Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Nobedarên perestgehê kî bûn û îşê wan çi bû?

Mirovên ji eşîra Lêwî, yên ku ne kahîn bûn, cure cure îş dikirin. Mesela, hin ji wan di bin rêberiya fermandarê perestgehê de wek nobedar dixebitîn. Nivîskarekî Cihû ya bi navê Fîlon di heqê mesûliyetên wan de wisa nivîsî: “Hin ji van [Lêwiyan] wek derîvan li ber deriyan disekinin, hinek li [meydana perestgehê] li ber perestgehê disekinin ku tu kesê nemeşrû bi qesdî yan bê qesdî nekeve wê derê. Hinek jî bi şev û roj li derdora perestgehê nobet digirin.”

Van nobedaran bi emrê civîna giregiran hereket dikir. Ji xeynî wan, Romayiyan îzin nedida ku komên çekdar hebin.

Li gor zanyar Joachim Jeremias, “ev yek ku Îsa ji kesên ku ew girt re got ku wan ew negirtibû gava wî roj bi roj li perestgehê hîn dikir (Met. 26.55) xuya dike ku kesên ku hatin ku wî bigirin nobedarên perestgehê bûn.” Wekî din, Joachim Jeremias bawer bû ku kesên ku berê hatibûn şandin ku Îsa bigirin jî nobedarên perestgehê bûn (Yûh. 7:32, 45, 46). Paşê, nobedarên perestgehê û fermandarê wan hatin şandin ku şagirtên Îsa bînin ber civîna giregiran. Wekî din, wisa tê fehm kirin ku Pawlosê şandî jî ji aliyê van nobedaran ve ji perestgehê hat derxistin (Kar. 4:1-3; 5:17-27; 21:27-30).