Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14

Hicûmkirina ji Bakurê!

Hicûmkirina ji Bakurê!

“Neteweyek [cimetek] . . . ser welatê min derket” (YOWL. 1:6).

KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

VÊ GOTARÊDA *

1. Rassêl bira û hevalên wî bona lêkolînkirinê çi mêtod didane xebatê, û çira ew mêtodeke baş bû?

SED sal zêdetir pêşda, Ç. T. Rassêl bira û hevalên wî, dêmek komeke biçûk ya lêkolînkarên Xebera Xwedê, destpêkirin tevayî top bin seva lêkolîna bikin. Wana dixwest bicêribanda, hela ewana dikarin fem kin ku Kitêba Pîroz bi rastî çi hîn dike derheqa Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh, halê miriya, û qurbanbûna Îsa. Mêtoda wane lêkolînkirinê gelek hêsa bû. Ji wana kesekî pirsek pêşda dianî, û paşê wana her rêzeke vê têmayêva girêdayî, lêkolîn dikirin. Ewana çi ku ji lêkolîna xwe pêdihesiyan, xwera başqe dinivîsîn. Bi vî cûreyî ew mêrên dilsax pê alîkariya Yehowa, gelek rastiyên sereke ji Kitêba Pîroz fem kirin, û heta îro ew bona me ferz in.

2. Çaxê em dixwazin pêxembertîke ji Kitêba Pîroz fem kin, çi dikare bibe menî ku em nerast fem kin?

2 Lê zûtirekê ew lêkolînkarên Kitêba Pîroz fem kirin, wekî diha çetin e pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz fem kin, ne ku hînkirinên wêye sereke. Lê çira? Menîk ew e, ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz diha rind hingê têne femkirinê, gava ewana îda têne sêrî, yan jî îda hatine sêrî. Lê dîsa menîk jî heye. Seva ku rast pêxembertiyê fem kin, em gerekê kontêksta vê hildin hesab, dêmek evê pêxembertiyê bi temamî lêkolîn bikin. Çira ev yek ferz e? Çimkî hergê em dîna xwe bidin tenê pareke vê pêxembertiyê, lê parên mayîn pişt guhê xweva bavêjin, em dibeke nerast fem kin. Ça tê kifşê, berê jî dibeke menî hema ew bû, wekî pêxembertiya ji kitêba Yowêl rast fem nekirine. Lema were em niha evê pêxembertiyê bînin bîra xwe, û paşê şêwir kin ku çira lazim e em femkirina xwe hindava vê pêxembertiyê biguhêzin.

3-4. Heta îro me pêxembertiya ji Yowêl 2:7-9 ça fem dikir?

3 Bixûne Yowêl 2:7-9. Van rêzada Yowêl pêxembertiyê dike, ku koma kuliya wê erdê Îsraêlê xirab kin. Ewana wê pê diran û çengên xweyî mîna yên şêra, hemû gîhayê erdê Îsraêlê kuta kin (Yowl. 1:4, 6). Nava gelek salada, me ev pêxembertî usa fem dikir, ku kulî bi sîmbolîk cimeta Yehowa ye, riya kîjanî tu tişt nikare bigire seva mizgîniyê bela ke. Me usa jî fem dikir, ku ew şixulê me, xirab hukum dike ser “erdê”, dêmek ser wan meriva, ku bin destê serwêrên rêlîgiyada nin. *

4 Hergê em tenê rêzên ji Yowêl 2:7-9 hildin hesab, mera dikare bê kifşê ku ev şirovekirin rast e. Lê em gerekê kontêksta vê pêxembertiyê bi temamî hildin hesab, çimkî hingê emê îda têderxin, wekî lazim e cûrekî mayîn fem kin. Çira? Were em derheqa çar meniya şêwir kin.

ÇAR MENIYÊN GUHASTINA FEMKIRINA VÊ PÊXEMBERTIYÊ

5-6. Kîjan pirs pêşda tê derheqa a) Yowêl 2:20? b) Yowêl 2:25?

5 Ya pêşin, dîna xwe bidinê ku derheqa wan kuliya Yehowa çi soz da: “Ezê artêşa bakur [kuliya] ji ser weva dûr bixînim” (Yowl. 2:20). Hergê kulî bi sîmbolîk Şedên Yehowa ne, yên ku gura temiya Îsa dikin û mizgîniyê bela dikin, lê çira Yehowa sozekî usa da, ku wê wana dûr xe? (Hezql. 33:7-9; Met. 28:19, 20) Bêşik, Yehowa wê ne ku xizmetkarên xweye amin dûr xe, lê ewên ku zirarê didine cimeta wî.

6 Ya duda, dîna xwe bidinê, Yowêl 2:25-da çi nivîsar e. Yehowa dibêje: “Ezê berdêla salên ku artêşa minî mezin, ya ku ez şandim nav we, salên ku kulî . . . xwarine bidim we”. Dîna xwe bidinê, Yehowa soz dide wekî çi ku kulî zirar dane, Ew wê heqê vê zirarê bide. Hergê kulî bi sîmbolîk cimeta Yehowa ye, wekî usa ne mizgîniya ku ewana bela dikin, merivara zirarê tîne. Lê bi rastî mizgîniya ku ewana bela dikin dikare xiraba hêlan ke ku tobe kin û emirê xwe xilaz kin (Hezql. 33:8, 19). Ew yek bêşik wanra karê tîne, ne ku zirarê!

7. Yowêl 2:28, 29-da gilî “paşî wê usa bibe” alî me dikin çi fem kin?

7 Bixûne Yowêl 2:28, 29. Ya sisiya, dîna xwe bidinê, vê pêxembertiyêda çi paşî çi diqewime. Hûn divînin ku Yehowa dibêje “wê paşî wê usa bibe ku, ezê ruhê xwe birijînim”, dêmek paşî vê yekê çaxê ew kulî şixulê xwe xilaz kin. Hergê ew kulî mizgînvanên Padşatiya Xwedê ne, lê çira Yehowa wê ruhê xwe paşî xilazkirina xizmetiya wan birêta ser wan? Femdarî ye, wekî bi rastî bê alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz ewana wê tu car nikaribûna nava bi deha salada wedê zêrandina û qedexekirina, xizmetiya xwe berdewam kirana.

Rûtêrford û birên mayîne bi ruh kifşkirî, yên ku rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikirin, vê dinya xirabra bi mêrxasî derheqa dîwana Xwedê elam dikirin (Binihêre abzasa 8)

8. Eyantî 9:1-11-da kulî bi sîmbolîk kê têne hesabê? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

8 Bixûne Eyantî 9:1-11. Were şêwir kin meniya çara. Berê me ew kuliyên ku Yowêlda tê gotinê, girêdida tevî şixulê belakirina mizgîniyê, çimkî kitêba Eyantîda jî pêxembertîke usa heye. Wêderê tê gotinê, wekî rûyê kuliya “mîna rûyê meriva” ne û li ser serê wan “tiştêd mîna kofiyêd zêrîn” hene (Eyan. 9:7). Ewana pênc meha, çi ku wek jîyîna kuliya ye, cefê didine “wan merivêd [dijminên Xwedê] ku mora Xwedê li ser eniya wan tuneye” (Eyan. 9:4, 5). Zelal tê kifşê, wekî eva tê gotinê derheqa xizmetkarên Yehowaye bi ruhê pîroz bijartî. Ewana dinya xirabra bi mêrxasî dîwana Xwedê elam dikin, û bi vê yekê ewana piştgirên vê dinyayê gelek eciz dikin.

9. Çi firqî heye orta kuliyên, ku Yowêl dît û kîjan ku Yûhenna dît?

9 Belê, pêxembertiya ji Eyantî û pêxembertiya Yowêl hine tiştada mîna hev in, lê usa jî firqiyên mezin orta wanda hene. Mesele, dîna xwe bidinê: Pêxembertiya Yowêlda, kulî gîhayên erdê kuta dikin (Yowl. 1:4, 6, 7). Lê pêxembertiya Yûhennada, kuliyara tê gotinê “ku zirarê nedine gîhê erdê” (Eyan. 9:4). Pêxembertiya Yowêlda tê gotinê ku kulî ji bakurê hatine (Yowl. 2:20). Lê yên ku Yûhenna dît, ji geliyê hey-wayê derketine (Eyan. 9:2, 3). Ew kuliyên pêxembertiya Yowêlda têne dûrxistinê. Lê Eyantîda, Yehowa kuliya dûr naxe, lê dihêle wekî ewana şixulê xwe xilaz kin. Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî Yehowa wanra qayîl nîne (Binihêre çargoşe bi navê “ Pêxembertiyên derheqa Kuliya: Hin Mîna Hev in, Hin jî ji Hev Cude Dibin”).

10. Meselekê ji Kitêba Pîroz bînin, ku dide kifşê, wekî kuliyên ji kitêba Yowêl û Eyantî bi sîmbolîk dikarin cûre-cûre tişt bêne hesabê.

10 Firqiyên mezin ku nava wan du pêxembertiyada hene, alî me dikin ku fem kin, wekî ewana hevva girêdayî nînin. Dêmek, em dixwazin bêjin, wekî ew kulî derheqa kîjanî Yowêl digot, û kulî ku kitêba Eyantîda hene, yek nînin? Belê, ew yek ecêbmayî nîne, çimkî gelek car Kitêba Pîrozda tiştekî sîmbolîk, cûre-cûre tişt tê hesabê. Mesele, Eyantî 5:5-da derheqa Îsa tê gotinê, ku ew “Şêrê ji qebîla Cihûda” ye, lê 1 Petrûs 5:8-da, ser Mîrê-cina tê gotinê “şêr”, ku “mire-mira wî ye”. Li gora van çar meniya ku me şêwir kir, em divînin, wekî em gerekê pêxembertiya Yowêl cûrekî mayîn fem kin. Lê çi cûreyî?

PÊXEMBERTIYA YOWÊLDA KULÎ BI SÎMBOLÎK KÊ NE?

11. Yowêl 1:6 û 2:1, 8, 11, ça alî me dikin fem kin, wekî kulî bi sîmbolîk kê têne hesabê?

11 Hergê em pêxembertiya Yowêl bi temamî lêkolîn bikin, dêmek kontêkstê hildin hesab, emê fem bikin, wekî Yowêl derheqa hicûmkirinê, dêmek derheqa şer pêxembertî kiriye (Yowl. 1:6; 2:1, 8, 11). Yehowa got ku ew wê ordiya xweye mezin, dêmek eskerên Babîlonî bide xebatê, seva Îsraêliyên neamin ceza ke (Yowl. 2:25). Ew tê navkirinê “artêşa bakur”, çimkî Babîlonî aliyê bakurda gerekê hicûmî ser Îsraêliya bikirana (Yowl. 2:20). Ordiya Babîloniya beramberî koma kuliya dibe, ku rind organîze ye. Yowêl derheqa wan dibêje: “Her [esker] riya xweda dimeşe . . . bajêrda dipengizin, li ser dîwarên bajêr banz didin; di hundirê xaniyanda radipelikin, mîna diza şivakanva [pencerava] dikevin” (Yowl. 2:8, 9). Evê derecê bidine ber çevê xwe. Hemû ciya esker in, tu cîk tune wekî xwe ji wana veşêrin. Tu kes nikare xwe ji şûrê Babîloniya xilaz ke!

12. Pêxembertiya Yowêl derheqa kuliya ça hate sêrî?

12 Mîna kuliya, Babîlonî (dêmek Kildanî), sala 607 B.D.M., Orşelîm zeft kirin. Kitêba Pîroz dibêje: “Qiralê [padşê] Kildaniya . . . ciwanên wan bi şûrva kuştin û heyfa wî li egîtê ciwan, li qîza ku nezewiciye, ji zilamê kal û por sipîva nehat; Xudan hemûya da destê wî. Û mala Xwedê şewitandin û dîwarê Orşelîmê xirab kirin û agir bi hemû qesrên wêva xistin û hemû firaqên wêyî bi qîmet xirab kirin” (2 Dîr. 36:17, 19). Çaxê Babîlonî erd zeft kirin û wêran kirin, cimetê derheqa erdê tenê ew yek dikaribû bigota: “Bû çolekî bê mirov û bê heywan, bi destê Kildaniyanva hate dayîn” (Yêrem. 32:43).

13. Şirovekin ku giliyên ji Yêremya 16:16, 18, çi têne hesabê.

13 Weke 200 sal paşî pêxembertiya Yowêl, Yehowa pê Yêremya derheqa vê zeftkirinê dîsa tiştek pêxembertî kir. Ewî got, ewana wê Îsraêliyên ku kirên xirab dikirin, hemû ciya bigerin, û wana bigirin. “A vay, ezê pir mesîvana bînim, Xudan dibêje û wê wan bigirin û ezê paşî wê pir nêçîrvana bînim û wê ji ser her çiyayî û ji ser her gir û ji . . . zinara nêçîra wan bikin. . . . Pêşiyê ezê fesadiyên wan û sûcên wan bi du qatî bidim”. Belê, ça bêjin ne okêanada ne jî mêşada, Îsraêliyên neamin nikaribûn xwe ji cezakirina Yehowa veşartana (Yêrem. 16:16, 18).

MIZGÎNÎ DERHEQA ŞÎNBÛNÊ

14. Pêxembertiya ji Yowêl 2:28, 29, kengê hate sêrî?

14 Paşê Yowêl mizgîniyê dibêje, wekî ew erdê wêranbûyî wê dîsa şîn û geş be (Yowl. 2:23-26). Lê axiriyêda ew pêxembertî gerekê usa bihata sêrî, ku xwarina ruhanî wê têr-tije be û bigihîje gişka. Yehowa dibêje: “Ezê ruhê xwe birijînim ser hemû meriva; wê lawên we jî, qîzên we jî pêxembertiyê bikin . . . di wan rojada ezê ser dîlan jî û ser cariyanva jî ruhê xwe birijînim” (Yowl. 2:28, 29). Lê çaxê Îsraêlî ji Babîlonê vegeriyan erdê xwe, hingê ruhê pîroz nehate rijandinê ser wan. Ew yek qirna şûnda qewimî, roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M.. Em vê yekê ji ku zanin?

15. Li gora Karên Şandiya 2:16, 17, Petrûs çi gilî guhast çaxê giliyên ji Yowêl 2:28 wekiland, û ew çi tê hesabê?

15 Ji bîna ber Xwedê, Petrûsê şandî pêxembertiya ji Yowêl 2:28, 29 girêda tevî qewimandina ku roja Pênciyê Hesabê qewimî. Nêzîkî siheta neha şebeqê, merivên ku Xwedê ruhê xweyî pîroz ser wanda rijand, destpêkirin ser zimanên xerîb derheqa “kirêd Xwedêye mezin” xeber din (Kar. Şand. 2:11). Pê rêberiya Xwedê Petrûs hine gilî ji pêxembertiya Yowêl cûrekî mayîn wekiland. We dîna xwe dayê ewî kîjan gilî guhast? (Bixûne Karên Şandiya 2:16, 17.) Dewsa ku destpêke pê wan giliya “paşî wê”, ça Yowêlda tê gotinê, Petrûs got: “Rojêd axiriyêda”. Ew gilî vê kontêkstêda tê gotinê derheqa dewrana Cihûya, û hingê ruhê Xwedêyî pîroz gerekê “ser hemû merivada” bihata rijandinê. Ew tê hesabê, wekî paşî pêxembertiya derheqa kuliya, êpêce wede derbaz bû, û paşê ew para pêxembertiya Yowêl hate sêrî.

16. Qirna yekêda ruhê Xwedêyî pîroz ça hukum bû ser belakirina mizgîniyê, lê derheqa îro çi dikarin bêjin?

16 Paşî rijandina ruhê Xwedêyî pîroz qirna yekêda, mizgînî nav temamiya dinêda bela bû. Wî wedeyî, nêzîkî sala 61 D.M., Pawlosê şandî nema xwe Kolosiyara nivîsî, ewî got ku mizgînî hate dayînê “wan hemûyara, yêd ku bin perê ezmênda dimînin” (Kols. 1:23). Çaxê Pawlos got “hemû”, ew dihate hesabê her ciya, kîderê ewî û merivên din dikaribûn rêwîtî bikirana. Lê rojên meda pê alîkariya qewata ruhê Yehowayî pîroz, mizgînî hê zêde bela bû, gihîşte “heta serê dinyayê” (Kar. Şand. 13:47) (Binihêre çargoşe “ Ezê Ruhê Xwe Birijînim”).

ÇI HATE GUHASTINÊ?

17. Femkirina me derheqa pêxembertiya ji Yowêl ça hate guhastinê?

17 Lê çi hate guhastinê? Niha em rast fem dikin pêxembertiya ji Yowêl 2:7-9. Heyneser, ew rêz ne ku derheqa xîreta me belakirina mizgîniyê ye, lê derheqa ordiya Babîlonê ye, kîjan ku sala 607 B.D.M., Orşelîm zeft kir.

18. Nava cimeta Yehowada çi nehate guhastinê?

18 Lê çi nehate guhastinê? Cimeta Yehowa berdewam dike mizgîniyê bela dike, û bona vê yekê hemû cûre mêtod dide xebatê (Met. 24:14). Tu qedexekirina dewletê nikare me ji vî şixulî biqetîne. Û pê kerema Yehowa em hê zêde xîret bûne, û bi mêrxasî mizgîniya Padşatiyê bela dikin. Em bi milûktî berdewam dikin pey rêberiya Yehowa diçin, seva fem kin pêxembertiya ji Kitêba Pîroz, û dudilî nabin, wekî wedê rastda ew wê me “berbi temamiya rastiyê” bive (Yûhn. 16:13).

KILAMA 97 Emir Xebera Xwedêva Girêdayî ye

^ abz. 5 Gelek sala me tirê pêxembertiya ji Yowêl serê 1 û 2, derheqa xizmetiya meye roja îroyîn pêxembertiyê dike. Lê çar meniyên ferz hene ku zelal didine kifşê, wekî em gerekê cûrekî mayîn fem kin evê pêxembertiya Yowêl. Were şêwir kin ew çi menî ne.

^ abz. 3 Mesele, binihêrin gotara bi navê “Bîlaniya Yehowa Efrînada tê Kifşê”, “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Nîsanê, sala 2009, abzasên 14-16.