Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9

Bira Yehowa Berdiliyê Bide Te

Bira Yehowa Berdiliyê Bide Te

“Çaxê xemên min zêde dibûn, te berdilî dida min û dilê min rihet dikir” (ZEB. 94:19, DT).

KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî

VÊ GOTARÊDA *

1. Çi dikare bibe menî ku em xemgîn bin, û xemên me ça dikarin ser me hukum bin?

DIBEKE tu bona tiştekî gelek xemgîn bûyî. * Diqewime kesekî pê giliya yan jî pê kirên xwe dilê te êşand, û tu berxwe diketî. Yan jî dibeke tu xemgîn dibî ji bo gilî yan kirê xwe. Mesele, te şaşî kiriye û gelek berxwe dikevî ku Yehowa wê tu car nebaxşîne te. Û hin jî tu dibeke dişirmîş dibî, wekî baweriya te sist e, lema tu usa zef berxwe dikevî, û xwe hesab dikî meriveke nebaş. Lê gelo ew yek rast e?

2. Kîjan serhatiyên ji Kitêba Pîroz didine kifşê, ku çaxê em xemgîn dibin, ew nayê hesabê wekî baweriya me kêm e?

2 Dîna xwe bidine çend serhatiyên ji Kitêba Pîroz. Hanna ya ku bû diya Samûyêl pêxember, jineke bi baweriya qewî bû, lê ew gelek xemgîn dibû, çimkî nefereke ji mala wê hindava wêda xirab bû (1 Sam. 1:7). Baweriya Pawlosê şandî jî qayîm bû, lê ew gelek berxwe diket “xemêd hemû civîna” ser wî top dibûn (2 Korn. 11:28). Dawid Padşa jî merivekî bi baweriya qewî bû, û Yehowa wî gelek hiz dikir (Kar. Şand. 13:22). Lê yeke Dawid şaşiyên mezin kir û ji bo vê yekê gelek dineliya (Zeb. 38:4). Yehowa wan her kesîra berdilî da û dilê wan rihet kir. Were şêwir kin ku em ji serhatiya wan çi dikarin hîn bin.

EM JI HANNAYA AMIN ÇI HÎN DIBIN

3. Xeberdana meriva ça dikare xemên me zêde ke?

3 Çaxê kesek tevî me sert yan jî sare-sar xeber dide, em berxwe dikevin. Îlahî çaxê merivê meyî nêzîk yan jî hevalê me hindava meda usa nin, em hê zêde berxwe dikevin û xemgîn dibin. Em dikarin berxwe kevin, wekî heleqetiya me tevî wî merivî îda xirab bûye. Ew meriv cara pê xeberdana xweye bêhemdê xwe dilê me dêşîne, û giliyên wî mîna şûr me birîndar dikin (Metlk. 12:18). Cara jî kesek hemdê xwe pê giliyên xwe dilê me dêşîne. Ew yek tevî xûşkeke meye cahil qewimiye. Ew gilî dike: “Çend sal pêşda, hevaleke mine nêzîk ya ku min tirê baş e, malpera sosyalîda destpêkir derheqa min derewa bela ke. Dilê min dêşiya û ez gelek tevhev bûm. Min ne jî dikaribû fem kira, ku ewê çira usa piştêva min xist”. Hergê heval yan merivê weyî nêzîk dilê we êşandiye, hûn dikarin ji serhatiya Hannayê xwera gelek dersa hîn bin.

4. Hanna rastî çi problêma hat?

4 Hannayê derdên giran dikişand. Gelek sala ew bêzuret bû (1 Sam. 1:2). Hingê gelek Îsraêlî difikirîn, wekî jina bêzuret ji Xwedê nifirkirî ye. Lema jî Hannayê xwe nimiz texmîn dikir (Destp. 30:1, 2). Ew kul besî wê nîbû, dîsa jineke mêrê wê hebû, Pênîna, ya ku wîra zar dianî. Pênînayê Hanna hesab dikir ça hewî, û “bona ku wê hêrs bike” her gav pê dikeniya (1 Sam. 1:6). Pêşiyê Hanna gelek dilşkestî dibû û berxwe diket. Ew usa xemgîn dibû, ku “digiriya û xwarinê nedixwar”. “Êşa dilê” Hannayê gelek giran bû (1 Sam. 1:7, 10). Lê çawa Hannayê berdilî stand?

5. Dua ça alî Hannayê kir?

5 Hannayê duada derdê dilê xwe Yehowara gilî kir. Paşî dua, ewê derheqa halê xwe Serekkahîn Elîra jî gilî kir. Ewî çaxê guh da wê, paşê got: “Bi silametiyê here û bira Xwedayê Îsraêl, tiştê ku te jê xwestiye bide te!” Paşî vê yekê, Hannayê xwe ça texmîn dikir? Ew “bi riya xweva çû û xwarin xwar; îdî wecê wê [ser çevê wê] ne bi keser bû” (1 Sam. 1:17, 18). Belê, Hannayê bi saya dua dilrihetî stand.

Em ça dikarin mîna Hannayê dilrihetî bistînin û xwey kin? (Binihêre abzasa 6-10)

6. Derheqa dua em ji Hannayê û ji Fîlîpî 4:6, 7, çi dersê hîn dibin?

6 Em dikarin dilrihetiyê bistînin, hergê her gav dua bikin. Hannayê tevî Bavê xweyî ezmana dirêj xeber dida (1 Sam. 1:12). Em jî dikarin tevî Yehowa derheqa xemên xwe, tirsa xwe, yan jî şaşiyên xwe dirêj xeber din. Ferz nîne ku duayên me poêtîkî bin yan jî bi giliyên pir bedew bin. Cara çaxê dilê me tijî dibe, em bi dua-dirozga û hêsira tevî Yehowa xeber didin. Çi jî hebe, Yehowa wê tu car neweste guh bide me. Lê xêncî ku derheqa problêmên xwe dua bikin, em gerekê usa jî bîr nekin ku çi nivîsar e Fîlîpî 4:6, 7-da (Bixûne.) Pawlos got wekî em gerekê bi razîbûnê Yehowara dua bikin. Hemikî gelek meniyên me hene ku Yehowara bêjin, wekî em ji wî razî ne. Mesele, em dikarin jêra bêjin, wekî em ji wî razî ne, ku ewî emir daye me, tiştên pir bedew çêkiriye, hizkirina amin dide kifşê, û hêviya pir xweş daye me. Em ji Hannayê dîsa çi hîn bin?

7. Hanna û mêrê wê timê diçûne ku?

7 Rast e problêmên Hannayê hebûn, lê yeke ew timê tevî mêrê xwe diçû Şîloyê, ciyê ku wana Yehowa diheband (1 Sam. 1:1-5). Hema wêderê konda Serekkahîn Elî dil da ber Hannayê, çaxê got ku ew bawer dike, wekî Yehowa wê caba duayê wê bide (1 Sam. 1:9, 17).

8. Civat çida alî me dikin? Şirovekin.

8 Emê edilayê û dilrihetiyê bistînin, hergê timê bêne civata. Gelek car destpêka civatêda bira çaxê dua dikin, ji Xwedê hîvî dikin, wekî pê ruhê xweyî pîroz tev me be. Edilayî dikeve nava berê ruhê pîroz (Galt. 5:22). Lema çaxê em têne ser civata, hela hê çaxê em strêsêda nin jî, em mecalê didin Yehowa û xûşk-birên xwe, wekî dilbîniyê bidine me û alî me bikin, edilayî bikeve hiş û dilê me. Dua û civat tiştên sereke ne, bi kîjana Yehowa me dilrihet dike (Îbrn. 10:24, 25). Dîna xwe bidinê em ji Hannayê dîsa çi dersê dikarin hîn bin.

9. Dereca Hannayêda çi nehate guhastinê, lê çi alî wê kir?

9 Problêmên Hannayê derbêra xilaz nebûn. Paşî hebandina konda, Hanna dîsa vegeriya vê malê, kîderê Pênîna dijît. Û Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî Pênîna hindava Hannayêda hate guhastinê. Dêmek ça tê kifşê, Hannayê dîsa jî giliyên wêye tûj dibihîst û teyax dikir. Lê Hanna îda bi keser nîbû, çimkî dilê wê rihet bû. Bînin bîra xwe, ku hema paşî vê yekê ça Hannayê problêmên xwe da destê Yehowa, ew îda berxwe nediket. Ewê hîşt, wekî Yehowa berdiliyê bide wê û dilê wê rihet ke. Hine wede şûnda Hanna hate keremkirinê, dêmek jêra zar hatine bûyînê (1 Sam. 1:19, 20; 2:21).

10. Em ji serhatiya Hannayê çi hîn dibin?

10 Em dikarin edilayê bistînin hela hê hingê jî, çaxê problêmên me safî nabin. Hela hê çaxê em gelek dua dikin û her gav têne civatê, dîsa jî hine problêmên me dimînin. Lê ji mesela Hannayê em pêdihesin, ku tu tişt nikare riya Yehowa bigire, wekî dilê meyî xemgîn rihet ke. Yehowa wê tu car me bîr neke. Zû yan dereng Ewê me bona aminiya me xelat ke (Îbrn. 11:6).

EM JI PAWLOSÊ ŞANDÎ ÇI HÎN DIBIN

11. Pawlos ji bo çi xemgîn dibû?

11 Xemên Pawlos rastî jî gelek bûn. Besa xeberê, ew berxwe diket bona problêmên xûşk-bira, çimkî ewî ewana gelek hiz dikirin (2 Korn. 2:4; 11:28). Pawlos ça şandî xizmetiya xweda rastî zêrandinê dihat, dijmina ew dikutan û dikirine kelê. Ew nava çetinayên mayînda jî xemgîn dibû, mesele çaxê “tunebûnêda” bû (Fîlî. 4:12). Xêncî vê yekê, bidine ber çevê xwe ewî çiqas xof kişand, çaxê lape kêm sê cara ji hûrdexweşîbûna gemiyê ancax xilaz bû (2 Korn. 11:23-27). Lê çi alî Pawlos dikir, ku nava wan tengasiyada kêm xemgîn be?

12. Çi alî Pawlos kir, ku kêm xemgîn be?

12 Pawlos gelek berxwe diket çaxê xûşk-birên wî tengasiyada bûn, lê ew yekî milûk bû û fem dikir, wekî xwexa wê nikaribe hemû problêmên wan safî ke. Lema jî ewî ji çend bira alîkarî xwest, wekî komekê bidine civatê. Mesele, ewî birên bi îtbar Tîmotêyo û Tîto bona wî şixulî kifş kir. Ew komekdariya wan, bêşik xemên Pawlos kêm kirin (Fîlî. 2:19, 20; Tîto 1:1, 4, 5).

Anegorî serhatiya Pawlos, em çi dikarin bikin, seva kêm xemgîn bin? (Binihêre abzasa 13-15)

13. Rûspî ça dikarin çev bidine Pawlos?

13 Alîkariyê bixwazin. Mîna Pawlos, gelek rûspî ji dilşewatiya xwe zef berxwe dikevin bona xûşk-birên civatê, ku tengasiyada nin. Lê tenê rûspîk nikare civatêda alî hemû xûşk-bira bike. Lema milûktî wê wî hêlan ke, ku barê xwe nîvî ke, dêmek alîkariyê ji birên mayîn bixwaze û usa jî birên cahil hîn ke, wekî miqatî keriyê pezên Xwedê bin (2 Tîmt. 2:2).

14. Pawlos derheqa çi berxwe nediket û em ji mesela wî çi dikarin hîn bin?

14 Bînin ser xwe ku hûn hewcê berdiliyê ne. Pawlos yekî milûk bû, lema jî ewî fem dikir ku jêra dilbîniya ji hevala lazim e û ewî distand jî. Eyan e, Pawlos berxwe nediket, ku meriv wê bifikirin, wekî ew yekî sist e lema jî wîra berdilî lazim e. Pawlos nema xweye Filîmonra got: “Bona wê hizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû” (Filimn. 7). Pawlos besa çend bira kir, yên ku wedê tengasiyên wîda her gav dilbînî didane wî (Kols. 4:7-11). Çaxê em bi milûktî tînin ser xwe, ku mera dilbînî lazim e, xûşk-birên me wê dil-eşq kêleka me bin û alî me bikin.

15. Pawlos derecên giranda ça dilrihetî stand?

15 Ji Xebera Xwedê dilbîniyê bistînin. Pawlos zanibû ku Nivîsarên Pîroz wê dilbîniyê bidine wî (Rom. 15:4). Ewî fem dikir, wekî ji Xebera Xwedê ew dikare bîlaniyê jî bistîne, seva wedê cêribandina amin bimîne (2 Tîmt. 3:15, 16). Çaxê ew cara duda Romêda girtî bû, ewî zanibû ku mirina wî îda nêzîk e. Lê gelo vê dereca giranda ewî çi kir? Ewî Tîmotêyora got, wekî zû bê û “kitêbêd gulomatk” tevî xwe bîne (2 Tîmt. 4:6, 7, 9, 13). Lê çira? Pawlos pê wan kitêba, kîjan ku diqewime Nivîsarên Îbranî bûn, dikaribû lêkolînkirina şexsî derbaz kira. Hergê em çev bidine Pawlos û timê Xebera Xwedê lêkolîn bikin, Yehowa wê pê Nivîsarên Pîroz dilê me rihet ke û dilbîniyê bide me, firqî tune em çi cêribandinada bin.

EM JI DAWID PADŞA ÇI DIKARIN HÎN BIN

Anegorî dereca Dawid, hergê me gunê giran kiriye, çi dikare alî me bike? (Binihêre abzasa 16-19)

16. Dawid çi xem xwera zêde kir?

16 Dawid ji bo şaşiyên xwe gelek dilşkestî bû, çimkî îsafa wî ew diçerçirand. Ewî tevî Bat-Şebayê bênamûsî kiribû, paşê usa kir, wekî mêrê wê bê kuştinê, û hin jî xwestibû gunên xwe veşêre (2 Sam. 12:9). Pêşiyê Dawid guh neda îsafa xwe. Ji bo vê yekê ewî heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab kir, û xêncî ruhanîda, usa jî êmosiyalîda û fîzîkîda ziyan stand (Zeb. 32:3, 4). Dawid çaxê gune kir, ewî bi alîkariya çi dilbînî stand, û çi dikare alî me bike çaxê em şaşiyên giran dikin?

17. Ji Zebûr 51:1-4 ça tê kifşê, ku Dawid bi dil û can gunê xwe tobe kir?

17 Dua bikin, wekî Yehowa bibaxşîne we. Dawid axiriyêda Yehowara dua kir. Ewî bi dil û can tobe kir û gunê xwe anî rûyê xwe. (Bixûne Zebûr 51:1-4.) Bi saya vê yekê ewî dîsa dilrihetî û şabûn stand (Zeb. 32:1, 2, 4, 5). Hergê te gunekî mezin kiriye, veneşêre, dewsê bi temamiya dilê xwe duada ber Yehowa gunê xwe bîne rûyê xwe. Hingê tuyê îda ji bo gunê xwe zef berxwe nekevî û dilê te wê hinekî hêsa be. Lê hergê tu dixwazî, wekî dostiya xwe tevî Yehowa vegerînî, xêncî dua, tu gerekê dîsa tiştekî bikî.

18. Dawid ça xwe da kifşê, çaxê hate şîretkirinê?

18 Şîretkirinê qebûl ke. Çaxê Yehowa Natan şand cem Dawid seva gunê wî bide rûyê wî, Dawid xwe heq dernedixist û gunê xwe sivik hesab nedikir. Ewî derbêra anî ser xwe, wekî ne ku tenê hindava mêrê Bat-Şebayê gune kiriye, lê îlahî hindava Yehowa. Dawid ceza û şîretkirina Yehowa qebûl kir û Yehowa baxşande wî (2 Sam. 12:10-14). Hergê me gunekî giran kiriye, em gerekê rûspiyara bêjin, çimkî Yehowa ewana kifş kirine ku şivantiyê me bikin (Aqûb 5:14, 15). Em usa jî gerekê xwe heq dernexin. Em çiqas zû şîretkirinê qebûl kin û bidine xebatê, haqas hê zû emê dilrihetiyê û şabûnê dîsa bistînin.

19. Em gerekê xwera çi safî kin?

19 Xwera miqerm safî kin, ku dîsa şaşiyên berê nekin. Dawid Padşa zanibû, wekî ew gerekê ser xwe bixebite, ku dîsa gunên usa neke, û usa jî zanibû wekî alîkariya Yehowa wîra lazim e (Zeb. 51:7, 10, 12). Çaxê Yehowa baxşande Dawid, îda ew ser xwe dixebitî, ku nekeve pey xwestin û fikirên nerast. Axiriya vê yekê ew bû, ku ewî dîsa dilda edilayî stand.

20. Em ça dikarin nîşan kin, wekî baxşandina Yehowa dişêkirînin?

20 Hergê em Yehowara bona baxşandinê dua bikin, şîretkirina wî qebûl kin, û ser xwe bixebitin, wekî dîsa wan şaşiya nekin, emê nîşan kin ku em baxşandina Yehowa dişêkirînin. Çaxê em van gava bikin, dilê me wê rihet be û emê edilayê texmîn kin. Birakî me Cêyms, yê ku gunekî giran kir, ew yek ser xwe texmîn kir. Ew gilî dike: “Çaxê min ber rûspiya gunê xwe anî rûyê xwe, tê bêjî barekî giran ser min hate hildanê. Min hêdî-hêdî dilrihetî stand”. Rastî jî em çiqas dişidin ku zanin, wekî “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne”! (Zeb. 34:18)

21. Hûn ça dikarin bihêlin, wekî Yehowa berdiliyê bide we?

21 Em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, û xemên me wê hê zêde bin. Lema jî çaxê hûn bona tiştekî xemgîn bin, derbêra ji Yehowa alîkariyê bixwazin. Bi dil û can Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Ji serhatiyên Hannayê, Pawlos û Dawid xwera dersê hîn bin. Ji Bavê xweyî ezmana hîvî kin, ku alî we bike, hûn têderxin, hela çi ye meniya xemgîniya we (Zeb. 139:23). Bihêlin wekî Yehowa barên we hilgire, îlahî gava hûn nikarin problêma xwe safî kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê jî mîna zebûrbêj xwe texmîn kin, yê ku Yehowara distira: “Çaxê xemên min zêde dibûn, te berdilî dida min û dilê min rihet dikir” (Zeb. 94:19, DT).

KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”

^ abz. 5 Cara em gişk jî bona problêmên xwe berxwe dikevin û xemgîn dibin. Vê gotarêda emê serhatiyên sê xizmetkarên Yehowa şêwir kin, yên ku ji bo çetinaya xemgîn dibûn. Û emê pêbihesin, ku ça Yehowa berdilî û dilrihetî dida wan.

^ abz. 1 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Xemgînî yanê xem, ew e ku meriv berxwe dikeve bona tiştekî yan jî dilê wî nerihet e. Meniyên xemgîniyê dikarin problêmên aliyê pereda bin, aliyê sihet-qewatêda, malbetêda, yan jî problêmên mayîn bin. Em usa jî dibeke berxwe kevin bona şaşiyên xweye berê, yan jî bona problêmên ku dikarin pêşda bên.