Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

Em Yehowa Bavê Xwe Gelek Hiz Dikin

Em Yehowa Bavê Xwe Gelek Hiz Dikin

“Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin” (1 YÛHN. 4:19).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Çira û çawa Yehowa mera mecal da, ku bibine neferên malbeta wî?

YEHOWA em teglîf kirine, ku bibine neferên malbeta wî. Ew teglîfkirin rastî jî çiqas mexsûs e! Ew malbet ji wan meriva ye, yên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine û baweriya xwe qurbana Kurê wî tînin. Em malbeteke bextewar in. Em ne tenê îro pê emirê bextewar dijîn, lê hêviya me heye, wekî em axiriyêda heta-hetayê bijîn, firqî tune ser erdê Cinetêda yan ser ezmana.

2 Yehowa ji hizkirinê tiştekî usa kir, wekî em bikaribin bibine neferên malbeta wî. Lê seva vê yekê ewî heqê mezin da (Yûhn. 3:16). Em “bi qîmet hatine kirînê” (1 Korn. 6:20). Yehowa bi saya kirînê mera mecal da, wekî heleqetiya me tevî wî nêzîk be. Qedirekî meyî mezin heye, wekî nava gerdûnêda Kesê lapî mezinra, bêjin Bavo. Û çawa me gotara pêşiya vêda dît, Yehowa Bavekî lapî baş e.

3. Çaxê em derheqa hemû qenciyên Yehowa difikirin, dibeke kîjan pirs bal me pêşda tê? (Binihêre usa jî çargoşe “ Gelo Yehowa Dîna Xwe Dide Min?”)

3 Mîna zebûrbêjekî, dibeke em jî pirsê didine xwe: “Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min?” (Zeb. 116:12) Caba vê pirsê ew e, ku bi rastî emê tu car nikaribin bona her tiştî heqê Bavê xweyî ezmana bidin. Lê yeke hizkirina wî hindava me, me hêlan dike wekî wî hiz bikin. Yûhennayê şandî nivîsî: “Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin” (1 Yûhn. 4:19). Lê ça em dikarin Bavê xweyî ezmanara nîşan kin, wekî em wî hiz dikin?

XWE NÊZÎKÎ YEHOWA BIGIRIN

Em Bavê xweyî ezmanara nîşan dikin, ku wî hiz dikin, çaxê bi dua nêzîkî wî dibin, gura wî dikin, û alî meriva dikin ku wî hiz bikin (Binihêre abzasa 4-14)

4. Li gora Aqûb 4:8 çira em gerekê nêzîkî Yehowa bin?

4 Yehowa dixwaze, wekî em dostê wî bin û tevî wî xeber din. (Bixûne Aqûb 4:8.) Ew mera dibêje, wekî em “her gav dua bikin”, û ew timê guh dide me (Rom. 12:12). Ew timê hazir e û tu car naweste guh bide me. Lê em guh didine wî, çaxê Xebera wî dixûnin, û usa jî edebyetên din, kîjan ku alî me dikin Xebera wî fem kin. Em usa jî wî dibihên, çaxê bernamên civata rind guh didin. Çaxê zar timê tevî dê-bavê xwe xeber didin, ewana hê nêzîkî hev dibin. Usa jî hergê em her gav tevî Yehowa xeber din û guh bidine wî, emê nêzîkî wî bimînin.

Binihêre abzasa 5

5. Em ça dikarin duayên xwe hê baş kin?

5 Bifikirin ku hûn ça Yehowara dua dikin. Yehowa dixwaze, wekî em duayên xweda dilê xwe jêra vekin (Zeb. 62:8). Lema jî wê baş be em pirsê usa bidine xwe: “Gelo duayên min her car mîna hev in, yan ez Yehowara gilî dikim çi dilê minda heye?” Bêşik, hûn Yehowa gelek hiz dikin, û dixwazin ku heleqetiya we tevî wî nêzîk be. Lema jî hûn gerekê timê tevî wî xeber din. Îtbariya xwe wî bînin û jêra gilî kin dilê weda çi ye. Jêra gilî kin çi we şa dike, û çi dilê we dêşîne. Dudilî nebin, wekî hûn timê dikarin ji wî alîkariyê bixwazin.

6. Em gerekê çi bikin, seva nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin?

6 Seva heleqetiya me tevî Bavê meyî ezmana nêzîk bimîne, em gerekê her gav razîbûna xwe jêra bidine kifşê. Em qayîl in tevî evan giliyên zebûrbêj: “Gelek in kirinêd Te, ya Xudan, Xwedêyê min, ew keremet û fikirêd Teye li ser me, tu heyîn tune mîna Te. Minê ew salix kirana û bikira dengî, lê bêhesab in, nayêne gotin” (Zeb. 40:5). Em ne tenê dilê xweda texmîn dikin, ku em ji wî razî ne, lê usa jî pê xeberdan û kirên xwe evê yekê didin kifşê. Usa em nîşan dikin, wekî em ne mîna merivên vê dinyayê ne. Em dijîn dinyake usada, kîderê meriv naşêkirînin hemû qenciyên ku Xwedê bona wan dike. Em ecêbmayî namînin, çimkî ew jî nîşana “rojêd axiriyê” ye, ku meriv îro bêşêkir in (2 Tîmt. 3:1, 2). Lê em tu car naxwazin bibine mîna wan!

7. Yehowa çi dixwaze ku em bikin, û çira?

7 Dê-bav naxwazin, wekî zarên wan hevra şer bikin, lê dixwazin ku hevra hevaltiyê bikin û hev hiz bikin. Yehowa jî dixwaze, wekî hemû zarên wî hevra tifaq bin û hevaltiyê bikin. Û hema hizkirina me hindava hevda, nîşana vê yekê ye ku em Mesîhiyên rast in (Yûhn. 13:35). Em tevî zebûrbêj qayîl in, yê ku nivîsî: “Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!” (Zeb. 133:1) Çaxê em xûşk-birên xwe hiz dikin, em Yehowara îzbat dikin, wekî em wî hiz dikin (1 Yûhn. 4:20). Çiqas baş e ku em nava malbeteke usada nin, kîderê hindava hevdu “şîrin û dilşewat” in! (Efes. 4:32)

BI GUHDARÎKIRINÊ HIZKIRINA XWE YEHOWARA NÎŞAN KIN

Binihêre abzasa 8

8. Li gora 1 Yûhenna 5:3, meniya sereke kîjan e, ku em gura Yehowa dikin?

8 Yehowa dixwaze, wekî zar gura dê-bavada bin û ew usa jî dixwaze, wekî em gura wîda bin (Efes. 6:1). Ew hêja ye, wekî em gura wî bikin, çimkî ew Efirandarê me ye, dêmek Jîyîndarê me, û ew ji hemû dê-bava bîlantir e. Lê meniya sereke, ku çira em gura Yehowa dikin ew e, ku em wî hiz dikin. (Bixûne 1 Yûhenna 5:3.) Rast e gelek meniyên me hene, ku gura Yehowa bikin, lê ew tu car zorê me nake. Yehowa mera azaya bijartinê daye, lema jî ew şa dibe çaxê em ji hizkirinê xwexa safî dikin gura wî bikin.

9-10. Çira ferz e em derheqa prînsîp û qanûnên Xwedê bizanibin û anegorî wan bijîn?

9 Dê-bav dixwazin, wekî zarên wan xweykirî bin, lema jî ewana bona kara zarên xwe rabûn-rûniştinêda wanra sînora datînin. Çaxê zar wan tiştada gura dê-bavê xwe dikin, ewana didin kifşê, wekî îtbariya xwe dê-bavê xwe tînin û qedirê wan digirin. Bidine hesabê xwe çiqas ferz e, ku em prînsîp û qanûnên Bavê xweyî ezmana bizanibin û anegorî wan bijîn. Çaxê em usa dikin, em Yehowara nîşan dikin, ku wî hiz dikin û qedirê wî digirin, û hin jî em karê distînin (Îşa. 48:17, 18). Lê ewên ku pişta xwe didine Yehowa û prînsîpên wî pişt guhê xweva davêjin, axiriyêda ziyanê didine xwe (Galt. 6:7, 8).

10 Çaxê em usa dijîn ça dilê Yehowa xweş tê, usa em xwe ji wan tişta xwey dikin, çi ku dikarin ziyanê mera bînin sihet-qewatêda, êmosiyalîda û ruhanîda. Yehowa zane bona me lape baş çi ye. Awrora, ya ku Amerîkayêda dijî, dibêje: “Ez zanim ku hergê em gura Yehowa bikin, emirê me wê gelek baş be”. Ew rastî jî usa ne. Lê hûn çi karê distînin çaxê gura Yehowa dikin?

11. Çida dua alî me dike?

11 Dua alî me dike ku gura Yehowa bikin hela hê hingê jî, çaxê mera çetin e. Cara em zorê xwe dikin, ku gura Yehowa bikin, çimkî em gişk gunekar in. Lema jî em gerekê her gav ser xwe bixebitin, ku gura wî bikin. Zebûrbêj ji Xwedê hîvî dikir: “Min serwaxt ke, hînkirina Te ez xwey kim û bi temamîya dilê xwe wê biqedînim” (Zeb. 119:34). Dênîs, yê ku pêşeng e, dibêje: “Çaxê minra çetin e tiştekîda gura Yehowa bikim, ez jêra dua dikim, wekî qewatê bide min vê yekê bikim çi ku rast e”. Em dikarin dudilî nebin, wekî Yehowa timê caba duayên usa dide (Lûqa 11:9-13).

ALÎ MERIVA BIKIN BAVÊ MEYÎ EZMANA HIZ KIN

12. Li gora Efesî 5:1, em gerekê çi bikin?

12 Bixûne Efesî 5:1. Çawa “zarêd” Yehowaye hizkirî, em çiqas dikarin çev didine wî. Em çev didine xeyset-hunurên wî. Mesele em hindava merivada bi hizkirin û heyf in, û dibaxşînin wan. Çaxê ewên ku Xwedê nas nakin rabûn-rûniştina me divînin, ewana dibeke bixwazin hê zêde derheqa wî pêbihesin (1 Pet. 2:12). Lê dê-bav ku Mesîhî ne, gerekê çev bidine Yehowa, ku tevî zarên xwe usa bin, ça ew hindava meda ye. Hergê ewana usa bikin, zarên wan jî dibeke axiriyêda bixwazin bibine dostên Bavê meyî bi hizkirin.

Binihêre abzasa 13

13. Em ser çi gerekê bifikirin?

13 Zar bavê xwera firnaq dibe û şa dibe çaxê derheqa wî kesekîra gilî dike. Em jî Yehowa, Bavê xweyî ezmanara firnaq dibin, û dixwazin wekî merivên din jî wî nas kin. Dilê xweda em texmîn dikin vê yekê, çi ku Dawid padşa texmîn dikir. Ewî got: “Nefsa min pê Xudan difire” (Zeb. 34:2). Lê hergê em şermoke ne, em ça dikarin bibine mêrxas? Em diha mêrxas dibin, çaxê difikirin ku em çiqas dilê Yehowa şa dikin û çiqas meriv wê kerema bistînin, çaxê derheqa wî pêbihesin. Û Yehowa wê mêrxasiyê bide çaxê mera lazim be. Ewî alî Mesîhiyên qirna yekê kir, ku mêrxas bin û ew wê alî me jî bike (1 Têsln. 2:2).

14. Kîjan in hine menî, ku çira em gerekê mizgîniyê bela kin?

14 Yehowa tu car firqiyê nake orta meriva, û ew şa dibe çaxê divîne, ku em hemûyara hizkirinê didine kifşê, firqî tune ewana ji kîderê ne yan çi miletî ne (Kar. Şand. 10:34, 35). Cûrê lape baş ça merivara hizkirinê bidine kifşê ew e, ku mizgînî wanra gilî kin (Met. 28:19, 20). Lê çi kar e hergê em vê yekê bikin? Ewên ku guh didine me îda nihada dikarin bextewar bin û hêviyê bistînin ku heta-hetayê ser erdê bijîn (1 Tîmt. 4:16).

BAVÊ MEYÎ EZMANA HIZ BIKIN Û BEXTEWAR BIN

15-16. Çi meniyên me hene ku bextewar bin?

15 Yehowa bavekî hizkirî ye, û lema ew dixwaze malbeta wî bextewar be (Îşa. 65:14). Gelek menî hene, ku çira em îda niha dikarin eşq û şa bin, hela hê jî çaxê rastî çetinaya tên. Mesele, em bawer in, wekî Bavê meyî ezmana me gelek hiz dike. Em rastiya ji Xebera Xwedê zanin (Yêrem. 15:16). Û em malbeteke usa mexsûsda nin, kîderê gişk Yehowa û qanûnên wî hiz dikin, û usa jî hevdu hiz dikin (Zeb. 106:4, 5).

16 Em şabûna xwe unda nakin, çimkî hêviya me heye, ku emirê me axiriyêda wê diha xweş be. Em zanin wekî zûtirekê Yehowa wê hemû cûre xirabî bide hildanê û bin rêberiya Padşatiya xwe erdê bike Cinet. Xêncî vê yekê, hêviya me heye ku mirî wê rabin û emê dîsa kêleka merivên xweyî nêzîk bin (Yûhn. 5:28, 29). Ew rastî jî wê wedekî çiqas xweş be! Lê ya lape ferz ew e, ku zûtirekê her kes ça ser ezmana usa jî ser erdê, wê hurmet û pesina bidine Bavê meyî hizkirî û tenê wî bihebînin, çimkî tenê ew hêjayî vê yekê ye.

KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

^ abz. 5 Em zanin wekî Bavê me Yehowa me gelek hiz dike û ewî em kirine malbeta xwe, ku ji xizmetkarên wî ye. Bona vê yekê em jî wî hiz dikin. Lê ça em dikarin nîşan kin, ku em Bavê xweyî delal hiz dikin? Vê gotarêda emê şêwir kin çend tişta, bi saya kîjana em dikarin vê yekê bikin.