Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11

Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?

Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?

“Imad [binavbûn] ... we xilas dike” (1. PTR. 3:21).

KILAM 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

PÊŞGOTIN *

1. Berî ku kesek xaniyekî ava bike, gerek ew çi bike?

KESEKÎ ku dixwaze xaniyekî nû ava bike bîne ber çavê xwe. Ma ew dikare rasterast here, malzemeyan bikire û dest bi avakirinê bike? Helbet na! Berî ku ew dest bi îşê xwe bike, gerek ew tiştekî muhîm bike: Gerek ew hesab bike ku mesref wê çi qas be. Çima? Çimkî gerek ew bizanibe ka pereyê wî wê têra wî bike ku vî xaniyî ava bike yan na. Eger ew mesrefa xwe ji berê de rind hesab bike, ewê bi îhtimaleke mezin bikaribe xaniyê xwe temam bike.

2. Li gor Lûqa 14:27-30, gerek tu li ser çi bifikirî berî ku tu bin av bibî?

2 Gelo tu ji Yehowa ew qas hez dikî ku tu dixwazî bin av bibî? Eger wisa ye, tu dişibî vî mirovê ku dixwaze xaniyekî ava bike. Gelo çima? Bala xwe bide gotinên Îsa yên li Lûqa 14:27-30 (bixwîne). Li van ayetan, Îsa nîşan da ku mirov çawa dikare bibe şagirtê wî. Ji bo vê, lazim e ku mirov “mesrefa wê” – yanî çetinahî û fedakariyan – hesab bike (Lûqa 9:23-26; 12:51-53). Loma, berî ku tu bin av bibî, li ser van tiştan rind bifikire. Eger tu wisa bikî, wê li te hêsantir bê ku tu piştî binavbûnê bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bikî.

3. Li vê meqaleyê, emê çi şêwir bikin?

3 Gelo hêja ye ku tu li gel ew qas çetinahî û fedakariyan bibî şagirtê binavbûyî? Helbet! Binavbûn riya gelek bereketan vedike – hem niha hem jî li dema bê. Niha emê bala xwe bidin hin pirsên di heqê binavbûnê de. Bi vî awayî, tuyê bikaribî cewaba vê pirsê bidî: “Gelo ez hazir im ku bin av bibim?”

SONDA XWEDAYÎNÊ Û BINAVBÛN

4. (a) Sonda xwedayînê çi ye? (b) Ev yek ku mirov xwe “înkar” dike tê çi maneyê?

4 Sonda xwedayînê çi ye? Berî ku tu bin av bibî, gerek tu ji Yehowa re dua bikî û jê re soz bidî ku tuyê heta bi hetayê jê re xizmet bikî. Gava tu sonda xwedayînê dixwî, tu xwe “înkar” dikî (Metta 16:24 bixwîne). Bi vî awayî, tu êdî aîdî Yehowa yî, û ev yek îmtiyazeke mezin e (Rom. 14:8). Tu ji Yehowa re dibêjî ku ji niha û pê ve, tuyê herî zêde bala xwe bidî, ne kêfa xwe, lê xizmeta wî. Sonda xwedayînê pir cidî ye. Yehowa zorê li me nade ku em vê sondê bixwin. Lê belê, eger em sonda xwedayînê bixwin, ew dixwaze ku em vê sonda xwe bînin cih (Zeb. 116:12, 14).

5. Sonda xwedayînê çawa bi binavbûnê ve girêdayî ye?

5 Sonda xwedayînê çawa bi binavbûnê ve girêdayî ye? Sonda xwedayînê tiştekî şexsî ye, ya ku di nav te û Yehowa de diqewime. Binavbûn li ber her kesî diqewime, bi gelemperî li civînên mezin. Gava tu bin av dibî, tu ji kesên din re nîşan didî ku te jixwe ji Yehowa re soz daye ku tu êdî aîdî wî yî. * Yanî, binavbûna te rêyî kesên din dide ku tu bi hemû dilê xwe, canê xwe, hişê xwe û qeweta xwe ji Yehowa hez dikî û ku tu dixwazî heta bi hetayê ji wî re xizmet bikî (Mar. 12:30).

6-7. Li gor 1. Petrûs 3:18-22, binavbûn ji bo kîjan du sebeban muhîm e?

6 Gelo bi rastî lazim e ku tu bin av bibî? Bala xwe bide gotinên li 1. Petrûs 3:18-22 (bixwîne). Çawa ku gemiya Nûh baweriya wî eşkere dikir, binavbûna te eşkere dike ku te jiyana xwe daye Yehowa. Petrûs nîşan da ku binavbûn çima şert e. A yekê, binavbûn me “xilas dike”. Eger em bi hal û hereketên xwe nîşan didin ku em baweriya xwe bi Îsa tînin û bawer dikin ku ew di oxira me de canê xwe da, ji mirinê hat rakirin û çû ezmanan û niha “li milê Xwedê yê rastê ye”, binavbûn dikare me xelas bike.

7 A diduyan, binavbûn esasê “wijdana paqij” e. Gava ku em jiyana xwe didin Yehowa û tên bin av kirin, em dibin dostên wî. Wexta ku em ji dil tobe dikin û baweriya xwe bi fîdyeyê tînin, Xwedê gunehên me efû dike. Loma em li ber wî dibin xwediyê wijdanekî pak.

8. Qerara binavbûnê gerek li ser esasê çi bê dayîn?

8 Qerara binavbûnê gerek li ser esasê çi bê dayîn? Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, tu di heqê Yehowa, şexsiyeta wî û kirinên wî de gelek tiştan hîn bûyî. Tiştên ku tu hîn bûyî dilê te girtiye û bûne sebeb ku tu ji wî pir hez bikî. Gava tu qerarê didî ku bin av bibî, sebeba te ya herî mezin gerek ev be ku tu ji Yehowa hez dikî.

9. Binavbûna “bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz” tê çi maneyê?

9 Wekî din, gotinên Kitêba Pîroz, ên ku te êdî qebûl kirine, bûne sebeb ku tu dixwazî bin av bibî. Bîne bîra xwe ku li gor Îsa, çi lazim e ku mirov bibe şagirtê wî (Metta 28:19, 20 bixwîne). Îsa gotibû ku gerek mirov “bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz” bên bin av kirin. Maneya vê ev e ku gerek tu bi hemû dilê xwe bi gotinên Kitêba Pîroz ên li ser Yehowa, Îsa Mesîh û ruhê pîroz bawer bikî. Gotinên Kitêba Pîroz pir biqudret in û dikarin li ser dilê te tesîr bikin (Îbr. 4:12). Bila em bala xwe bidin hin ji van gotinan.

10-11. Te di heqê Bav de çi qebûl kiriye?

10 Tu di heqê Bav de hin tiştên pir muhîm hîn bûyî, ne wisa ye? Mesela, tu hîn bûyî ku navê wî Yehowa ye, yê herî bilind ew e û tenê ew Xwedê ye (Zeb. 83:18, WDN; Yûh. 17:3). Ew Afirandêr û Xelaskarê me ye (Zeb. 3:8; 36:9). Wî riya xelasbûna ji guneh û mirinê vekiriye, û wî hêviya jiyana herheyî daye me (Yûh. 17:3). Bi saya sonda xwedayînê û binavbûnê, tu dibî Şahidê Yehowa (Îşa. 43:10-12). Bi vî awayî, tuyê bikevî malbata xizmetkarên Yehowa, yên ku serbilind in ku navê wî li ser wan e û ku dixwazin vî navî ji her kesî re îlan bikin (Zeb. 86:12).

11 Çi îmtiyazeke mezin e ku em fehm dikin ku Kitêba Pîroz di heqê Bav de çi dibêje! Gava tu vê rastiya biqîmet qebûl dikî, tu êdî dixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî.

12-13. Te di heqê Kur de çi qebûl kiriye?

12 Tiştên ku tu di heqê Kur de hîn bûyî li ser te çawa tesîr kiriye? Mesela, tu hîn bûyî ku piştî Xwedê, kesê herî muhîm ê li hemû kaînatê Îsa ye. Wî canê xwe bi dilxwazî di oxira me de qurban kir. Gava em bi hal û hereketên xwe nîşan didin ku em baweriya xwe bi fîdyeya Îsa tînin, gunehên me dikarin bên efû kirin, em dikarin bibin dostên Xwedê û em dikarin jiyana herheyî bistînin (Yûh. 3:16). Îsa Serokkahînê me ye. Ew dixwaze alî me bike ku em ji fîdyeyê feyde bistînin û nêzikî Xwedê bin (Îbr. 4:15; 7:24, 25). Bi destê Îsa, yê ku wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hatiye tayîn kirin, Yehowa wê navê xwe pîroz bike, xerabiyê ji holê rake û di ceneta nû de bereketên bêdawî bibarîne (Met. 6:9, 10; Pey. 11:15). Îsa ji bo me bû “mînak” (1. Ptr. 2:21). Wî daxwaza Xwedê bi dil û can dianî cih û bi vî awayî ji me re bû emsal (Yûh. 4:34).

13 Gava tu gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê Îsa de qebûl dikî, ma ev yek nabe sebeb ku tu ji Kurê Xwedê zêdetir hez bikî? Ev hezkirin dikare te dehf bide ku tu wek Îsa di jiyana xwe de daxwaza Xwedê bi dil û can bînî cih. Di netîceyê de, tuyê bixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî.

14-15. Te di heqê ruhê pîroz de çi qebûl kiriye?

14 Tiştên ku tu di heqê ruhê pîroz de hîn bûyî li ser te çawa tesîr kiriye? Mesela, tu hîn bûyî ku ruhê pîroz ne Xwedê ye, lê hêza wî ye. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa nivîsandina Kitêba Pîroz îlham kir, û ruhê pîroz alî me dike ku em gotinên Kitêba Pîroz fehm bikin û bixebitînin (Yûh. 14:26; 2. Ptr. 1:21). Wekî din, Yehowa bi destê ruhê pîroz “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” dide me (2. Kor. 4:7, WDN). Ruhê pîroz qewetê dide me ku em mizgînê belav bikin, ku em nekevin ber bayê Îblîs, ku em bi bêcesaretiyê micadele bikin û ku em serî bi tengasiyan re derxînin. Ruhê pîroz alî me dike ku em sifatên xweş ên “berê Ruh” eşkere bikin (Gal. 5:22). Xwedê ruhê xwe bi comerdî dide kesên ku xwe dispêrin wî û ji dil ji bo vî ruhî dua dikin (Lûqa 11:13).

15 Em çi qas şa ne ku ruhê pîroz alî me dike ku em ji Xwedê re xizmetê bikin! Tiştên ku tu di heqê ruhê pîroz de hîn bûyî dikarin te teşwîq bikin ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî.

16. Heta vira, em çi hîn bûne?

16 Qerara te ku tuyê jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî, gaveke pir muhîm e. Wek tu hîn bûyî, gerek tu “mesrefa wê” – yanî çetinahî û fedakariyên ku bi vê gavê ve girêdayî ne – qebûl bikî. Lê belê, bereketên ku tuyê bistînî wê ji hemû mesrefan zêdetir bibin. Bi saya binavbûnê, tu dikarî xelas bibî û li ber Xwedê bibî xwediyê wijdanekî paqij. Gava tu dixwazî bin av bibî, lazim e ku sebeba te ya herî mezin ev be ku tu ji Yehowa hez dikî. Wekî din, gerek tu bi hemû dilê xwe bi tiştên ku tu li ser Bav, Kur û ruhê pîroz hîn bûyî, bawer bikî. Hingê tu li ser vê pirsê çi difikirî: “Gelo ez hazir im ku bin av bibim?”

BERÎ BINAVBÛNÊ, GEREK TU ÇI BIKÎ?

17. Hin gavên ber bi binavbûnê çi ne?

17 Eger ku tu difikirî ku tu hazir î ku bin av bibî, ev yek bê guman tê maneya ku te gelek tişt kirine ku dostaniya xwe bi Yehowa re xurttir bikî. * Bi saya kursa Kitêba Pîroz, a ku tu her hefte derbas dikî, te di heqê Yehowa û Îsa de gelek melûmat stendiye. Te bawerî aniye meydanê (Îbr. 11:6). Tu bi dil û can bi sozên Yehowa, yên ku li Kitêba Pîroz nivîskî ne, bawer dikî, û tu emîn î ku baweriya te bi fîdyeya Îsa Mesîh dikare te ji guneh û mirinê bifilitîne. Te ji gunehên xwe tobe kiriye. Tu seba şaşiyên xwe pir xemgîn î, û te ji Yehowa efû xwestiye. Te jiyana xwe guherandiye, yanî te dev ji jiyana xwe ya berê berdaye û te jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê serrast kiriye (Kar. 3:19). Tu bi coşî ji kesên din re behsa baweriya xwe dikî. Tu bûyî mizgînvanekî nebinavbûyî, û tu mizgînê tevî xwişk û birayan belav dikî (Met. 24:14). Yehowa pir dilşad e ku te ev gavên muhîm avêtine! (Mtl. 27:11).

18. Wekî din, gerek tu çi bikî berî ku tu bin av bibî?

18 Berî ku tu dikarî bin av bibî, gerek tu hin tiştên din jî bikî. Wek me berê dîtibû, gerek tu jiyana xwe bidî destê Xwedê. Di duayeke şexsî de ji Xwedê re soz bide ku tuyê daxwaza wî her tim bînî cih (1. Ptr. 4:2). Paşê, ji koordînatorê kalên civatê re bibêje ku tu dixwazî bin av bibî. Ewê ji hin kalên civatê re bibêje ku bila ew bi te re li hev top bibin. Ne lazim e ku tu ji vê gotûbêjê bitirsî. Ev birayên dilgerm te bê guman nas dikin û ji te hez dikin. Ewê hin hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz, ên ku tu hîn bûyî, bi te re şêwir bikin. Niyeta wan ev e ku fehm bikin ka tu van hîndariyan rind fehm dikî û dizanî ku sonda xwedayînê û binavbûn çi qas muhîm in. Eger ew bifikirin ku tu hazir î, ewê ji te re bibêjin ku tuyê bikaribî li tarîxeke nêzik li civîneke mezin bêyî bin av kirin.

PIŞTÎ BINAVBÛNÊ, GEREK TU ÇI BIKÎ?

19-20. Lazim e ku tu piştî binavbûnê çi bikî, û tu çawa dikarî vêya bikî?

19 Piştî binavbûnê, wê lazim be ku tu çi bikî? * Ji bîr neke ku sonda xwedayînê pir cidî ye, û gerek tu sonda xwe bînî cih. Loma, piştî binavbûnê, gerek tu li gor sonda xwe bijî. Tu çawa dikarî vêya bikî?

20 Wexta ku tu bin av dibî, tu dibî pareke biratiyeke cîhanî (1. Ptr. 2:17). Xwişk û birayên li civatê êdî malbata te ya ruhî ne. Her tim here civînan da ku dostaniya te ya bi wan re xurttir be. Kitêba Pîroz her roj bixwîne û li ser wê kûr bifikire (Zeb. 1:1, 2). Piştî ku te pareke Kitêba Pîroz xwendiye, kûr bifikire da ku ayetên ku te xwendine dilê te bigirin. Her gav ‘dua bike’ (Met. 26:41). Bi saya duayên ji dil, tuyê nêziktirî Yehowa bibî. ‘Berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê bigere’ (Met. 6:33). Ji bo vê, di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bide belavkirina mizgînê. Eger tu bi dewamî derkevî xizmetê, baweriya te wê xurt bimîne, û tuyê belkî karibî alî kesên din bikî ku ew jî bikevin riya jiyana herheyî (1. Tîm. 4:16).

21. Bi saya binavbûnê, tuyê çi bi dest bixî?

21 Ev yek ku tu dixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî qerara te ya herî muhîm e. Rast e ku mesrefa vê qerarê jî heye. Gelo hêja ye ku tu vê mesrefê bidî? Helbet! Zehmetên îroyîn “sivik û ji bo demekê” ne (2. Kor. 4:17). Lê belê, binavbûn rê vedike ku tu hê bextewartir bibî û “jiyana rastîn” bi dest bixî (1. Tîm. 6:19). Ji kerema xwe re li ser cewaba vê pirsê rind bifikire û dua bike: “Gelo ez hazir im ku bin av bibim?”

KILAM 50 Duayê Tesmîlbûnê

^ par. 5 Ev meqale bi xisûsî ji bo kesên ku dixwazin bên bin av kirin hatiye hazir kirin. Di vê meqaleyê de, hin pirsên muhîm ên li ser vê mijarê tên şêwir kirin. Gava tu li ser cewabên van pirsan bifikirî, tuyê fehm bikî ka tu ji bo binavbûnê hazir î yan na.

^ par. 5 Li çarçoveya “ Du Pirsên Berî Binavbûnê” binêre.

^ par. 19 Eger te lêkolîna kitêbên Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? û Di Hezkirina Xwedê de Bimîne hê xelas nekiriye, gerek tu tevî mamosteyekî Kitêba Pîroz berdewam bikî heta ku tu her du kitêban xelas bikî.