Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

“A Vay Em, Me Bişînin!”

“A Vay Em, Me Bişînin!”

GELO tu dixwazî xizmeta xwe berfirehtir bikî û derbasî bajar yan welatekî din bibî? Eger wisa ye, tuyê ji serpêhatiya xwişk û birayê Bergame pir feyde bistînî.

Jack û Marie-Line ji sala 1988an bi hev re xizmeta tamrojî dikin. Ew her du jî zû hînî hal û rewşên nû dibin, û wan li Guadeloupe û Guyanaya Fransî cure cure tayîn qebûl kirine. Niha, ev du herêm di bin mesûliyeta buroya Fransayê de ne. Ka em ji Jack û Marie-Line’ê çend pirsan bipirsin.

Çi hûn teşwîq kirin ku hûn dest bi xizmeta tamrojî bikin?

Marie-Line: Gava ez li Guadeloupe’ê mezin dibûm, min gelek caran ji sibehê heta êvarê bi diya xwe re, ya ku şahideke jêhatî bû, mizgîn belav dikir. Ez ji însanan hez dikim, loma gava min mekteba xwe qedand, min di sala 1985an de dest bi xizmeta pêşengiyê kir.

Jack: Gava ez ciwan bûm, li derdora min gelek xizmetkarên tamrojî hebûn, yên ku ji xizmetê hez dikir. Li dema tetîlê, ez dibûm pêşengê alîkar. Di dawiya heftiyê de, em carinan bi otobusê diçûn ku bi pêşengan re xizmetê bikin. Me ji sibehê heta êvarê xizmet dikir, û paşê, em diçûn ber behrê. Wê demê me pir kêf distend!

Demeke kurt piştî ku ez di sala 1988an de bi Marie-Line’ê re zewicîm, min ji xwe re got: “Em serbest in! Çima em xizmeta xwe zêde nakin?” Loma min jî dest bi pêşengiyê kir. Salek bi şûn de, piştî kursa xizmeta pêşengiyê, em wek pêşengên xisûsî hatin tayîn kirin. Li Guadeloupe’ê, me çend wezîfeyên xweş stendin, û em paşê hatin dawet kirin ku derbasî Guyanaya Fransî bibin.

Di emrê xwe de, we cure cure tayînên nû stendine. Çi alî we dikir ku hûn hînî hal û rewşên nû bibin?

Marie-Line: Birayên li Beytela Guyanaya Fransî dizanibû ku ayeta ku em herî zêde jê hez dikin, Îşaya 6:8 e. Loma gava wan ji me re telefon dikir, wan gelek caran bi henekî wisa digot: “Hûn herî zêde ji kîjan ayetê hez dikin?” Me ji vê pirsê fehm dikir ku meyê tayîneke nû bistenda. Loma me digot: “A vay em, me bişînin!”

Ji bo ku em teqdîra xwe winda nekin, em tayînên nû bi tayînên berê muqayese nakin. Wekî din, em xîret dikin ku xwişk û birayan nas bikin.

Jack: Berê, hin xwişk û birayan ji me re digot ku bila em neçin cihekî din, çimkî wan dixwest ku em nêzikî wan bimînin. Lê gava em ji Guadeloupe’ê derketin, birayekî anî bîra me ku Îsa li Metta 13:38 çi gotibû: “Zevî dinya ye.” Loma gava em tayînên nû distînin, em tînin bîra xwe ku qet ferq nake ku em li ku derê bin, em hê jî di eynî zeviyê de xizmetê dikin. A herî muhîm ev e ku em bala xwe bidin sahe û însanan.

Gava em digihîjin cihekî nû, em dibînin ku xelkê herêmê li wê derê bi kêfxweşî dijî. Loma em hewl didin ku wek wan bijîn. Xwarinên wan ji bo me her çi qas ecêb bin jî, em xwarinên wan dixwin. Em helbet ji bo siheta xwe hin tedbîran digirin. Em xîret dikin ku li ser her tayîna xwe xweş xeber bidin.

Marie-Line: Em ji xwişk û birayên herêmê pir tiştan hîn dibin. Tê bîra min gava ku em nû gihîştibûn Guyanaya Fransî. Pir baran dibarî, loma em difikirîn ku em nikarin derkevin xizmetê heta ku baran nesekine. Lê belê, xwişkekê got: “Em herin?” Ez şaşmayî mam, û min got: “Lê çawa?” Wê cewab da: “Şemsiyeya xwe bigire, û emê bi bisîklêtê bi rê bikevin.” Bi vî awayî, ez hîn bûm ku şemsiyeya xwe bi destekî bigirim û di eynî wextê de bisîkletê bajom. Eger ez hîn nebûma, minê qet nikaribûya di dema baranê de mizgîn belav bikira!

We mala xwe weke 15 caran bar kir. Ma ev yek li we zor nedihat?

Marie-Line: Barkirina malê helbet carinan hêsan nîne. Lê gava însan ji xizmetê vedigere malê, pir muhîm e ku ew xwe li mala xwe rihet hîs bike.

Jack: Bi gelemperî, ez hindurê malê teze boyax dikim. Carinan, birayên li Beytelê dizanibû ku emê demeke dirêj nemînin, loma wan digot: “Jack, vê carê boyax neke!“

Marie-Line hosteya berhevkirina eşyayan e! Ew hemû tiştan bi rêk û pêk dixe qutiyan û li ser wan “banyo”, “odeya razanê”, “mûtbex” û her wekî din dinivîse. Îcar gava ku em digihîjin mala xwe ya nû, em dikarin qutiyan bi rihetî li odeyên rast bi cih bikin. Ew dinivîse ku di hundirê her qutiyekê de çi heye. Bi vî awayî, em dikarin tiştên ku ji me re lazim in zû bibînin.

Marie-Line: Ji ber ku em hîn bûne ku tiştên xwe rind tertîb bikin, em dikarin zû dest bi xizmetê bikin.

Hûn wexta xwe çawa eyar dikin ku ‘xizmeta xwe bibin serî’? (2. Tîm. 4:5).

Marie-Line: Roja Duşemê, em îstirhetê dikin û xwe ji bo civînan hazir dikin. Ji roja Sêşemê ve, em derdikevin xizmetê.

Jack: Helbet lazim e ku em saetên xwe temam bikin, lê ev ne armanca me ya sereke ye. Em herî zêde bala xwe didin xizmetê. Ji wexta ku em ji malê derdikevin heta ku em vedigerin malê, em hewl didin ku mizgînê bidin hemû kesên ku em rastî wan tên.

Marie-Line: Mesela, gava em diçin pîknîkê, ez tim belavokan bi xwe re dibim. Carinan, kesên ku me ji wan re hê negotiye ku em Şahidên Yehowa ne tên ba me û weşanan dixwazin. Loma em her tim dîqat dikin ku şekil û şemala me minasib be û rabûn û rûniştina me baş be, çimkî xelk bala xwe dide tiştên wisa.

Jack: Wekî din, em bi jiyana xwe ji cîranên xwe re şahidiyê dikin. Ez kaxezan ber hev dikim, çopê davêjim û bahçeyê li dora malê paqij dikim. Cîranên me vê yekê dibînin û carinan dibêjin: “Ji kerema xwe re Kitêba Pîroz bidin min jî!”

We gelek caran li herêmên dûr mizgîn belav dikir. Gelo rêwîtiyeke xweş di bîra we de maye?

Jack: Li Guyanayê, pir zehmet e ku mirov bigihîje hin cihan. Em gelek caran di hindurê heftiyekê de weke 600 km li ser riyên xerab rêve diçin. Carekê, em çûbûn St. Élie’yê, li daristana Amazonê. Ji bo ku em bigihîjin wê derê, em çend saetan bi erebeya araziyê û qeyika bimotor di rê de bûn. Piraniya kesên ku li wê derê dijiyan, li zêr digeriyan. Hin ji wan ji weşanên me ew qas hez kir ku zêrên biçûk wek bexş dan me! Êvarê, me vîdeoyeke teşkîlatê nîşanî wan da. Gelek kes hatin wê civînê.

Marie-Line: Çendek berê, lazim bû ku Jack gotara Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li Camopiyê pêşkêş bike. Ji bo ku em herin wê derê, em çar saetan bi qeyika bimotor li ser çemê Oyapockê rêve çûn. Rêwîtî pir biheyecan bû!

Jack: Li cihên ku ava çem nizim bû, av pir zû diherikî. Gava qeyik nêzikî cihên wisa dibe, mirov pir biheyecan dibe. Li cihên wisa, lazim bû ku qeyikvan pir bihuner be. Dîsa jî, rêwîtiya me pir xweş derbas bû. Tenê 6 Şahidên Yehowa hebûn, lê belê bi giştî 50 kes hatin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Hin ji wan, mirovên çermesor bûn!

Marie-Line: Serpêhatiyên wisa li benda ciwanan in, ên ku hazir in ku xizmeta xwe zêde bikin! Di hal û rewşên wisa de, lazim e ku mirov bi Yehowa bawer be. Di netîceyê de, baweriya me xurttir dibe. Yehowa gelek caran alî me kiriye.

Hûn gelek zimanan elimîne. Gelo ev yek ji bo we hêsan bû?

Jack: Na, qet ne hêsan bû! Ez van zimanan elimîme ji ber ku hewcedarî hebû. Berî ku min cara pêşîn Xwendina Kitêba Pîroz pêşkêş kir, gerek min lêkolîna Birca Çavdêriyê bi zimanê Sranantongo * îdare bikira! Min ji birayekî pirsî ka wezîfeya min çawa bû. Wî cewab da: “Carinan me çend peyv fehm nedikirin, lê wekî din pir xweş bû.” Alîkariya zarokan ji bo min pir bifeyde bû. Gava min şaşî dikir, kesên mezin bêdeng diman, lê zarokan şaşiya min digot. Ez ji wan gelek tiştan hîn bûm.

Marie-Line: Li saheyekê, min kursên Kitêba Pîroz bi zimanên Fransî, Portekîzî û Sranantongo îdare dikir. Xwişkekê tewsiye kir ku ez bi zimanê ku li min herî zor tê dest pê bikim û bi zimanê ku li min herî hêsan tê xilas bikim. Çendek bi şûn de, min fehm kir ku şîreta wê çi qas baş e.

Rojeke ji rojan, ez çûm ba xwendekareke ku Kitêba Pîroz bi zimanê Sranantongo lêkolîn dikir. Paşê, ez çûm ba xwendekareke din, a ku bi zimanê Portekîzî lêkolîn dikir. Gava min dest bi kursa diduyan kir, xwişka ku bi min re hat, got: “Marie-Line, problemek heye!” Min fehm kir ku ez bi jinikeke Brazîlî re bi zimanê Sranantongo dipeyivîm, ne bi zimanê Portekîzî!

Xwişk û birayên ku we tevî wan xizmet kiriye ji we pir hez dikin. Hûn çawa nêzikî wan bûne?

Jack: Methelokên Silêman 11:25 wisa dibêje: “Canê comerd, dê bigihêje firehiye.” Em her tim hazir in ku fedakariyê bikin. Di heqê tamîrkirina Salona Îbadetê de, hinek ji min re dibêjin: “Bila mizgînvanên civatê vî îşî bikin.” Lê ez dibêjim: “Tu zanî, ez jî mizgînvan im. Loma eger îş hebe, ez jî dixwazim alîkariyê bikim.” Em her çi qas carinan bixwazin bi tena serê xwe bimînin, em tînin bîra xwe ku gerek ev daxwaz nebe sebeb ku em ji bo kesên din qenciyê nekin.

Marie-Line: Em hewl didin ku bi xwişk û birayên xwe eleqedar bibin. Bi vî awayî, em pê dihesin ku kengê alîkarî lazim e ku kesek li zarokên wan binêre yan zarokên wan ji mektebê bînin. Hingê em dikarin planên xwe eyar bikin û alî wan bikin. Bi saya vê, em her tim hazir in ku piştgiriya wan bikin, û bi vî awayî em nêziktirî wan dibin.

We ji xizmeta li cihên hewcedar çi bereket stendine?

Jack: Xizmeta tamrojî dilê me pir şa kiriye. Em gelek caran dikevin tebîetê, û em ji tiştên ku Yehowa afirandine pir kêfê distînin. Em helbet carinan rastî tengasiyan tên, lê dilê me rihet e, çimkî em dizanin ku em li ku derê bin jî, xizmetkarên Xwedê wê her tim piştgiriya me bikin.

Gava ez xort bûm, ez li Guyanaya Fransî seba bêterefiya xwe hatibûm hebs kirin. Ez qet nedifikirîm ku rojekê, ezê wek mizgînvanekî wezîfedar vegerim wê derê û îznê bistînim ku mizgînê li girtîgehan belav bikim. Yehowa bi rastî jî bi comerdî bereketan dide!

Marie-Line: Ez ji fedakariyê pir kêfê distînim. Em şa ne ku em ji Yehowa re xizmetê dikin. Bi saya xizmetê, em nêziktirî hev bûne jî. Carinan, Jack dipirse ka em dikarin jin û mêrekî ku hinek bêcesaret ketine ji bo xwarinekê dawet bikin. Ez gelek caran wisa cewabê didim: “Min jî niha dixwest eva bigota!” Gelek caran wisa dibe.

Jack: Çendek berê, doktor ji min re got ku ez kansera prostatê bûm. Li Marie-Line’ê xweş nayê, lê min jê re wisa got: “Delala min, eger ez sibehê bimirim, ez helbet nikarim bêjim ku emrê min dirêj bû. Dîsa jî, dilê min rihet e, çimkî min temamiya emrê xwe bi faeliyetên ruhî, bi faeliyetên hêja tije kiriye” (1. Mû. 25:8).

Marie-Line: Yehowa deriyên nehêvîkirî ji me re vekirine û îzin daye ku em îşên pir xweş bikin. Di jiyana me de, me bi rastî pir xêr dîtiye. Em xwe bi temamî dispêrin Xwedê, û gava teşkîlata wî dixwaze ku em herin cihekî, em hazir in ku herin wê derê!

^ par. 32 Sranantongo ji tevlihevbûna zimanên Îngilîzî, Holendî, Portekîzî û zimanên Afrîkayî hat meydanê. Ev ziman bi eslê xwe zimanê koleyan bû.