Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

“Va Em! Me Bişînin!”

“Va Em! Me Bişînin!”

HERGÊ tu dixwazî derbazî wî cîyî bî, kîderê hewcetiya mizgînvana heye, mesele welatê xerîb, tuyê gelek karê bistînî ji serhatiya Cêk û Marî-Lîn Bêrgam.

Cêk û Marî-Lîn ji sala 1988-da tevayî xizmetiya hertimda nin. Ewana pê vê yekê nas in, ku zû hînî guhastina dibin, lema jî wana Gwadelûp û Guyanaya Fransîda, bona kîjana fîlîala Fransayê cabdar e, gelek kifşkirin qebûl kirin. Were em çend pirsa bidine Cêk û Marî-Lîn.

Çi we hêlan kir ku xizmetiya hertim destpêkin?

Marî-Lîn: Ez Gwadelûpêda mezin bûme. Zarotiyêda min gelek car tevî diya xwe, ku gelek xîret bû, şebeqê heta êvarê xizmet dikir. Ez meriva hiz dikim, lema jî min ça mekteb xilaz kir, sala 1985-da ez bûme pêşeng.

Cêk: Cahiltiyêda dor-berê min gelek xûşk-birên usa hebûn, yên ku xizmetkarên hertim bûn û xizmetî hiz dikirin. Min gelek car wedê tatîlên mektebê ça pêşengê komekdar xizmet dikir. Cara şemî-leda, em pê otobûsê tevî pêşenga diçûne mihalên wan. Me temamiya rojê xizmet dikir, û paşê êvarê diçûne ber berê. Ew wedekî xweş û hewas bû!

Sala 1988 min Marî-Lîn stand. Hine wede şûnda, min pirs da xwe: “Em aza ne, çira xizmetiyêda hê zêde nekin?” Lema ez jî mîna Marî-Lîn bûme pêşeng. Salek paşî mekteba pêşenga, em ça pêşengên mexsûs hatine kifşkirinê. Me Gwadelûpêda çend cûre kifşkirinada xizmet dikir û paşê mera gotin, wekî derbazî Guyanaya Fransî bin.

Hûn nava gelek salada cûre-cûre kifşkirina qebûl dikin. Lê çi alî we dike, ku zû hînî kifşkirinên teze bin?

Marî-Lîn: Birên ji Beytela Guyanaya Fransî zanibûn, wekî em gelek hiz dikin rêza ji Îşaya 6:8. Lema jî çaxê ewana mera têlê dixistin, cara henektî mera digotin: “Rêza weye hizkirî tê bîra we?” Me zanibû, wekî çaxê ewana vê yekê mera dibêjin, ew tê hesabê ku kifşkirina me tê guhastinê, lema me caba wan usa dida: “Va Em! Me Bişînin!”

Me kifşkirinên xweye berê beramberî yên teze nedikir, çimkî hergê me usa bikira, me dikaribû şabûn nestanda. Xêncî vê yekê, me xwera nêt danî, wekî xûşk-bira nas kin.

Cêk: Berê, hine hevalên me bi dilê xweyî sax dixwestin rê me bigirin, seva em derbazî cîkî din nebin, çimkî wana dixwest em ji wan dûr neçin. Lê çaxê em ji Gwadelûpê çûn, birakî giliyê Îsa anî bîra me ku Metta 13:38-da nivîsar in: “Erd dinya ye”. Lema jî çaxê kifşkirina me tê guhastinê, em tînin bîra xwe, wekî firqî tune em kîderê ne, yeke temamiya dinyayê deşt e, û meriv diha qîmet û ferz in!

Çaxê em cara pêşin têne ser têrîtoriya teze, em divînin, meriv wêderê ça dijîn, û em jî mîna wan dijîn. Xwarina wan cûrekî mayîn e, lê em hînî xwarin-vexwarina wan dibin, û çiqas dikarin miqatî sihet-qewata xwe dibin. Em ser xwe dixebitin, seva ser hemû kifşkirinên xwe pozîtîv binihêrin.

Marî-Lîn: Em usa jî gelek tişta ji xûşk-birên wêderê hîn dibin. Tê bîra min çaxê em teze hatin Guyanaya Fransî, rojekê me dixwest biçûna xizmetiyê, lê baraneke qayîm dibarî. Em difikirîn, ku baran veke paşê em herin. Lê xûşkekê ji min pirsî: “Tu hazir î em herin?” Ez ecêbmayî mam, û min jêra got: “Em ça herin?” Ewê jî minra got: “Berbarana xwe hilde û emê pê bîsîklêtê herin xizmetiyê”. Hingêda ez hîn bûm, wekî pê berbaranê bîsîklêtê bajom. Hergê ez vê yekê hîn nebûma, ezê tu car baranada neçûma xizmetiyê.

Hûn weke 15 cara derbazî cîkî teze bûne. Hûnê çi şîreta bidine wan xûşk-bira, yên ku dixwazin derbazî cîkî din bin?

Marî-Lîn: Çaxê derbazî cîkî din dibin nehêsa ye. Ferz e, wekî wêderê xwera maleke usa bivînin, kîderê hûn bikaribin paşî xizmetiyê hêsa bin.

Cêk: Çaxê em derbazî maleke teze dibûn, gelek car min mal reng dikir, wekî hinekî bedew û temiz be. Birên ji fîlîalê çaxê zanibûn ku emê gelek wext wêderê nemînin, cara minra digotin: “Cêk, vê carê cefê nekişîne, malê reng neke!”

Marî-Lîn bûye hoste vê yekêda, ku hûr-mûra top ke. Ew her tiştî dike qutiya û ser dinivîse ku çi hûr-mûr in, mesele “yên destavê”, “yên otaxê”, yan jî “yên kox”. Lema jî çaxê em derbazî maleke teze dibin, mera diha hêsa ye her qutîkî daynin ciyê wê. Ew hin jî başqe dinivîse ku her qutiyada çi heye, û mera hêsa ye zû bivînin tiştên ku mera lazim in.

Marî-Lîn: Em hîn bûne organîze û terbet bin. Bi saya vê yekê em xizmetiya xwe ciyê tezeda zû destpêdikin.

Hûn ça wedê xwe parevedikin, seva “qulixê xwe” biqedînin? (2 Tîmt. 4:5)

Marî-Lîn: Em Duşema rihet dibin û bona civatê xwe hazir dikin. Lê ji Sêşemê destpêkirî heta xilaziya heftiyê, em xizmet dikin.

Cêk: Rast e borcdariya me heye ku çiqas sihet xizmet kin, lê hiş-aqilê me ser siheta nîne. Emirê meda xizmetî ciyê sereke digire. Hema em ça ji mal derdikevin, em çiqas dikarin wan hemûyara yên ku rastî me tên, şedetiyê didin heta vedigerin mal.

Marî-Lîn: Çaxê em diçin pîknîkê, ez her gav tevî xwe belavoka hildidim. Cara hê em nabêjin, ku em Şedên Yehowa ne, hine meriv xwexa nêzîkî me dibin û edebyeta ji me dixwazin. Lema jî kincxwekirin û rabûn-rûniştinêda em gelek fesal in, çimkî meriv dîna xwe didin ser vê yekê.

Cêk: Em usa jî şedetiyê didin bi vê yekê, ku cînarara heyf in. Ez dor-berê mala xwe û cînara ser erdê kaxaza top dikim, gemarê dibim davêjim, û nav baxçe belga tirmix dikim û temiz dikim. Cînarên me vê yekê divînin û cara dipirsin: “Kitêba Pîroz bal we heye ku bidine min?”

Hûn gelek car diçin ciyê dûr xizmet dikin. Kîjan qewimandina mexsûs weyê mera gilî kira?

Cêk: Guyanayêda çetin e bigihîjine hine ciya. Pir cara em heftêkêda 600 kîlomêtir riyên xirabra diçin. Bîra me naçe çaxê em çûne San Êlî, ku mêşê Amazonêda ye. Em pê ereba ku riyên çetinra diçe û pê qeyika bi motor, nava çend sihetada gihîştine wî cîyî. Merivên wêderê heçî zef şixulê wan ew e, ku erdêda zêr digerin. Ji wan hineka hûrikên zêra ça qurbankirin dane me, bi vê yekê wana razîbûna xwe dane kifşê bona edebyetên me! Êvarê me merivên wî cîyîra vîdêoke teşkîleta me nîşan kir. Gelek meriv top bibûn.

Marî-Lîn: Çend sal pêşda Cêkra gotin, wekî here Kamopîyê gotara bona Êvara Bîranînê bixûne. Em çar siheta pê qeyika bi motor Çemê Oyapokêra çûn. Ew wedekî xweş û hewas bû!

Cêk: Vî çemîda, ciyên ku av nimiz û gur bû, gelek xof bû, çimkî gelek kevir hebûn. Çaxê qeyik îda nêzîkî wan kevirên mezin dibû, dilê me dikuta. Qeyikçî gerekê cêribandî bûya, seva vê ava gurda ber wan kevirara derbaz bûya. Rast e hingê tirs bû, lê gelek hewas bû. Em tenê 6 Şedên Yehowa bûn, lê weke 50 meriv hatine ser Bîranînê, nava kîjanada Amêrîndîans jî bûn!

Marî-Lîn: Cahilên ku dixwazin hê zêde bona Yehowa bikin, ewana jî dikarin rastî qewimandinên usa hewas bên. Hûn gerekê her derecada îtbariya xwe Yehowa bînin, û wê baweriya we hê qewî be. Em emirê xweda timê destê Yehowa divînin.

Hûn çend zimana zanin, lê wera hêsa bû hîn bin?

Cêk: Na, hêsa nîbû. Hewcetî hebû, lema ez wan zimana hîn bûm. Min gerekê “Birca Qerewiliyê” bona Hînbûnê ser zimanê Sranantongo * derbaz kira, lê hela hê ez pê dersa xwendina Kitêba Pîroz jî derneketibûm. Çaxê min derbaz kir, paşê min ji birakî pirsî, ku hela ça bû xeberdana min, femdarî bû yan na. Ewî jî minra got: “Tenê hine xeber me fem nekir, lê usa gelek rind bû”. Zara gelek alî min dikirin. Çaxê min şaşî dikirin, mezina minra nedigotin, lê zara digot. Ez gelek tişt ji cahila hîn bûme.

Marî-Lîn: Têrîtoriyakêda, hînbûnên mine Kitêba Pîroz hebûn ser zimanê Fransî, Portûgalî, û Sranantongo. Xûşkekê minra şîret da, wekî pêşiyê hînbûna ser wî zimanî derbaz kim, kîjan minra lap çetin e, lê xilaziyê ya ser wî zimanî derbaz kim, kîjanî ez rind zanim. Çira evê şîreta usa da min?

Rojekê, min hînbûna ser zimanê Sranantongo derbaz kir û paşê ya ser zimanê Portûgalî. Çaxê min hînbûna duda destpêkir, ewê xûşkê minra got: “Marî-Lîn, ew fem nake tu çi xeber didî”. Min fem kir, wekî min tevî jinika Brazîlî, dewsa ser zimanê Portûgalî, ser zimanê Sranantongo xeber dida. Lema jî ev şîreta vê xûşkê gelek kêrhatî bû.

Wan ciyada kîderê hûn xizmet dikin, xûşk-bira we zef hiz dikin. Hûn çi dikin ku tevî wan usa nêzîk dibin?

Cêk: Metelok 11:25-da tê gotinê: “Nandarê sihet û qewat be”. Em xwe paş naxin, seva tevî xûşk-bira wede derbaz kin û bona wan tiştekî bikin. Çaxê Oda Civatêda lazim e tiştekî bikin, hine bira minra dibêjin: “Tu neke, bira mizgînvanên din bikin”. Lê ez wanra dibêjim: “Ne ez jî mizgînvan im, lema ez jî dixwazim alîkariyê bidim çaxê şixul heye”. Rast e em gişk jî hewce ne bona xwe wede bivînin wekî hêsa bin, lê em gelek car tînin bîra xwe, ku ew yek gerekê rê me negire, seva xûşk-birara qenciyê bikin.

Marî-Lîn: Em aliyê xweda çiqas dikarin dikevine heyra xûşk-bira. Usa em pêdihesin ku kêra çi alîkarî lazim e, mesele wekî ber zara bin, yan jî zara ji mektebê bînin. Paşê em îda dikarin wede bivînin, seva bikaribin alîkariyê bidine wan. Bi saya vê yekê, em hevra nêzîk dibin, û hazir in komekê bidine wan, çaxê ewana hewce ne.

Hûn çi kerema distînin ku xizmet dikin wan ciya, kîderê hewcetî heye?

Cêk: Bi saya xizmetiya hertim, emirê me bi kerema tije bûye. Em gelek car ciyên usada xizmet dikin, kîderê tebiyet zef bedew e, û em ji çêkirina destê Yehowa lezetê divînin. Rast e çetinayî jî hene, lê dilê me rihet e, çimkî em zanin, wekî em ku jî nîbin, cimeta Xwedê kêleka me ye.

Ez cahiltiyêda Guyanaya Fransîda ji bo xweykirina tevnebûyînê ketime kelê. Lê tu car hişê minra derbaz nedibû, ku rojekê ezê ça mîsyonêr vegerim vî cîyî û kelada girtiyara şedetiyê bidim. Rastî jî Yehowa timê bi merdanî xizmetkarên xwe kerem dike!

Marî-Lîn: Şabûna mine lape mezin ew e, ku ez dikarim alîkariyê bidime meriva. Em bextewar in, ku Yehowara xizmet dikin. Bi saya xizmetiyê em usa jî ça jin-mêr hevra gelek nêzîk bûne. Cara Cêk minra dibêje ku em filan jin-mêrî teglîfî ser nanxwarinê kin, seva wana bişidînin. Ez jî jêra dibêjim: “Ez jî hema derheqa vê yekê difikirîm!” Gelek car em mîna hev difikirin.

Cêk: Çend sal pêşda ez pêhesiyam, ku nexwaşiya mine kansêr heye. Rast e Marî-Lîn hiz nake vê yekê bibihê, lê ez cara jêra dibêjim: “Delala min, hergê ez sibê bimirim, rast e ezê ça ‘kalekî extyar’ nemirim, lê ezê dilrihet bimirim, çimkî min emirê xwe xizmetiya Yehowada derbaz kiriye, çi ku bi rastî gelek qîmet e” (Destp. 25:8).

Marî-Lîn: Yehowa bona me derî vekir û mecal da me ku tiştên usa bikin, kîjan ku me ne jî dikaribû bida ber çevê xwe. Emirê me rastî jî bi kerema tije ye. Teşkîleta Yehowa me kuda jî bişîne emê herin, çimkî em bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin û bawer in, wekî ew wê ese alî me bike!

^ abz. 32 Zimanê Sranantongo ew heye tevxistina zimanê Înglîzî, Holandî, Portûgalî û Afrîkanî, kîjan ku berê xulama ji ber xwe derxistibûn.