Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17

“Min Hûn Dost Hesab Kirin”

“Min Hûn Dost Hesab Kirin”

“Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê” (YÛHN. 15:15).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Hûn tevî meriva ça dibine heval?

ÇAXÊ hûn dixwazin tevî kesekî hevaltiyê bikin, berê ewlin hûn tevî wî wede derbaz dikin. Hûn hevra xeber didin, fikirên xwe hevra gilî dikin û dilê xwe hevra vedikin, usa hûn dibine hevalên hev. Lê seva bibine dostên Îsa, hine çetinayî hene. Ew çi çetinayî ne?

2. Çetinaya pêşin çi ye, ku bibine dostên Îsa?

2 Çetinayîk ew e, ku me Îsa nedîtiye. Gelek Mesîhiyên qirna yekêda jî Îsa nedîtibûn. Lê Pawlosê şandî got: “We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin, niha jî nabînin, lê wî bawer dikin” (1 Pet. 1:8). Belê, rast e me Îsa nedîtiye, lê yeke em dikarin bibine dostên wîyî nêzîk.

3. Çetinaya duda kîjan e?

3 Ya duda ew e, ku em nikarin tevî wî xeber din. Çaxê em dua dikin, em Yehowara xeber didin. Rast e em pê navê Îsa dua dikin, lê ev nayê hesabê, ku em Îsara xeber didin. Û Îsa xwexa jî naxwaze, wekî em wîra dua bikin. Çira? Çimkî dua dikeve nava hebandinê, û em gerekê tenê Yehowa bihebînin (Met. 4:10). Lê yeke em bi gelek tişta dikarin îzbat kin ku em Îsa hiz dikin.

4. Çetinaya sisiya kîjan e, û emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

4 Çetinaya sisiya ew e, ku Îsa ser ezmana dijî, û em nikarin tevî wî wede derbaz kin, seva wî rind nas kin. Lê yeke em dikarin derheqa Îsa pêbihesin, hergê jî em tevî wî nînin. Emê niha şêwir kin çar tişta, yên ku em gerekê bikin seva bibine dostên Îsa. Were em pêşiyê pêbihesin, ku çira gelek ferz e wekî em tevî Îsa dostiyê bikin.

ÇIRA EM GEREKÊ BIBINE DOSTÊN ÎSA?

5. Çira em gerekê bibine dostên Îsa? (Usa jî binihêre wan çargoşa “ Dostiya Tevî Îsa Dibe berbi Dostiya Tevî Yehowa”, û “ Nihêrandina Rast Hindava Îsa”.)

5 Hergê em dixwazin heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk be, em gerekê bibine dostên Îsa. Çira ew usa ferz e? Dîna xwe bidine tenê du meniya. Ya pêşin, Îsa gote şagirtên xwe: “Bav xwexa we hiz dike, çimkî we ez hiz kirim” (Yûhn. 16:27). Ewî usa jî got: “Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhn. 14:6). Hergê em bixwazin bê dostiya tevî Îsa bibine dostên Yehowa, ew mîna vê yekê ye, ku em dixwazin bikevine avayî, lê derîra derbaz nebin (Yûhn. 10:7). Meniya duda ew e, ku Îsa bi temamî çev dida xeyset-hunurên Bavê xwe. Ewî gote şagirtên xwe: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhn. 14:9). Lema hergê em dixwazin Yehowa nas kin, em gerekê derheqa jîyîna Îsa pêbihesin. Çiqas hê zêde em derheqa Îsa bizanibin, haqas hê qayîm emê wî hiz bikin. Û gava dostiya me tevî Îsa nêzîk be, wê hizkirina me hindava Bavê wî jî qayîm be.

6. Kîjan e meniya din, ku çira em gerekê bibine dostên Îsa? Şirovekin.

6 Em gerekê tevî Îsa dostiyê bikin, seva ku Xwedê caba duayên me bide. Bes nîne ku em tenê xilaziya duayên xweda bêjin “pê navê Îsa”. Em gerekê fem kin, ku çira Yehowa pê Îsa caba duayên me dide. Îsa gote şandiyên xwe: “Pê navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim” (Yûhn. 14:13). Rast e tenê Yehowa duayên me dibihê, lê ewî hukum da Îsa seva qirarên Wî bîne sêrî (Met. 28:18). Lema jî heta ku Yehowa caba duayên me bide, ew dîna xwe dide hela em temiyên ku Îsa da, tînin sêrî yan na. Mesele, Îsa got: “Heger hûn neheqiyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Ezmana jî wê we bibaxşîne. Lê heger hûn neheqiyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyêd we nabaxşîne” (Met. 6:14, 15). Rastî jî çiqas ferz e, wekî em hindava merivada usa rem bin, ça Yehowa û Îsa hindava me!

7. Kê wê bi saya qurbana Îsa kerema bistîne?

7 Tenê ewên ku tevî Îsa nêzîk in, wê bi saya qurbana wî kerema bistînin. Lê em ji ku vê yekê zanin? Îsa got wekî ew wê “emirê xwe ber dostêd xweva” bide (Yûhn. 15:13). Merivên amin yên ku dijîtin pêşiya hatina Îsa ser erdê, gerekê derheqa wî pêbihesin û wî hiz kin. Çaxê merivên amin, mesele Birahîm, Sera, Mûsa, û Rexab ji mirinê rabin, hela hê ewana jî gerekê bibine dostên Îsa, seva jîyîna heta-hetayê qazanc kin (Yûhn. 17:3; Kar. Şand. 24:15; Îbrn. 11:8-12, 24-26, 31).

8-9. Li gora Yûhenna 15:4, 5, bi saya dostiya tevî Îsa em çi dikarin bikin, û çira ew yek ferz e?

8 Em şabûnê distînin ku şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda tevî Îsa hevkariyê dikin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ew dersdar bû. Lê çaxê ew vegeriya li ezmên, hingêda ew berdewam dike ça serê civatê rêberiya wî şixulî bike. Ew cefê me divîne û qîmet dike, çimkî em çiqas dikarin alî geleka dikin, wekî ewana wî û Bavê wî nas kin. Bi rastî tenê pê alîkariya Yehowa û Îsa em dikarin ewî şixulî bînin sêrî. (Bixûne Yûhenna 15:4, 5.)

9 Xebera Xwedê eşkere mera eyan dike, ku seva Yehowa me qebûl ke, em gerekê Îsa hiz bikin. Lema were em çar tişta şêwir kin, kîjan ku wê alî me bikin bibine dostên Îsa.

ÇAWA BIBINE DOSTÊN ÎSA

Hûn dikarin bibine dostên Îsa hergê 1) wî rind nas kin, 2) cûrê fikirandinêda û kirên wîda çev bidine wî, 3) piştgiriya birên Mesîh bikin, û 4) piştgiriya teşkîleta Yehowa bikin (Binihêre abzasa 10-14) *

10. Gava pêşin çi ye, seva bibine dostên Îsa?

10 1) Îsa nas kin. Bi saya xwendina kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna, em dikarin Îsa nas bikin. Çaxê em ji wan kitêba derheqa jîyîna Îsa dixûnin, em destpêdikin qedirê wî bigirin û wî hiz kin, çimkî ew hindava meriva heyf û qenc bû. Besa xeberê, rast e ew Axayê şagirtên xwe bû, lê ew hindava wanda usa nîbû çawa hindava xulamada nin. Dewsê, ewî fikirên xwe wanra gilî dikir û dilê xwe wanra vedikir (Yûhn. 15:15). Îsa derdên wan nêzîkî dilê xwe dikir û tevî wan digiriya (Yûhn. 11:32-36). Hela hê dijminên wî jî didîtin, wekî Îsa wanra, yên ku mizgîniya wî qebûl dikirin, dibû heval (Met. 11:19). Çaxê em çev didine Îsa ku ew hindava şagirtên xweda ça bû, em diha nêzîkî wî dibin, razî û bextewar dibin, û hizkirina me hindava wîda hê zêde dibe.

11. Kîjan e gava duda ku dibe berbi dostiya tevî Îsa, û çira ew yek ferz e?

11 2) Mîna Îsa bifikirin û rabûn-rûniştinêda çev bidine wî. Em çiqas rind bizanibin cûrê fikirandina Îsa û çev bidine wî, haqas dostiya meye tevî wî, wê qewî be (1 Korn. 2:16). Lê ça çev bidine Îsa? Mesele, Îsa kara xwe nedigeriya, lê kara meriva (Met. 20:28; Rom. 15:1-3). Lema ew dikete heyra meriva, ne ku ya xwe, û usa jî ew yekî rem bû. Ewî hilnedida dilê xwe çi ku meriva ser wî digotin (Yûhn. 1:46, 47). Îsa nihêrandina xwe hindava meriva nediguhast ji bo şaşiyên wane berê, çimkî bîra xweda xwey nedikir (1 Tîmt. 1:12-14). Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:35). Wê baş be em pirsê bidine xwe: “Ez çev didime Îsa û aliyê xweda her tiştî dikim, seva tevî xûşk-bira edilayê xwey kim?”

12. Kîjan e gava sisiya, ya ku dibe berbi dostiya tevî Îsa, û çira ew yek ferz e?

12 3) Piştgiriya birên Mesîh bikin. Em çi jî bona birên bi ruh kifşkirî dikin, Îsa hesab dike ku em bona wî dikin (Met. 25:34-40). Lê ya lape ferz ku çida em dikarin alî wan bikin ew e, ku bi xîret mizgîniya Padşatiyê bela kin û şagirta hazir kin, dêmek wî şixulî bikin, rêberiya kîjanî Îsa dike (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 10:42). Ew birên Mesîh bê alîkariya “pezêd . . . din” nikarin vî şixulê mezine hemdinyayê bikin, ku îro tê kirinê (Yûhn. 10:16). Hergê hûn bi ruh kifşkirî nînin, her car çaxê hûn xizmet dikin, hûn hizkirina xwe didine kifşê ne tenê hindava birên kifşkirî, lê usa jî hindava Îsa.

13. Em ça dikarin şîreta Îsa ku Lûqa 16:9-da nivîsar e, bidine xebatê?

13 Em usa jî dibine dostên Yehowa û Îsa, çaxê pera qurban dikin bona şixulê ku ewana rêberî dikin. (Bixûne Lûqa 16:9.) Mesele, em dikarin qurbana bikin seva şixulê hemdinyayê, kîjan ku tê xerckirinê bona avakirin û xweykirina Odên Civata û avayên mayîn, alîkariya wedê xezeba û teşqelên tebiyetê, û usa jî bona belakirina mizgîniyê li wan ciya, kîderê çetin e bigihîjinê. Em dikarin pera qurban kin usa jî seva civata xwe û seva alîkariya xûşk-birên destteng (Metlk. 19:17). Bi wan cûra em piştgiriya birên Mesîh dikin.

14. Li gora Efesî 4:15, 16, kîjan e gava çara ku dibe berbi dostiya tevî Îsa?

14 4) Piştgiriya teşkîleta Yehowa bikin. Çaxê em hevkariyê dikin tevî birên cabdar, yên ku bi hizkirinê rêberiyê me dikin, em diha nêzîkî Îsa dibin, yê ku serê civatê ye. (Bixûne Efesî 4:15, 16.) Mesele, wan paşwextiya teşkîleta me safî kir, wekî Odên Civata bi temamî bidine xebatê. Bona vê yekê hine civat tevî civatên din dibine yek, û mihalên xizmetiyê jî têne guhastinê. Bi saya vê yekê, perê qurbankirî têne xweykirinê, çimkî xercên teşkîleta me kêm dibin. Lê ji bo vê yekê hine xizmetkar gerekê hînî derecên teze bin. Dibeke ew xizmetkarên amin gelek sala civatekêda nin û îda hînî xûşk-birên vê civatê bûne, lê niha wanra dibêjin, wekî civateke dinda xizmet kin. Îsa gelek şa dibe çaxê divîne, ku ew xûşk-birên amin safîkirina teze qebûl dikin.

DOSTÊN ÎSAYÎ HETA-HETAYÊ

15. Axiriyêda dostiya me tevî Îsa wê çi cûreyî be?

15 Ewên ku bi ruhê pîroz kifşkirî ne, hêviya wana ew e, ku heta-hetayê tevî Îsa Padşatiya Xwedêda padşatiyê bikin. Ewana wê tevî Îsa bin, wî bivînin, û tevî wî xeber din (Yûhn. 14:2, 3). Lê ewên ku ser erdê bijîn, ewana jî wê hizkirina Îsa bivînin. Rast e ewana wê Îsa nevînin, lê wê mecala wan hebe bibine dostên wîyî hê nêzîk û ji jîyîna heta-hetayê lezetê bistînin, kîjan Yehowa û Îsa wê bidine wan (Îşa. 9:6, 7).

16. Hergê em bibine dostên Îsa, emê kîjan kerema bistînin?

16 Çaxê em teglîfkirina Îsa qebûl dikin, ku bibine dostên wî, em gelek kerema distînin. Mesele, îda nihada em hizkirina wî texmîn dikin û alîkariya wî distînin. Hin jî mecala me heye, ku jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê ya lape ferz ew e, ku bi saya dostiya tevî Îsa, em dikarin heleqetiya herî qîmet qazanc kin, dêmek dostiya tevî Bavê wî, Yehowa. Rastî jî qedirekî çiqas mezin e, ku em dikarin bibine dostên Îsa!

KILAMA 17 “Dixwazim”

^ abz. 5 Şandî çend sala tevî Îsa bûn, tevî wî xeber didan, xizmet dikirin, û bûne hevalên wîyî nêzîk. Îsa dixwaze ku em jî bibine dostên wî. Lê mera usa hêsa nîne bibine dostên wî çawa şandiyara hêsa bû. Çira? Evê yekê emê vê gotarêda şêwir kin, usa jî emê pêbihesin, ku em ça dikarin bibin dostên Îsa û ça evê dostiyê xwey kin.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: 1) Wedê qulixkirina tevî malbetê, wê baş be em derheqa emirê Îsa û xizmetiya wî lêkolîn bikin. 2) Civatêda em aliyê xweda çiqas dikarin gerekê nava xûşk-birada edilayê xwey kin. 3) Çaxê em xizmet dikin, em piştgiriya birên Mesîh dikin. 4) Çaxê rûspî safî dikin, wekî hine civat tevî civatên din bibine yek, em piştgiriya safîkirina wan dikin.