Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

Bavê Me Yehowa ji Me Pir Hez Dike

Bavê Me Yehowa ji Me Pir Hez Dike

“Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me” (MET. 6:9).

KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

PÊŞGOTIN *

1. Berî ku mirov dikaribû bi padîşahê Farsê re bipeyive, lazim bû ku wî çi bikira?

XEYAL bike ku tu 2.500 sal berê li Farsê dijî. Tu dixwazî bi padîşah re di heqê tiştekî de bipeyivî, loma tu diçî bajarê Şûşanê. Berî ku tu herî ba padîşah, gerek tu destûra wî bistînî, çimkî kesên ku bê destûr dikevin seraya padîşah dikarin bên kuştin (Est. 4:11).

2. Gelo em dikarin nêzikî Yehowa bibin?

2 Em şikurdar in ku Yehowa ne mîna padîşahên Farsê ye. Yehowa ji hemû padîşah û hikumdarên vê dinyayê bilindtir e, lê ew dîsa jî her tim hazir e ku guh bide me. Ew dixwaze ku em bê tirs bi wî re xeber bidin. Yehowa her çi qas Afirandêr, Karîndarê Her Tiştî, Reb û Xudan e jî, em dikarin wî wek “Bav” bi nav bikin (Met. 6:9). Em çi qas şa ne ku Yehowa dixwaze ku em nêzikî wî bibin!

3. Em çima dikarin ji Yehowa re bibêjin “Bav”, û li vê meqaleyê emê çi muzakere bikin?

3 Yehowa bi rastî jî Bavê me ye, çimkî ew “kaniya jiyanê” ye (Zeb. 36:9). Ji ber ku ew Bavê me ye, gerek em guh bidin wî. Eger em bi ya wî bikin, emê bereketên mezin bistînin (Îbr. 12:9). Yek ji van bereketan, jiyana herheyî ye – yan li ezmanan yan jî li rûyê erdê. Wekî din, em niha jî gelek bereketan distînin. Li vê meqaleyê, emê hin îsbatan bibînin ku Yehowa bi rastî jî Bavê meyî dilovan e û em çima dikarin bawer bin ku ew me tu caran terk nake. A yekê, bila em bibînin ku em ji ku dizanin ku Yehowa ji me pir hez dike û xema me dixwe.

YEHOWA BAVEKÎ DILOVAN E

Wekî ku bavekî dilovan dixwaze nêzikî zarokên xwe be, Yehowa jî dixwaze nêzikî me be (Li paragrafa 4an binêre)

4. Li hinekan çima zor tê ku Yehowa wek Bavê xwe bibînin?

4 Gelo li te zor tê ku Xwedê wek Bavê xwe bibînî? Hin kes difikirin ku Yehowa ew qas bilind e ku ew xema wan naxwe. Lê belê, Bavê meyî dilovan naxwaze ku em wisa bifikirin. Wî jiyan daye me, û ew dixwaze ku em bibin dostên wî. Piştî ku Pawlosê şandî li bajarê Atînayê ev yek ji guhdarên xwe re gotibû, wî îzah kir ku Yehowa “ji tu kesî ji me ne dûr e” (Kar. 17:24-29). Xwedê dixwaze ku em nêzikî wî bibin çawa ku zarokek bi rihetî nêzikî dê û bavê xwe dibe.

5. Serpêhatiya xwişkeke me çi rêyî me dide?

5 Ji ber ku hin kesan ji zaroktiya xwe ve ji bavê xwe hezkirin û germî nedîtibûn, li wan zor tê ku Yehowa wek Bavê xwe bibînin. Xwişkeke me wisa dibêje: “Bavê min pir sert bû. Gava min dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, li min zor dihat ku ez Xwedê wek Bavê xweyî ezmanî bibînim. Lê piştî ku min Yehowa ji nêzik ve nas kir, fikrên min guherîn.” Eger halê te jî mîna halê vê xwişkê ye, bawer be ku tu jî dikarî Yehowa wek Bavê herî baş bibînî.

6. Li gor Metta 11:27, Yehowa çawa alî me dike ku em wî wek Bavê xweyî dilovan bibînin?

6 Yehowa gotin û kirinên Îsa Mesîh li Kitêba Pîroz daye nivîsandin. Bi vî awayî, Yehowa alî me dike ku em wî wek Bavê xweyî dilovan bibînin (Metta 11:27 bixwîne). Şexsiyeta Îsa bi temamî dişibe şexsiyeta Bavê wî. Loma, Îsa wisa got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûh. 14:9). Gava Îsa behsa Yehowa dikir, wî ew gelek caran wek “Bav” bi nav dikir. Li çar Încîlan, Îsa 165 caran Yehowa wek “Bav” bi nav kir. Îsa çima ew qas behsa Yehowa dikir? Yek ji sebeban ev e ku mirov bawer bin ku Yehowa Bavekî dilovan e (Yûh. 17:25, 26).

7. Minasebeta di nav Yehowa û Îsa de çi rêyî me dide?

7 Bîne ber çavê xwe ku minasebeta di nav Yehowa û Kurê wî Îsa de çawa bû. Yehowa hem guh dida duayên Îsa hem jî cewab dida (Yûh. 11:41, 42). Di hemû tengasiyên xwe de, Îsa her tim hezkirin û alîkariya Bavê xwe didît (Lûqa 22:42, 43).

8. Yehowa çawa li Îsa xwedî derdiket?

8 Îsa Bavê xwe wek çavkaniya jiyana xwe didît. Wî wisa got: “Ez bi saya Bav dijîm” (Yûh. 6:57). Îsa xwe bi temamî dispart Bavê xwe, û Yehowa hem ji aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê ruhî ve li Îsa xwedî derdiket (Met. 4:4).

9. Yehowa çawa nîşan dida ku ew ji Îsa hez dike û xema wî dixwe?

9 Belê, Îsa Mesîh dizanibû ku Bavê wî piştgiriya wî dike (Met. 26:53; Yûh. 8:16). Yehowa her çi qas Îsa ji hemû kul û derdan nediparast jî, wî alî wî dikir ku ew karibe li hemberî tengasiyan sebat bike. Îsa dizanibû ku rojekê, ewê ji tengasiyê xelas bibe (Îbr. 12:2). Yehowa guh dida Îsa, hewcedariyên wî tedarek dikirin û piştgiriya wî dikir. Bi vî awayî, Yehowa nîşan dida ku ew xema Îsa dixwe (Yûh. 5:20; 8:28). Bila em bibînin ku Yehowa çawa xema me jî dixwe.

BAVÊ MEYÎ DILOVAN ÇAWA LI ME XWEDÎ DERDIKEVE?

Bavên dilovan (1) guh didin zarokên xwe, (2) hewcedariyên wan tedarek dikin, (3) wan perwerde dikin û (4) wan diparêzin. Bavê meyî ezmanî jî bi awayên wisa bi me eleqedar dibe (Li paragrafên 10 heta 15an binêre) *

10. Li gor Zebûr 66:19, 20, Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji me hez dike?

10 Yehowa duayên me dibihîze (Zebûr 66:19, 20 bixwîne). Yehowa ji bo duayan sînoran danayne. Ew dixwaze ku em “bê rawestin” dua bikin (1. Sel. 5:17). Em li ku derê bin jî, em her tim dikarin bi hurmetkarî ji Xwedê re dua bikin. Ew tu caran ew qas mijûl nabe ku nikare guh bide me. Ew her tim bala xwe dide duayên me. Gava em fehm dikin ku Yehowa duayên me dibihîze, em xwe nêziktirî wî hîs dikin. Zebûrbêj wisa gotibû: “Ez ji Xudan hez dikim, çimkî ew dengê min û hawara min dibihîze” (Zeb. 116:1).

11. Yehowa çawa cewabê dide duayên me?

11 Ji xeynî vê ku Bavê me duayên me dibihîze, ew cewabê dide van duayan. Yûhennayê şandî wisa nivîsî: “Çaxê em tiştekî li gor daxwaza [Xwedê] bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûh. 5:14, 15). Yehowa rind dizane ku ji bo me çi baş e. Loma dibe ku cewabên duayên me ne li gor dilê me bin. Carinan, ew dikare bibêje “Na”, yan jî ew belkî dixwaze ku em sebir bikin (2. Kor. 12:7-9).

12-13. Bavê meyî ezmanî hewcedariyên me çawa tedarek dike?

12 Yehowa hewcedariyên me tedarek dike. Wekî ku Yehowa dixwaze ku hemû bav li malbatên xwe binêrin, ew jî li malbata xwe dinêre (1. Tîm. 5:8). Loma ew hewcedariyên madî yên zarokên xwe tedarek dike. Ew naxwaze ku em ji bo xwarin, kinc yan starê xemê bixwin (Met. 6:32, 33; 7:11). Wek Bavekî dilovan, Yehowa wê her tim hewcedariyên me tedarek bike.

13 A herî muhîm jî ev e ku Yehowa hewcedariyên me yên ruhî tedarek dike. Bi navgîniya Peyva xwe, wî rastiya li ser xwe, li ser armanca xwe, li ser maneya jiyanê û li ser îstiqbalê eşkere kiriye. Ew bi me eleqedar bûbû gava me rastiya Kitêba Pîroz nû bihîstibû, û wî bi navgîniya dê û bavê me yan jî mamosteyekî din alî me kiribû ku em wî nas bikin. Niha jî, ew bi destê kalên civatê û xwişk û birayên din bi dilovanî alîkariya me dike. Wekî din, gava em diçin civînan, em tevî vê malbata ruhî ji Yehowa melûmatê distînin. Bi van awayan û bi gelek awayên din, Yehowa wek Bavekî dilovan xema me dixwe (Zeb. 32:8).

14. Yehowa me çima û çawa perwerde dike?

14 Yehowa me perwerde dike. Îsa bêqisûr bû, lê em qisûrdar in. Loma, Yehowa me carinan terbiye dike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike” (Îbr. 12:6, 7). Yehowa me bi gelek awayan perwerde û terbiye dike. Mesela, tiştekî ku em li Peyva wî dixwînin yan li civînê dibihîzin dikare me serrast bike. Yan jî dibe ku Yehowa bi destê kalên civatê alî me bike. Yehowa me çawa terbiye bike jî, sebeba vê her tim ev e ku ew ji me hez dike (Yêr. 30:11).

15. Yehowa me çawa diparêze?

15 Yehowa piştgiriya me dike gava em rastî tengasiyan tên. Çawa ku bavên dilovan alî zarokên xwe dikin gava ew rastî probleman tên, Bavê meyî ezmanî jî piştgiriya me dike gava em dikevin tengasiyê. Bi destê ruhê pîroz, ew me diparêze ku em ji aliyê ruhî ve zerarê nebînin (Lûqa 11:13). Wekî din, Yehowa alî me dike gava em cesareta xwe winda dikin yan gava em dilteng dibin. Mesela, ew hêviyeke pir xweş dide me. Bi saya vê hêviyê, em dikarin li hemberî tengasiyan sebat bikin. Bi ser de, Yehowa soz dide ku eger tiştekî xerab bê serê me, ewê hemû zerarê telafî bike. Tengasiyên me çi bin jî, em dizanin ku ewê wexteke bi şûn de xelas bibin, lê belê bereketên Yehowa wê heta bi hetayê berdewam bikin (2. Kor. 4:16-18).

BAVÊ ME YEHOWA ME TU CARAN TERK NAKE

16. Çi qewimî gava Adem li ber Bavê xweyî dilovan serî hilda?

16 Ev yek ku Yehowa çi kiribû gava Adem guh nedabû wî nîşan dide ku ew ji me çi qas hez dike. Gava Adem li ber Bavê xweyî ezmanî serî hilda, Adem ji malbata Yehowa hat derxistin, loma em jî aîdî vê malbata dilşad nînin (Rom. 5:12; 7:14). Lê belê Yehowa tiştek kir ku alî zarokên Adem bike.

17. Hemen piştî serhildana Adem, Yehowa çi kir?

17 Gava Yehowa ceza da Adem, wî zarokên Adem bêçare nehişt, lê wî soz da ku însanên guhdar wê rojekê vegerin malbata wî (1. Mû. 3:15; Rom. 8:20, 21). Ji bo vê, Yehowa Kurê xwe Îsa di oxira me de wek fîdye da. Bi vî awayî, Yehowa eşkere kir ku ew ji me çi qas hez dike (Yûh. 3:16).

Eger em ji Xwedê dûr ketibin, lê paşê tobe bikin, Bavê meyî dilovan Yehowa hazir e ku me ji nû ve qebûl bike (Li paragrafa 18an binêre)

18. Em çima dikarin bawer bin ku eger em ji Yehowa dûr ketibin jî, ew me wek zarokên xwe dibîne?

18 Em her çi qas qisûrdar in jî, Yehowa dixwaze ku em bikevin malbata wî, û ew ji me aciz nabe. Eger em dilê wî biêşînin yan jî heta wextekê ji wî dûr bikevin jî, Yehowa tu caran ji me naweste. Bi çîroka kurê windabûyî, Îsa nîşan da ku Yehowa ji zarokên xwe çi qas hez dike (Lûqa 15:11-32). Bavê li vê çîrokê dev ji hêviya xwe bernedida ku rojekê, kurê wî wê vegere. Gava kurê windabûyî vegeriya malê, bavê wî ew bi dilgermî qebûl kir. Eger em ji Yehowa dûr ketibin, lê paşê tobe bikin, em dikarin bawer bin ku Bavê meyî dilovan hazir e ku me ji nû ve qebûl bike.

19. Yehowa wê zerara ku seba gunehê Adem hatiye meydanê çawa telafî bike?

19 Bavê me wê hemû zerara ku seba gunehê Adem hatiye meydanê telafî bike. Piştî serhildana Adem, Yehowa ji xwe re kir armanc ku 144.000 kesî hilbijêre ku tevî Kurê wî wek padîşah û kahîn li ezmanan xizmetê bikin. Li dinyaya nû, Îsa û hempadîşahên wî wê alî kesên guhdar bikin ku ew bibin însanên bêqisûr. Piştî ku ew ji îmtihana dawîn derbas bibin, Xwedê wê jiyana bêdawî bide wan. Li wê demê, Bavê me wê pir şa bibe gava dinya bi qîz û kurên wî ve tije bibe. Li wê demê, jiyan wê pir xweş be!

20. Yehowa çawa nîşan daye ku ew ji me pir hez dike, û li meqaleya din emê çi muzakere bikin?

20 Yehowa nîşan daye ku ew ji me pir hez dike. Ew Bavê herî baş e. Ew duayên me dibihîze, û ew hewcedariyên me yên madî û ruhî tedarek dike. Ew me perwerde dike û piştgiriya me dike. Wekî din, ewê bereketên bêemsal bide me. Em çi qas şa ne ku Bavê me ji me hez dike û xema me dixwe! Li meqaleya din, emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em şikurdar in ji ber ku ew ji me hez dike.

KILAM 108 Hizkirina Xwedêye Helal

^ par. 5 Yehowa hem Afirandêr û Hikumdarê me ye hem jî Bavê meyî dilovan e. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çawa xema me dixwe û em çima dikarin bawer bin ku ew me tu caran terk nake.

^ par. 59 RESIM: Ev çar resim hin bavan nîşan didin, ên ku bi zarokên xwe eleqedar dibin: (1) Bavek rind guh dide kurê xwe. (2) Bavek xwarinê dide qîza xwe. (3) Bavek kurê xwe perwerde dike. (4) Bavek kurê xwe teselî dike. Destê Yehowa, yê ku li piştî van çar resiman xuya dike, tîne bîra me ku Yehowa jî bi awayên wisa li me xwedî derdikeve.