Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

Bila Yehowa Dilê Te Rihet Bike

Bila Yehowa Dilê Te Rihet Bike

“Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min” (ZEB. 94:19).

KILAM 44 Duayê Merivê Dilşkestî

PÊŞGOTIN *

1. Hinek seba çi dilteng dibin, û ev yek dikare li ser wan çawa tesîr bike?

MA TU seba tiştekî qet dilteng * nebûyî? Belkî tu seba gotin yan kirinên kesên din dilteng bûyî. Yan jî dibe ku tu seba gotin yan kirinên xwe dilteng bûyî. Mesela, belkî te şaşiyek kiriye, û tu ditirsî ku Yehowa wê te tu caran efû neke. Bi ser de, dibe ku tu difikirî ku ev yek ku tu dilteng bûyî tê maneya ku baweriya te kêm e û ku tu mirovekî xerab î. Ma ev fikir rast e?

2. Kîjan serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku eger em dilteng bin, ev nayê maneya ku baweriya me kêm e?

2 Bala xwe bide çend serpêhatiyên Kitêba Pîroz. Diya Samûyêl pêxember Hanna jinikeke pir bawermend bû, lê ew dilteng bû gava ferdeke malbata wê dilê wê êşand (1. Sam. 1:7). Pawlosê şandî jî mirovekî pir bawermend bû, lê wî ji bo civatan pir xem dixwar (2. Kor. 11:28). Baweriya Dawid Padîşah mezin bû, û Yehowa ji wî pir hez dikir (Kar. 13:22). Dîsa jî, Dawid carinan şaşî dikir, û ew seba van şaşiyan dilteng dibû (Zeb. 38:4). Yehowa teselî da van sê kesan û dilê wan rihet kir. Bila em bibînin ku em dikarin ji serpêhatiyên wan çi bielimin.

HANNA – DERSÊN JI BO ME

3. Gotinên kesên din çawa dikarin me dilteng bikin?

3 Gotin û kirinên sert yan bêrehm dikarin me dilteng bikin, bi xisûsî eger kesê ku dilê me diêşîne heval yan merivekî me ye. Dibe ku em bitirsin ku dostaniya me ya bi vî kesî re êdî xera bûye. Carinan, gotinên bêfikir dikarin me birîndar bikin, wekî ku bi şûrekî (Mtl. 12:18). Hin kes jî bi qesdî peyvên sert hildibijêrin ku dilê kesên din biêşînin. Xwişkeke ciwan wisa dibêje: “Çend sal berê, kesekê di heqê min de li ser înternetê hin gotegot belav kirin. Ez pir dilteng bûm, çimkî ez difikirîm ku ew hevala min e. Min fehm nedikir ku wê çima xencer li pişta min xist.” Eger dilê te ji aliyê heval yan merivekî te hatibe êşandin, tu dikarî ji Hannayê gelek dersan bistînî.

4. Hanna ketibû çi cure tengasiyê?

4 Halê Hannayê pir zor bû. Bi gelek salan, wê nikaribû zarokan bîne (1. Sam. 1:2). Li kultura Îsraêliyan, jinên ku zarokên wan çênedibûn dihatin kêm dîtin, wekî ku Yehowa ew bibereket nedikirin (1. Mû. 30:1, 2). Bi ser de, hêwiya wê Pennînayê zarok dianîn. Pennînayê Hanna wek reqîb didît û tehde lê dikir (1. Sam. 1:6). Di serî de, ev problem ji bo Hannayê pir giran bû, û ew ‘digiriya û xwarin nedixwar’. Belê, êşa dilê wê mezin bû (1. Sam. 1:7, 10). Hannayê çawa teselî dît?

5. Duayê çawa alî Hannayê kir?

5 Hannayê dua kir û dilê xwe ji Yehowa re vekir. Piştî duayê, wê ji Serokkahîn Elî re behsa halê xwe kir. Elî ji wê re got: “Bi selametiyê here û bila Xwedayê Îsraêl, tiştê ku te jê xwestiye bide te!” Netîce bû çi? Hanna “bi rêya xwe ve çû û xwarinê xwar; êdî wecê wê ne bi keser bû” (1. Sam. 1:17, 18). Belê, duayê alî Hannayê kir ku dilê wê rihet bibe.

Wek Hannayê, em dikarin çi bikin ku dilê me ji nû ve bihizûr be? (Li paragrafên 6 heta 10an binêre)

6. Di heqê duayê de em dikarin ji Hannayê û ji gotinên Filîpî 4:6, 7 çi bielimin?

6 Ji bo ku dilê me bihizûr be, gerek em dev ji duakirinê bernedin. Hannayê bi Bavê xweyî ezmanî re dirêj xeber da (1. Sam. 1:12). Em jî dikarin ji Yehowa re hûr û kûr behsa tengasî, tirs û şaşiyên xwe bikin. Ne lazim e ku duayên me wek şiîr bin yan ku cimleyên me bêqisûr bin. Gava em behsa derdên xwe dikin, dibe ku em car caran bigirîn jî. Yehowa tu caran ji me naweste, û ew her tim guh dide me. Ji xeynî vê ku em di heqê problemên xwe de dua bikin, gerek em şîreta li Filîpî 4:6, 7 ji bîr nekin (bixwîne). Li van ayetan, Pawlos got ku gerek em di duayên xwe de şikur bikin. Gelek sebeb hene ku em ji Yehowa re şikurdar bin. Mesela, em dikarin ji bo jiyanê, ji bo tiştên ku Yehowa afirandine, ji bo hezkirina wî û ji bo hêviya bêemsal, a ku wî daye me, ji wî re spas bikin. Serpêhatiya Hannayê çi dersên din rêyî me dide?

7. Hanna û zilamê wê her tim çi dikir?

7 Her çi qas problemên wê hebûn jî, Hanna her tim tevî zilamê xwe diçû cihê îbadetê (1. Sam. 1:1-5). Hannayê li ku derê cesaret stend? Li konê îbadetê! Li wê derê, Serokkahîn Elî jê re got ku bila Yehowa cewabê bide duaya wê (1. Sam. 1:9, 17).

8. Civîn çawa dikarin alî me bikin?

8 Ji bo ku dilê me bihizûr be, gerek em dev ji civînên xwe bernedin. Birayê ku li destpêka civînê dua dike gelek caran dibêje ku bila Xwedê ruhê xwe bide me, û aştî para berê vî ruhî ye (Gal. 5:22). Eger em li gel diltengiyê dîsa jî herin civînan, Yehowa û xwişk û birayên me dikarin cesaretê bidin me û alî me bikin ku hizûr ji nû ve bikeve hiş û dilê me. Eger em dixwazin ku Yehowa dilê me rihet bike, pir muhîm e ku em dev ji duakirinê û ji civînan bernedin (Îbr. 10:24, 25). Niha emê bala xwe bidin derseke din, a ku em dikarin ji serpêhatiya Hannayê bistînin.

9. Hanna çawa ji diltengiyê filitî?

9 Sebeba diltengiya Hannayê ji nişka ve winda nebû. Gava Hanna ji konê îbadetê vegeriya mala xwe, Pennîna ji malê neçû, û Kitêba Pîroz nabêje ku wê nêrîna xwe guherand û dev ji gotinên tûj berda. Dîsa jî, dilê Hannayê êdî rihet bû. Bîne bîra xwe ku piştî ku Hannayê barê xwe ji Yehowa re hişt, ew ji diltengiyê filitî. Wê îzin da ku Yehowa wê teselî bike û dilê wê rihet bike. Bi zeman re, Hanna bû dayik (1. Sam. 1:19, 20; 2:21).

10. Em dikarin ji serpêhatiya Hannayê çi dersan bistînin?

10 Eger sebeba diltengiya me winda nebe, dilê me dîsa jî dikare bihizûr be. Em her çi qas dua bikin û herin civînan jî, dibe ku hin problemên me berdewam bikin. Dîsa jî, wek serpêhatiya Hannayê nîşan dide, em dibînin ku tu tişt nikare bibe sebeb ku Yehowa dilê me rihet neke. Yehowa me tu caran ji bîr nake, û zû dereng, ewê dilsoziya me xelat bike (Îbr. 11:6).

PAWLOSÊ ŞANDÎ – DERSÊN JI BO ME

11. Pawlos çima carinan dilteng dibû?

11 Derdên Pawlos pir bûn. Mesela, ji ber ku wî ji xwişk û birayan hez dikir, Pawlos pir dilteng dibû gava xwişk û bira rastî tengasiyan dihatin (2. Kor. 2:4; 11:28). Di wezîfeya xwe de, Pawlos rastî muxalifan dihat, ên ku li wî dixist û ew diavêt hebsê. Wekî din, ew carinan diket halê feqîr (Flp. 4:12). Sê car, gemiya ku ew lê siwar bû, noq bû. Ji ber vê yekê, ew bê guman pir dilteng bû gava lazim bû ku ew dîsa li gemiyekê siwar bibe (2. Kor. 11:23-27). Pawlos çawa serî bi diltengiya xwe re derdixist?

12. Çi diltengiya Pawlos siviktir dikir?

12 Pawlos aciz dibû gava xwişk û bira diketin tengasiyê, lê wî fehm dikir ku ew xwe bi xwe nikare hemû problemên wan safî bike. Pawlos sînorên xwe dizanibûn, loma wî zilamên dilsoz wek Tîmotêyos û Tîtos tayîn kirin ku ew bi civatê eleqedar bibin. Îşê ku wan dikir bê guman diltengiya Pawlos siviktir dikir (Flp. 2:19, 20; Tît. 1:1, 4, 5).

Wek Pawlos, em dikarin çi bikin ku em bi zêdeyî dilteng nebin? (Li paragrafên 13 heta 15an binêre)

13. Kalên civatê çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin emsal?

13 Ji kesên din alîkariyê bixwaze. Wek Pawlos, gelek kalên civatê ji bo xwişk û birayên ku rastî tengasiyan tên, xemê dikişînin. Lê belê, tu kes nikare bi tena serê xwe alî her kesî bike. Loma, kalên dilovan sînorên xwe dizanin û barê xwe bi birayên din ve parve dikin. Ji bo vê, kalên civatê birayên ciwan perwerde dikin ku ew tevî wan li keriyê Xwedê binêrin (2. Tîm. 2:2).

14. Pawlos li teşwîqa kesên din çawa dinêrî, û em dikarin ji vê çi dersê bistînin?

14 Qebûl bike ku tu hewceyî teseliyê yî. Pawlos yekî dilnizm bû, loma wî dizanibû ku ew hewceyî teşwîqê ye. Eşkere ye ku Pawlos nedifikirî ku kesên din wê wî wek kesekî sist bibînin eger ew qebûl bike ku wî ji kesên din teselî stendiye. Pawlos ji Filîmon re wisa nivîsî: “Hezkirina te gelek şahî û han [teselî] da min” (Flm. 7). Pawlos behsa çend hevalkarên xwe kir, ên ku li dema tengasiyê pir cesaret dabû wî (Kol. 4:7-11). Eger em bi dilnizmî qebûl bikin ku em hewceyî teşwîqê ne, xwişk û bira wê bi dilxwazî piştgiriya me bikin.

15. Pawlos çawa teselî didît gava ew rastî tengasiyan dihat?

15 Xwe bispêre Peyva Xwedê. Pawlos dizanibû ku Nivîsarên Pîroz wê teseliyê bidin wî (Rom. 15:4). Wekî din, Nivîsaren Pîroz wê hîkmet bidaya wî ku ew karibe serî bi tengasiyan re derxîne (2. Tîm. 3:15, 16). Gava Pawlos cara diduyan li Romayê girtî bû, wî fehm kir ku mirina wî nêzik e. Di vî halê zor de, Pawlos çi kir? Wî ji Tîmotêyos re got ku bila ew zû were ba wî û tomaran bîne (2. Tîm. 4:6, 7, 9, 13). Çima? Bi îhtimaleke mezin, tomarên ku Pawlos dixwestin hin parên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî bûn, ên ku wî dixwest lêkolîn bikirana. Eger em wek Pawlos Kitêba Pîroz her tim lêkolîn bikin, Yehowa wê dilê me bi navgîniya Nivîsarên Pîroz rihet bike gava em rastî tengasiyan tên.

DAWID PADÎŞAH – DERSÊN JI BO ME

Wek Dawid, çi dikare alî me bike eger me şaşiyeke giran kiribe? (Li paragrafên 16 heta 19an binêre)

16. Dawid çawa bû sebeba diltengiya xwe?

16 Dawid tiştekî pir xerab kiribû. Wî bi Bat-Şebayê zîna kiribû, zilamê wê dabû kuştin û sûcên xwe heta wextekê veşartibûn (2. Sam. 12:9). Di serî de, Dawid xwe li ber dengê wijdanê xwe ker kiribû. Di netîceyê de, wî ji aliyê ruhî, psîkolojîk û bedenî ve pir êş kişand (Zeb. 32:3, 4). Çi alî Dawid kir ku ew ji vê diltengiyê bifilite, ya ku wî anîbû ser xwe, û çi dikare alî me bike eger me şaşiyeke giran kiribe?

17. Li gor Zebûr 51:1-4, Dawid çawa ji dil tobe kir?

17 Dua bike ku Xwedê te efû bike. Bi zeman re, Dawid ji Yehowa re dua kir. Wî ji dil tobe kir û gunehên xwe îtiraf kirin (Zebûr 51:1-4 bîxwîne). Gava wî ev yek kir, dilê wî êdî rihet bû (Zeb. 32:1, 2, 4, 5). Eger te gunehekî giran kiribe, sûcê xwe veneşêre. Gunehê xwe bi eşkereyî ji Yehowa re îtiraf bike. Eger tu wisa bikî, wijdanê te wê te êdî ew qas aciz neke. Lê belê, eger tu dixwazî ji nû ve bibî dostê Yehowa, tenê duakirin ne bes e.

18. Dawid çi kir gava ew hat terbiye kirin?

18 Terbiyeyê qebûl bike. Gava Yehowa Natan pêxember şand ku gunehê Dawid bide rûyê wî, Dawid li bahaneyan nedigeriya, û wî nedigot ku sûcê wî ew qas giran nîne. Wî hemen qebûl kir ku wî hem li dijî zilamê Bat-Şebayê hem jî li dijî Yehowa guneh kiribû. Dawid terbiyeya Yehowa qebûl kir, û Yehowa ew efû kir (2. Sam. 12:10-14). Eger me gunehekî giran kiribe, gerek em vêya ji birayên ku Yehowa wek şivanên me tayîn kirine bibêjin (Aqûb 5:14, 15). Wekî din, gerek em li bahaneyan negerin. Em terbiyeyê çi qas zû qebûl bikin û li gor wê hereket bikin, hizûr û kêfxweşî wê ew qas zû ji nû ve bikeve dilê me.

19. Wê baş be ku em ji bo çi biqerar bin?

19 Biqerar be ku tu şaşiyên xwe dubare nekî. Dawid Padîşah dizanibû ku ew hewceyî alîkariya Yehowa ye ku ew gunehên xwe dubare neke (Zeb. 51:7, 10, 12). Piştî ku Yehowa ew efû kir, Dawid biqerar bû ku xwe ji fikrên xerab dûr bigire. Di netîceyê de, hizûr ji nû ve ket dilê wî.

20. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo dilovaniya Yehowa şikurdar in?

20 Gava em dua dikin ku Yehowa me efû bike, terbiyeyê qebûl dikin û xîret dikin ku em şaşiyên xwe dubare nekin, em bi vî awayî nîşan didin ku em ji bo dilovaniya Yehowa şikurdar in. Ev yek wê alî me bike ku em ji nû ve bihizûr bin. James, birayekî ku gunehekî giran kiribû, wisa dibêje: “Gava min gunehê xwe ji kalên civatê re îtiraf kir, ez ji barekî giran filitîm. Hizûr hêdî hêdî ji nû ve ket dilê min.” Em çi qas şa ne ku “nêzikî dilşikestiyan e Xudan, ruhê wî rizgar dike bindestan”! (Zeb. 34:18).

21. Em çawa dikarin îznê bidin ku Yehowa dilê me rihet bike?

21 Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyayê dibin, sebebên diltengiyê wê zêdetir bibin. Eger tu seba tiştekî dilteng bî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Kitêba Pîroz bi dil û can lêkolîn bike. Ji serpêhatiyên Hanna, Pawlos û Dawid dersan bistîne. Ji Bavê xweyî ezmanî alîkariyê bixwaze ku tu sebebên diltengiya xwe fehm bikî (Zeb. 139:23). Barên xwe ji wî re bihêle – bi xisûsî barên ku ne di bin kontrola te de ne. Eger tu wisa bikî, tuyê xwe wek zebûrbêj hîs bikî, yê ku ji Yehowa re wisa gotibû: “Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min” (Zeb. 94:19).

KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”

^ par. 5 Car caran, em seba tengasiyan dilteng dibin. Li vê meqaleyê, emê serpêhatiyên 3 xizmetkarên Yehowa muzakere bikin, ên ku seba tengasiyan dilteng bûbûn, û emê bibînin ku Yehowa çawa teselî da wan û dilê wan rihet kir.

^ par. 1 NOT: Diltengî yan endîşe dikare seba derdên madî, nexweşî, problemên malbatê yan zehmetên din bê meydanê. Hinek seba şaşiyên xwe yên berê yan seba tiştên ku dikarin bên serê wan dilteng dibin.