev mekteba rêlîgî li gora Kitêba Pîroz hîn nake. Min fem kir, wekî eva ciyê min nîne. Lema min ji dê-bavê xwe îzin xwest, û ez ketime mektebeke din.

HÎN DIBIM XIZMETIYÊ HIZ BIKIM

Min berdewam dikir Kitêba Pîroz hîn bim, lê ruhanîda ez zû pêşda nediçûm, çimkî ez ditirsiyam mal bi mal xizmet kim. Hukumê Dêra Katolîkî mezin bû û ew gelek miqabilî şixulê meyî xizmetiyê bû. Maûrîs Dûplêsîs ku Kwêbêkêda polîtîk bû, piştgirê vê dêrê bû. Pê piştgiriya wî cimet pey Şedên Yehowa diket û hela hê jî dizêrandin. Hingê seva xizmet kin rastî jî gelek mêrxasî lazim bû.

Pê alîkariya birakî me Con Raê, yê ku mekteba Gîled xilaz kiribû, min tirsê ji dilê xwe derxist. Con birakî gelek cêribandî, nerm, milûk û şkestî bû. Ewî gelek şîret nedida min, lê ji mesela wî ez gelek tişt hîn bûm. Conra çetin bû ser zimanê Fransî xeber de, lema jî ez gelek car tevî wî derdiketim xizmetiyê û zimanda alî wî dikir. Ew wedê ku min tevî Con derbaz dikir, alî min kir ku aliyê rastiyê bigirim û bibime Şedê Yehowa. Deh sal paşî vê yekê, ku ez rastî Şedên Yehowa hatim, ez hatime nixumandinê, 26 Gulanê, sala 1951.

Mesela Con Raê (A) alî min kir (B) ku netirsim mal bi mal xizmet kim

Şeherê Kwêbêkêda civata meye biçûkda heçî zef pêşeng bûn. Xîreta wan gelek ser min hukum bû û ez jî bûme pêşeng. Hingê me tenê pê Kitêba Pîroz mal bi mal xizmet dikir, çimkî edebyetên me tune bûn. Ez gerekê rêzên Kitêba Pîroz rind hîn bûma, seva bi hostetî bidime xebatê û rastiyê biparêzim. Lê hergê ser kitêbê nîşana derxistina fermî ya Dêra Katolîkî tune bûya, geleka hela hê jî nedixwestin rêza wanra bixûnin.

Sala 1952 min ji civata xwe xûşkeke amin stand, navê wê Sîmona Patrî bû. Em derbazî Monrêalê bûn, û salekêda me kerem stand, mera qîz bû, me navê wê danî Lîz. Rast e hine wext pêşiya zewaca me min pêşengtî da sekinandinê, lê me herda jî xwera nêt danî, ku nekevine pey hebûkê, seva civatêda û xizmetiyêda hê zêde şixul bikin.

Deh sal derbaz bû, min îda xwera safî kir ku xizmetiya xweye hertim dîsa destpêkim. Sala 1962, ez ser mehekê çûme Beytela Kanadayê, seva Mekteba Xizmetiyê bona rûspiya derbaz bim. Ez tevî birakî me Kamîl Aûlêt otaxekêda dimam. Malbeta Kamîl jî hebû, lê ew usa xîret bû ku ez ecêbmayî dimam. Hingê Kwêbêkêda lap hindik xûşk-birên usa hebûn, yên ku hin zarên xwe mezin dikirin, hin jî pêşeng bûn, lê Kamîl yeke dixwest bibe pêşeng. Çaxê em tevayî bûn, ewî ez hêlan dikirim, wekî ser dereca xwe bifikirim. Paşî çend meha min fem kir, wekî ez dîsa dikarim bibime pêşeng. Hineka minra digotin, wekî ev safîkirin aqilayî nîne, lê yeke ez bûme pêşeng, çimkî min îtbariya xwe Yehowa dianî, ku ew wê alî min bike hê zêde xizmet bikim.

VEDIGERIN KWÊBÊKÊ ÇA PÊŞENGÊN MEXSÛS

Sala 1964, ez û Sîmona şeherê Kwêbêkêda hatine kifşkirinê ça pêşengên mexsûs. Wêderê me çend sala xizmet kir. Wî wedeyî xizmetiyêda îda hindik pey me diketin.

Rojekê Şemiyê, San-Marîda ez hatime girtinê, ew şeherekî biçûk e nêzîkî şeherê Kwêbêkê. Ofîser ez birim polîsxanê û ez kirime kelê, çimkî min bê îzin mal bi mal xizmet dikir. Paşê ez birim dîwanê ber hakimê, ku merivekî saw bû, navê kîjanî Baîllargon bû. Ewî ji min pirsî, ku kê wê bibe advokatê min. Çaxê min navê Glên Haû * hilda, ew hingê advokatê Şedê Yehowa bû, ew tevhev bû û got: “Tenê ew na!” Glên Haû eyan bû ça qanûnzanê qewî, ku Şedên Yehowa dîwanêda diparast. Zûtirekê dîwanê minra elam kir, ku ez neheq nînim û ez aza kirim.

Kwêbêkêda ji bo miqabilîbûna şixulê me, mera usa jî çetin bû ciyê layîq bivînin seva civîna derbaz kin. Me bona civata xweye biçûk tenê garajeke kevin dît, kîderê ku gelek sar bû. Îlahî zivistanê gelek sar bû, lema bira plîteke bi bizir didane xebatê, seva hinekî germ be. Em gelek car çend sihet pêşiya civatê dor berê plîtê top dibûn, û qewimandinên hewas hevra gilî dikirin, seva hev qewî kin.

Çiqas baş e ku nava gelek salada şixulê me wêderê ça pêşda çû. Salên 1960-da şeherê Kwêbêkêda, rêgîona Kot-Nordêda û Gaspê Pênînsûlêda, tenê çend civatên biçûk hebûn. Lê îro wan ciyada hejmara xûşk-bira gelek zêde bûye, û ewana îda Odên Civatên bedewda tevayî top dibin.

DESTPÊDIKIN ŞIXULÊ BERPIRSIYARTIYÊ

Sala 1977-da Torontoyêda (Kanada), ez çûme ser civîna bona berpirsiyarên rêwî

Ez û Sîmona sala 1970-da hatine kifşkirinê, ku şixulê berpirsiyartiyê bikin. Paşê, sala 1973-da, em hatine kifşkirinê ku şixulê nehîtiyê bikin. Wan salada, ez gelek tişt ji birên cêribandî hîn bûm, mesele ji Laûrîêr Saûmûr * û Dêvîd Splêyn *. Paşî her civateke mezin, me tevî Dêvîd şêwir dikir, ku ça hînkirinêda hê pêşda herin. Tê bîra min carekê Dêvîd gote min: “Lêons gotara teye xilaziyê baş bû, min xweş hat. Lê minê pê haqas înformasiya sê gotar çêkira!” Min gotarên xweda gelek înformasiya digot, lema ez gerekê hîn bûma gotarên xwe kin bigota.

Min Kanadaya rohilatêda cûre-cûre şeherada xizmet dikir

Berpirsiyarên nehiyê cabdarî standin, wekî berpirsiyarên mihalê bişidînin. Lê gelek xûşk-birên Kwêbêkê ez rind nas dikirim, û lema çaxê min teseliya berpirsiyarên mihalê dikir, gelek car wana dixwest tevî min xizmet kin. Rast e min şabûn distand çaxê tevî wan derdiketim xizmetiyê, lê min tevî berpirsiyarê mihalê êpêce wede derbaz nedikir. Careke, berpirsiyarekî mihalê bi hizkirin minra got: “Baş e ku tu wedê xwe tevî xûşk-bira xerc dikî, lê bîr neke, wekî vê heftiyê tu hatî ku teseliya min bikî. Ez jî hewcê dildayînê me!” Ez gelek tişt hîn bûm ji vê şîreta baş.

Yazix, sala 1976-da nişkêva tiştekî xirab qewimî. Jina mine delal, Sîmona nexweşîke giran ket û mir. Ew kulfeteke gelek baş bû, çimkî ne yeke xwehiz bû û ewê Yehowa gelek hiz dikir. Min ber wî derdî teyax kir, çimkî min gelek xizmet dikir. Ez gelek ji Yehowa razî me bona alîkariya wî wedekî usa çetinda. Wede şûnda, min pêşengeke xîret stand, ku ser zimanê Înglîzî xeber dide, navê wê Karolîna Elîot e. Ew derbazî Kwêbêkê bibû, seva wî cîyî xizmet ke, kîderê hewcetî hebû. Karolîna meriveke hevalhiz e û bi dil bona meriva xem dike, îlahî bona wan, yên ku şermoke ne yan tenê ne. Ewê rastî jî gelek alî min kir, çaxê şixulê berpirsiyartiyêda bû hevalxizmetkara min.

SALEKE GELEK FERZ

Meha Çileyê sala 1978-da, minra gotin, wekî Kwêbêkêda Mekteba bona Pêşenga derbaz kim. Ez seva vê yekê gelek berxwe diketim, çimkî ez evê mektebê derbaz nebibûm, û min ne jî derbaz kiribû. Çiqas baş bû wekî vê mekteba pêşinda ku min derbaz dikir, gelek pêşengên cêribandî hebûn. Rast e ez dersdar bûm, lê ez ji van şagirta gelek tişt hîn bûm!

Wede şûnda, sala 1978-da ser Stadyona Olîmpîkî Monrêalêda, civata mezine hemdinyayê derbaz bû, bi navê “Baweriya ku Serdikeve”. Kwêbêkêda ew civata mezin ya lape mezin bû, kîderê 80 000 meriva zêdetir hatibûn. Cabdarî dane min, ku tevî jûrnalîsta derheqa civata mezin xeber dim. Û min tevî gelek jûrnalîsta xeber da. Ez ecêbmayî mam û şa bûm, ku mêdyayêda gelek tiştên baş derheqa me gotin û nivîsîn. Wana derheqa me bi seda gotar neşir kirin. Usa jî wana pê têlêvîsyonê û pê radîoyê derheqa me xeber didan, ku bi temamî 20 siheta zêdetir kişand. Belê, şedetîke mezin hatibû dayînê!

DERBAZÎ DEŞTA DIN DIBIN

Min ji nixumandina xwe destpêkirî, Kwêbêkêda deşta zimanê Fransîda xizmet dikir. Lê sala 1996-da guhastineke mezin qewimî. Ez Torontoyêda deşta zimanê Înglîzîda hatime kifşkirinê. Ez difikirîm, wekî ezê nikaribim ser zimanê Înglîzî gotara bixûnim, çimkî min ev ziman rind nizanibû. Seva vê yekê min gerekê gelek dua bikira û hê zêde îtbariya xwe Yehowa bianiya.

Pêşiya ku min destpêkira vê kifşkirina tezeda xizmet kim, ez gelek ditirsiyam û berxwe diketim, lê ez dikarim bêjim, wekî ew du salên xweş Torontoyêda, gelek şabûn minra anîn. Karolînê bi sebir alî min dikir, wekî şerm nekim ser zimanê Înglîzî xeber dim. Xûşk-bira jî piştgiriya min dikirin û dil didane min. Me zûtirekê xwera hevalên teze dît.

Organîzekirina civatên mezinda ku şemî-leda derbaz dibûn, gelek şixulên min hebûn. Lê ez gelek car Îniyê êvara weke sihetekê diçûm mal bi mal xizmet kim. Hinek dibeke difikirîn, ku çira hema pêşiya civata mezin, çaxê gelek şixul ser stûyê min bû, ez diçim xizmetiyê. Lê çaxê ez diçûme xizmetiyê ez dişidiyam, çimkî hebûn merivên usa, ku rind guh didane min. Xizmetî heta îro minra qewat û şabûnê tîne.

Sala 1998-da, ez û Karolîna Monrêalêda ça pêşengên hertim hatine kifşkirinê. Gelek sala şixulê min ew bû, wekî ciyên ku gelek meriv hebûn, xizmetiyê organîze kim, û usa jî mêdyayêra derheqa Şedên Yehowa înformasiya rast bidim, çimkî gelek tiştên nerast derheqa me bela dikirin. Ez û Karolîna niha mizgîniyê bela dikin wan xerîbara, yên ku teze derbazî Kanadayê dibin û dixwazin derheqa Kitêba Pîroz hê zêde pêbihesin.

Tevî jina xwe Karolîna

Çaxê ez derheqa 68 salên xweye xizmetiyê difikirim, ez divînim Yehowa ça ez kerem kirime. Ez usa bextewar im, ku min xizmetî hiz kir û min alî geleka kiriye ku bêne ser riya rast. Hin jî çaxê qîza min Lîz û mêrê wê zarên xwe mezin kirin, wana jî pêşengtî destpêkir. Xîreta wê xizmetiyêda, şabûnê dike dilê min. Ez usa jî gelek ji wan Mesîhiya razî me, yên ku minra mesela baş bûn û şîretên bîlanî didane min. Bi saya vê yekê ez ruhanîda hê pêşda çûm û min cûre-cûre kifşkirinada xizmet kiriye. Min fem kir, wekî em dikarin bi aminî kifşkirina xwe berdewam kin, tenê hergê îtbariya xwe qewata ruhê Yehowayî pîroz bînin (Zeb. 51:11). Ez her gav razîbûna xwe Yehowara didim kifşê, çimkî ewî qedirekî usa da min, wekî navê wî rûmet kim (Zeb. 54:6).

^ abz. 16 Jûrnala “Hişyar Bin!”-da ya 22 Nîsanê, sala 2000, bixûnin serhatiya Glên Haû bi navê “Eva Şerê Me Nîne, lê ya Xwedê ye”.

^ abz. 20 Serhatiya Laûrîêr Saûmûr bi navê “Min Tiştek Dît ji bo Çi jî Hêja bû Şer bikim”, bixûnin “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Mijdarê, sala 1976.

^ abz. 20 Dêvîd Splêyn îro endemê Koma Rêberiyêye Şedên Yehowa ye.