Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6

Bavê Me Yehowa, Me Gelek Hiz Dike

Bavê Me Yehowa, Me Gelek Hiz Dike

“Lê hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana!’” (MET. 6:9).

KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

VÊ GOTARÊDA *

1. Hergê kesekî bixwesta tevî padşê Farisê xeber da, pêşiyê gerekê çi bikira?

BIDINE ber çevê xwe, ku hûn weke 2 500 sal pêşda, Farisêda dijîn. Hûn dixwazin tevî padşê wî welatî derheqa tiştekî xeber din, lema hûn diçine şeherê Şûşanê, kîderê ku padşa dijî. Lê pêşiya ku tevî wî xeber din, hûn gerekê îzinê ji wî bixwazin. Hergê hûn bixwazin bêy îzin tevî wî xeber din, hûn dikarin bêne kuştinê (Est. 4:11).

2. Yehowa dixwaze ku em hindava wîda ça bin?

2 Em gelek razî ne, ku Yehowa mîna wî padşê Farisê nîne! Rast e Yehowa ji her serwêrî bilindtir û qewattir e, lê yeke em timê dikarin tevî wî xeber din. Ew dixwaze, wekî em aza tevî wî xeber din û nêzîkî wî bin. Mesele, sernavên Yehowayî usa qewî hene ça Efirandarê herî Bilind, Serwêrê Himzor, Xweyî Xudan, lê yeke ew dixwaze, ku çaxê em tevî wî xeber didin, xebereke dilgermî bidine xebatê, dêmek jêra bêjin “Bavo” (Met. 6:9). Em bextewar in, çimkî Yehowa dixwaze heleqetiya me tevî wî usa nêzîk be!

3. Çira em dikarin Yehowara bêjin “Bavo”, û emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Em bi rastî dikarin Yehowara bêjin Bavo, çimkî ew e Jîyîndarê me (Zeb. 36:9). Ew Bavê me ye, lema em borcdar in gura wî bikin. Hergê em usa bikin ça ew dixwaze, emê keremên mezin bistînin (Îbrn. 12:9). Dikeve nava wan kerema jîyîna heta-hetayê, yan ser erdê yan ser ezmana. Lê em niha jî kerema distînin. Vê gotarêda wê bê şêwirkirinê, ku çi îzbat dike, wekî Yehowa ça Bav me hiz dike, û çira em gerekê dudilî nebin, wekî ew wê axiriyêda tu car me nehêle. Lê pêşiyê were em şêwir kin, ku çira em bawer in, wekî Bavê meyî ezmana me gelek hiz dike û dixwaze alî me bike.

YEHOWA BAVEKÎ BI HIZKIRIN Û XEMKÊŞ E

Yehowa dixwaze tevî me nêzîk be, mîna bavê bi hizkirin, ku tevî zarên xwe nêzîk e (Binihêre abzasa 4)

4. Çira hinekara çetin e Xwedê hesab kin ça Bavê xwe?

4 Wera çetin e Xwedê hesab kin ça Bavê xwe? Hinek dibeke difikirin, wekî himberî Yehowa meriv usa biçûk in, ku ber çevê wî tiştek nînin. Lema ewana dudilî dibin, wekî Xwedêyê Himzor bona wan xem dike. Lê Bavê meyî bi hizkirin naxwaze em usa bifikirin. Ewî emir daye me û ew dixwaze, wekî heleqetiya me tevî wî hebe. Çaxê Pawlos derheqa vê rastiyê got, ewî Atînayêda guhdarvanên xwera şirovekir, ku Yehowa “ji me her kesî ne dûr e” (Kar. Şand. 17:24-29). Xwedê dixwaze wekî her kes ji me hindava wîda usa be, ça zar tevî bavê xweyî bi hizkirin û xemkêş xeber dide.

5. Em ji mesela xûşkeke me çi pêdihesin?

5 Hinekara çetin e Xwedê hesab kin ça Bavê xwe, çimkî bavê wan wanra hindik hizkirin û dilgermî daye kifşê, yan jî qe nedaye kifşê. Dîna xwe bidinê xûşkeke me çi dibêje: “Bavê min gelek car pê çêra û giliyên necayîz minra xeber dida. Lema jî çaxê min cara pêşin destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, minra çetin bû nêzîkî Bavê xweyî ezmana bim. Lê çaxê min Yehowa hê rind nas kir, nihêrandina min hate guhastinê”. Lê hûn jî xwe usa texmîn dikin? Hergê erê, dilteng nebin. Hine wede şûnda, hûnê jî bikaribin ser xwe texmîn kin, wekî Yehowa Bavekî lapî baş e.

6. Li gora Metta 11:27, çi cûreyî Yehowa alî me dike, wekî em wî ça Bavekî bi hizkirin hesab kin?

6 Cûrek ku Yehowa ça alî me dike, wekî em wî ça Bavekî bi hizkirin hesab kin, ew e ku ewî gilî û kirên Îsa Kitêba Pîrozda daye nivîsarê. (Bixûne Metta 11:27.) Îsa bi temamî çev dida Bavê xwe, lema ewî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhn. 14:9). Gelek car Îsa çaxê derheqa Yehowa xeber dida, ser wî digot Bav. Îsa weke 165 cara hema tenê çar kitêbên pêşine Mizgîniyêda ser Yehowa dibêje “Bav”. Çira ewî usa zef derheqa Yehowa xeber dida? Menîk ew e, seva meriv bawer bûna, ku Yehowa Bavekî bi hizkirin e (Yûhn. 17:25, 26).

7. Em çi pêdihesin derheqa Yehowa ji vê yekê, ku ew hindava Kurê xweda ça bû?

7 Bifikirin ku em derheqa Yehowa çi pêdihesin ji wê yekê, ku ewî ça xwe dida kifşê hindava Kurê xwe Îsa. Yehowa timê duayên wî dibihîst. Ewî ne ku tenê duayên wî dibihîst, lê usa jî caba duayên wî dida (Yûhn. 11:41, 42). Îsa rastî çi çetinaya jî dihat, timê hizkirin û piştgiriya Bavê xwe ser xwe texmîn dikir (Lûqa 22:42, 43).

8. Yehowa çida bona Îsa xem dikir?

8 Îsa fem dikir, ku Bavê wî Kaniya jîyîna wî ye, lema ewî got: “Bi destê Bavê ez sax im” (Yûhn. 6:57). Îsa bi temamî îtbariya xwe Bavê xwe dianî, û Yehowa bona hewcên wî timê xem dikir. Lê ya lape ferz ew e, ku Yehowa bona hewcên wîye ruhanî xem dikir (Met. 4:4).

9. Yehowa ça îzbat kir, ku bi hizkirin bona Îsa xem dikir?

9 Yehowa çawa Bavê hizkirî, usa kir wekî Îsa bizanibe, ku Ew bona wî xem dike (Met. 26:53; Yûhn. 8:16). Rast e Yehowa Îsa xwey nedikir ji hemû tiştên ku dikaribûn ziyan bidana wî, lê ewî alî wî dikir, wekî cêribandinada teyax ke. Îsa zanibû, wekî ew rastî çi tengasiyê jî bê, wê wedelû be (Îbrn. 12:2). Yehowa îzbat kir, ku ew Îsa hiz dike, gava duayên wî dibihîst, bona wî xem dikir, wî hîn dikir û piştgiriya wî dikir (Yûhn. 5:20; 8:28). Niha were em pêbihesin, ku Bavê meyî ezmana ça bi wî cûreyî bona me jî xem dike.

BAVÊ MEYÎ BI HIZKIRIN ÇA BONA ME XEM DIKE

Bavê bi hizkirin 1) guh dide, 2) xwey dike, 3) hîn dike, û 4) alî zarên xwe dike. Bavê meyî ezmana jî usa bona me xem dike (Binihêre abzasa 10-15) *

10. Li gora Zebûr 66:19, 20, Yehowa ça dide kifşê ku ew me hiz dike?

10 Yehowa duayên me dibihê. (Bixûne Zebûr 66:19, 20.) Ew naxwaze, wekî duayên me bi sînor bin, dewsê ew me hêlan dike, wekî em timê wîra dua bikin (1 Têsln. 5:17). Em dikarin Xwedayê xwera hertim dua bikin, firqî tune em kîderê bin. Ew duayên me pişt guhê xweva nabêje û timê hazir e guh bide me. Çaxê em divînin, wekî Yehowa duayên me dibihê, em diha nêzîkî wî dibin û wî hiz dikin. Zebûrbêj got: “Ez Xudan hiz dikim, Ewî dengê zarînîya min bihîst” (Zeb. 116:1).

11. Yehowa ça caba duayên me dide?

11 Bavê me ne ku tenê duayên me dibihê, lê usa jî caba duayên me dide. Yûhennayê şandî dibêje: “Heger em tiştekî li gora xwestina [Xwedê] jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhn. 5:14, 15). Belê, Yehowa dibeke usa caba duayên me nede çawa ku em hîviyê ne, çimkî ew diha rind zane çi bona me baş e. Lema jî cara caba wî na ye, yan jî ew dixwaze, wekî em hîviyê bin (2 Korn. 12:7-9).

12-13. Bavê meyî ezmana çi cûreyî bona me xem dike?

12 Yehowa me xwey dike û bona me xem dike. Ew xwexa jî tîne sêrî wan tişta, çi ku ji bava dewa dike (1 Tîmt. 5:8). Ew bona hewcên zarên xwe aliyê matêrîalîda, xem dike. Yehowa naxwaze em berxwe kevin bona xwarinê, kincxwekirinê, yan jî bona vê yekê ku kîderê bijîn (Met. 6:32, 33; 7:11). Yehowa çawa bavê bi hizkirin, hela hê jî xem kiriye bona vê yekê, wekî axiriyêda hemû tişt çi ku mera lazim be bal me hebe.

13 Lê ya lape ferz, Yehowa bona ruhaniya me xem dike. Ewî bi saya Xebera xwe eyan kir rastiya derheqa xwe, nêta xwe, û usa jî eyan kir, ku ewî çira em efirandine û axiriyêda wê çi biqewime. Xêncî vê yekê, ewî bi dê-bavê me yan jî merivên din alî me kir, wekî em derheqa wî pêbihesin. Xwedê bi saya rûspiyên civatê û xûşk-birên ruhanîda gihîştî, alî me dike, wekî em dostiya xwe tevî wî unda nekin. Yehowa usa jî me bi saya civata şîret dike, kîderê ku em tevî malbeta xweye ruhanî, hîn dibin. Bi wî cûreyî û dîsa bi cûrên din, Yehowa me her kesîra hizkirina xwe dide kifşê (Zeb. 32:8).

14. Çira Yehowa me hîn dike, û ça ew vê yekê dike?

14 Yehowa me hîn dike. Em himberî Îsa neqedandî ne. Lema jî Bavê me seva me hîn ke, wededa ji hizkirinê me şîret dike. Xebera wî mera dibêje: “Xudan kê hiz dike, wî şîret dike” (Îbrn. 12:6, 7). Yehowa bi gelek cûra me şîret dike. Mesele, çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, yan jî ser civata guh didine bernamê, em cara têderdixin, ku çida em gerekê xwe biguhêzin. Yan jî cara em alîkariyê ji rûspiya distînin. Firqî tune Yehowa çi cûreyî me şîret dike, ew timê vê yekê dike, çimkî me hiz dike (Yêrem. 30:11).

15. Yehowa çi cûreyî me xwey dike?

15 Yehowa tengasiyada alî me dike. Mîna bavê ku wedê çetinaya alî zarên xwe dike, usa jî Bavê meyî ezmana wedê tengasiya tê hewara me. Ew pê ruhê xweyî pîroz me ji ziyana ruhanî xwey dike (Lûqa 11:13). Xêncî vê yekê, çaxê em dilteng in, Yehowa usa jî êmosiyalîda me xwey dike. Mesele, ew hêviya pir baş dide me bona axiriyê. Ew hêvî alî me dike ku ber derecên giran teyax kin. Bîr nekin vê yekê: Firqî tune em rastî çi kul-derda jî bên, Bavê meyî hizkirî wê hemû ziyanên ku me standiye, bi temamî qenc ke. Hemû cêribandinên me wedelû ne, lê keremên ku Yehowa bide me, wê heta-hetayê bimînin (2 Korn. 4:16-18).

BAVÊ ME WÊ TU CAR ME NEHÊLE

16. Çi qewimî çaxê Adem gura Bavê xweyî hizkirî nekir?

16 Em hizkirina Yehowa eşkere divînin vê yekêda, ku ewî çi kir gava cara pêşin malbeta wîda ya ser erdê problêm pêşda hat. Çaxê Adem gura Bavê xweyî ezmana nekir, ewî îda malbeta Yehowada ciyê xwe unda kir, ne ew, ne jî zuretên wî îda para vê malbetê nîbûn (Rom. 5:12; 7:14). Lê Yehowa bona xatirê zureta Adem, tiştekî mexsûs kir.

17. Paşî neguhdarîkirina Adem, Yehowa derbêra çi kir?

17 Rast e Yehowa Adem ceza kir, lê ewî zuretên Adem ku hê nehatibûn dinê, bê hêvî nehîşt. Ewî derbêra soz da, wekî merivên guhdar wê vegerin nav malbeta wî (Destp. 3:15; Rom. 8:20, 21). Yehowa wê ewî sozî bîne sêrî ser hîmê qurbana Îsa, Kurê xweyî delal. Yehowa Kurê xwe bona me berva da, û pê vê yekê îzbat kir, wekî ew ça qayîm me hiz dike (Yûhn. 3:16).

Hergê em ji Xwedê dûr ketine, lê tobe dikin, Yehowa Bavê meyî hizkirî hazir e me qebûl ke û dixwaze em vegerin (Binihêre abzasa 18)

18. Çira em dikarin dudilî nebin, wekî Yehowa dîsa me ça zarên xwe hesab dike, hergê jî em ji wî dûr ketine?

18 Rast e em gunekar in, lê Yehowa dixwaze em neferên malbeta wî bin, û ew tu car nafikire, wekî em bona wî bargiran in. Dibeke em dilê wî dêşînin yan jî hine wede ji wî dûr dikevin, lê yeke timê çevê Yehowa riya me ye, ku em vegerin bal wî. Îsa çaxê serhatiya kurê undabûyî gilî kir, da kifşê wekî Yehowa ça bav zarên xwe çiqas zef hiz dike (Lûqa 15:11-32). Vê serhatiyêda bav tu car hêviya xwe unda nedikir, ku kurê wî wê dîsa vegere. Gava kurê wî vegeriya mal, ewî bi dil û can kurê xwe qebûl kir. Hergê em ji Yehowa dûr ketine, lê em poşman dibin û tobe dikin, em gerekê dudilî nebin, ku Bavê meyî hizkirî hazir e û dixwaze me paşda vegerîne.

19. Yehowa wê ça hemû ziyanên ku me ji Adem standiye, bide hildanê?

19 Bavê me wê hemû ziyanên ku me ji Adem standiye, bide hildanê. Paşî raberîbûna Adem, Yehowa safî kir, wekî 144 000 meriva bijbêre ku bike zarên xwe, seva ewana ser ezmana tevî Kurê wî, ça padşa û kahîn xizmet kin. Îsa û ewên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, dinya tezeda wê alî merivên guhdar bikin, wekî ewana bibine bêqisûr. Paşê, çaxê ewana cêribandina xilaziyêda amin bimînin, Xwedê wê wana pê jîyîna heta-hetayê xelat ke. Hingê Bavê me wê gelek eşq û şa be, çimkî wê bivîne ku erd bi kur û qîzên wîyî bêqisûr tijî ye. Ew wede wê çiqas mexsûs û xweş be!

20. Yehowa ça nîşan dike, wekî ew me gelek hiz dike, û gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

20 Yehowa eşkere mera nîşan dike, ku ew çiqas qayîm me hiz dike. Ew Bavekî lapî baş e! Ew duayên me dibihê û me xwey dike, hin matêrîalîda hin jî ruhanîda. Ew me şîret dike û alî me dike. Ew usa jî axiriyêda wê keremên pir baş ser meda bibarîne. Dilê me germ dibe çaxê em zanin, wekî Bavê me Yehowa, me hiz dike û bona me xem dike! Gotara dinda emê şêwir kin, ku em çawa zarên wî, çi cûreyî dikarin nîşan kin, ku em hizkirina wî dişêkirînin.

KILAMA 108 Hizkirina Xwedêye Helal

^ abz. 5 Rast e Yehowa Efirandar û Serwêrê meyî Himzor e, lê usa jî gelek meniyên me hene, ku wî hesab kin ça Bavê xwe, kîjan ku me gelek hiz dike û bona me xem dike. Û vê gotarêda emê derheqa wan meniya şêwir kin. Emê usa jî pêbihesin, ku çira em gerekê bawer bin, wekî Yehowa tu car wê me nehêle.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Her çar derece heleqetiya bav tevî zara wî nîşan dikin: bav rind guh dide kurê xwe, bav bona hewcên qîza xwe xem dike, bav kurê xwe hîn dike, û bav dilbîniyê dide kurê xwe. Destê Yehowa pişt wan şikla, tîne bîra me, wekî Yehowa jî bi vî cûreyî bona me xem dike.