Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?

Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?

“Nixumandin . . . niha we xilaz dike” (1 PET. 3:21).

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Merivê ku dixwaze xwera tam ava ke, gerekê pêşiyê çi bike?

BIDINE ber çevê xwe merivek dixwaze tam xwera ava ke. Ewî îda safî kiriye, ku tam çi cûreyî çêke. Lê gelo ew gerekê derbêra destpêke tiştên bona avakirinê bikire? Na. Pêşiyê ew gerekê tiştekî ferz bike, dêmek hesab ke, ku ser vî tamî wê çiqas bê xerckirinê. Çira? Seva bizanibe hela perê wî wê têrê bike, wekî ewî şixulî heta xilaziyê bîne sêrî. Hergê ew pêşda xerc rind hesab ke, ewê îda bikaribe evî tamî xwera çêke.

2. Li gora Lûqa 14:27-30, pêşiya nixumandinê hûn gerekê derheqa çi bifikirin?

2 Gelo hizkirin û razîbûna we hindava Yehowa, we hêlan dike bêne nixumandinê? Hergê erê, hûn gerekê mîna merivê ku dixwaze xwera malê ava ke, xercê xwe bidin ber hesêb. Lê çira? Dîna xwe bidine giliyên Îsa ji Lûqa 14:27-30 (Bixûne.) Wan rêzada Îsa şirovedike, ku çi tê hesabê bibine şagirtên wî. Seva bibine şagirtên wî, em gerekê xerc bidin “ber hesêb”, dêmek bona çetinaya hazir bin û hine tişta qurban kin (Lûqa 9:23-26; 12:51-53). Lema jî pêşiya nixumandinê, hûn gerekê bizanibin hûnê rastî çi bên. Paşê hûnê îda hê rind hazir bin, wekî ça Mesîhiyên nixumandî bi aminî Xwedêra xizmet kin.

3. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Lê hêja ye meriv wan qurbana bike, seva bibe Mesîhî? Belê! Nixumandin rê vedike seva bêhesab kerema bistînin, hin niha hin jî axiriyêda. Were niha derheqa nixumandinê, çend pirsên ferz şêwir kin. Ew yek wê alî we bike, ku caba vê pirsê bidin: “Ez hazir im bême nixumandinê yan na?”

HÛN DERHEQA XWETESMÎLKIRINÊ Û NIXUMANDINÊ GEREKÊ ÇI BIZANIBIN

4. a) Xwetesmîlkirin çi tê hesabê? b) Anegorî Metta 16:24, çi tê hesabê xwe “înkar” kin?

4 Xwetesmîlkirin çi ye? Pêşiya ku bêne nixumandinê, hûn gerekê xwe tesmîlî Yehowa kin. Hûn gerekê duada jêra bêjin, wekî hûn xwe tesmîlî wî dikin û dixwazin heta-hetayê jêra xizmet kin. Çaxê hûn xwe tesmîlî Xwedê dikin, hûn xwe “înkar” dikin. (Bixûne Metta 16:24.) Hingêda hûn dibine para Yehowa û ew yek bona we rastî jî qedirekî gelek mezin e (Rom. 14:8). Hûn Yehowara dibêjin, wekî hûnê îda jîyîna xweda xizmetiyê daynin ciyê pêşin, ne ku xwestinên xwe. Ew tesmîlkirina we sond e, yan jî soz e, ku hûn didine Xwedê. Yehowa tu car zorê me nake wekî evî sondî bixwin. Lê çaxê em evî sozî didin, ew dixwaze wekî em xweyê sozê xwe bin (Zeb. 116:12, 14).

5. Çi firqî heye orta xwetesmîlkirinê û nixumandinê?

5 Firqiya orta xwetesmîlkirinê û nixumandinê çi ye? Tesmîlkirin ew heye sozê şexsî, ku hûn didine Yehowa. Lê nixumandin ew e, ku hûn ber meriva vê yekê îzbat dikin, mesele ser civata mezin. Dêmek, çaxê hûn têne nixumandinê, hûn eşkere didine kifşê, wekî we îda xwe tesmîlî Yehowa kiriye. * Lema jî nixumandina we merivara eyan dike, wekî hûn Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz dikin, û we safî kiriye heta-hetayê jêra xizmet kin (Marq. 12:30).

6-7. Li gora 1 Petrûs 3:18-22, çi du menî hene ku nixumandin ese lazim e?

6 Gelo ese lazim e hûn bêne nixumandinê? Dîna xwe bide giliyên ji 1 Petrûs 3:18-22 (Bixûne.) Çawa ku gemiyê eşkere îzbat dikir, ku baweriya Nuh heye, usa jî nixumandin merivara eşkere dide kifşê, wekî we xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Lê çira lazim e hûn ese bêne nixumandinê? Petrûs şirovekir çira. Ya pêşin, nixumandin we “xilaz dike”. Belê, nixumandin wê me xilaz ke, hergê em pê kirên xwe didin kifşê, wekî me baweriya xwe Îsa anî, û bawer dikin, wekî ew bona me mir, hate saxkirinê, û niha ew “li milê Xwedêyî rastê ye”.

7 Ya duda, bi saya nixumandinê, em “îsafa rihet” distînin. Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê, heleqetiya me tevî wî hê nêzîk dibe. Hin jî çimkî em bi dil û can gunên xwe tobe dikin û baweriya xwe kirînê tînin, Xwedê gunên me dibaxşîne. Lema jî îsafa me ber wî temiz dibe.

8. Meniya sereke bona nixumandina te gerekê çi be?

8 Meniya weye sereke bona nixumandinê gerekê çi be? Hûn bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz hê zêde pêhesiyane derheqa Yehowa, xeyset-hunurên wî û riyên wî. Hûn derheqa wî çi jî pêhesiyan dilê we girt, û we Yehowa hê zef hiz kir. Hizkirina we hindava Yehowa gerekê meniya sereke be ku bêne nixumandinê.

9. Li gora Metta 28:19, 20, çi tê hesabê pê navê Bav, Kur û ruhê pîroz bêne nixumandinê?

9 Dîsa menîk ku çira we safî kiriye bêne nixumandinê ew e, ku we baweriya xwe hînkirinên Kitêba Pîroz aniye. Dîna xwe bidinê, Îsa çi got çaxê temî da, ku şagirta hazir kin. (Bixûne Metta 28:19, 20.) Li gora giliyên Îsa, ewên ku têne nixumandinê gerekê “bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz” bêne nixumandinê. Lê ew çi dihate hesabê? Hûn gerekê bi temamiya dilê xwe rastiyên derheqa Yehowa, Kurê wî Îsa û ruhê pîroz, bawer kin. Qewata wan rastiya mezin e û ew dikarin dilê we bigirin (Îbrn. 4:12). Were em derheqa hine ji wan rastiya şêwir kin.

10-11. Hûn kîjan rastiyên derheqa Bav pêhesiyan û bawer kir?

10 Bifikirin ser rastiyên derheqa Bav, yên ku hûn pêhesiyane, mesele ku navê wî Yehowa ye, ku ew “Yê Herî Jorin . . . li ser temamîya erdê” ye, û ku tenê ew e Xwedêyê rast (Zeb. 83:18; Îşa. 37: 16). Ew e Efirandarê me û “xilazbûn destê Xudanda ye” (Zeb. 3:8; 36:9). Ewî mera rê vekir, seva em ji gune û mirinê xilaz bin û hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê bin (Yûhn. 17:3). Xwetesmîlkirin û nixumandin wê we eyan ke ça Şedên Yehowa (Îşa. 43:10-12). Hûnê bibine neferên malbeta hemdinyayê, kîjanêda gişk Xwedêra xizmet dikin, firnaq dibin ku navê Xwedê ser wan e û hin jî merivara derheqa navê Wî gilî dikin (Zeb. 86:12).

11 Rastî jî qedirekî çiqas mezin e ku em zanin, wekî Kitêba Pîroz derheqa Bav çi hîn dike! Çaxê hûn wan rastiyên qîmet bawer bikin, hûnê bixwazin ku xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê.

12-13. Hûn kîjan rastiyên derheqa Kur pêhesiyane û bawer kiriye?

12 We çi texmîn kir çaxê hûn pêhesiyan rastiyên derheqa Îsa, Kurê Xwedê? Nava gerdûnêda paşî Xwedê, Îsa kesê lapî mezin e. Ew Xilazkarê me ye, çimkî ewî bi dil bona me emirê xwe da. Em çaxê pê kirên xwe baweriya xwe hindava kirînê nîşan dikin, gunên me têne baxşandinê, em dibine dostên Xwedê, û dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 3:16). Îsa Serekkahînê me ye. Ew dixwaze alî me bike, wekî em ji kirînê karê bistînin û heleqetiya me tevî Xwedê nêzîk be (Îbrn. 4:15; 7:24, 25). Bi saya Îsa, ça Padşê Padşatiya Xwedê, wê navê Yehowa bê rûmetkirinê, hemû xirabî wê bê hildanê û merivê Cinetêda ser erdê keremên heta-hetayê bistînin (Met. 6:9, 10; Eyan. 11:15). Îsa mera nexşek hîşt, wekî em pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21). Ewî mesele hîşt vê yekêda, ku emirê xweda qirara Xwedê datanî ciyê pêşiyê (Yûhn. 4:34).

13 Çaxê hûn rastiyên Kitêba Pîroz qebûl dikin, hûn destpêdikin Kurê Xwedêyî delal hiz bikin. Ew hizkirin we hêlan dike mîna Îsa emirê xweda qirara Xwedê bînin sêrî. Axiriya vê yekê ew e, ku hûnê bixwazin xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê.

14-15. Hûn kîjan rastiyên derheqa ruhê pîroz pêhesiyan û qebûl kir?

14 Lê we çi texmîn kir gava hûn pêhesiyan rastiyên derheqa ruhê pîroz? Ruhê pîroz ne ku kes e, lê qewata Xwedê ye. Yehowa pê ruhê xweyî pîroz rêberiya nivîskarên Kitêba Pîroz kir, û ew ruh alî me dike, wekî fem kin û bidine xebatê çi ku em têda dixûnin (Yûhn. 14:26; 2 Pet. 1:21). Yehowa bi saya ruhê xwe, “zorayiya qewatê” dide me (2 Korn. 4:7). Ew ruh qewatê dide me ku mizgîniyê bela kin, cêribandinada amin bimînin, çaxê dilteng dibin teyax kin, û tengasiyada sebir kin. Ew alî me dike wan xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînin, yên ku dikevine nava “berê ruh” (Galt. 5:22, DT). Xwedê bi merdanî ruhê xwe dide wan, yên ku îtbariya xwe wî tînin û bi dil û can ruhê pîroz ji wî dixwazin (Lûqa 11:13).

15 Em çiqas dilbîniyê distînin, ku zanin, wekî ruhê pîroz alî me dike ku Yehowara xizmet kin! Çaxê hûn wan rastiya derheqa ruhê pîroz qebûl kin, hûnê bixwazin xwe tesmîlî Xwedê kin û bêne nixumandinê.

16. Em çi pêhesiyan?

16 Çaxê hûn safî dikin emirê xwe tesmîlî Xwedê kin û bêne nixumandinê, bi vê yekê hûn gaveke ferz davêjin. Çawa em pêhesiyan, hûn gerekê hazir bin bona çetinaya, û hine qurbana bikin. Lê keremên ku hûnê axiriyêda bistînin, ji hemû qurbana zêdetir in. Nixumandin dikare xilazbûnê wera bîne, û îsafa we ber Xwedê temiz be. Lê hûn gerekê evê gavê bavêjin ji bo meniya sereke, dêmek ji bo hizkirina we hindava Yehowa Xwedê. Hûn usa jî gerekê bi temamiya dilê xwe bawer kin rastiyên derheqa Bav, Kur, û ruhê pîroz. Paşî vê şêwirkirinê, hûnê ça caba vê pirsê bidin: “Ez hazir im bême nixumandinê?”

PÊŞIYA KU BÊNE NIXUMANDINÊ HÛN GEREKÊ ÇI BIKIN?

17. Kîjan in hine ew gav, yên ku meriva berbi nixumandinê dibin?

17 Hergê hûn difikirin, ku hazir in bêne nixumandinê, dêmek we îda gelek gav avîtiye, seva heleqetiya we tevî Yehowa baş û nêzîk be. * Hûn Kitêba Pîroz her gav lêkolîn dikin û lema hûn îda êpêceyî derheqa Yehowa û Îsa zanin. Û bi saya vê yekê baweriya we pêşda hatiye (Îbrn. 11:6). Hûn bi temamî îtbariya xwe sozên Yehowa tînin, kîjan ku hûn ji Kitêba Pîroz pêhesiyane, û hûn bawer dikin, wekî hûn bi saya baweriya xweye hindava qurbana Îsa, dikarin ji gune û mirinê xilaz bin. We gunê xwe aniye rûyê xwe û ji Yehowa baxşandin xwestiye. We emirê xwe guhastiye, dêmek we terka jîyîna xweye berê daye û destpêkiriye usa bijîn ça Xwedê xweş tê (Kar. Şand. 3:19). Hûn usa jî dixwazin, wekî derheqa baweriya xwe merivara gilî kin. Dêmek hûn îda hazir in bibine mizgînvanê nenixumandî û destpêkin tevî xûşk-birên civatê xizmet bikin (Met. 24:14). Yehowa wera firnaq dibe ku we ew gavên ferz avîtiye. Hûn dilê wî gelek şa dikin (Metlk. 27:11).

18. Pêşiya nixumandinê dîsa çi hûn gerekê bikin?

18 Pêşiya nixumandinê, hûn gerekê çend tişta bikin. Ça em vê gotarêda pêhesiyan, hûn pêşiyê gerekê xwe tesmîlî Xwedê kin, dêmek jêra duada soz bidin, ku hûnê emirê xweda timê qirara wî bînin sêrî (1 Pet. 4:2). Paşê, koordînatorê koma rûspiyara bêjin, ku hûn dixwazin bêne nixumandinê. Ew wê rûspiyên mayînra bêje, ku tevî we xeber din, lê bona vê yekê berxwe nekevin, çimkî ew bira we îda nas dikin û we hiz dikin. Ewana wê tevî we hînkirinên serekeye Kitêba Pîroz şêwir kin, kîjan ku hûn îda zanin. Ewana vê yekê dikin seva bawer bin, wekî hûn wan hînkirina rind fem dikin û zanin ku xwetesmîlkirin û nixumandin gaveke çiqas ferz e. Hergê ewana bivînin ku hûn hazir in, wê wera bêjin, wekî hûn dikarin ser civata mezin bêne nixumandinê.

PAŞÎ NIXUMANDINÊ HÛN GEREKÊ ÇI BIKIN?

19-20. Paşî nixumandinê hûn gerekê çi bikin, û ça hûn dikarin vê yekê bikin?

19 Paşî nixumandinê, hûn gerekê çi bikin? * Bîr nekin wekî xwetesmîlkirin ew heye sond, û Yehowa dixwaze hûn xweyê sonda xwe bin. Lema jî paşî nixumandinê, hûn gerekê li gora tesmîlkirina xwe bijîn. Lê ew çi tê hesabê?

20 Xwe li civata xwe bigirin. Çaxê hûn têne nixumandinê, hûn îda dibine para biratiya hemdinyayê (1 Pet. 2:17). Xûşk-birên weye civatê îda malbeta weye ruhanî ne. Heleqetiya we tevî wan wê diha nêzîk û qewî be, hergê hûn timê bêne ser civata. Her roj Xebera Xwedê bixûnin û ser bifikirin (Zeb. 1:1, 2). Paşî xwendina pareke ji Kitêba Pîroz, wede bivînin seva kûr bifikirin ser vê çi we xwend. Hingê îda ew gilî wê dilê we bigirin. Usa jî her gav dua bikin (Met. 26:41). Duayên weyî bi dil, wê we hê nêzîkî Yehowa kin. Berdewam kin “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Met. 6:33). Vê yekê hûn dikarin bikin, hergê emirê xweda xizmetiyê daynin ciyê pêşiyê. Hergê hûn her gav xizmet kin, baweriya we wê qewî bimîne, û hûnê bikaribin alî meriva bikin, wekî bêne ser riya ku dibe berbi jîyîna heta-hetayê (1 Tîmt. 4:16).

21. Nixumandin bona çi wera rê vedike?

21 Xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê, ew safîkirina lape ferz e ku hûnê emirê xweda bikin. Belê, xerc hene, lê hêja ye evê gavê bavêjin? Ese hêja ye! Her cefê ku hûnê vê dinya kevinda bivînin, “dem-deme sivik” in (2 Korn. 4:17). Lê nixumandin wê wera rê veke, wekî hûn îda îroda bextewar bijîn, û axiriyêda hûnê “jiyîna ku rastî jiyîn e” qazanc kin (1 Tîmt. 6:19). Lema jî kûr bifikirin û dua bikin ser caba vê pirsê: “Ez hazir im bême nixumandinê?”

KILAMA 50 Duayê Tesmîlbûnê

^ abz. 5 Tu dixwazî bêyî nixumandinê? Hergê erê, ev gotar hema bona te ye. Emê şêwir kin pirsên sereke derheqa vê têma ferz. Cabên te ser wan pirsa wê alî te bikin têderxî, hela tu hazir î bêyî nixumandinê yan na.

^ abz. 17 Binihêre kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, serê 18.

^ abz. 19 Hergê we hê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” û “Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne” xilaz nekiriye, hûn gerekê tevî wî kê we hîn dike, heta xilaziyê ewan kitêba derbaz bin.