Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17

“Ez ji We re Dibêjim ‘Dostên Min’”

“Ez ji We re Dibêjim ‘Dostên Min’”

“Ez ji we re dibêjim ‘dostên min’; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn” (YÛH. 15:15).

KILAM 13 Îsa Mera Mesele ye

PÊŞGOTIN *

1. Mirov çawa dibin dostên hev?

EGER tu dixwazî bi kesekî re dostaniyeke saxlem ava bikî, gerek tu bi wî re wext derbas bikî. Her ku hûn bi hev re xeber bidin û behsa hîs û fikrên xwe bikin, hûnê bibin dostên hev. Lê belê, seba hin çetinahiyan li me carinan zor tê ku em bibin dostên Îsa Mesîh. Gelo ev çetinahî çi ne?

2. Çetinahiya pêşîn çi ye?

2 Çetinahiya pêşîn ev e ku me Îsa nedîtiye. Gelek şagirtên li sedsala yekê jî Îsa nedîtibû. Dîsa jî, Petrûsê şandî wisa got: “We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin; niha hûn wî nabînin, lê dîsa jî hûn baweriyê bi wî tînin” (1. Ptr. 1:8). Loma, me Îsa her çi qas nedîtibe jî, em dikarin bibin dostên wî.

3. Çetinahiya diduyan çi ye?

3 Çetinahiya diduyan ev e ku em nikarin bi Îsa re xeber bidin. Em tenê ji Yehowa re dua dikin. Rast e, em bi navê Îsa dua dikin, lê em bi wî re xeber nadin. Îsa naxwaze ku em ji wî re dua bikin. Çima? Çimkî dua, pareke îbadetê ye, û gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin (Met. 4:10). Her çi qas wisa be jî, em dikarin nîşan bidin ku em ji Îsa hez dikin.

4. Çetinahiya sisêyan çi ye, û emê li vê meqaleyê çi hîn bibin?

4 Çetinahiya sisêyan jî ev e ku Îsa li ezmanan dijî, loma em nikarin li cem wî bin. Dîsa jî, em dikarin di heqê wî de gelek tiştan bizanibin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çar gavên ku wê alî me bikin ku em dostaniya xwe bi Îsa re xurttir bikin. Lê di serî de, gerek em bizanibin ku çima muhîm e ku em bibin dostên Îsa Mesîh.

ÇIMA LAZIM E KU EM BIBIN DOSTÊN ÎSA?

5. Gerek em çima bibin dostên Îsa? (Li çarçoveyên “ Dostaniya bi Îsa Mesîh re Rê Vedike ku Em Bibin Dostên Yehowa” û “ Gerek Em Herî Zêde ji Kê Hez Bikin?” binêre.)

5 Eger em dixwazin bibin dostên Yehowa, gerek em bibin dostên Îsa. Gelo çima? Bala xwe bide van du sebeban: A pêşîn, Îsa ji şandiyên xwe re wisa got: “Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî hûn ji min hez dikin” (Yûh. 16:27). Ji xeynî vê, Îsa wisa got: “Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav” (Yûh. 14:6). Gava em dixwazin bikevin malekê, gerek em ji deriyê malê re derbas bibin. Mîna vê, Îsa jî rê vedike ku em bibin dostên Yehowa. Loma Îsa got: “Ez deriyê miyan im” (Yûh. 10:7). A diduyan jî, şexsiyeta Îsa wek şexsiyeta Bavê wî ye. Wî ji şandiyên xwe re got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûh. 14:9). Ji bo ku em Yehowa nas bikin, gerek em di heqê jiyana Îsa de melûmatê bistînin. Her ku em Îsa nas bikin, emê ji wî zêdetir hez bikin, û her ku dostaniya me ya bi Îsa re xurttir bibe, emê ji Bavê wî jî zêdetir hez bikin.

6. Dostaniya bi Îsa re çima muhîm e?

6 Ji bo ku em cewaba duayên xwe bistînin, gerek em bibin dostên Îsa. Ne bes e ku em di dawiya duayên xwe de tenê bibêjin “bi navê Îsa Mesîh”. Gerek em fehm bikin ku Yehowa çawa bi navgîniya Îsa cewaba duayên me dide. Îsa ji şandiyên xwe re wisa got: “Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim” (Yûh. 14:13). Rast e, Yehowa duayên me dibihîze û cewabê dide, lê wî otorîte daye destê Îsa ku ew qerarên Wî bîne cih (Met. 28:18). Yanî, berî ku Xwedê cewaba duayên me bide, ew bala xwe dide ka em guh didin şîretên Îsa yan na. Mesela, Îsa got: “Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre. Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre” (Met. 6:14, 15). Belê, pir muhîm e ku em kesên din efû bikin, çawa ku Yehowa û Îsa em efû kirine.

7. Kî ji fîdyeya Îsa feydeyê distîne?

7 Tenê kesên ku dostên Îsa Mesîh in wê ji fîdyeya wî feydeyê bistînin. Em vêya ji ku dizanin? Îsa gotibû ku ewê “di ber dostên xwe de canê xwe dide” (Yûh. 15:13). Wê lazim be ku xizmetkarên Xwedê yên dilsoz, ên ku berî hatina Îsa Mesîh miribûn, di heqê Îsa de melûmatê bistînin û ji wî hez bikin. Yanî, wexta ku kesên wek Birahîm, Sara, Mûsa û Rehab wê ji mirinê bên rakirin, gerek ew Îsa rind nas bikin da ku ew karibin jiyana herheyî bistînin (Yûh. 17:3; Kar. 24:15; Îbr. 11:8-12, 24-26, 31).

8-9. Li gor Yûhenna 15:4, 5, çima muhîm e ku em bibin dostên Îsa?

8 Em şa ne ku em di îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê de bi Îsa re hevkariyê dikin. Gava ku Îsa li erdê bû, ew mamoste bû. Piştî ku ew vegeriya ezmanan, ew bû serê civatê, û ew niha jî rêberiya karê mizgîndayînê dike. Ew şa dibe gava tu alî kesên din dikî ku ew wî û Bavê wî nas bikin. Alîkariya Yehowa û Îsa ji me re lazim e ku em karibin vî îşî pêk bînin (Yûhenna 15:4, 5 bixwîne).

9 Peyva Xwedê bi zelalî dibêje ku gerek em ji Îsa hez bikin ku Yehowa ji me razî be. Niha emê bala xwe bidin çar gavên ku em dikarin bavêjin ku bibin dostên Îsa.

EM ÇAWA DIKARIN BIBIN DOSTÊN ÎSA?

Ji bo ku tu bibî dostê Îsa, (1) wî rindtir nas bike, (2) fikir û hereketên wî ji xwe re emsal bigire, (3) piştgiriya birayên Mesîh bike û (4) piştgiriya qerarên civatê bike (Li paragrafên 10 heta 14an binêre) *

10. Ji bo ku em bibin dostên Îsa, gerek em serê pêşîn çi bikin?

10 (1) Îsa nas bike. Ji bo vê, kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna bixwîne. Her ku em di heqê jiyana Îsa de bixwînin û bibînin ku ew ji kesên din re çi qas dilovan bû, emê ji wî zêdetir hez bikin û qedrê wî bigirin. Mesela, Îsa her çi qas Axayê şagirtên xwe bû jî, wî ew wek xulamên xwe nedihesibandin, lê wî ji wan re behsa hîs û fikrên xwe dikir (Yûh. 15:15). Wexta ku şagirtên wî xemgîn dibûn û digiriyan, Îsa jî bi wan re digiriya (Yûh. 11:32-36). Dijminên Îsa jî didît ku kesên ku mizgîna wî qebûl dikir dibûn dostên wî (Met. 11:19). Eger em Îsa li van waran ji xwe re bikin emsal, minasebetên me yên bi kesên din re wê baştir bibin, emê hê dilşadtir bibin, û emê ji Îsa zêdetir hez bikin.

11. Ji bo ku em bibin dostên Îsa, gava diduyan çi ye, û ev gav çima muhîm e?

11 (2) Fikir û hereketên Îsa ji xwe re emsal bigire. Her ku em fikrên Îsa bizanibin û ji xwe re emsal bigirin, emê nêziktirî wî bibin (1. Kor. 2:16). Em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne? Mesela, Îsa herî zêde bala xwe dida hewcedariyên kesên din, ne kêfa xwe (Met. 20:28; Rom. 15:1-3). Bi saya vê nêrînê, ew yekî fedakar û efûkar bû. Gava kesên din di heqê wî de tiştên xerab digotin, ew zû nedixeyidî (Yûh. 1:46, 47). Wekî din, wî şaşiyên berê yên mirovan her tim nedidan rûyê wan (1. Tîm. 1:12-14). Îsa got: “Hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:35). Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez jî wek Îsa çi ku ji destê min tê dikim ku bi xwişk û birayan re di selametê de bim?”

12. Ji bo ku em bibin dostên Îsa, gava sisêyan çi ye, û em çawa dikarin vêya bikin?

12 (3) Piştgiriya birayên Mesîh bike. Gava ku em ji birayên Îsa yên meshkirî re qenciyê dikin, em bi vî awayî ji Îsa re qenciyê dikin (Met. 25:34-40). Em çawa dikarin piştgiriya meshkiriyan bikin? A herî muhîm ev e ku em guh bidin emrê Îsa û mizgîna Padîşahiyê bi dil û can belav bikin (Met. 28:19, 20; Kar. 10:42). Ji bo ku birayên Mesîh vî îşî li seranserê dinyayê pêk bînin, ew hewceyî alîkariya ‘miyên din’ in (Yûh. 10:16). Eger tu yek ji ‘miyên din’ î, xîreta ku tu di vî îşî de eyan dikî nîşan dide ku tu ne tenê ji meshkiriyan, lê ji Îsa jî hez dikî.

13. Em çawa dikarin şîreta ji Lûqa 16:9 pêk bînin?

13 Wekî din, ji bo ku em bibin dostên Yehowa û Îsa, wê baş be ku em bi derfetên xwe yên madî piştgiriya îşê wan bikin (Lûqa 16:9 bixwîne). Mesela, em dikarin ji bo îşê cîhanî bexşan bidin. Bi saya van bexşan, mizgîn dikare li cihên dûr bê belav kirin, Salonên Îbadetê û avahiyên teşkîlatê dikarin bên ava kirin û tamîr kirin, û kesên ku seba felaketan tengasiyê dikişînin dikarin bên destek kirin. Wekî din, em dikarin bi bexşên xwe piştgiriya civata xwe bikin û alî kesên hewcedar bikin (Mtl. 19:17). Bi van awayan, em dikarin piştgiriya birayên Mesîh bikin.

14. Li gor Efesî 4:15, 16, gava çaran çi ye?

14 (4) Piştgiriya qerarên civatê bikin. Serê civatê Îsa Mesîh e. Gava em piştgiriya kalên civatê dikin, dostaniya me ya bi Îsa re xurttir dibe (Efesî 4:15, 16 bixwîne). Mesela, teşkîlat dixwaze ku Salonên Îbadetê hê baştir bên xebitandin. Ji bo vê, teşkîlat hin civatan bi civatên din re dike yek û sînorên saheyên wan diguherîne. Bi vî awayî, bexşên xwişk û birayan dikarin bi awayekî baştir bên bi kar anîn. Lê belê, carinan lazim dibe ku hin mizgînvan hînî şertên nû bibin. Dibe ku ev mizgînvanên dilsoz bi gelek salan aîdî civatekê bûn û ji xwişk û birayên vê civatê pir hez dikin. Lê niha belkî lazim e ku ew derbasî civateke din bibin. Îsa bê guman pir şa dibe gava ew dibîne ku ev şagirtên dilsoz piştgiriya qerarên wisa dikin.

DOSTANIYA BÊDAWÎ

15. Dostaniya me ya bi Îsa re wê çawa hê jî xurttir bibe?

15 Kesên ku bi ruhê pîroz hatine mesh kirin wê heta bi hetayê li cem Îsa bimînin, û ewê bi wî re di Padîşahiya Xwedê de hikm bajon. Li wê demê, ewê Îsa rasterast bibînin û bi wî re xeber bidin û wext derbas bikin (Yûh. 14:2, 3). Mîna wan, kesên ku li hêviya jiyana li rûyê erdê ne jî wê ji hezkirin û eleqeya Îsa feydeyê bistînin. Ewê Îsa rasterast nebînin, lê wexta ku ewê nîmetên ku Yehowa û Îsa ji bo wan hazir kirine bistînin, dostaniya wan a bi Îsa re wê her ku diçe xurttir bibe (Îşa. 9:6, 7).

16. Eger em bibin dostên Îsa, emê çi bereketan bistînin?

16 Eger em daweta Îsa qebûl bikin û bibin dostên wî, emê gelek bereketan bistînin. Mesela, em niha jî ji hezkirin û desteka wî feydeyê dibînin. Bi saya dostaniya me ya bi Îsa re, emê karibin heta bi hetayê bijîn. Bi ser de, bi saya vê dostaniyê, emê hediyeya herî mezin bistînin – dostaniyeke xurt a bi Yehowa re. Çi keremeke mezin e ku Îsa me wek dostên xwe bi nav dike!

KILAM 17 “Dixwazim”

^ par. 5 Îsa Mesîh şandiyên xwe ne tenê wek hevalkarên xwe, lê wek dostên xwe didîtin. Îsa dixwaze ku em jî bibin dostên wî. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku ev yek ji bo me carinan çima zor e, û em çawa dikarin bibin dostên wî û vê dostaniyê xwedî bikin.

^ par. 55 RESIM: (1) Li îbadeta malbatê, em dikarin jiyan û xizmeta Îsa lêkolîn bikin. (2) Li civatê, em dikarin bi xwişk û birayan re di selametê de bin. (3) Gava em bi dil û can xizmetê dikin, em piştgiriya birayên Mesîh dikin. (4) Gava teşkîlat civatan dike yek, em dikarin piştgiriya vê qerarê bikin.